Thomas Schmidt: CPT’yê bi serdana xwe ya dawî re qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene

  • rojane
  • 11:29 11 Çile 2023
  • |
img
ENQERE - Sekreterê Giştî yê ELDH’ê parêzer Thomas Schmidt diyar kir ku CPT ji ber sedemên polîtîk raporên têkildarî Îmraliyê parve nake û wiha got: “CPT’yê bi serdana xwe ya dawî re qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Ji Ocalan ev zêdetirî 21 meh in tu agahî nayên girtin. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di navbera 20-29’ê îlona 2022’yan de çûbû serdana Îmraliyê lê Ocalan derneketibû hevdîtinê. Bi serdana CPT’yê re fikarên heyî hîn zêdetir bûn û li ser vê yekê rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî serî li CPT’yê dabûn. Navenda Lêkolîn û Vekolînên Têkildarî Demokrasiyê/Koma Destwerdana Qanûnî ya Navneteweyî (CRED/GILI), Komeleya Parêzerên Demokrasî û Mafên Mirovan a Cîhanê ya Ewropayê (ELDH), Parêzerên Demokrat ên Ewropî (AED), ji Îtalyayê Giuristi Demokratik (GD), ji Almanyayê Republikanischer Anwältinnen-und Anwälteverein e.V. (RAV), Vereinigung Demokratischer Juristinnen und Juristen e.V. (VDJ) û Verein Für Demokratie und Internationales Recht (Maf-Dad), ji Belçîkayê Syndicat des Avocats pour la Démocratie (SAD) û ji Hollandayê Vereniging Sociale Advocatuur Nederland serlêdan kirin û di serlêdana xwe de xwestin ku Tirkiye li gorî pêşniyarên CPT’yê tevbigere û dawî li tecrîda ser Abdullah Ocalan û girtiyên din bîne. 
 
AWAYÊ XEBATÊ YÊ CPT’YÊ Û ROLA WÊ 
 
Sekreterê Giştî yê ELDH’ê parêzer Thomas Schmidt têkildarî serdanên CPT’yê axivî. Schmidt, da zanîn ku sedema parvenekirina rapora giştî ya têkildarî serdana li Îmraliyê ya CPT’yê ne mewzûatên qanûnî ye û wiha got: “Ji ber sedemên polîtîk nayê parvekirin. Pir girînge ku mirov di ferqa awayê xebata CPT’yê û rola wê de be. Gelek caran sînorên peywira CPT’yê xelet tên fêmkirin. Tekane rayeya CPT’yê ew e ku binpêkirinên mafên mirovan lêkolîn bike û derheqê mijarê de pêşniyaan li dewleta têkildar bike û heta astekî piştgiriyê bide. Destwerdana li dosyayên munferît peywira wê nîne. Lewma jî mimkin nîne muxatabê pirsgirêkê bi xwe bikare serî li CPT’yê bide. Lê belê CPT di serdanên xwe de dikare dosyayên munferît ên ber rayeya wê dikevin lêkolîn bike. Heke CPT binpêkirinên mafên mirovan ên li ber rayeya wê dikevin tespît bike, dê weke raporekê ji hikûmetê re bişîne û ji bo sererastkirina rewşê pêşniyar bike.” 
 
MERCÊN TAYBET ÊN LI ÎMRALIYÊ QEBÛL KIRIN
 
Schmidt, got ku derfet nînin ku CPT neçar be raporên behsa xeberê parve bike û ev tişt anî ziman: “Lê belê dikare çavdêrî û pêşniyarên xwe di bin hinek şert û mercan de parve bike. Raporên CPT’yê dikarin ji bo teqîbatên dadgehên neteweyî û Dadgeha Mafên Mirovan ên Ewropayê (DMME) weke delîl bên nîşandan. Li gorî xala 7’an a peymanê, CPT dema mercên taybet çêbûn dikare biçe serdanan. Sedema serdana wê ya li Îmraliyê ya di navbera 20-29’ê îlonê de jî ev merc in. Li gorî min ji bo raya giştî ya navneteweyî di vê mijarê de xwedî agahî be ev serdan baş bû. ji ber ku di encama vê serdanê de CPT’yê jî qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene û ev rastî nîşanî raya giştî da. Di dema serdanê de şande bi rayedarên hikûmetê re civiya û çavdêriyên xwe bi meqamên tirk re parve kir.” 
 
MEWZÛATA RAPORÊ EŞKERE YE
 
Di berdewamê de Schmidt diyar kir ku her çend ku salekê dereng vemînin jî raporên CPT’yê tevî daxuyaniyên Tirkiyeyê tên weşandin û wiha pê de çû: “Lê ev derengmayîn bi xwe re pirsgirêkan tîne. Di demên berê de CPT hema hema her sal diçû Tirkiyeyê û çendek serdanên weke serdegirtinê kirin. Gelemperiya van qeydan hatin pavekirin. Lê rapora têkildarî serdana dawî nehat parvekirin. Weke ku me di bangawaziya xwe de jî aniye ziman, ev yek bi xwe re pirsgirêkeke mezin tîne. Nexwe mewzûata têkildarî peymana ku xebatên CPT’yê vesaz dike û parvekirina raporan pir eşkere ye. Heke hewce bike ku agahiyên di dema serdanê de bi awayekî ewle werin veşartin, wê demê CPT nikare rapora xwe parve bike. Girîng e ku mirov di ferqa îstîsnayên heyî de be. CPT tenê heke bi hikûmeta tirk re hevkariyê bike û daxwaza hikûmetê ya bi kirina pêşniyarên CPT’yê hebe dikare bi cih bîne. Ev yek bi taybet ji bo destûra hevdîtinên bi rêk û pêk ên Abdullah Ocalan û girtiyên din ên bi malbat û parêzerên xwe re derbasdar e. Ev rêgeza nepeniyê îstîsna ye û heke hikûmeta têkildar li gorî pêşniyaran tevnegere û qebûl neke ku rewşa girtiyan baş bike, wê demê CPT bi piraniya dengan dikare têkildarî mijarê gel agahdar bike. Wê demê ev mafê wê çêdibe. Di vê daxuyaniyê de dikare cih bidin çavdêrî û pêşniyarên CPT’yê jî. Dikare di heman daxuyaniyê de bibêje ku hikûmeta Tirkiyeyê her tim pêşniyarên wan red kiriye. Ya ku CPT niha divê bike jî tam ev e.” 
 
PÊŞNIYAR BICIH NEANÎN 
 
Bi domdarî Schmidt daxuyand ku nayên zanîn bê ka CPT’yê di serdana îlona 2022’yan de nûveyên çawa bi dest xistine û wiha derbirî: “Lê belê tê zanîn ku Tirkiyeyê pêşniyarên CPT’yê yên di serdanên berê de bicih neanîne. CPT di sala 2019’an de jî çûbû serdana Îmraliyê û gotibû ku şert û mercên girtiyên li Îmraliyê nayên qebûlkirin lewma ev serdan pêk anîne. Yek ji pêşniyarên CPT'yê yên di vê serdanê de jî ew bû ku girtiyên li Îmraliyê bikarin bi cîhana derve re peywendiyan deynin. Anku li vir qala hevdîtinên parêzer û malbatan dkir. Lê ev nêzî 2 sal in Abdullah Ocalan û girtiyên din nikarin bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Dema em li vê rewşê dinihêrin, CPT’yê binpêkirina hiqûqa navneteweyî tespît kiriye û divê ev yek ji rayedarên hikûmetê re ragihandibe. Piştî serdanên CPT’yê yên berê û pêşniyarên wan jî rê nehatiye dayîn ku girtiyên li Îmraliyê bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Ji ber vê yekê; li gorî fikraya 2’yan a xala 10’an a CPT’yê mafê wê heye ku daxuyaniyekê bide raya giştî. Heke ji bo bikaranîna vî mafî piraniya dengan ji CPT’yê derneketibe jî mafê CPT’yê heye ku Komîteya Wezîran a Ewropayê agahdar bike ku hikûmeta tirk dilxwaz nîne ku bi wan re hevkariyê bike û divê li gorî pêşniyarên wê tevbigere.” 
 
QOZÊ ÎXRACKIRINA TIRKIYEYÊ
 
Schmidt bal kişand ser rola Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) û wiha axivî: “Komîteya Wezîran herî dawî ji bo bicihanîna biryara DMME’yê ya ji bo berdana Osman Kavala bang li hikûmeta tirk kir. Ev mînakeke baş e. Anku di heman demê de ferqa di navbera DMME û CPT’yê de nîşan dide. Pir eşkere ye bê ka Komîteya Wezîran di çarçoveya biryarên DMME’yê de dikare çi bike. Lê di vê mijarê de ji bo CPT’yê vesazkirineke taybe nîne. Lê gava vê ya ewil ew e ku li Komîteya Wezîran were nîqaşkirin. Divê komîte di navbera xwe de nîqaş bike bê ka dixwazin çi bikin. Heman rewş di mînaka Rûsyayê de derket holê. Rûsyayê li dijî îxtîmala ku ji Konseya Ewropayê were îxrackirin zû tevgeriya û bi awayeke fermî ji Konseya Ewropayê derket. Îxrackirina ji Konseyê kozeke girîng e lê weke min gotibû ev biryarên siyasî ne. CPT niha hewl dide hikûmeta tirk qaneh bike ku berpirsyariyên xwe bicih bîne û mecbûriyetên wê bîne bîra wan. Divê parêzer û malbatên Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bikarin biçin serdanê. Me jî di bangawaziya xwe de daxwaza vê kir. Dibe ku ev daxwaz di civîna din a Komîteya Wezîran de bibe rojev û ji hikûmeta Tikriyeyê were xwestin ku li gorî pêşniyarên CPT’yê tevbigere. Lê mixabin prosedûreke qanûnî ya vê rewşê nîne. Mijareke siyasî ye.” 
 
JI BO PIRSGIRÊKA KURD ÇARESERIYA SIYASÎ
 
Parêzer Schmidt bi lêv kir ku pirsgirêka tecrîdê ya li Îmraliyê pirsgirêkeke pir berfireh e û ev nirxandin kir: “Ji bo vê pirsgirêkê jî hewcehî bi çareseriyeke siyasî heye. Çareserî ne li Konseya Ewropayê yan jî li Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Em di serdemeke wisa de ne ku gelek krîz û şer hene. Û ev rewş jî pir kêm dikevin rojeva raya giştî. Di vê mijarê de peywireke mezin dikeve ser milê çapemenî û civaka sivî. Weke ku em di mînaka Îmraliyê de dibînin; rola DMME, CPT an jî Konseya Ewropayê ya di van mijaran de pir bisînor e. Ji bo pirsgirêka kurd divê aktorên siyasî yên li Tirkiyeyê çareseriyeke siyasî pêş bixin. Saziyên ewropî û yên navneteweyî tenê dikarin bibin alîkar.”
 
DIVÊ CPT ÎNÎSYATÎFA XWE BI KAR BÎNE
 
Herî dawî jî Schmidt ev tişt anî ziman: “Tişta herî baş a ku CPT dikare bike ew e ku fikraya 2’yan a xala 10’an bi cih bîne û bi daxuyaniyekê raya giştî agahdar bike. Bi vê daxuyaniyê dikarin rewşa li Îmraliyê bi hûr û kûr vebêjin. Dikarin pêşniyarên xwe yên ji bo hikûmeta Tirkiyeyê bi raya giştî re parve bikin û bibêjin ku hikûmeta Tirkiyeyê ev demekî dirêj e li gorî pêşniyarên wan tevnagere. Bendewariya me ya ji CPT’yê ew e ku ji bilî daxuyaniyê tu tiştek li pêşiya wan nîne. Gava duyemîn jî ew e ku ev mijar li Komîteya Wezîran were nîqaşkirin û çareseriyek jê re were peydakirin. Divê CPT û Komîteya Wezîran di mijara hevdîtina Abdullah Ocalan û girtiyên din ên bi malbat û parêzeran re tavilê bi roleke çalak rabin. Hêvîdarim ku ji bo vê tecrîda ku mirov nema dikare ragire tavilê çareseriyekê peyda bikin.” 
 
MA / Stêrk Sutçu 
 

Sernavên din

13/01/2023
12:48 Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin
12:45 Ji bo Serokê DÎAYDER’ê Baran biryara tehliyekirinê hate dayîn
12:32 Cenazeyên Yûnûs Karadagi û Mûstafa Bayindir hatin veşartin
12:32 Parlamenterên HDP'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
12:05 Hunermend Tunç albûmeke nû derxist
11:59 Mehmet Ocalan: Divê her kes bi qasî ku ji dest tê li dijî tecrîdê derkeve
11:58 Girtiyan ji Konsolosxaneya Fransayê re name şand: Qetlîamê ronî bikin
11:55 Beriya mutalaayê dosya li Doza Kobanê hate zêdekirin
10:55 Jinek li Tarsûsê hate qetilkirin
10:47 Li bazarê kar nîne: Em li benda hilbijartinê ne
10:46 Welatiyê li Mêrdînê xwe şewitandî jiyana xwe ji dest da
10:28 Muslim: Meseleya Sûriyeyê bi tevkariya gelên Sûriyeyê dikare çareser bibe
10:13 Amadekariyên mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ temam bûn
10:02 Cenazeyê endamê HPG’ê Guçlu hat veşartin
09:59 Pirsa ‘Li Gabarê petrol derketiye, gelo tu çi difikirî’ ji girtiyan hatiye kirin!
09:53 Rojnameger Muhammed: Her ku Tirkiye êrişan dike DAIŞ mezintir dibe
09:06 Hevserokê PADÊ: Hevdîtinên bi Iraqê re erênî derbas bûn
09:03 Rêxistina HDP'a Amedê dê kongreya xwe li dar bixe
09:03 ‘Giştînameya ku ji bo girtiyên nexweş hat weşandin çareseriyê di xwe de nahewîne'
09:02 Xelkê Wanê: Heya em hebin dê HDP li ser pêyan be
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2023'YAN
12/01/2023
21:56 Bûldan: HDP ne kêlekbirê tu maseyan e, em rêwiyên rêya sêyem in
20:55 OHD'ê rapora xwe ya der barê Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de eşkere kir
19:54 Li Hezoyê cerdevan bi hev ketin: 2 kes mirin
19:24 Amedsporê ji Galatasarayê lîstikvanek transfer kir
19:14 Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kir
16:48 Rêxistina HDP’a Torbaliyê: Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
16:05 Li Êlihê doza 28 kesan hat taloqkirin
15:31 Hevdîtina li gel Abdullah Ocalan dîsa ji bo 3 mehan hat qedexekirin
15:24 Saziyên ziman: Dersên hilbijarî xapandin e, em perwerdehiya fermî dixwazin
15:18 ‘TUÎK enflasyonê vedişêre’
14:21 CHP’ê dosyeya trolên Soylû eşkere kir
14:07 Gunay: Tu zextan nekarî kevneşopiya têkoşîna me biçûk bike
14:05 Di doza ‘fînanseya’ çalakiyên Kobanê de SEGBÎS xera bû
13:47 Di êrişa li Şêrawa de 4 leşkerên Şamê birîndar bûn
13:41 Li Êlihê tundiya zilam: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:15 Komîsyona OHAL’ê 109 hezar û 332 dosya red kir
11:50 Barzanî, xwest peymana ku destkeftiyên êzidiyan hedef digire were pêkanîn
11:50 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:47 Parlamenterên HDP’î: Divê dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin
10:43 Li Êlih û Amedê wê serê salê were pîrozkirin
10:30 Gerstêrkeke nû ya ji bo jiyanê guncav hate keşfkirin
10:23 Pileya germahiya panavan derket asta herî bilind
10:08 Dîroknas Aydin: ‘Komara Demokratîk’ ji bo sedsala duyemîn şensek e
10:02 Serokê Baroya Wanê: Divê îşkence û tundiya li ser penaberan bêceza neyê hiştin
09:52 Rojnamevan Oremar: Li Îranê gel di daxwazên xwe de bi israr e
09:04 Îstinafê cezayê ku li rojnamevan Gok hatibû birîn erê kir
09:04 HES, bendav û kanên madenê gefê li Dêrsimê dixwin
09:03 Banga ji bo mitînga 15'ê çileyê: Hêvî em in
09:03 Şeker: TBB têkildarî Îmraliyê nivîs ji wezaretê re şandiye
09:03 ‘Ji ber ku ne welatê wan e, Baxçeyên Hewselê talan dikin’
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'YAN
11/01/2023
22:49 Lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ hat lîstin
20:24 Xebatên ji bo mîtînga 15'ê Çileyê didomin
18:54 Fîncanci ji girtîgehê derket: Ev têkoşîn dê neqede
18:47 Êrişî avahiya HDP'ê ya Mûşê kirin
16:34 Egîtîm Sen: Qedexekirina zimanê zikmakî sûcê li dijî mirovahiyê ye
16:25 Li Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatin cudakirin
16:24 TTB: Cezayê li Fîncanciyê hate birîn pûç û vala ye
16:07 Li Îzmîrê bijîşkek li mala xwe mirî hate dîtin
15:04 Partiya Çep a Kesk: Biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê xesp e
14:02 Ji bo Fîncanci biryara tehliyeyê hate dayîn
13:51 Li Êlihê qeza trafîkê: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
13:35 Eren: Serdozger tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin
13:13 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
13:05 Berxwedana li Îranê tevî zextan jî didome
13:02 Fîncanci: Me got ‘bila kesek nemire’ lewma dibin hedef
12:22 Parlamenterên HDP'ê: Divê dawî li tecrîdê were û tavilê hevdîtin bê kirin
12:20 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li benda darizandinek adilane ne
11:39 76 sazî û 2 hezar û 393 kes li dijî blokekirina hesabê HDP'ê rabûn
11:30 Giştînameya girtiyên nexweş: Divê rêgeza wekheviyê bê pêkanîn
11:29 Thomas Schmidt: CPT’yê bi serdana xwe ya dawî re qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene
11:15 Serlêdana parastina penaberên ji rojhilatê Kurdistanê hat redkirin
10:55 Qeyûm ne kesê 95 puan wergirt, kesê 61 puan wergirt kar û kir midûr!
10:23 Bulbul: Torek mezin di bêhiqûqiya Îmraliyê de heye
10:16 Piştgiriya jinan a ji bo Fîncanci: Sekna wê tirsê dide desthilatê hêzê dide me
10:15 MSD û Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê biryara xebatên hevpar dan
09:56 Midûriyeta Weqfan li Mêrdîna Kevin ji sedî 233 zem li kirêyên dikanan kir
09:03 'Pêşketina wêjeyê girêdayî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye'
09:02 Jiyanake di rêya têkoşînê de: Menal Mêrdîn
09:02 Li Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê 'hawiza bertîlê'
09:02 AYM'ê polîsê gumanbar bi hinceta 'demborî'yê rizgar kir
09:02 Tifaqa Ked û Azadiyê amadekariyên mitînga mezin dike
09:01 Jinên êzidî û ereb li dijî tecrîdê ne: Armanca têkoşîna me azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2023'YAN
10/01/2023
18:35 Dozger tevli danişîna doza der barê TTB'ê de nebû
16:15 13 zarok û 2 DAIŞ'î radestî Îspanyayê hatin kirin
16:02 Doza TTB’ê dest pê kir: Em duh bêdeng nebûn, em ê îro jî bêdeng nebin
16:01 Li gelek bajaran piştgirî dan TTB’ê: Bijîşk bêdeng nabin
15:14 Di doza TTB’ê de rojnameger hatin astengkirin
14:45 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
14:36 Li Şirnexê kesek hat girtin
14:15 Sancar: Em ê bi kesên êrişên giran li ser me dikin mezin bidin windakirin
13:33 Komkujiya Gara Enqereyê: 87 meh in li benda edaletê ne
13:20 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin Yildiz ê AKP’î were darizandin
13:17 DFG: Heke 87 rojnameger girtî bin 10’ê çileyê nayê pîrozkirin
13:16 MKGP’ê rapora salekê ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin parve kir
13:10 Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:00 Delîla girtinê ya Dadgeha Bilind: Malbatên li ber HDP’ê hatine rûniştandin!