Fîncanci: Me got ‘bila kesek nemire’ lewma dibin hedef

  • rojane
  • 13:02 11 Çile 2023
  • |
img

STENBOL - Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci ku ji ber nirxandina têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî hatibû girtin, wiha got: “Sûcê me çi ye? Ji ber ku me xwest xizmeta tenduristiyê bi zimanê her kesî were dayîn, hemû kes wekî hev jê sûd bigire û me got bila kesek nemire lewma bûn hedef.” 

 
Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ji ber nirxandinên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hate girtin. 3’yemîn danişîna doza Fîncanci li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl, hunermend, siyasetmedar û parastvanên mafên mirovan jî di danişînê de amade bûn. Ji ber ku eywana danişînê biçûk bû, gelek kes li ber derî û korîdorê man. 
 
DARIZANDINA ADILANE 
 
Di danişînê de parêzerê Wezareta Parastinê ya Neteweweyî mafê axaftinê hilgirt û xwest tev li dozê bibe. Lê dadgehê ev daxwaza cara sêyemîn red kir. Dozgeriyê mutalaaya xwe dîsa dubare kir. Piştre jî Serokê Baroya Amedê Nahît Eren axivî û wiha bal kişand ser mafê darizandina adilane: “Hûn daxwaza me ya ji bo guherandina eywana danişînê biisrar red dikin. Lê sedemekî şênber nîşan nadin. Hêjta bi sê parêzeran bisînor dihêlin. Gelo hûn dixwazin vê dosyayê tavilê bi dawî bikin? Gelo ma hûn di çarçoveya xebatên rêxistinê de biryarê didin? Îdianame, îdianameya propagandaya rêxistinê ye. Divê hûn şert û mercên fîzîkî yên vê danişînê bi cih bînin. Divê tavilê eywaneke guncav bê dîtin û bisînorkirina hejmara parêzeran were rakirin.”
 
‘MAFÊ PARASTINÊ’
 
Mîna di her du danişînên din de, parêzeran dîsa gotin ku di rewşa heyî de darizandineke adilane çênebe û xwestin ku danişîn li eywaneke din a mezintir bê lidarxistin. Parêzeran destnîşan kir ku darizandin bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê kirin û nabe ku bi sê parêzeran were bisînorkirin. Parêzeran destnîşan kir ku mafê darizandina adilane tê binpêkirin. Ji parêzeran Ozkan Yucel ev tişt anî ziman: “Hûn nikarin hiqûqê li gorî daxwaza bi kar bînin. Pêşiya Edliyeya Çaglayanê teslîm hatiye girtin. Ev tirs çi ye? Mixabin di biryarên we de em hiqûqê nabînin. Hûn mafê me yê parastinê asteng dikin.” 
 
Piştre jî Fîncanci mafê axaftinê girt û ji ber piştevaniya heyî spas kir. Fîncanci, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Bo min tiştekî pir bi nirxe ku şahidiya vê piştevaniyê dikim. Biryar çi dibe bila bibe, hesta ku me tîne ba hev, zanebûniya hemwelatiyê û hebûna kolektîf girîng e. TTB 70 sal berê tam ji ber vê armancê û bi mîsogeriya destûra bingehîn hate damezirandin. Em ê bi qanûnê 70’emîn salvegera damezirandina wê pîroz bikin. Rewşa tirsê ya ku dixwazin bi vê dozê ava bikin, tê wateya qedexekirina xweîfadekirin, hizr û zanistê. Lê bêhude ye. Feydeyê tirsê ji bo ecelî nîne! Rêxistina me TTB ye! Heke kesek êdî nekare peyva çekên kîmyewî bi kar bîne, ev nîşaneya vê rewşa tirsê ye.” 
 
‘SÛCÊ ME ÇI YE GELO?’
 
Fîncanci, pirsa “Gelo sûcê me çi bû?” kir û wiha domand: “Ji ber ku me got bila her kes xizmeta tenduristiyê bi zimanê xwe bibîne û ev xizmet ji bo her kesî wekhev be. Ji ber ku me got hûn nikarin bi muayeneya sê-pênc deqeyan nikarin xwe bigihînin tenduristiyê. Ji ber ku me got bila mirov nemirin. Ji ber ku em li dijî vê projeya ku di tenduristiyê de rê li ber tundî û tenduristiya bêwesf vedike derketin. Ji ber ku em li dijî krîza ekolojîk derketin. Min ji bîr nekir, ji bo parastina wê masiya sor a li Îkîzdereyê hatiye kuştin ez li welêt mam. Ji ber ku di pêvajoya pandemiyê de aborî û siyaset kete pêşiya mafê tenduristiya gel lewma em îro bûne hedef. Ji ber ku em li dijî rektorên qeyûm derketin. Ji ber ku me got li welatekî demokrasî û edalet lê nebe li wî welatî tenduristî jî nabe lewma em bûn hedef.” 
 
‘KÎ VAN CÎNAYETAN DIKE?’ 
 
Di berdewamê de Fîncanci got ku ji bo wan li rêxistinekê tê gerîn û wiha got: “Lê rêxistina me TTB ye. Ji her 5 kesan 4 jê dibêjin ku mirov ji ber fikrên xwe tên girtin. Di mijara nelirêtiyê de welatê me di nava welatên Yekitiya Ewropayê (YE) de di rêzên ewil de ye. Yek ji welatên herî zêde nelirêtî lê tê kirin welatê me ye. Dibêjin ku di darazê de nelirêtî tê kirin. Bawerim ev hizra wan niha we jî aciz dike. 8 roj piştre dê bi ser qetilkirina rêhevalê min Hrant Dînk re 16 sal derbas bibin. Min nekarî careke din biçim serdana Mînareya Çarling a ku hevalê min ê hêja Tahir Elçî lê hatiye qetilkirin. Lê wezîrê hatiye tayînkirin dibêje cînayetên siyasî tune ne. Baş e van cînayetên siyasî kî dike? 
 
EZ NIKARIM TESLÎM BIKIM
 
Yên ku van rewşan lêkolîn dikin tên girtin. Ji ber ku li vî welatî me weke xayîn didin naskirin. Ez nikarim çarenûsa vî welatî teslîmî destên hinek kesan bikim. Bila qet neyê jibîrkirin ku ew jî li van dadgehan hatin darizandin. Ya ku em li dijî wê disekinin ev e. Bila xerabî negihije tu kesî.”  Fîncanci parastina xwe bi helbesta helbestvanê fransî René Char bi dawî kir. 
 
Kesên li eywanê ji bo parastina Fîncanci çepik lê dan. 
 
Danişîn, bi parastinên parêzeran didome. 
 

Sernavên din

13/01/2023
12:48 Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin
12:45 Ji bo Serokê DÎAYDER’ê Baran biryara tehliyekirinê hate dayîn
12:32 Cenazeyên Yûnûs Karadagi û Mûstafa Bayindir hatin veşartin
12:32 Parlamenterên HDP'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
12:05 Hunermend Tunç albûmeke nû derxist
11:59 Mehmet Ocalan: Divê her kes bi qasî ku ji dest tê li dijî tecrîdê derkeve
11:58 Girtiyan ji Konsolosxaneya Fransayê re name şand: Qetlîamê ronî bikin
11:55 Beriya mutalaayê dosya li Doza Kobanê hate zêdekirin
10:55 Jinek li Tarsûsê hate qetilkirin
10:47 Li bazarê kar nîne: Em li benda hilbijartinê ne
10:46 Welatiyê li Mêrdînê xwe şewitandî jiyana xwe ji dest da
10:28 Muslim: Meseleya Sûriyeyê bi tevkariya gelên Sûriyeyê dikare çareser bibe
10:13 Amadekariyên mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ temam bûn
10:02 Cenazeyê endamê HPG’ê Guçlu hat veşartin
09:59 Pirsa ‘Li Gabarê petrol derketiye, gelo tu çi difikirî’ ji girtiyan hatiye kirin!
09:53 Rojnameger Muhammed: Her ku Tirkiye êrişan dike DAIŞ mezintir dibe
09:06 Hevserokê PADÊ: Hevdîtinên bi Iraqê re erênî derbas bûn
09:03 Rêxistina HDP'a Amedê dê kongreya xwe li dar bixe
09:03 ‘Giştînameya ku ji bo girtiyên nexweş hat weşandin çareseriyê di xwe de nahewîne'
09:02 Xelkê Wanê: Heya em hebin dê HDP li ser pêyan be
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2023'YAN
12/01/2023
21:56 Bûldan: HDP ne kêlekbirê tu maseyan e, em rêwiyên rêya sêyem in
20:55 OHD'ê rapora xwe ya der barê Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de eşkere kir
19:54 Li Hezoyê cerdevan bi hev ketin: 2 kes mirin
19:24 Amedsporê ji Galatasarayê lîstikvanek transfer kir
19:14 Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kir
16:48 Rêxistina HDP’a Torbaliyê: Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
16:05 Li Êlihê doza 28 kesan hat taloqkirin
15:31 Hevdîtina li gel Abdullah Ocalan dîsa ji bo 3 mehan hat qedexekirin
15:24 Saziyên ziman: Dersên hilbijarî xapandin e, em perwerdehiya fermî dixwazin
15:18 ‘TUÎK enflasyonê vedişêre’
14:21 CHP’ê dosyeya trolên Soylû eşkere kir
14:07 Gunay: Tu zextan nekarî kevneşopiya têkoşîna me biçûk bike
14:05 Di doza ‘fînanseya’ çalakiyên Kobanê de SEGBÎS xera bû
13:47 Di êrişa li Şêrawa de 4 leşkerên Şamê birîndar bûn
13:41 Li Êlihê tundiya zilam: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:15 Komîsyona OHAL’ê 109 hezar û 332 dosya red kir
11:50 Barzanî, xwest peymana ku destkeftiyên êzidiyan hedef digire were pêkanîn
11:50 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:47 Parlamenterên HDP’î: Divê dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin
10:43 Li Êlih û Amedê wê serê salê were pîrozkirin
10:30 Gerstêrkeke nû ya ji bo jiyanê guncav hate keşfkirin
10:23 Pileya germahiya panavan derket asta herî bilind
10:08 Dîroknas Aydin: ‘Komara Demokratîk’ ji bo sedsala duyemîn şensek e
10:02 Serokê Baroya Wanê: Divê îşkence û tundiya li ser penaberan bêceza neyê hiştin
09:52 Rojnamevan Oremar: Li Îranê gel di daxwazên xwe de bi israr e
09:04 Îstinafê cezayê ku li rojnamevan Gok hatibû birîn erê kir
09:04 HES, bendav û kanên madenê gefê li Dêrsimê dixwin
09:03 Banga ji bo mitînga 15'ê çileyê: Hêvî em in
09:03 Şeker: TBB têkildarî Îmraliyê nivîs ji wezaretê re şandiye
09:03 ‘Ji ber ku ne welatê wan e, Baxçeyên Hewselê talan dikin’
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'YAN
11/01/2023
22:49 Lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ hat lîstin
20:24 Xebatên ji bo mîtînga 15'ê Çileyê didomin
18:54 Fîncanci ji girtîgehê derket: Ev têkoşîn dê neqede
18:47 Êrişî avahiya HDP'ê ya Mûşê kirin
16:34 Egîtîm Sen: Qedexekirina zimanê zikmakî sûcê li dijî mirovahiyê ye
16:25 Li Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatin cudakirin
16:24 TTB: Cezayê li Fîncanciyê hate birîn pûç û vala ye
16:07 Li Îzmîrê bijîşkek li mala xwe mirî hate dîtin
15:04 Partiya Çep a Kesk: Biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê xesp e
14:02 Ji bo Fîncanci biryara tehliyeyê hate dayîn
13:51 Li Êlihê qeza trafîkê: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
13:35 Eren: Serdozger tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin
13:13 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
13:05 Berxwedana li Îranê tevî zextan jî didome
13:02 Fîncanci: Me got ‘bila kesek nemire’ lewma dibin hedef
12:22 Parlamenterên HDP'ê: Divê dawî li tecrîdê were û tavilê hevdîtin bê kirin
12:20 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li benda darizandinek adilane ne
11:39 76 sazî û 2 hezar û 393 kes li dijî blokekirina hesabê HDP'ê rabûn
11:30 Giştînameya girtiyên nexweş: Divê rêgeza wekheviyê bê pêkanîn
11:29 Thomas Schmidt: CPT’yê bi serdana xwe ya dawî re qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene
11:15 Serlêdana parastina penaberên ji rojhilatê Kurdistanê hat redkirin
10:55 Qeyûm ne kesê 95 puan wergirt, kesê 61 puan wergirt kar û kir midûr!
10:23 Bulbul: Torek mezin di bêhiqûqiya Îmraliyê de heye
10:16 Piştgiriya jinan a ji bo Fîncanci: Sekna wê tirsê dide desthilatê hêzê dide me
10:15 MSD û Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê biryara xebatên hevpar dan
09:56 Midûriyeta Weqfan li Mêrdîna Kevin ji sedî 233 zem li kirêyên dikanan kir
09:03 'Pêşketina wêjeyê girêdayî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye'
09:02 Jiyanake di rêya têkoşînê de: Menal Mêrdîn
09:02 Li Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê 'hawiza bertîlê'
09:02 AYM'ê polîsê gumanbar bi hinceta 'demborî'yê rizgar kir
09:02 Tifaqa Ked û Azadiyê amadekariyên mitînga mezin dike
09:01 Jinên êzidî û ereb li dijî tecrîdê ne: Armanca têkoşîna me azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2023'YAN
10/01/2023
18:35 Dozger tevli danişîna doza der barê TTB'ê de nebû
16:15 13 zarok û 2 DAIŞ'î radestî Îspanyayê hatin kirin
16:02 Doza TTB’ê dest pê kir: Em duh bêdeng nebûn, em ê îro jî bêdeng nebin
16:01 Li gelek bajaran piştgirî dan TTB’ê: Bijîşk bêdeng nabin
15:14 Di doza TTB’ê de rojnameger hatin astengkirin
14:45 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
14:36 Li Şirnexê kesek hat girtin
14:15 Sancar: Em ê bi kesên êrişên giran li ser me dikin mezin bidin windakirin
13:33 Komkujiya Gara Enqereyê: 87 meh in li benda edaletê ne
13:20 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin Yildiz ê AKP’î were darizandin
13:17 DFG: Heke 87 rojnameger girtî bin 10’ê çileyê nayê pîrozkirin
13:16 MKGP’ê rapora salekê ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin parve kir
13:10 Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:00 Delîla girtinê ya Dadgeha Bilind: Malbatên li ber HDP’ê hatine rûniştandin!