Şenyaşar: Bi fermana Yildizê AKP'î zarokên min ên birîndar birin Nexweşxaneya Pirsûsê

  • rojane
  • 17:32 17 Çile 2023
  • |
img
MELETÎ -  Mehmet û Ferît Şenyaşar ên ji "komkujiya li nexweşxaneyê" bi saxî filitîn, diyar kirin ku li nexweşxaneyê Celal Yildiz gotiye "Her kesî bikujin" û Emîne Şenyaşarê jî got ku bi fermana Îbrahîm Halîl Yildizê AKP'î zarokên wê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. 
 
Li Pirsûsa Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de parastvan û xizmên Parlementerê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, ji malbata Şenyaşarê 3 kes qetil kiribûn. Danişîna ewil a der barê êrişên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê de, piştî 4 sal û 4 mehan li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Meletiyê hat lidarxistin. Danişîn piştî navberê bi beyanên muştekiyan didome.
 
ŞENYAŞAR: CELAL GOT, 'ME NEBIN NEXWEŞXANEYÊ DÊ ME BIKUJIN'
 
Emîne Şenyşarê di danişînê de bi kurdî axivî. Şenyaşarê behsa bûyerê kir. Şenyaşarê diyar kir ku wê bûyera li dikanê nedîtiye û got: "Li nexweşxaneyê hevjînê min û zarokên min kuştin. Me gazî texsiyê kir. Lê ji tirsa bersûcan kesî em li texsiyê siwar nekirin. Kurê min Celal got, 'Me nebin nexweşxaneyê dê me bikujin.' Wekîl got, 'gere hûn wan bibin vê nexweşxaneyê.' Zarokên min di nava destê dewletê de hatin kuştin. Hemû delîl bi we re ne, lê hûn nikarin eşkere bikin. Hevjînê min û zarokên min li ber çavê polîsan hatin kuştin. Li odeya pansûmanê li hevjînê min xistin. Hevjînê min rahişt potikê pansûmanê xwîna xwe paqij kir. Kesekî din got, 'ez ê te bikujim.' Hemû li ser serê hevjînê min kom bûn. Çavê hevjînê min derxistin." Şenyaşarê îşaret bi Emîne Yildizê kir û got: "Ev jinik li her du cihan jî bû (kargeh û nexweşxane)." 
 
KÊ GEF LI EMÎNE ŞENYAŞARÊ XWARIN?
 
Piştî vê Emîne Yildizê dengê xwe bilind kir û ji Emîne Şenyaşarê re got, "Tu derewan dikî, tu bêbextiyan dikî." Emîne Şenyaşarê ku axaftina xwe domand, got: "Piştî li hevjînê min xistin, hevalê kurê min ez derxistim derve. Zilamê wan hat, dê li min bixista. Ger wî bibînim, ez ê karibim teşxîs bikim. Yekî ne kin ne dirêj bû, emrê wî li etxma yê hevjînê min bû. Wî ji min re got, 'ez ê te bikujim.'" Şenyaşarê diyar kir ku ew çûye hecê û derewan nake û got: "Kî kurê min kuştiye, kujer kî ye, hemû di qeydan de hene. Qeydan eşkere bikin. Qeydên dikanê jê birine. Erdogan (Serokkomar) pê dizane, hikûmet pê dizane, her kes pê dizane ku bê ev kî ne. Ew ê şîşko kurê min kuşt, çima hûn wî zevt nakin? Lê 5 sal in we kurê min xistiye hucreyekê. Kurê min berdin, ez jî herim mala xwe." 
 
Piştî mudaxileya parêzerên bersûcan, ji Emîne Şenyaşarê pir hatin kirin. Emîne Şenyarê got: "Di destê hemûyan de çek hebû. Kesên derketin derve, destê hemûyan bixwîn bû. Hemû di qeydan de hene. Çima hûn ji min dipirsin. Xwedê heq şahid e, her tişt rast e. Kurê min berdin." 
 
Piştî îfadeya Emîne Şenyaşarê Parlementerê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz tevî parastvanên xwe ji edliyeyê derket. 
 
CELAL YILDIZ GOT 'HER KESÎ BIKUJIN'
 
Paşê Mehmet Şenyaşar axivî ku di bûyerê de birîndar bûbû. Şenyaşar got: "Bi çekê bera min jî dan. Ez birîndar kirim. Min ji nigê xwe derb xwar û ji ser sedyeyê ketim erdê û bi vî awayî xelas bûm. Celal Yildiz bi çekê ket hundirê nexweşxaneyê û got, 'her kesî bikujin, kesî sax nehêlin.'" Mehmet Şenyaşar xwest kesên tiliya wan di vê bûyerê de heye hemû bên girtin. 
 
Paşê Ferît Şenyaşar axivî. Şenyaşar bilêv kir ku li Pirsûsê sûcê li hemberî mirovahiyê hatiye kirin û got ku bi saya Walî Abdûllah Erîn ji êrişê xelas bûye. Şenyaşar wiha domand: "Ger ev pêvajoya hilbijartinê biqede û ev hikûmet biçe, wekî Walî Erîn gotiye, gava qeydên nexweşxaneyê berpêşî dadgehê bên kirin dê rastî derkeve holê. Ez dixwazim Walî Abdûllah Erîn bê guhdarkirin." 
 
Paşê rapora pêzaniyê û ya Saziya Tiba Edlî û hin belgeyên daxilî nava dosyeyê hatine kirin hatin xwendin. 
 
Piştî raporan dê parêzerên malbata Şenyaşarê biaxivin. 

Sernavên din

22/01/2023
11:52 Malbata Şenyaşar: Em ji bo welatekî mirov bikare lê bijî daxwaza edaletê dikin
10:44 Li Şêxmeqsûd avahiyek hilweşiya: Mirî û birîndar hene
10:27 HDK dê Lijneya Giştî li dar bixe: Em hêzên civakî bikin yek
09:42 Ozsoy: Bi milyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin
09:03 Ûca: Peyman tenê ne bes e, divê daxwazên şengaliyan jî li ber çavan bên girtin
09:03 Bi îdiaya ku 'li gardiyan xistiye' doz li girtî hat vekirin
09:01 Tenduristiya Giyasettîn Sevmîş xirab dibe
09:00 Cerdevanê ku zaroka 14 salî tacîz kiribû hate berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2023
23:32 Koma Ma'yê stranên xwe diyarî jinên berxwedêr kir
19:14 Bi hezaran kes li dijî tecrîda li Îmraliyê daketin qadan
16:41 Li Farqînê Festîvala Gastronomiyê hat lidarxistin
16:33 Di êrişa SÎHA’yê de endamekî QSD’ê jiyana xwe ji dest da
15:57 Li Edeneyê çalakiya greva birçîbûnê: Em bi hev re têbikoşin
15:25 Hat xwestin girtiyê nexweş Yahya Guneş bê berdan
15:18 Girtiyê 71 salî 3 sal in di hucreya yek kesî de ye
15:09 ÎHD’ê banga berdana Mehmet Emîn Ozkan kir
14:44 Malbatên Windakiriyan: Dewlet pergala xwe ya faîlan diparêze didomîne
14:30 Li aqûbeta Şahîn ê 27 sal berê hatibû windakirin pirsîn
13:48 Ozguneş: Em ê deriyê Îmraliyê bişikînin
12:28 Cezayê hucreyê li rojnamevan Derya Ren birîn
12:13 Cenazeyê Atilgan ê bi awayek guman li Edliyeya Geverê mir, hat veşartin
12:12 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê ji nedîtî ve tên dê winda bikin
11:52 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
11:14 Derziya ku divê mehê carekê li girtî bê xistin 6 mehan carekê tê xistin
10:44 Gelo 5 welatiyên ji Başûr çima hatin kuştin?
10:30 ‘Divê bi zimanê dayikê ne dersên bijarte, perwerdehî bê dayîn’
09:03 Partiya ÎYÎ bi navê 'alikariyê' bêyî haya wan jê hebe gelek jin kirine endam
09:02 ‘Di destdirêjiya li zarokan de bêcezatî kiryaran wêrek dike'
09:01 Bi hinceta ‘em wisa difikrin ku di nav rexistinê de çalak e’ înfaza girtiyê nexweş şewitandine
09:01 Keskîn: Cihê şanaziyê ye ku xelatên Olof Palme layiqî jinan hatiye dîtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2023
21:44 Bi hezaran kes ji bo Efrînê daketin qadan
20:02 Li Bismilê gelek kes hatin binçavkirin
18:06 Cizîrê 6 kes hatin berdan
16:55 Polîsan êrişî daxuyaniya ESP û SGDF’iyan kir: 10 kes hatin binçavkirin
16:29 Rêveberiya Xweser ji bo Efrînê daxuyanî da: Li dijî dagirkeriyê em bi hev re têbikoşin
15:45 ‘Neamadekirina îdianameya rojnamevanan binpêkirina maf e’
15:32 Rapora ÎHD’ê: Li 21 girtîgehan hezar û 973 binpêkirin hatin kirin
14:57 Midurê li Pozantiyê li Girtîgeha Sîncanê ye
14:46 Tundiya li ser Dayikên Şemiyê: Ji AYM’ê biryara binpêkirinê
14:34 Êrişa li dijî wesayîta li Mêrdînê 300 mîtro dûrî qereqolê pêk hat
14:23 Egîtîm Sen: Perwerdehiya li dibistanan ji zanist û zimanê zikmakî dûr e
14:06 HDP: Efrîn jana dilê milyonan e
13:48 Cerdevanan şer kirin: Kesek mir
13:39 Derhênera belgefîlman Tekîn: Bi sebir li benda rojên azad im
13:17 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Daxwaza anîna bersûcan a danişînê hat redkirin
13:16 Nobeta Edaletê: Ji bêhiqûqiya li Îmraliyê Bozdag berpirsyar e
12:46 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:44 Şenyaşar: Bila bêhiqûqî ji holê bê rakirin
11:53 Li Elkê cerdevanek li mala xwe mirî hate dîtin
11:50 Dosyeya têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan dozger bi dozger digere!
10:53 Ji bo maça deplasmanê cezayê ‘qedexeya alîgiran’ dan Amedsporê
09:47 Cezayê tacîza zayendî yê cîgirê midur hate pejirandin
09:41 Li Girtîgeha Xarpêtê li qawîşên girtiyên siyasî provakasyon tê kirin
09:04 Hevserokên HDP’a Amedê: Em ê nehêlin faşîzm serbikeve
09:04 Serokê Baroya Amedê Eren: Em pêvajoya tecrîdê dişopînin
09:03 'Divê daraz ji bo jinan mafê parastina rewa esas bigire'
09:03 Gav bi gav talankirina xwezaya Şirnexê
09:02 Konserên Koma Ma’yê dest pê dikin
09:01 Tahmaz: Aktorên siyasî yên ku kurdan qebûl nakin dê nikaribin bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:58 Rojnameger Aygul hate berdan
19/01/2023
18:27 Meclîsa Federal a Almanyayê fermana êzidiyan nas kir
18:07 Ciwanan tecrîdê protesto kir
17:41 Girtiyê nexweş Gozubuyuk hat berdan
17:12 Siyasetmedarên di çalakiya greva birçîbûnê de serdana DBP’ê kirin
17:00 Bîranîna Hran Dînk: Bila tarîtiya li pişt cînayetê bê ronîkirin
16:45 Cezayê hefsê dan endama Meclisê ya HDP’î û velayeta zarokên wê jê standin
16:19 Hrant Dînk li pêşiya mala ku lê ji dayik bûbû hate bibîranîn
16:04 Şîna Tûncer bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
15:33 Li girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir doz vekirin
15:06 Başaran: Li cihê ku jin tên qetilkirin em ê bi guherandina makeqanûnê ya AKP’ê re nebin
14:41 Têkildarî êrişa li Mêrdînê 4 kes hatin binçavkirin
14:29 TMMOB: Qeyûm dê xelkê ji cihê wan bike
14:28 Rojnamevan Karaagar li ser gora xwe hate bibîranîn
14:13 Zextên li ser aktîvîstên Îran û Rojhilat zêde bûn
13:48 Rojnamevan Nişmiye Guler beraet kir
12:52 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:51 Danişînên Doza Vartînîsê bi rêbaza veke - bigire pêş dikeve!
12:34 Ji bo 7 siyasetmedaran biryara tehliyeyê hate dayîn
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke teqîbateke baş were kirin dê qeydên kamerayê derxînin holê
11:32 Nobeda Edaletê di roja 21’emîn de ye: Çareserî bi qasî giravê nêz e
11:21 Li Efrînê navendên tecawizê
11:18 Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî serdana Amerîkayê daxuyanî da
10:29 Hejmara miriyên êrişa li Mêrdînê derket 4’an
10:24 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Nû taxekê derxist ber firotinê
09:35 Girtî: Poşmantî û serî tewandin tê ferzkirin
09:26 'Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinan'
09:15 Biryara tehliyeyê gotina ‘dewlet li pişt min e’ pitşrast kir: Dengê min bibihîzin
09:01 'Çiqas êriş bikin em ewqas xurttir dibin'
09:00 Gav bi gav her tiştê Efrînê kirin tirkî!
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:15 Li Mêrdînê wesayîta di rê de diçû hate gulebarankirin: 4 kes mirin kesek birîndar bû
18/01/2023
20:46 Cenazeyê Tûncer piştî 4 mehan li Serêkaniyê hat veşartin
18:52 Endamê Meclîsa Ciwanan Tanrikûlû nehat berdan
17:47 Bîrdal: Ên bi ser bikevin dê kurd û hevalbendên wan bin
16:12 Di erdheja li ser sînorê Rojhilat de herî kêm 120 kes birîndar bûn
16:07 Lêgerîna nava dev û muayeneya kelemçekirî li girtî hatiye ferzkirin
15:33 Ji ber xerabûna SEGBÎS’ê doza Ayşe Gokkan hat taloqkirin