Tifaqa Ked û Azadiyê amadekariyên mitînga mezin dike

img
STENBOL - Tifaqa Ked û Azadiyê, dê di 15'ê Çileyê de li Stenbolê mîtînga xwe ya ewil li dar bixe. Parlementerên HDP'ê ji bo beşdariya li mitîngê bang kirin. 
 
Tifaqa Ked û Azadiyê ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) û Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) pêk tê, dê di 15'ê Çileyê de li Qada Kartalê ya Stenbolê bi dirûşma "Em pêşî li ber xizanî, şer û zextan bigirin" mitînga xwe ya ewil a hevpar li dar bixe. Dê hevserok, serok û berdevkên pêkhateyên tifaqê tevlî mitîngê bibin. Mitîng dê saet di 13.00'an de dest pê bike. Parlamenterên HDP'ê Tulay Hatîmogûllari û Omer Ocalan têkildarî mitîngê axivîn. 
 
‘LI DIJÎ ÎSTIBDATÊ AZADÎ'
 
Hatîmogûllari diyar kir ku dirûşma mitîngê di wesfê îtirazeke li dijî pirsgirêkên sereke de ye û got: "Kêr, êdî gihaştiye hestî." Hatîmogûllari, destnîşan kir ku bihabûn û betalî gihaştine asta herî jor û got ku bingehê pirsgirêkan polîtîkayên şer ên desthilatê ne. Hatîmogûllari bal kişand ser budçeya ku ji bo ler hatiye veqetandin û got ku maliyeta şer ji nanê gel tê birîn. 
 
Bi domdarî Hatîmogûllari ev tişt anî ziman: "Ev rejîma yekzilamî pergaleke otorîter e û bi lez û bez ber bi rejîma îstibdatê ve diçe. Em jî li dijî vê rejîma îstibdatê ji bo parastina azadiyan mîtînga xwe li dar dixin. Di heyameke wisa de ku mafên mirovan tên binpêkirin, destûra bingehîn tê eciqandin û azadî ji holê hatine rakirin, em doza azadiyan dikin. Anku em li dijî îstibdatê bibêjin azadî." 
 
'EM Ê HEMÛ DÎNAMÎKAN BÎNIN CEM HEV'
 
Di berdewamê de Hatîmogûllari diyar kir ku ji bo mitîngê gelekî xebitî ne û got ku dê bi vê mîtîngê hemû dînamîkên siyasî û civakî yên Stenbolê bînin cem hev. Hatîmogûllari ji bo beşdariya li mitîngê bang li her kesî kir û wiha domand: "Em di heyameke wisa re derbas dibin ku divê em hîn bêtir birêxistin û wêrek bin. Lewma divê em tevî gel, kedkar, xizan, jin, xwezahez û parêzvanên mafên mirovan ên Stenbolê mitînaga xwe li dijî desthilatê bikin şahiya demokrasiyê. Em li dijî rejîma îstibdatê ya desthilatê, bi hev re dara demokrasiyê mezin bikin." 
 
'DIVÊ XWÎNA DIHERIKE BÊ SEKINANDIN'
 
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan jî destnîşan kir ku di serî de qada aboriyê hemû qad di nava krîzê de ne û got ku ji bo bidawîbûna van krîzan divê dawî li şer bê. Ocalan got: "Rojava û Başûr her roj tên bombebarankirin. Li hemberî gelê kurd şerekî qirêj tê kirin. DIvê hemû gel bên cem hev du û vê xwînê bidin sekinandin. Heya ku ev xwîn biherike, dê her kes feqîr be. Ji lew re berekat sifreya wan bi şer diçe, aborî xirab dibe." 
 
Ocalan bal kişand ser êrişên li ser partiya wan jî û wiha derbirî: "Ji aliyekî ve dixwazin HDP'ê bigirin, li aliyê din jî Doza Kobanê didome. Anku ji bo şikandina vîna gelê kurd şerekî derûnî tê kirin. Dixwazin vîna HDP'ê bişikînin. Bila gelê me baş bizanibe ku, em tu carî bê alternatîf namînin. Îro di bin navê HDP'ê de, sibê di bin navê partiyeke din de em ê siyaseta xwe bidomînin. Kes nikare pêşî li ber vê tevgerê û siyaseta wê bigire.Dê ev hewldanên desthilata AKP-MHP'ê bi ser nekevin. Bes bila tifaqeke xurt hebe, bila gelî kurd û dostên kurdan bi yek bin."
 
Ocalan ji bo mitînga ku dê di 15'ê çileyê de li Qada Kartalê ya Stenbolê bê lidarxistin jî got ku ev mitîng dê starta xebatên ji bo hilbijartinê be jî.

Sernavên din

13/01/2023
12:48 Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin
12:45 Ji bo Serokê DÎAYDER’ê Baran biryara tehliyekirinê hate dayîn
12:32 Cenazeyên Yûnûs Karadagi û Mûstafa Bayindir hatin veşartin
12:32 Parlamenterên HDP'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
12:05 Hunermend Tunç albûmeke nû derxist
11:59 Mehmet Ocalan: Divê her kes bi qasî ku ji dest tê li dijî tecrîdê derkeve
11:58 Girtiyan ji Konsolosxaneya Fransayê re name şand: Qetlîamê ronî bikin
11:55 Beriya mutalaayê dosya li Doza Kobanê hate zêdekirin
10:55 Jinek li Tarsûsê hate qetilkirin
10:47 Li bazarê kar nîne: Em li benda hilbijartinê ne
10:46 Welatiyê li Mêrdînê xwe şewitandî jiyana xwe ji dest da
10:28 Muslim: Meseleya Sûriyeyê bi tevkariya gelên Sûriyeyê dikare çareser bibe
10:13 Amadekariyên mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ temam bûn
10:02 Cenazeyê endamê HPG’ê Guçlu hat veşartin
09:59 Pirsa ‘Li Gabarê petrol derketiye, gelo tu çi difikirî’ ji girtiyan hatiye kirin!
09:53 Rojnameger Muhammed: Her ku Tirkiye êrişan dike DAIŞ mezintir dibe
09:06 Hevserokê PADÊ: Hevdîtinên bi Iraqê re erênî derbas bûn
09:03 Rêxistina HDP'a Amedê dê kongreya xwe li dar bixe
09:03 ‘Giştînameya ku ji bo girtiyên nexweş hat weşandin çareseriyê di xwe de nahewîne'
09:02 Xelkê Wanê: Heya em hebin dê HDP li ser pêyan be
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2023'YAN
12/01/2023
21:56 Bûldan: HDP ne kêlekbirê tu maseyan e, em rêwiyên rêya sêyem in
20:55 OHD'ê rapora xwe ya der barê Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de eşkere kir
19:54 Li Hezoyê cerdevan bi hev ketin: 2 kes mirin
19:24 Amedsporê ji Galatasarayê lîstikvanek transfer kir
19:14 Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kir
16:48 Rêxistina HDP’a Torbaliyê: Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
16:05 Li Êlihê doza 28 kesan hat taloqkirin
15:31 Hevdîtina li gel Abdullah Ocalan dîsa ji bo 3 mehan hat qedexekirin
15:24 Saziyên ziman: Dersên hilbijarî xapandin e, em perwerdehiya fermî dixwazin
15:18 ‘TUÎK enflasyonê vedişêre’
14:21 CHP’ê dosyeya trolên Soylû eşkere kir
14:07 Gunay: Tu zextan nekarî kevneşopiya têkoşîna me biçûk bike
14:05 Di doza ‘fînanseya’ çalakiyên Kobanê de SEGBÎS xera bû
13:47 Di êrişa li Şêrawa de 4 leşkerên Şamê birîndar bûn
13:41 Li Êlihê tundiya zilam: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:15 Komîsyona OHAL’ê 109 hezar û 332 dosya red kir
11:50 Barzanî, xwest peymana ku destkeftiyên êzidiyan hedef digire were pêkanîn
11:50 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:47 Parlamenterên HDP’î: Divê dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin
10:43 Li Êlih û Amedê wê serê salê were pîrozkirin
10:30 Gerstêrkeke nû ya ji bo jiyanê guncav hate keşfkirin
10:23 Pileya germahiya panavan derket asta herî bilind
10:08 Dîroknas Aydin: ‘Komara Demokratîk’ ji bo sedsala duyemîn şensek e
10:02 Serokê Baroya Wanê: Divê îşkence û tundiya li ser penaberan bêceza neyê hiştin
09:52 Rojnamevan Oremar: Li Îranê gel di daxwazên xwe de bi israr e
09:04 Îstinafê cezayê ku li rojnamevan Gok hatibû birîn erê kir
09:04 HES, bendav û kanên madenê gefê li Dêrsimê dixwin
09:03 Banga ji bo mitînga 15'ê çileyê: Hêvî em in
09:03 Şeker: TBB têkildarî Îmraliyê nivîs ji wezaretê re şandiye
09:03 ‘Ji ber ku ne welatê wan e, Baxçeyên Hewselê talan dikin’
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'YAN
11/01/2023
22:49 Lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ hat lîstin
20:24 Xebatên ji bo mîtînga 15'ê Çileyê didomin
18:54 Fîncanci ji girtîgehê derket: Ev têkoşîn dê neqede
18:47 Êrişî avahiya HDP'ê ya Mûşê kirin
16:34 Egîtîm Sen: Qedexekirina zimanê zikmakî sûcê li dijî mirovahiyê ye
16:25 Li Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatin cudakirin
16:24 TTB: Cezayê li Fîncanciyê hate birîn pûç û vala ye
16:07 Li Îzmîrê bijîşkek li mala xwe mirî hate dîtin
15:04 Partiya Çep a Kesk: Biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê xesp e
14:02 Ji bo Fîncanci biryara tehliyeyê hate dayîn
13:51 Li Êlihê qeza trafîkê: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
13:35 Eren: Serdozger tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin
13:13 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
13:05 Berxwedana li Îranê tevî zextan jî didome
13:02 Fîncanci: Me got ‘bila kesek nemire’ lewma dibin hedef
12:22 Parlamenterên HDP'ê: Divê dawî li tecrîdê were û tavilê hevdîtin bê kirin
12:20 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li benda darizandinek adilane ne
11:39 76 sazî û 2 hezar û 393 kes li dijî blokekirina hesabê HDP'ê rabûn
11:30 Giştînameya girtiyên nexweş: Divê rêgeza wekheviyê bê pêkanîn
11:29 Thomas Schmidt: CPT’yê bi serdana xwe ya dawî re qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene
11:15 Serlêdana parastina penaberên ji rojhilatê Kurdistanê hat redkirin
10:55 Qeyûm ne kesê 95 puan wergirt, kesê 61 puan wergirt kar û kir midûr!
10:23 Bulbul: Torek mezin di bêhiqûqiya Îmraliyê de heye
10:16 Piştgiriya jinan a ji bo Fîncanci: Sekna wê tirsê dide desthilatê hêzê dide me
10:15 MSD û Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê biryara xebatên hevpar dan
09:56 Midûriyeta Weqfan li Mêrdîna Kevin ji sedî 233 zem li kirêyên dikanan kir
09:03 'Pêşketina wêjeyê girêdayî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye'
09:02 Jiyanake di rêya têkoşînê de: Menal Mêrdîn
09:02 Li Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê 'hawiza bertîlê'
09:02 AYM'ê polîsê gumanbar bi hinceta 'demborî'yê rizgar kir
09:02 Tifaqa Ked û Azadiyê amadekariyên mitînga mezin dike
09:01 Jinên êzidî û ereb li dijî tecrîdê ne: Armanca têkoşîna me azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2023'YAN
10/01/2023
18:35 Dozger tevli danişîna doza der barê TTB'ê de nebû
16:15 13 zarok û 2 DAIŞ'î radestî Îspanyayê hatin kirin
16:02 Doza TTB’ê dest pê kir: Em duh bêdeng nebûn, em ê îro jî bêdeng nebin
16:01 Li gelek bajaran piştgirî dan TTB’ê: Bijîşk bêdeng nabin
15:14 Di doza TTB’ê de rojnameger hatin astengkirin
14:45 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
14:36 Li Şirnexê kesek hat girtin
14:15 Sancar: Em ê bi kesên êrişên giran li ser me dikin mezin bidin windakirin
13:33 Komkujiya Gara Enqereyê: 87 meh in li benda edaletê ne
13:20 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin Yildiz ê AKP’î were darizandin
13:17 DFG: Heke 87 rojnameger girtî bin 10’ê çileyê nayê pîrozkirin
13:16 MKGP’ê rapora salekê ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin parve kir
13:10 Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:00 Delîla girtinê ya Dadgeha Bilind: Malbatên li ber HDP’ê hatine rûniştandin!