Rojnamegerên kurd Roja Rojnamegerên Dixebitin li girtîgehê pêşwazî dikin

  • rojane
  • 09:02 10 Çile 2023
  • |
img
AMED - Malbatên rojnamegerên girtî ku têkildarî 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin axivîn, anîn ziman ku rojnameger bi piştgirî û têkoşîneke hevpar dikarin pêşi li êrişên li ser rojnamegeriyê bigrin û xwestin ku rojnamegerên girtî bên berdan. 
 
Li Tirkiyeyê 10’ê Çileyê wekî Roja Rojnamegerên Dixebitin tê pîrozkirin. Lê gelek rojnameger bi salan in di nav astengî, zext, tundî, binçavkirin û girtinan de kar û xebatên xwe dimeşînin. Li gorî daneyên saziyên rojnamegeriyê, li Tirkiyeyê 87 rojnameger girtî ne. Bi taybetî jî êrişên li dijî rojnamegerên kurd di wan salên dawî de zêdetir bûne. Di 16’ê Hezîrana 2022'yan de li Amedê 16 rojnamgerên kurd hatin girtin û her wiha di 28’ê Cotmeha 2022'yan de jî di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Enqere de 9 rojnameger hatin girtin. 
 
Malbatên rojnamegerên girtî ku bi boneya 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin axivîn, xwestin ku rojnamegerên girtî bên berdan. 
 
7 MEH IN ÎDIANAME NEHATIYE AMADEKIRIN
 
Gulîstan Bûlûtê, hevjîna rojnamegerê girtî Zeynel Abîdîn Bûlût ku di 16'ê Hezîrana 2022'yan de tevî 15 hevpîşeyên xwe hatibû girtinî bi lêv kir ku 7 meh derbas bûne lê hê jî îdianameya rojnamegeran nehatiye amadekirin. Bûlûtê anî ziman ku ji ber ku sûcê rojnamegeran tune ye dozên berê lêkolîn dikin û ev tişt gotin: “Dozên wan bi neşopandinê encam bûne, tiştekî tê de nabînin ku têxin îdaanameyê û wan sûcdar bikin. Lê rojnamegerî bi her awayî tê kirin. Di nava çar diwaran de jî dikarin rojnamegeriyê bikin. Nikarin rojnamegeriyê têxin nava çar dîwaran. Em jî dizanin wan tiştekî xirab nekiriye, karê xwe kirine.”
 
‘JI BER RASTIYAN DIBIN HEDEF’
 
Bûlûtê bi domdarî destnîşan kir ku rojnamegerên çapemeniya azad ji ber rastiyê radigihînin dibin hedef û wiha pê dê çû: “Desthilat dixwaze berî hilbijartinê dengê çapemeniyê bitepisîne. Dixwaze wan asteng bike ku di hilbijartinê de bi ser bikevin. Lê dê bi ser nekevin. Neheqiyeke pir mezin li rojnamegerên çapemeniya azad û malbatên wan tê kirin. Em malbat dixwazin, ew bi edaletî bên darizandin. Bêsûc 7 mehên di girtîgehan de ne. Hem ew di nava çar dîwaran de ne hem jî em malbat û zarokên wan li derve zordariyê dikişînin. Heqê me dê rojeke bê standin.  Em jî her tim li cem wan in. Em wan li wir bi tenê nahelin.”
 
‘ROJNAMEGERÎ DI BIN LINGAN DE YE’
 
Gulsum Altanê, hevjîna Serokê Komeleya Rojnamegaran a Dîcle Firatê (DGF) Serdar Altan ku di 16'ê Hezîranê de tevî 15 rojnamevanan hatibû girtin, diyar kir ku li Tirkiyeyê azadiya ramanê ya rojnamegeran tune ye û wiha got: “Serdar di peyamên xwe de her tim qala piştgirî û bilindkirina têkoşîne kir. 10’ê Çileyê her çi qas wekî Roja Rojnamegerên Dixebetin be jî îro rûmeta rojnamegeriyê di bin lingan de ye. Li Tirkiyeyê azadiya ramanê ya rojnemegeran tune ye. Ji 16’ê Hezîrane ve rojnameger di girtîgehê de ne. Hê jî tu kes nizane rojnameger ji ber çi tên sûcdarkirin. Li Tirkiyeyê hûn weke çapemeniya sereke nûçeyan parve bikin û rastiya ragihînin gel, hûn ê rastî astengiyan werin û werin binçavkirin û girtin. Ev berê jî wisa bû, lê her tim binpêkirin û zext zêde dibin. Ji ber wê tu wateya Roja Rojnamegerên Dixebetin nîn e. Îro bi dehan rojnameger ji ber ku karê xwe kirine, di girtîgehê de ne û der heqê gelek rojnamegeran de jî ji ber nûçeyan doz hatine vekirin. Gelek rojnameger ji ber cezayan neçar mane ku derkevin dervayî welêt.”
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Altanê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li dijî êrişan divê rojnameger di nava piştgiriyê de bin û axaftina xwe wiha qedand: “Desthilat çend sal  berê gotibû, ‘Yên ku ne alîgir bin, dê bên qawirandin.’  Rojnamegerên çapemeniya azad jî tu car nebûn alîgir, her tim li pêy rastiyê ne û ji bo heqîqetê ragihînin civakê dixebitin û dev ji rastiyê bernedan. Desthilatên li dinyayê her tim rojnemegerên ku li dijî wan derten hedef digirin. Li vir jî desthilat herî pir rojnamegeran hedef digire, bi taybetî jî çapemeniya azad her tim bi zext, tundî, binçavkirin û girtinan re rû bi rû ye. Ji ber ku ji rastiyê ditirsin êrişî çapemeniya azad dikin. Di 16’ê Hezîrane de 16 rojnameger hatin girtin. Piştî wê jî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqerê de 9 rojnamegerên din jî hatin girtin. Desthilat her ku ditengije darizandinê dixe meriyetê û zextan li ser rojnamegeran ferz dike. Divê li dijî vê yekê têkoşîn û piştgiriyeke bi hev re bê nîşandayin. Heke li dijî vê yekê bi hev re bertek neyên nişandan, êrişên desthilatê jî wê berfireh bibin. Em malbat dixwazin ku rojnamegerên girtî bên berdan.”
 
 

Sernavên din

10/01/2023
15:14 Di doza TTB’ê de rojnameger hatin astengkirin
14:45 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
14:36 Li Şirnexê kesek hat girtin
14:15 Sancar: Em ê bi kesên êrişên giran li ser me dikin mezin bidin windakirin
13:33 Komkujiya Gara Enqereyê: 87 meh in li benda edaletê ne
13:20 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin Yildiz ê AKP’î were darizandin
13:17 DFG: Heke 87 rojnameger girtî bin 10’ê çileyê nayê pîrozkirin
13:16 MKGP’ê rapora salekê ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin parve kir
13:10 Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:00 Delîla girtinê ya Dadgeha Bilind: Malbatên li ber HDP’ê hatine rûniştandin!
12:40 Doza ku çalakvanên Nobeta Edaletê jê dihatin darizandin hate taloqkirin
12:39 Rojnameger Ender Îmrek beraet kir
11:26 Li Behra Egeyê erdheja bi pileya 5’an çêbû
11:19 Halbûsî, bi şandeya Şengalê re civiya
11:08 Rojnamegerên girtî ji bo 10’ê Çile peyam şandin: Em rûmeta rojnamegeriyê biparêzin
10:50 Meleyê girtî ku dest dirêjî zarokekê kir, tayinî mizgefeteke din hatiye kirin!
10:12 HDP: Derb li azadiya çapemenî û xweîfadekirinê xistin
09:50 Rojnamevan Sezgîn Kartal hate binçavkirin
09:34 Li Xozatê weqaya qidûzê hat tespîtkirin
09:02 Malbata Emîn Sarik ê li Newala Qesaba hat veşartin: Ev bêwijdanî ye
09:02 Penêrê bisîrik ji sedî 100 biha bû
09:02 Rojnamegerên kurd Roja Rojnamegerên Dixebitin li girtîgehê pêşwazî dikin
09:02 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê hêza xwe bikin yek
09:01 ‘Ji bo perwerdehiya ziman hewceyî bi têkoşînek bêhempa heye’
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09/01/2023
22:36 NÇM'ê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bibîr anîn
20:22 Jinan komkujiya Parîsê protesto kir
19:04 Li Mûşê 20 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:58 Sê jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, li cihê komkujiyê hatin bibîranîn
18:32 Li Mêrsînê 3 kes hatin girtin
17:53 Girtî Kartal sirgûnî Antalyayê hat kirin
16:57 'Ev şer dê bi dawî nebe’
16:39 Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan: Dewlet ezyetê li miriyan dike
16:34 Îdianameya êrişên li ser cemxaneyan: Êrişkar dîn e!
16:27 Gelê Îranê li dijî biryara darvekirinê dest bi çalakiyê kir
16:23 HDP’ê daxwaza hevdîtinê ya AKP’ê red kir
16:13 Sê jinên kurd ên li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
16:00 Leyla Şeylamez li ser gora xwe hat bibîranîn
15:59 Rapora DFG’êya 2022’yan: 29 rojnameger hatin girtin û ceza dan 76 rojnamegeran
15:11 Beştaş: Bila têkiliyên bi komkujiyên Parîsê re bên lêkolînkirin
14:50 Fîdan Dogan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:49 Du jinên windayî li malekî mirî hatin dîtin
14:22 Cansiz, Dogan û Şaylemez li Rojava hatin bibîranîn
14:01 Okten: Îktidar dixwaze tolê ji TTB’ê hilde
13:06 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketine holê li benda lêkolînê ne
12:55 Li Qersê wesayîta xwendekaran wergeriya: Xwendekarek mir û 14 jî birîndar bûn
12:19 Malbata Şenyaşar: Mizgînî wê îktidarê rizgar nekin
12:18 Nobeta Edaletê di roja 13’an de ye: Polîtîkaya şer û tecrîdê bi dawî bikin
11:50 HDP bi komeleyên herêmê re tê gelhev
11:35 Derbarê dirûşma 'Jin jiyan azadî' de lêpirsin hat destpêkirin
11:17 Hilbijêr piştgiriyê didin biryara HDP’ê: Vexwendineke bo veguherînê ye
10:39 Li Wanê barîna berfê: Rêyên gundan hatin girtin
10:28 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
10:19 Malbata Andok Cotkar ê Alman: Tirkiyeyê ji bilî kuştinê tiştek nebir Rojava
10:16 Girtiyê xwe şewitandibû: Divê mirov li dijî êrişan rûmeta xwe biparêze
10:14 Birayê Sari ku sewqî Sîncanê hatiye kirin: Ya ku tê kirin îşkence ye
09:47 Derheqê serlêdana rojnamegeran a ji bo ‘lêgerîna tazî’ biryara neşopandinê hate dayîn
09:46 Miduriyeta Polîsan a Mûşê Mîr Perwer weke ‘endamê rêxistinê’ fîş kiriye
09:16 Çubuk: HDP ne bi saya alîkariya xizîneyê lê bi piştgiriya gel ser dikeve
09:02 'Ji bo ev roj were pîrozkirin divê rojnamegerên girtî bên berdan'
09:02 259 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin hê radestî malbatan nehatine kirin
09:01 Edîtora Jineolojiyê: Di qetilkirina jinên kurd de hevkariya dewletan heye
09:01 Çelebî: Giştîname ne çareserî ye divê qanûn bê guhertin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08/01/2023
22:27 Metîna û Garê bi balafîran hatin bombebarankirin
20:37 Heyet Tehrîr El Şam hezêke mezin a leşkerî şand Efrînê
20:27 Serokkomarê Iraqê Reşîd bi şandeya Şengalê re civiya
19:16 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê Şarederiya Konakê 1-0 têk bir
19:06 DMA’yê panela sibeya raperîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dar xist
18:15 Serokwezîrê Swêdê: Em nikarin hemû daxwazên Tirkiyeyê bi cih bînin
16:41 Maseya Îslama Demokratîk civiya
15:54 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:24 Jinên şoreşger li Amedê hatin bibîranîn
15:10 Rojnameger Goktepe hat bibîranîn: Heqîqet bêden nema
13:57 DBP’ê kongreya xwe diyarî jinên hatin qetilkirin kir
13:51 Buldan: HDP dê li gel tifaqên xwe namzetê xwe diyar bike
11:27 Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
11:20 Rêveberê HDP’î li noqteya kontrolê ya polîsan hate derbkirin
10:51 Tê payîn ku li 41 bajaran berf bibare
10:50 Eren Keskîn: Sakîne Cansiz, jineke ku dabû ser rêya heqîqetê
10:48 Dayika Rozerîn Çukur: Doza wê ji her tiştekî girîngtir e
09:33 Ozguneş: Hewl didin dengê Abdullah Ocalan bitepisînin
09:01 Her ku xizanî zêde dibe zarok tên îstismarkirin!
09:00 Li ser sînor amadekariyên êrişê tên kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09:00 Li Şirnexê kesek hate binçavkirin
07/01/2023
22:11 Li navçeyên Stenbolê 3 jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
21:46 Li Ewropayê bi deh hezaran kesî xwest ku komkujî bê ronîkirin
19:02 Li Kobanê ciwanan komkujiyên li Parîsê protesto kirin
18:36 Diz ketin Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê
16:57 Ferît Orak nayê berdan: Nexweşiyên wî lê nû bûn
16:55 Kurtulan: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin
16:39 ‘Tu hêz nikare siyaseta demokratîk bloke bike’
16:38 TJA’yê û HDP’ê cangoriyên Parîs û Silopiyayê bi bîr anîn
16:17 Girtiyê nexweş ê 82 salî êdî nikare biaxive!
15:40 PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve
15:24 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Gurban were berdan
15:07 TJA: Em dengê xwe bi dengê jinên Kurdistanê re bilind dikin
15:03 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hate veşartin
14:52 Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê