Sancar: Me serî li AYM'ê da, divê biryar bimîne piştî hilbijartinê

  • rojane
  • 14:06 16 Çile 2023
  • |
img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku wan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye û armanc û plana dozê ew e ku HDP’e bê tasfiyekirin û xwest karûbarên derbarê dozê de bimînin piştî hilbijartinê. 

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar têkildarî geşedanên doza girtina li dijî partiya xwe li Navenda Giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û daxuyanî da. 
 
SERÎ LI AYM'Ê DANE
 
Sancar anî ziman ku wan têkildarî doza girtinê ya HDP’ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dane û wiha got: “Di dosyeya girtinê de rêgezên hiqûqî yên gerdûnî li ber çavan nehatine girtin. Ev rewş ne rewşeke ku bi qanûnê were ravekirinê. Ev beşek ji operasyoneke siyasî ye. Heke em pêvajoya beriya dozê bi bîr bînin, serokkomarê AKP’yî derbarê HDP’ê de daxuyaniyan dabû. Piştre hevkarê biçûk ê hikûmetê MHP li dijî partiya me dest bi kampanyayê kir. Daxuyaniyên tund ên ku gef û şantaj têde hebûn, ji bo vekirina dosyeya girtinê da. Di encama vê kampanyayê de doz di rojeke watedar de hat vekirin. Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind di 17'ê adara 2021'an de îdianame radestî Dadgeha Destûra Bingehîn kir. Yanî rojek beriya kongreya MHPê. Tevgerên bi vî rengî yên sembolîk piştre jî berdewam kirin. Ev doz xwedî karakterekî siyasî ye. Armanc û plana vê doza girtina HDP’ê ew e ku siyaseta demokratîk tasfiye bike ye.”
 
BIRYARA BLOKEYÊ 
 
Sancar bal kişand ser blokekirina hesabê xezîneya alîkariya bo HDP’ê û got: “Ev biryar jî nîşanî me dide ku daraz bûye amûrê hesabên siyasetê. Ev biryar di her warî de li dijî hiqûqê ye û prensîbên bingehîn ên hiqûqê binpê dike. Blokekirina hesabê me yê xezîneyê pir eşkere dide nîşandan kut ê wateya înkarkirina Dadgeha Destûra Bingehîn û qanûnan.” 
 
‘DIVÊ KARÛBARÊN DOZÊ BIMÎNIN PIŞTÎ HILBIJARTINÊ’ 
 
Sancar daxuyaniya devkî ya Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn ku di 10’ê çile de ji AYM’ê re kir bi bîr xist û wiha axivî: “Wê ji bo parastina me demek bo me bê veqetandin. Me di serlêdana îro de jî ji Dadgeha Destûra Bingehîn xwest ku divê li ber çavan were girtin ku wê girtina partiya me xesarê bide pêvajoya hilbijartinê û hemû prensîbên têkildarî demokrasiyê werin binpêkirin. Me ji Dadgeha Destûra Bingehîn xwest ku hemû karûbarên derbarê dozê de bihêle piştî hilbijartina 18’ê hezîrana 2023’yan. Divê ku AYM derbarê vê dozê de şixula xwe bide sekinandin. Îktidar ji bo ku pêvajoya hilbijartinê asteng bike, dixwaze doza girtina partiya me ji xwe re bikar bîne. Em jî dibêjin mesele li vir tenê ne HDP ye. Divê hemû partiyên tev li hilbijartinê bibin an jî yên nebin, lazim berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Îktidar dixwaze vê dozê li dijî HDP’ê wek şantajê bikar bîne. Tenê ne HDP divê hemû alî nerazîbûn nîşanî îktidarê bidin ku hilbijartinek adil û demokratîk pêk were. Helbet em ê li dijî şantaja ku îktidar dixwaze bikar bîne, her cure tedbîrên xwe bigirin û me girtiye jî.” 
 
‘EZMÛN Û HÊZA ME YA PÊNGAVÊ HEYE’ 
 
Sancar diyar kir ku wan li dijî operasyonên tevdîra siyasî girtine û azmûn û hêza wan a pêngavan bigirin heye. Sancar da zanîn ku ew tenê di vê pencereye de li vê meseleye binêrin jî têrê nake û ev hilbijartin ji bo Tirkiyeyê gelek girîng û dîrokî ye. Sancar got îktidar dixwaze ji bilî doza girtina partiya wan bi operasyonên cuda pêvajoyê bi aliyê xwe ve bikişîne û dîzayn bike û ew hemû bi hev re şahidiya ku îktidarê ji bo vê ketiye nava pêngavan dikin. 
 
‘DIVÊ LI GORÎ HIQÛQA GERDÛNÎ TEVGIERE’ 
 
Sancar destnîşan kir ku divê dadgeh biryara tedbîrê ya ji ser hesabê wê rake û hemû karûbarên dozê ji piştî hilbijartinê re bihêle û got: “Ez dîsa dubare dibêjim, ev doz doza şantaja li dijî HDP’ê ye. Dixwazin bi vê şantajê îpotekê deynin ser îradeya hilbijêran. Em hêvî dikin ku wê AYM daxwaza me bi biryarek erênî bibersivîne û li gorî rêgezên hiqûqa gerdûnî tevbigere û dozê taloq bike.” 
 
BERSIVA PIRSA BO PARTIYA DEVAYÊ 
 
Sancar li ser pirsa rojnamevanan ku gotin HDP, bi Partiya DEVA’yê re hevdîtina hilbijartinê dike jî got: “Me di her warî de tevdîrên xwe girtiye. Me di vê mijarê de amadekariyên xwe kirin. Ez niha nikarim hûrguliyên wê parve bikim. Gotinên têkildarî partiya DEVA’yê jî spekülasyon e. Ne di desteya me de hatiye axivîn û ne jî rayedarên partiya DEVA’yê bi mijarek wiha hatine rojevê.” 
 
AMADEKARIYA NAMZETIYÊ DIDOME 
 
Sancar bersiva pirsa têkildarî namzetiya Serokkomariya HDP’ê jî wiha got: “Xebat û pêvajoya diyarkirina namzetiyê li cem me berdewam dike. Desteyên partiya me hene. Belkî jî em yek ji partiya herî xweser a cîhanê ne jî. Em partiyek ji pêkhateyan pêk tên. Niha jî tifaqek me heye. Me koordinasyona hilbijartinê saz kir. Xebatên me yên li ser namzet û hilbijartinê didomin. Em bi hin derdorên demokrasiyê re îstîşareyan dikin. Em bi girseya xwe re di nava danûstandinê de ne. Ez nebawerim ev pêvajoy zêde berdewam bike. Lê belê ji bo ku xebat bigihîjin encamekê hê jî pêdivî bi demekê heye. Em tevî hemû zextan û dorpêçan jî xebatek xebatên me bi biryardarî didomin û xebatam e berfirehtir dibe. Ezmûnek me heye ku em ê hemû plan û hesabên îktidarê pûç bikin.” ” 
 
 
 

Sernavên din

16/01/2023
14:23 Girtiyê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de: Dengê me bibihîsin
14:12 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ket meha 5’emîn
14:12 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrişî Zapê dike
14:06 Sancar: Me serî li AYM'ê da, divê biryar bimîne piştî hilbijartinê
13:19 Pêşnûmeya têkildarî hestiyên li Zîlanê bi hinceta ‘gotinên qebe û nexweş’ nehat qebûlkirin
12:20 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket
16:31 Ji ber nûçeyê derbarê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hat destpêkirin
16:30 Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Canan bên cezakirin
16:30 Komeleya 78’an a Amedê kongreya xwe li dar xist
15:56 ÎHD’a Stenbolê xwest Siddik Guler ê 83 salî bê berdan
15:38 Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Tanhan xerab dibe
15:22 DBP: Bila tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
15:18 Baroya Colemêrg serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Serdana Şînê: Sekna Bubo Taş, li dijî tecrîdê serhildan e
13:55 Sûngûr ê li Gabarê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
13:52 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Em ê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin
13:44 Malbatên windakiriyan xwestin kujer bên cezakirin
12:38 Odeyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi kamerayan tên şopandin
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin