Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye

  • rojane
  • 09:02 14 Çile 2023
  • |
img
COLEMÊRG - Geveriyan nerazîbûna xwe ya ji bo blokekirina alîkariya xezîneyê ya ji bo HDP'ê anîn ziman û gotin: “Xezîneya me ya herî mezin dil, ruh, partî û vîna me ye. Me minet bi tu qurûş pereyê wan nîne."
 
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), bi daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, hesabên alîkariya xezîneyê yên Partiya Demokraîk a Gelan (HDP) bloke kiribûn. Bertekên li dijî vê didomin. Xelkê Gevera Colemêrgê diyar kirin ku ev biryar dê bandorê li partiya wan neke û gotin ku xezîneya wan a herî mezin vîna wan e.
 
Welatiyê bi navê Siddik Tamûr diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê dê bi van polîtîkayên xwe yên li hemberî partiya wan tu carî negihîje armanca xwe. Tamûr bilêv kir ku partiya wan bi berxwedan û vîna gel, li Tirkiyeyê bûye partiya sêyan a herî mezin û wiha axivî: “Li welatekî ku behsa demokrasî û azadiyan tê kirin, ne mimkûn e ku partî bên girtin û alîkariyên xezîneyê bên desteserkirin. Li welatên ku pêkanînên bi vî rengî tên jiyîn, ev yek lawaziya wî welatî nîşan dide.
 
DÊ NEGIHÊN ARMANCA XWE
 
Hikûmeta AKP û MHP’ê dê bi van rê û rêbazan negihîje armanca xwe. Hikûmeta AKP-MHP'ê her çi qas hewl dide lawaziyên xwe, bi van pêkanînên xwe yên li ser partiya me binixumîne jî, lê wê bi ser nekeve û di hilbijartinê de, dê têk biçe. Em bi van destkeftiyên xwe ne deyndarê xezîneyê ne, deyndarê berxwedan û têkoşîna xwe ne. Partiyeke ku têkoşîna azadî û yekîtiyê ya gelan dimeşîne di aliyê aborî de nayê astengkirin.”
 
‘ME MINNET BI PEREYÊ WAN NÎN E’
 
Fatma Temelê jî anî ziman ku kes nikare partiya wan bigre û wiha got: “Bila dest deynin ser pereyan, ev partî bi hewldan û têkoşîna ku ji berê ve li ser milê gel hatiye meşandin hatiye vê astê. Alîkariya xezîneyê ya ku hatiye dayîn bi hezaran caran jî were desteserkirin an jî partî bên girtin em ê tu carî dest ji berxwedan û vîna xwe bernedin. Encam çi dibe bila bibe ,gel yê her tim bi partiya xwe re be. Me minnet bi pereyê wan nîn e. Her wiha em ne muhtacî pereyên wan in û ne jî hewcedariya me bi wan heye. Ger hewce bike em ê ji bo wan pereyan kom bikin, pêwîstiya me bi pereyê kesî nîn e. Xezîneya me ya herî mezin vîna me û piştgiriya gelê me ye. HDP partiya vîna gel e, ne ya pereyan e. Em ê heta dawiyê vîna xwe biparêzin û dê yê poşman jî ew bin.”
 
‘TENÊ NANEK MIN JÎ MABE EZ Ê BI PARTÎYA XWE RE PARVE BIKIM’
 
Fîkret Akiş jî bal kişand ser wê yekê ku ji HEP'ê heta HDP'ê tenê di 10 salên dawî de alîkariya xezîneyê hatiye dayîn û got ku tu HDP'yî ji bo “berjewendî û pereyan” naxebitin. Akiş bi lêv kir ku hemû HDP’yî bi dildarî ji partiya xwe re dixebitin û wiha axivî: “Em vê têkoşînê ji bo çend qurûş pereyan nakin. Heke li mala min tenê nanek jî mabe, ez ê wî nanî jî bînim bi partiya xwe re parve bikim. Hemû hebûn û ruhê AKP û MHP’ê ji bo yekdengî heye. Heger di vê hilbijartinê de dengê wan nebe, hemû jiyan, hebûn û giyanê wan têk diçe. AKP-MHP, HDP partiyeke weke xwe dihesibînin, lê şaş in. Têkoşîna xwe ya pereyan bi têkoşîna rûmetê ya HDP'ê re tevlihev dikin. Alîkariya xezîneyê nedin jî, ger hewce bike em ê çêleka xwe ya dawî bifroşin û ev têkoşîn li ku mabe em ê ji vir de wê bidomînin. Ev bi derfetên dewletê hewl didin ku desthilatdarî û zilma xwe bidomînin. Lê bila baş bizanin ku yê têk biçin.”
 
‘XIZÎNEYA HERÎ MEZÎN DIL Û RÊXISTINA ME YE’
 
Cemal Savaşan destnîşan kir ku HDP xwedî kevneşopiyeke têkoşînê ya 100 salî ye û got ku bingehên dîroka têkoşînê ya 100 salî bi pereyê xezîneya dewletê lawaz û berovajî nabe, berkesê wê xurttir bibe. Savaşan got: “Di têkoşîna partiya me ya 100 salî de tenê ev çend sal in ji aliyê dewletê ve alikariya xezîneyê tê dayin. Xezîneya me ya herî mezin dil, ruh, rêxistin û vîna me ye. Bi piştgirî û bê piştgirî em ê partiya xwe bi pêş bixin û têkoşîna xwe bidomînin. Me minnet bi pereyê wan nîn e. Yên ku hewcedariya wan bi pereyan heye û ji bo pereyan dixebatin ew in. Pereyê wan ji wan re bi xêr be, ger pereyê wan kêm be em ê bidin wan. Xezîneya me têra her kesî ye. Hêz û îradeya dilê me dê wan têk bibe.”
 
‘ME MINNET BI KESÎ NÎN E’
 
Herî dawî welatiyê bi navê Osman Arslan jî diyar kir ku HDP partiya xizanan e û ger hewce bike yê ev gelê xizan bi hemû derfetên xwe piştgiriyê bide partiya xwe û wiha got: “Ev gelê feqîr hewce bike dê penîrê mala xwe jî bifiroşe û dê xwedî li partiya xwe derkeve. Hewcedariya me bi tu kesî tune, ew minneta me dê bikêşin. Partiya me partiyeke li ser îradeya gelê xwe ye. Ew çi bikin, yek kes jî mabe, em ê biçin ser sindoqan û vê desthilatê têk bibin û bişînin.”
 
 
 

Sernavên din

16/01/2023
14:23 Girtiyê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de: Dengê me bibihîsin
14:12 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ket meha 5’emîn
14:12 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrişî Zapê dike
14:06 Sancar: Me serî li AYM'ê da, divê biryar bimîne piştî hilbijartinê
13:19 Pêşnûmeya têkildarî hestiyên li Zîlanê bi hinceta ‘gotinên qebe û nexweş’ nehat qebûlkirin
12:20 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket
16:31 Ji ber nûçeyê derbarê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hat destpêkirin
16:30 Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Canan bên cezakirin
16:30 Komeleya 78’an a Amedê kongreya xwe li dar xist
15:56 ÎHD’a Stenbolê xwest Siddik Guler ê 83 salî bê berdan
15:38 Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Tanhan xerab dibe
15:22 DBP: Bila tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
15:18 Baroya Colemêrg serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Serdana Şînê: Sekna Bubo Taş, li dijî tecrîdê serhildan e
13:55 Sûngûr ê li Gabarê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
13:52 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Em ê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin
13:44 Malbatên windakiriyan xwestin kujer bên cezakirin
12:38 Odeyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi kamerayan tên şopandin
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin