ŞIRNEX - Li Cizîrê di serdegirtina malan de 3 kes hatin binçavkirin.
Li taxa Nurê ya navçeya Cizîra Şirnexê polîsên tîmên taybet serê sibehê avêtin ser hin malan. Di encama serdegirtina malan de welatiyê bi navê Mehmet Zeki Akil , Sekvan Duru û Ramazan Akça hatin binçavkirin. Derbarê sedema binçavkirinan de agahiyek nehat bidestxistin.
Hat zanîn ku dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe.