‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’

  • rojane
  • 09:08 15 Çile 2023
  • |
img
AMED - Hevserokê TUAY- DER'a Amedê Rifat Yakût tekildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bal kişand ser bêdengbûna partiyên muxalîf û wiha got: “Partiyên muxalîf qala çareserkirina pirsgirêka kurd û demokrasiye dikin lê li dijî tecrîdê bêdeng in. Heta tecrîd ranebe pirsgirêka kurd jî çareser nabe û demokrasî jî nayê vî welatî.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nêzî 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi tecrîdeke girankirî tê ragirtin. Ji 25’ê adara 2021'an ve tu agahî ji Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin, nayên girtin. Herî dawî di 9’ê îlona 2022’yan de “cezayê dîsiplînê” li Ocalan û girtiyên din hatibû birîn û di 9’ê kanûna 2022’yan de qediya. Piştî ceza qediya, parêzeran di 15 û 23’ê kanûna 2022’yan û 3’yê çileya 2023’yan de 3 caran hem serî li girtîgehê hem jî serî li dozgeriyê dan lê belê serlêdanên wan bêencam man. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ji parêzeran re ragihand ku qedexeya hevdîtinê ya nû ji bo 3 mehan dane malbata Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din. Ev qedexe di 4’ê çileyê de hatiye birîn. Dadgeriyê hêceta qedexeyê jî weke “cezayê dîsiplînê” nîşan da. Lê belê sedema danîna cezayê qedexeyê û dîroka ceza tu agahî nehatin parvekirin. Parêzerên Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din di 10’ê çile de îtîrazî biryara qedexeyê kirin. Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê di heman rojê de serlêdana parêzeran red kir. Parêzeran ragihand ku ew ê li dijî biryara qedexeya hevdîtinê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin. 
 
 
Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) ya Amedê Rifat Yakût tekildarî tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku heta tecrîd ranebe pirsgirêkên heyî çareser nabin û ew jî dê çalakiyên xurttir bidin destpêkirin. 
 
‘BINGEHA POLÎTÎKAYÊN BÊ HIQÛQÎ TECRÎD E’
 
Rifat Yakût diyar kir ku zext û tundiyên li ser girtiyan zêdebûne û wiha got: “Tecrîd bandoreke mezin li ser girtiyan jî dike. Sepanên tecrîdê belavî girtîgehan jî bûne. Bi hincetan hevdîtina girtiyan tê qedexekirin. Girtî nikarin bên cemhev. Her wiha bi hincetên cuda cuda înfaza wan tê şewitandin. Girtiyên nexweşên giran nayên tedawîkirin. Girtî sirgûnî cihên dûr tên kirin. Malbatên wan jî ji ber vê yekê nikarin biçin serdanê. Yanî bi her awayî polîtikayên bê hiqûqî li dijî girtiyan tên meşandin. Sedemê van polîtikayên bê hiqûqî jî tecrîd e.” 
 
BANDORA TECRÎDÊ DÊ HÊJ ZÊDETIR BIBE’
 
Yakût, anî ziman ku yek ji sedema krîz û şerê ku di nava civake de tên jiyîn jî tecrîda li ser Ocalan e û axaftina xwe wiha domand: “Tecrîd her ku kûr dibe şer û krîz jî zêdetir dibin. Şer bi xwe re krîza aborî tîne. Heke tecrîd bê rakirin hevdîtin bi Birêz Ocalan re bê kirin ev şer jî wê bisekine. Heke şer bisekine krîzên ku heyî jî dê çareser bibin, civak jî wê aram be. Aştî û aramî dê pêk were. Heke tecrîd berdewam bike bandora wê jî dê kurtir bibe.”
 
‘HETA TECRÎD RANEBE PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NABE’
 
Di berdewama axaftina xwe de Yakût bal kişand ser bêdengbûna partiyên muxalîf a li dijî tecrîdê jî û ev tişt gotin: “Divê partiyên siyasî jî li dijî vê tecrîdê derkevin. Bi taybetî jî partiyên muxalîf ku qala aştî, hiqûq û edaletê dikin divê di mijara tecrîdê de jî dengê xwe derxin, bi gotinan nabe, divê gav biavejin. Lê dema mijar dibe kurd hemû partiyên muxalîf jî weke desthilat difikirin. Ji bo demokrasî were vî welatî divê hemû partî li dijî tecrîdê derkevin. Partiyên muxalîf qala çareserkirina pirsgirêka kurd û demokrasiye dikin lê li dijî tecrîdê bêdeng in heta tecrîd ranebe pirsgirêka kurd jî çareser nabe û demokrasî jî nayê vî welatî.”
 
‘MIFTEYA DAXWAZÊN GELÊ KURD BIRÊZ OCALAN E’
 
Yakût, da zanîn ku dê li dijî tecrîdê de di nava hewldanan de bin û axaftina xwe wiha qedand: “Malbatên girtiyan li dijî tecrîd, zor û zextên li ser girtiyan saleke di çalakiya nobeda edaletê de bûn. Piştî çalakiya malbatan parlamenterên HDP'ê li Enqereyê çalakiya Nobeda Edaletê dan destpêkirin û çalakiya wan hê jî berdewam dike. Divê hemû partiyên siyasî ku xwe weke çareserî dibînin jî piştgiriya vê çalakiyê bikin. Her wiha divê gel jî xwedî li vê çalakiyê derkeve û nerazîbûna xwe li dijî tecrîdê nîşan bide. Divê çalakiyên xurt bên destpêkirin ku ev tecrîda li ser Birêz Ocalan û hevalên wî bê rakirin û parêzer bikarin hevdîtinan pêk bînin. Weke TUAY-DER plansaziyên me hene. Heke ev tecrîd neyê rakirin em jî dê çalakiyên xurtir bidin destpêkirin.”
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

16/01/2023
14:23 Girtiyê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de: Dengê me bibihîsin
14:12 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ket meha 5’emîn
14:12 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrişî Zapê dike
14:06 Sancar: Me serî li AYM'ê da, divê biryar bimîne piştî hilbijartinê
13:19 Pêşnûmeya têkildarî hestiyên li Zîlanê bi hinceta ‘gotinên qebe û nexweş’ nehat qebûlkirin
12:20 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket
16:31 Ji ber nûçeyê derbarê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hat destpêkirin
16:30 Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Canan bên cezakirin
16:30 Komeleya 78’an a Amedê kongreya xwe li dar xist
15:56 ÎHD’a Stenbolê xwest Siddik Guler ê 83 salî bê berdan
15:38 Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Tanhan xerab dibe
15:22 DBP: Bila tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
15:18 Baroya Colemêrg serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Serdana Şînê: Sekna Bubo Taş, li dijî tecrîdê serhildan e
13:55 Sûngûr ê li Gabarê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
13:52 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Em ê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin
13:44 Malbatên windakiriyan xwestin kujer bên cezakirin
12:38 Odeyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi kamerayan tên şopandin
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin