‘Ji bo perwerdehiya ziman hewceyî bi têkoşînek bêhempa heye’

  • rojane
  • 09:01 10 Çile 2023
  • |
AMED - Mamoste û zimanzan Abdurrahman Bakir bal kişand ser polîtîkayên dewletê ya tunehesibandina zimanê kurdî û girîngiya mafê perwerdehiya fermî ya zimanê kurdî û got: “Divê ji bo perwerdehiya ziman civak bê rêxistinkirin. Di vî warî de hewcehî bi têkoşîneke bêhempa heye.” 
 
Ji avabûna Komara Tirkiyeyê ve heta niha polîtikayên pişaftin û tunehesibandinê li ser zimanê kurdî berdewam dike. Gelek saziyên kurdî ku derbarê perwerdehiya zimanê kurdî de kar û xebatên xwe dimeşandin hatin girtin. Her wiha gelek hunermend, rewşenbîr û mamosteyên zimanê kurdî di girtîgehan de ne. Lê tevî polîtikayên tunehesibandinê û girtinan jî gelek saziyên ziman ji nû ve avabûn û ji bo erwerdehiya zimanê kurdî kar û xebatên xwe berdewam dikin û ji bo perwerdehiya zimanê kurdî ya fermî têdikoşin. Mamoste û zimanzan Abdurrahman Bakir ku bi salan e ji bo zimanê kurdî kar û xebatan dike û pirtuka bi navê rêzimana kurmanciye çap kir. Bakir tekildarî polîtikayên dewletê yên asimlasyonê ji ajansa me re axivî.
 
‘TUNEHESIBANDINA ZIMANÊ KURDÎ BERDEWAM E’
 
Bakir bi lêv kir ku ji bo neteweyekî ziman nasname ye û ji ber vê jî netew-dewlet ji bo bikaribin li ser yek netew û zimanî pergala xwe ava bikin êrişî netew û zimanekî din dikin. Bakir anî ziman ku rewşa kurdan jî bi vê yekê re têkildar e û wiha axivî: “Dewleta tirk jî li ser neteweyekî avabû ye. Ji ber wê jî bi salan e li dijî zimanê kurdî polîtikayên pişaftin û tunehesibandinê dide meşandin. Di dema Osmaniyan de jî polîtikayên tunehesibandinê li dijî zimanê kurdî hebû. Di roja me ya îro de jî gelek tişt guherîn e, ji ber wê helwesta dewleta tirk a li dijî kurdan jî guheriyê. Dewleta tirk ji bo bikaribe têkeve Yekitiya Ewropayê di qanûnan de hê guherîn çêkirin û gotin ‘hûn dikarin ji bo perwerdehiya ziman kursan vebikin’. Me jî li Kurdistan û Tirkiyeyê kurs vekirin. Lê dewletê dît ku di nav civakê de hêşmendiyek çêdibe sazî û dezgehên kurdan girtin. Niha jî dewlet bi awayekî nijadperest êrişî, çand, ziman û gelê kurd dike.”
 
‘DIVÊ EM MAFÊ PERWERDEHIYA ZIMAN BISTÎNIN’
 
Bakir di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku birêxistinkirina civakê dikarin mafê perwerdehiya fermî ya zimanê kurdî bi dest bixin û wiha domand: “Desthilat bi destê xwe mafê perwerdehiya ziman nade. Divê ji bo perwerdehiya ziman civak bê birêxistinkirin. Di qada navneteweyî de jî ji aliye dîplomasiyê ve di nav hewldanan de bin. Divê em li benda dewletê nesekinin. Jixwe dewlet me nas nake. Ji ber wê divê civaka kurd bêje ez xwedî nasnameyekê me û ez ê ji bo vê yekê têbikoşim. Yanî dewlet bi dilê xwe nade, divê em bistînin. Divê ji her alî ve civak bê birêxistinkirin, ji aliye siyasî, çandî, wêjeyî, aborî û dîrokî yanî pediviyên civakê çi bin li gor wê civak bê birêxistinkirin. Yanî em karê ziman tenê li saziyekê bar bikin, ew neheqiye. Divê di hemû qadan de hewldan hebin. Her wiha divê têkiliya me bi her çar parçeyên din re jî hebe, em têkilî û dan û standinan bikin. Yanî weke civaka kurd hemûyan bigihînin hev, bi hêz bibin ku daxwazên me bi cih werin.”
 
‘DIVÊ EM MALÊN XWE BIKIN DIBISTAN’
 
Bakir diyar kir ku di nava civakê de xwendin û axaftina zimanê kurdî kêm e û wiha pê dê çû: “Di raya giştî de kurdî kêm tê axaftin. Divê di bazar, raya giştî û dan û standinan de kurdî bê axaftin. Derfet ji hemû deman pirtir heye. Heke kesek bixwaze dikare mala xwe bike dibistana kurdî. Bila zarokên xwe perwerde bikin. Heke em wisa tevbigerin em ê bi ser bikevin.  Divê em dereng nemînin, ziman û çanda me bêhtir xesarê nebîne. Em di demeke zû de xwe bigihînin armanca xwe.”
 
‘HEWCEHÎ BI TÊKOŞÎNEKE BÊHEMPA HEYE’
 
Bakir destnîşan kir ku ji bo heşmendiya ziman bê avakirin xala herî girîng yek jî siyaset e û axaftina xwe wiha domand: “Divê siyasetmedar di vî warî de xwedî berpirsyar bin. Mînak divê rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Kurdistanê  propaganda, kar û xebatên xwe bi kurdî bimeşînin. Ev yek ji bo hemû sazî û dezgehên me jî derbasdar e. Mixabin di vî warî de hêşmendiya me têra xwe tune ye. Divê berpirsyarên sazî û dezgehên me nexasim li Kurdistanê bi zimanê xwe biaxivin û bidin nasandin. Ez bawerim xebateke bi vî rengî bê meşandin, em ê gav bi gav li pêş bikevin. Di vî warî de hewcedarî bi têkoşîneke bêhempa heye.”
 
GIRÎNGIYA PERWERDEHIYA ZIMAN
 
Bakir bi lêv kir ku  riknê zimanekî li ser rêziman, ferheng û alfabeyê ava dibe  û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di vî warî de gelek xebat pêşketine. Celadet Elî Bedîrxan xebateke pir hêja di wan şert û mercên giran de pêşxistiye. Îro hewceyê pê heye ku em hin pêşdetir bibin. Ji ber ku ziman tiştekî zindî ye, weke mirovekî xwe ji nû ve ava dike. Ji ber wê hewce ye hinek tişt bên zêdekirin, tişten ku jiyana mirovan derketine bên avêtin. Lê heta zimanek nebe zimanê perwerdehiya fermî dê têk biçe. Pêwîste di vî warî de hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê dîplomasiyê ve xebat bên kirin.”
 
MA / Mahmût Altintaş - Welat Ekîn

Sernavên din

10/01/2023
15:14 Di doza TTB’ê de rojnameger hatin astengkirin
14:45 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
14:36 Li Şirnexê kesek hat girtin
14:15 Sancar: Em ê bi kesên êrişên giran li ser me dikin mezin bidin windakirin
13:33 Komkujiya Gara Enqereyê: 87 meh in li benda edaletê ne
13:20 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin Yildiz ê AKP’î were darizandin
13:17 DFG: Heke 87 rojnameger girtî bin 10’ê çileyê nayê pîrozkirin
13:16 MKGP’ê rapora salekê ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin parve kir
13:10 Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:00 Delîla girtinê ya Dadgeha Bilind: Malbatên li ber HDP’ê hatine rûniştandin!
12:40 Doza ku çalakvanên Nobeta Edaletê jê dihatin darizandin hate taloqkirin
12:39 Rojnameger Ender Îmrek beraet kir
11:26 Li Behra Egeyê erdheja bi pileya 5’an çêbû
11:19 Halbûsî, bi şandeya Şengalê re civiya
11:08 Rojnamegerên girtî ji bo 10’ê Çile peyam şandin: Em rûmeta rojnamegeriyê biparêzin
10:50 Meleyê girtî ku dest dirêjî zarokekê kir, tayinî mizgefeteke din hatiye kirin!
10:12 HDP: Derb li azadiya çapemenî û xweîfadekirinê xistin
09:50 Rojnamevan Sezgîn Kartal hate binçavkirin
09:34 Li Xozatê weqaya qidûzê hat tespîtkirin
09:02 Malbata Emîn Sarik ê li Newala Qesaba hat veşartin: Ev bêwijdanî ye
09:02 Penêrê bisîrik ji sedî 100 biha bû
09:02 Rojnamegerên kurd Roja Rojnamegerên Dixebitin li girtîgehê pêşwazî dikin
09:02 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê hêza xwe bikin yek
09:01 ‘Ji bo perwerdehiya ziman hewceyî bi têkoşînek bêhempa heye’
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09/01/2023
22:36 NÇM'ê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bibîr anîn
20:22 Jinan komkujiya Parîsê protesto kir
19:04 Li Mûşê 20 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:58 Sê jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, li cihê komkujiyê hatin bibîranîn
18:32 Li Mêrsînê 3 kes hatin girtin
17:53 Girtî Kartal sirgûnî Antalyayê hat kirin
16:57 'Ev şer dê bi dawî nebe’
16:39 Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan: Dewlet ezyetê li miriyan dike
16:34 Îdianameya êrişên li ser cemxaneyan: Êrişkar dîn e!
16:27 Gelê Îranê li dijî biryara darvekirinê dest bi çalakiyê kir
16:23 HDP’ê daxwaza hevdîtinê ya AKP’ê red kir
16:13 Sê jinên kurd ên li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
16:00 Leyla Şeylamez li ser gora xwe hat bibîranîn
15:59 Rapora DFG’êya 2022’yan: 29 rojnameger hatin girtin û ceza dan 76 rojnamegeran
15:11 Beştaş: Bila têkiliyên bi komkujiyên Parîsê re bên lêkolînkirin
14:50 Fîdan Dogan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:49 Du jinên windayî li malekî mirî hatin dîtin
14:22 Cansiz, Dogan û Şaylemez li Rojava hatin bibîranîn
14:01 Okten: Îktidar dixwaze tolê ji TTB’ê hilde
13:06 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketine holê li benda lêkolînê ne
12:55 Li Qersê wesayîta xwendekaran wergeriya: Xwendekarek mir û 14 jî birîndar bûn
12:19 Malbata Şenyaşar: Mizgînî wê îktidarê rizgar nekin
12:18 Nobeta Edaletê di roja 13’an de ye: Polîtîkaya şer û tecrîdê bi dawî bikin
11:50 HDP bi komeleyên herêmê re tê gelhev
11:35 Derbarê dirûşma 'Jin jiyan azadî' de lêpirsin hat destpêkirin
11:17 Hilbijêr piştgiriyê didin biryara HDP’ê: Vexwendineke bo veguherînê ye
10:39 Li Wanê barîna berfê: Rêyên gundan hatin girtin
10:28 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
10:19 Malbata Andok Cotkar ê Alman: Tirkiyeyê ji bilî kuştinê tiştek nebir Rojava
10:16 Girtiyê xwe şewitandibû: Divê mirov li dijî êrişan rûmeta xwe biparêze
10:14 Birayê Sari ku sewqî Sîncanê hatiye kirin: Ya ku tê kirin îşkence ye
09:47 Derheqê serlêdana rojnamegeran a ji bo ‘lêgerîna tazî’ biryara neşopandinê hate dayîn
09:46 Miduriyeta Polîsan a Mûşê Mîr Perwer weke ‘endamê rêxistinê’ fîş kiriye
09:16 Çubuk: HDP ne bi saya alîkariya xizîneyê lê bi piştgiriya gel ser dikeve
09:02 'Ji bo ev roj were pîrozkirin divê rojnamegerên girtî bên berdan'
09:02 259 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin hê radestî malbatan nehatine kirin
09:01 Edîtora Jineolojiyê: Di qetilkirina jinên kurd de hevkariya dewletan heye
09:01 Çelebî: Giştîname ne çareserî ye divê qanûn bê guhertin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08/01/2023
22:27 Metîna û Garê bi balafîran hatin bombebarankirin
20:37 Heyet Tehrîr El Şam hezêke mezin a leşkerî şand Efrînê
20:27 Serokkomarê Iraqê Reşîd bi şandeya Şengalê re civiya
19:16 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê Şarederiya Konakê 1-0 têk bir
19:06 DMA’yê panela sibeya raperîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dar xist
18:15 Serokwezîrê Swêdê: Em nikarin hemû daxwazên Tirkiyeyê bi cih bînin
16:41 Maseya Îslama Demokratîk civiya
15:54 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:24 Jinên şoreşger li Amedê hatin bibîranîn
15:10 Rojnameger Goktepe hat bibîranîn: Heqîqet bêden nema
13:57 DBP’ê kongreya xwe diyarî jinên hatin qetilkirin kir
13:51 Buldan: HDP dê li gel tifaqên xwe namzetê xwe diyar bike
11:27 Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
11:20 Rêveberê HDP’î li noqteya kontrolê ya polîsan hate derbkirin
10:51 Tê payîn ku li 41 bajaran berf bibare
10:50 Eren Keskîn: Sakîne Cansiz, jineke ku dabû ser rêya heqîqetê
10:48 Dayika Rozerîn Çukur: Doza wê ji her tiştekî girîngtir e
09:33 Ozguneş: Hewl didin dengê Abdullah Ocalan bitepisînin
09:01 Her ku xizanî zêde dibe zarok tên îstismarkirin!
09:00 Li ser sînor amadekariyên êrişê tên kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09:00 Li Şirnexê kesek hate binçavkirin
07/01/2023
22:11 Li navçeyên Stenbolê 3 jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
21:46 Li Ewropayê bi deh hezaran kesî xwest ku komkujî bê ronîkirin
19:02 Li Kobanê ciwanan komkujiyên li Parîsê protesto kirin
18:36 Diz ketin Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê
16:57 Ferît Orak nayê berdan: Nexweşiyên wî lê nû bûn
16:55 Kurtulan: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin
16:39 ‘Tu hêz nikare siyaseta demokratîk bloke bike’
16:38 TJA’yê û HDP’ê cangoriyên Parîs û Silopiyayê bi bîr anîn
16:17 Girtiyê nexweş ê 82 salî êdî nikare biaxive!
15:40 PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve
15:24 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Gurban were berdan
15:07 TJA: Em dengê xwe bi dengê jinên Kurdistanê re bilind dikin
15:03 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hate veşartin
14:52 Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê