Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir

  • rojane
  • 09:58 15 Çile 2023
  • |
img

WAN - Rojnameger Pune Aştiyan diyar kir ku berxwedana gelên Îranê berdewame û wiha got: “Ev 43 sal in jin serî hil didin û di dawiya dawî de vê berxwedana wê bandor li zilaman jî kir. Ev yek girîng e. Ev çalakî heta pergal diguhere jî dê bidomin.” 

Çalakiyên protestoyî yên li Îranê ku di 16’ê îlone de bi qetilkirina Jîna Emînî re dest pê kiribûn, tevî hemû êrişên hêzên rejîmê jî berdewam in. Rojnameger Pune Aştiyan çalakiyên li Îranê nirxand û da zanîn ku heta gel encamekî ji çalakiyan digire jî dê li qadan be. 
 
‘HERÊMA ROJHILAT DI DORPÊÇÊ DE YE’ 
 
Aştiyan da zanîn ku çalakî li herêmên cuda didomin û wiha got: “Bi taybet jî li Belucistanê piştî nimêja înê çalakî zêde dibin. Heta niha jin tev li van çalakiyan nedibûn lê êdî jinên bellucî xwe birêxistin dikin û tev li çalakiyan dibin. Li vê herêmê jin bi xwe çalakiyên xwe birêxistin dikin. Li herêma Rojhilat jî çalakî li eyaletên cuda didomin. Gelek kes li Kurdistanê hatin binçavkirin û serdegirtinên bişev didomin. Tevî vê yekê jî çalakî berdewam in. Li şûna polîsan, Mihafizên Şoreşê ev bajar dorpêç kirine. Yên ku diçin herêmê piştî kontroleke zêde û lêgerînan derbas dibin. Heta pir zêde li telefonan jî dinihêrin. Dorpêçê giran li ser herêmê heye. Li gelek deveran înternet hatiye qutkirin û mirov nikare xwe bigihîne tu kesî.” 
 
‘MALBATÊN KESÊN HATINE QETILKIRIN ÇALAKIYAN LI DAR DIXIN’  
 
Bi domdarî Aştiyan diyar kir ku gel hêj di daxwazên xwe yên destpêkê de biisrar e û wiha domand: “Armanca sereke ya destpêkirina berxwedana li Îranê guherandina rejîmê û guherandina pergalê bû. Gelên cuda tev li çalakiyan dibin. Lewma daxwazên cuda hene lê di esasê de hemû kes li dijî pergala heyî ye. Çalakvan reforman red dikin. Gel dirûşma ‘em Şah naxwazin’  berz dike. Gelên Îranê rêveberiyeke demokratîk dixwazin û dev ji vê bernadin. Di her roja vê mehê de li Belucistan û Kurdistanê kes hatin bidarvekirin. Rejîm bo van darvekirinan hincetên cuda nîşan dide û dibêje ne ji ber çalakiyan e. Lê belê em baş dizanin ku ev gotin rast nînin. Ji ber helwesta îktîdarê ev îdam zêde neketin ser çapameniyê. Lê em dikarin bi eşkereyî bibêjin ku rejîm çalakvanan bidarve dike. Malbatên kesên tên bidarvekirin li ber xwe didin û dixwazin rejîm biguhere. Her wiha malbat dixwazin ku berpirsyarên îdaman bên cezakirin. Malbatên van kesan bûn aktîvîst û maf û edaletê dixwazin.” 
 
‘REJÎM ÇALAKIYAN PAŞGUH DIKE’
 
Di berdewamê de Aştiyan diyar kir ku rejîm weke ku çalakî nebin tevdigere û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Helwestekî durû raber dike. Li ser medyaya xwe weke ku çalakî nebin tevdigere û dixwaze rewşeke wiha bi gel bide qebûlkirin. Tişta ku tevahiya cîhanê dibîne, çapemeniya wan nabîne. Nûnerên rejîmê li ser çapemenipya xwe dibêjin; ‘çalakiyên xurt nînin. Jiyan êdî asayî dibe. Em kujeran dikujin.’ Li ser medyaya xwe îfadeyên çalakvanan ên bi îşkenceyê hatine girtin diweşînin û antîpropagandayê dikin. Ew çiqas veşêrin jî, dema medyaya wan hatî hackirin derket holê bê ka çiqas ditirsin. Rejîm di nava tirsê de ye û derketibû holê ku hinek endamên artêşê naxwazin bi rejîmê re hevkariyê bikin. Çendek roj berê derket holê ku malbatên rêveberên medyaya fermî ya Îranê li Kanadayê serlêdana îltîcayê kirine û derheqê malbatên xwe de bûne îtîrafkar. Her roj agahiyên nû tên ku malbatên gelek ji wan reviyane. Ev yek nîşan dide ku îktîdar ji hev belav dibe.” 
 
‘A GIRÎNG EW E KU ZILAM JÎ TEV LI DIBIN’
 
Rojnameger Aştiyan destnîşan kir ku Rêberê Olî yê Îranê Alî Hamaney hefteyek berê Midûrê Emniyetê yê Îranê Hosseîn Ashtarî ji peywirê girtiye û ev nirxandin kir: “Li şûna wî Ahmed Riza Radan hate tayînkirin. Radan, çalakiyên berê bi bikaranîna tundiyeke zêde têk biribûn û kesê sepana ‘polîsên exlaqê’ xistî meriyetê jî ew e. Ev rewş vê yekê nîşanî me dide; Hamaney dixwaze dîsa tundiyê bi kar bîne. Li gorî agahiyan, Hamaney dibêje ku Ashtar ji bo têkbirina çalakiyan zêde tundî bi kar ne aniye. Rejîma Îranê di dema çalakiyan de gelek derhiqûqtî kirin û bêyî ku mirovan bidarizîne ew bidarve kirin. Me gelek caran got ku tu mafê jinên li Îranê nîne. Bêyî îmzeya mêran, jinên li Îranê nikarin tedawî jî bibin. Bi sala ye jin li dijî vê têdikoşin. Bi sala ye jin xwe dişewitînin û li dijî vê derdikevin. Me ev yek bi taybet jî li Rojhilat dît. Anku heta Jîna Emînî hatiye qetilkirin, zilaman berxwedana me her tim paşguh kirin. Her tim jinedîtî ve hatin lê piştî qetilkirina Emînî tev li çalakiyan bûn. A girîng rew e ku jin ev 43 sal in li ber xwe didin û di dawiya dawî de kirin ku zilam jî tev li berxwedanê bibin.” 
 
MIRINÊN BIGUMAN
 
Aştiyan, anî ziman ku gelek kesên piştî binçavkirinê tên berdan demekî şûnde întîhar dikin û wiha pê de çû: “Hefteyek berê hempîşeyê me Mohsen Cefferi piştî ku ji min çavan hatiye berdan, xwe kuşt. Tê gotin ku dema ev kes tên berdan gotinên hêviyê didin dikin û rojek piştre întîhar dikin. Ez ji van tiştan bawer nakim û dibêjim ku mirinên biguman in. Heta li gorî min ev kes tên qetilkirin û piştre weke ku întîhar kiribin nîşan didin. Di demên berê de ev tişt pir zêde li vî welatî hatin kirin. Mirov dibêjin ku di dema binçavkirinê de hinek tiştên jehrî didin binçavkiriyan û dema tên berdan jî pê dimirin. Ev mijar hêjta nehatiye zelalkirin. Her tiştek di destê dewletê de ye lewma nexweşxane tiştên pêwîst nakin. Mirov nizanin bê ka zarokên wan çima dimirin. Divê ev mijar bê zelalkirin.” 
 
‘AXAFTINÊN OCALAN WERDIGERÎNIN FARISÎ’
 
Di berdewamê de Aştiyan daxuyand ku çalakî di dema destpêkê de birêxistinkirî nebûn û ev tişt anî ziman: “Lê çalakiyên niha bêhtir birêxistinkirî ne. Di çalakiyên nû de dibînin ku kesên birêxistinkirî tev li dibin. A herî girîng jî ew e ku kurd û çepgir hîn bêhtir xwe birêxistin dikin. Heta niha qedexe bû ku aliyan xwe birêxistin bikira. Lê tevî qedexeyan jî gel xwe birêxistin dike. Jixwe dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ jî nîşaneya vê ye. Çendek roj berê em bûn şahid ku çalakvanan çendek axaftinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wergerandin farisî û lê temaşe dikirin. Çalakvan ji gel re vedibêjin bê ka dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ bingeha xwe ji ku digire. Çalakvan felsefeya Ocalan bo xwe mînak digirin û xwe birêxistin dikin.” 
 
‘DÊ TEQEZ ENCAMEK JI ÇALAKIYAN DERKEVE’ 
 
Pune Aştiyan, axaftina xwe wiha qedand: “Di dawiya dawî de teqez dê encamek ji van çalakiyan derkeve. Hêrseke mezin a gel heye ji ber ku rejîmê hemû derdor eciqand. Tevahiya gel ji rejîmê nefret dike. Piştî ewqas komkujiyan her tişt dê mîna berê nebe. Mirovan li kolanan dikujin. Lê vê besî xwe nabînin ku îcar mirovan bidarve dikin.  Heta ku malbatên ku xwîna zarokên wan hatiye rijandin û hevalên wan hebin dê ev pergal nedome. Malbatên ku zarokên wan hatine qetilkirin dibin yek û li dijî vê rewşê derdikevin. Biryara darvekirinê ya du kesan, di encama çalakiyan de hate betalkirin. Mirov dirûşma ‘li şûna her kesê hûn qetilkirin dê bi hezaran kes derkevin kolanan’ berz dikin. Betalkirina darvekirina van kesan nîşan dide ku gel xwedî li xwe derdikeve. Lewma her tişt dê mîna berê nebe.” 
 

Sernavên din

16/01/2023
14:23 Girtiyê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de: Dengê me bibihîsin
14:12 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ket meha 5’emîn
14:12 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrişî Zapê dike
14:06 Sancar: Me serî li AYM'ê da, divê biryar bimîne piştî hilbijartinê
13:19 Pêşnûmeya têkildarî hestiyên li Zîlanê bi hinceta ‘gotinên qebe û nexweş’ nehat qebûlkirin
12:20 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket
16:31 Ji ber nûçeyê derbarê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hat destpêkirin
16:30 Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Canan bên cezakirin
16:30 Komeleya 78’an a Amedê kongreya xwe li dar xist
15:56 ÎHD’a Stenbolê xwest Siddik Guler ê 83 salî bê berdan
15:38 Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Tanhan xerab dibe
15:22 DBP: Bila tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
15:18 Baroya Colemêrg serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Serdana Şînê: Sekna Bubo Taş, li dijî tecrîdê serhildan e
13:55 Sûngûr ê li Gabarê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
13:52 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Em ê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin
13:44 Malbatên windakiriyan xwestin kujer bên cezakirin
12:38 Odeyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi kamerayan tên şopandin
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin