ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 13 Çile 2023
  • |
img
 
* Hevseroka PADÊ Hesen Hecî anî ziman ku ji bo naskirina Xweseriya Şengalê bi Bexdayê re hevdîtin kirine û wiha got: “Hevdîtin erênî derbas bûn. Daxwaza şengaliyan ew e ku statûya wan were naskirin, ew bi xwe Şengalê biparêzin û biryaran ew bi xwe bidin. Heta ku daxwazên me tên qebûlkirin jî em ê têbikoşin." 
 
* Rêxistina HDP’ê ya Amedê dê di 15’ê çileyê de 4’emin kongreya xwe ya asayî li dar bixe. Hevserokên HDP’ê yên Amedê Zeyyat Ceylan û Gulîstan Atasoy ji bo beşdarbûna kongreyê bang li gel kirin û gotin: “Werin em bi hev re têkoşîna xwe bilindtir bikin.”
 
* Şêniyên Wanê nerazîbûna xwe ya ji bo blokekirina hesabê xezîneyê yê HDP'ê anîn zimên û gotin: "Ma berê alşkariya xezîneyê hebû? Heya em hebin, dê HDP li ser pêyan be."
 
* Hat diyarkirin ku li navçeya Qubînê cerdevan Ahmet Sevîmê 54 salî, zaroka 14 salî li xwe mar kiriye û zarokê hepsî malê kiriye û nahêle hevdîtinê bi kesî re bike." 
 
* Seroka ÎHD a Şaxa Stenbolê Gulseren Yoleriyê diyar kir ku "gitşînameya nû" ya Wezareta Dadê ya ji bo girtiyên nexweş, tu çareseriyê di xwe de nahewîne û got ku mirinên li girtîgehan rû didin êdî divê wekî "cinayetê" bên nîqaşkirin. 
 
* Rojnameger Ahmed Muhammed “Operasyona Birûska Cizîrê” ya HSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê nirxand û wiha got: “Êrişên Tirkiyeyê çiqas zêde bibin, DAIŞ jî ewqas mezin dibe.”
 
* Komîsyona Girtîgehan a OHD’a Mêrsînê raporek derbarê Girtîgeha Aksarayê de amade kir û diyar kir ku mafên bingehîn ên girtiyan tên astengkirin û rêveberiya girtîgehê li ser pirsa, “Derbarê Abdullah Ocalan de çi difikirî” nirxandina “halê baş” dike. 
 
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 676'emîn de berdewam bike 
 
* Danişîna doza endam û rêveberên DÎAYDER'ê li 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dê bê lidarxistin. (10.00) 
 
* Danişîna doza rêveberên Odeya Avahîsazan a Şaxa Enqereyê ku bi hêceta xelat dane Jin TV hatiye vekirin dê li Dadgeha Enqereyê were lidarxistin. (10.00)
 
* Weqfa Aştiyê bi banga "Dengê me ji aştîxwazaran re ye" dê li otêlek Taksîma Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixin. (10.30)
 
* Rêxistinên elewiyan têkildarî binçavkirina Sezgîn Kartal dê li ber Dadgeha Çaglayana Stenbolê çalakiya protestoyê li dar bixin. (10.30)
 
* Çalakiya parlamenterên HDP'ê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê di roja 17'emîn de berdewam bike. (11.00) 
 
* ÎHD'a Enqereyê têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn dê rapora sê mehan eşkere bike. (12.00)
 
* Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo banga beşdariya mitînga 15'ê çile dê li Qada Kartalê bê lidarxistin, li navçeyên cuda yên Stenbolê belavokan belav bikin. (12.00-14.00)
 
* Komeleyên çand û ziman dê li Amed, Êlih û Cizîrê şahiyên Serê Salê li dar bixin. (13.00-20.00)
 

Sernavên din

13/01/2023
12:48 Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin
12:45 Ji bo Serokê DÎAYDER’ê Baran biryara tehliyekirinê hate dayîn
12:32 Cenazeyên Yûnûs Karadagi û Mûstafa Bayindir hatin veşartin
12:32 Parlamenterên HDP'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
12:05 Hunermend Tunç albûmeke nû derxist
11:59 Mehmet Ocalan: Divê her kes bi qasî ku ji dest tê li dijî tecrîdê derkeve
11:58 Girtiyan ji Konsolosxaneya Fransayê re name şand: Qetlîamê ronî bikin
11:55 Beriya mutalaayê dosya li Doza Kobanê hate zêdekirin
10:55 Jinek li Tarsûsê hate qetilkirin
10:47 Li bazarê kar nîne: Em li benda hilbijartinê ne
10:46 Welatiyê li Mêrdînê xwe şewitandî jiyana xwe ji dest da
10:28 Muslim: Meseleya Sûriyeyê bi tevkariya gelên Sûriyeyê dikare çareser bibe
10:13 Amadekariyên mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ temam bûn
10:02 Cenazeyê endamê HPG’ê Guçlu hat veşartin
09:59 Pirsa ‘Li Gabarê petrol derketiye, gelo tu çi difikirî’ ji girtiyan hatiye kirin!
09:53 Rojnameger Muhammed: Her ku Tirkiye êrişan dike DAIŞ mezintir dibe
09:06 Hevserokê PADÊ: Hevdîtinên bi Iraqê re erênî derbas bûn
09:03 Rêxistina HDP'a Amedê dê kongreya xwe li dar bixe
09:03 ‘Giştînameya ku ji bo girtiyên nexweş hat weşandin çareseriyê di xwe de nahewîne'
09:02 Xelkê Wanê: Heya em hebin dê HDP li ser pêyan be
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2023'YAN
12/01/2023
21:56 Bûldan: HDP ne kêlekbirê tu maseyan e, em rêwiyên rêya sêyem in
20:55 OHD'ê rapora xwe ya der barê Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de eşkere kir
19:54 Li Hezoyê cerdevan bi hev ketin: 2 kes mirin
19:24 Amedsporê ji Galatasarayê lîstikvanek transfer kir
19:14 Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kir
16:48 Rêxistina HDP’a Torbaliyê: Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
16:05 Li Êlihê doza 28 kesan hat taloqkirin
15:31 Hevdîtina li gel Abdullah Ocalan dîsa ji bo 3 mehan hat qedexekirin
15:24 Saziyên ziman: Dersên hilbijarî xapandin e, em perwerdehiya fermî dixwazin
15:18 ‘TUÎK enflasyonê vedişêre’
14:21 CHP’ê dosyeya trolên Soylû eşkere kir
14:07 Gunay: Tu zextan nekarî kevneşopiya têkoşîna me biçûk bike
14:05 Di doza ‘fînanseya’ çalakiyên Kobanê de SEGBÎS xera bû
13:47 Di êrişa li Şêrawa de 4 leşkerên Şamê birîndar bûn
13:41 Li Êlihê tundiya zilam: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:15 Komîsyona OHAL’ê 109 hezar û 332 dosya red kir
11:50 Barzanî, xwest peymana ku destkeftiyên êzidiyan hedef digire were pêkanîn
11:50 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:47 Parlamenterên HDP’î: Divê dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin
10:43 Li Êlih û Amedê wê serê salê were pîrozkirin
10:30 Gerstêrkeke nû ya ji bo jiyanê guncav hate keşfkirin
10:23 Pileya germahiya panavan derket asta herî bilind
10:08 Dîroknas Aydin: ‘Komara Demokratîk’ ji bo sedsala duyemîn şensek e
10:02 Serokê Baroya Wanê: Divê îşkence û tundiya li ser penaberan bêceza neyê hiştin
09:52 Rojnamevan Oremar: Li Îranê gel di daxwazên xwe de bi israr e
09:04 Îstinafê cezayê ku li rojnamevan Gok hatibû birîn erê kir
09:04 HES, bendav û kanên madenê gefê li Dêrsimê dixwin
09:03 Banga ji bo mitînga 15'ê çileyê: Hêvî em in
09:03 Şeker: TBB têkildarî Îmraliyê nivîs ji wezaretê re şandiye
09:03 ‘Ji ber ku ne welatê wan e, Baxçeyên Hewselê talan dikin’
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'YAN
11/01/2023
22:49 Lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ hat lîstin
20:24 Xebatên ji bo mîtînga 15'ê Çileyê didomin
18:54 Fîncanci ji girtîgehê derket: Ev têkoşîn dê neqede
18:47 Êrişî avahiya HDP'ê ya Mûşê kirin
16:34 Egîtîm Sen: Qedexekirina zimanê zikmakî sûcê li dijî mirovahiyê ye
16:25 Li Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatin cudakirin
16:24 TTB: Cezayê li Fîncanciyê hate birîn pûç û vala ye
16:07 Li Îzmîrê bijîşkek li mala xwe mirî hate dîtin
15:04 Partiya Çep a Kesk: Biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê xesp e
14:02 Ji bo Fîncanci biryara tehliyeyê hate dayîn
13:51 Li Êlihê qeza trafîkê: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
13:35 Eren: Serdozger tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin
13:13 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
13:05 Berxwedana li Îranê tevî zextan jî didome
13:02 Fîncanci: Me got ‘bila kesek nemire’ lewma dibin hedef
12:22 Parlamenterên HDP'ê: Divê dawî li tecrîdê were û tavilê hevdîtin bê kirin
12:20 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li benda darizandinek adilane ne
11:39 76 sazî û 2 hezar û 393 kes li dijî blokekirina hesabê HDP'ê rabûn
11:30 Giştînameya girtiyên nexweş: Divê rêgeza wekheviyê bê pêkanîn
11:29 Thomas Schmidt: CPT’yê bi serdana xwe ya dawî re qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene
11:15 Serlêdana parastina penaberên ji rojhilatê Kurdistanê hat redkirin
10:55 Qeyûm ne kesê 95 puan wergirt, kesê 61 puan wergirt kar û kir midûr!
10:23 Bulbul: Torek mezin di bêhiqûqiya Îmraliyê de heye
10:16 Piştgiriya jinan a ji bo Fîncanci: Sekna wê tirsê dide desthilatê hêzê dide me
10:15 MSD û Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê biryara xebatên hevpar dan
09:56 Midûriyeta Weqfan li Mêrdîna Kevin ji sedî 233 zem li kirêyên dikanan kir
09:03 'Pêşketina wêjeyê girêdayî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye'
09:02 Jiyanake di rêya têkoşînê de: Menal Mêrdîn
09:02 Li Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê 'hawiza bertîlê'
09:02 AYM'ê polîsê gumanbar bi hinceta 'demborî'yê rizgar kir
09:02 Tifaqa Ked û Azadiyê amadekariyên mitînga mezin dike
09:01 Jinên êzidî û ereb li dijî tecrîdê ne: Armanca têkoşîna me azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2023'YAN
10/01/2023
18:35 Dozger tevli danişîna doza der barê TTB'ê de nebû
16:15 13 zarok û 2 DAIŞ'î radestî Îspanyayê hatin kirin
16:02 Doza TTB’ê dest pê kir: Em duh bêdeng nebûn, em ê îro jî bêdeng nebin
16:01 Li gelek bajaran piştgirî dan TTB’ê: Bijîşk bêdeng nabin
15:14 Di doza TTB’ê de rojnameger hatin astengkirin
14:45 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
14:36 Li Şirnexê kesek hat girtin
14:15 Sancar: Em ê bi kesên êrişên giran li ser me dikin mezin bidin windakirin
13:33 Komkujiya Gara Enqereyê: 87 meh in li benda edaletê ne
13:20 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin Yildiz ê AKP’î were darizandin
13:17 DFG: Heke 87 rojnameger girtî bin 10’ê çileyê nayê pîrozkirin
13:16 MKGP’ê rapora salekê ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin parve kir
13:10 Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:00 Delîla girtinê ya Dadgeha Bilind: Malbatên li ber HDP’ê hatine rûniştandin!