Walîtiya Şirnexê gef li welatiyan xwar û got ‘hûn bixwazin û nexwazin jî em ê daran bibirin’

  • rojane
  • 09:01 18 Çile 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê gef li welatiyên ku bêyî agahiya wan darên wan tên birîn û li dijî vê derdikevin xwar. Ji welatiyan Ahmet Koluman got ku walîtiyê gefa betalkirina tapûyên wan lê xwariyê û wiha got: “Ji me re gotin; ‘we bivê û nevê jî em ê daran bibirin.’ Lê me bikujin jî em ê dev ji vê doza xwe bernedin.” 
 
Talankirina daran a li herêmên Besta, Gabar, Cûdî û Cilênimêja ya girêdayî Şirnexê ya bi destê cerdevanên Sêgirkê ya Qilebanê û leşkeran ve didome. Darên welatiyan bêyî agahiya wan têne birîn û malbatan heta niha gelek serlêdan kirine. Lê belê ev serlêdan bêencam dimînin. Malbatên ku ji bo pêşîlêgirtina daran têkoşîna hiqûqî didin jî rastî gefan tên. Yek ji van welatiyan jî Ahmet Koluman ê ji herêma Cîniwer a Bestayê ye. Koluman heta niha du caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê, Fermandariya Leşkerî ya Şirnexê, Walîtiya Şirnexê, Baroya Şirnexê, Midûriyeta Daristanan a Şirnex û Rihayê daye lê hemû serlêdanên wî bêbersiv hatin hiştin. Dema Koluman cara duyemîn serî li Walîtiya Şirnexê û Fermandariya Leşkerî ya Şirnexê dayî gef lê hatin xwarin. Koluman têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî. 
 
PÊVAJOYA HIQÛQÎ DAN DESTPÊKIRIN
 
Ahmet Koluman, diyar kir ku darên li ser erdê wan ê tapûkirî bêyî agahiya wan tên birîn û wiha got: “Li Bestayê ji ewil li herêma Navyanê dest bi birîna daran kirin. Li dijî vê hinek hewldanên me çêbûn. Min li gel gundiyên me 2 caran serî li Serdozgeriya Şirnexê da. Me 2 caran daxwazname dan Walîtiya Şirnexê, 2 caran serî li Midûriyeta Daristanan a Şirnexê û Fermandariya Leşkerî ya Şirnexê da. Lê me tu encam jê negirtin. Me ji bo vê mijarê parêzerk girt û pêvajoya hiqûqî da destpêkirin. Doza me hêj berdewam dike. Me tapûyên xwe teslimî parêzer jî kirin. Lê Walîtiya Şirnexê bi betalkirina tapûyan gef li me xwarin. Ji me re got; ‘Heke hûn wiha berdewam bikin em ê tapûyên we betal bikin.’ Hêj niha jî darên me dibirin. Dar xelas kirin. Heke ev darên li herêmê nebirîbûna, ev dar heta sed salên din jî têra me dikirin.” 
 
GEFÊN WALÎTIYÊ
 
Di berdewamê de Koluman anî ziman ku ew ê heta dawiyê li dijî tunekirina xwezaya herêmê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin û wiha domand: “Banga min ji bo AKP, MHP û CHP'ê jî heye; ew jî welatiyên vê axê ne. Divê ku piştgiriyê bidin me û em pêşî li ber birîna daran bigirin. Çend mirovên nexêrxwaz hatine ketine darên me, benên me, gihûşkên me, karçînên me, tiriyê me dibirin. Li ser xwezaya me komkujiyê dikin. Li dijî vê gelê me jî bêdeng ma. Daxwaza me ji gelê me heye ku her kes destê xwe bide ber. Em hemû berûyê darekî ne. Her kes bila destê xwe bide me û vê komkujiyê bisekinin. Walî ji me re got; ‘Hûn bixwazin û nexwazin jî em ê daran bibirin. Pêwîst bike em ê 500 cerdevanan li wir peywirdar bikin ku êdî hûn neçin wê derê jî. Xurtî jî be em ê bibirin. Ewlehiya leşker û cerdevanekî ji daristanên we çêtir e.’ Heke ku ev doza hiqûqî ya ku me daye destpêkirin encam negire pêwîst bike em ê heta Ewropayê biçin. Çi dibe bila bibe em ê dest jê bernedin. Ew bikujin jî û komkujiyê jî bikin em dev ji doza xwe bernadin." 
 
'DIVÊ EM XWEDÎ LÊ DERKEVIN'
 
Koluman, bêdengiya li dijî talankirina xwezaya herêmê rexne kir û axaftina xwe wiha qedand: “Niha ji sedî 30’î daristanê hatiye birîn. Divê ku em li dijî vê bisekinin. Çaveke mirov diteqe em destê xwe didin ber yê din. Heke hindik jî mabe divê em xwedî lê derkevin. Xelk ditirse û li malên xwe rûniştî ne. Ewilî li ser bajarên me komkujî kirin, talan kirin û xerab kirin û niha jî heman tiştî li ser dar û daristanên me dikin. Ew ji me re mabûn lê wan jî qetil dikin. Tevî vê em xwe bêdeng dikin. Çavkaniya me ya debarê ev ax e û me debara xwe li ser wê derê dikir. Dar bên birîn em nikarin sewalkariyê bikin. Em diçûn Midûriyeta Daristanê û wan ji me re digot; ‘Leşkeriyê ji me re nivîs şandiye, em nikarin tiştek bikin.’ Em diçûn Fermandariya Leşkeriyê wan ji me re digot; ‘Herin Midûriyeta Daristanê.’ Her yek ji wan berê me dida yên din. Rayedarên Şirnexê tevek hevalên wan in û hevalên pereyan in. Bajêr xerab bûye, tune dibe ev ne bi xema wan e. Hema tenê pereyê wan hebe, besî wan e.” 
 
MA/ Zeynep Durgut
 

Sernavên din

19/01/2023
09:26 'Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinan'
09:15 Biryara tehliyeyê gotina ‘dewlet li pişt min e’ pitşrast kir: Dengê min bibihîzin
09:01 'Çiqas êriş bikin em ewqas xurttir dibin'
09:00 Gav bi gav her tiştê Efrînê kirin tirkî!
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:15 Li Mêrdînê wesayîta di rê de diçû hate gulebarankirin: 4 kes mirin kesek birîndar bû
18/01/2023
20:46 Cenazeyê Tûncer piştî 4 mehan li Serêkaniyê hat veşartin
18:52 Endamê Meclîsa Ciwanan Tanrikûlû nehat berdan
17:47 Bîrdal: Ên bi ser bikevin dê kurd û hevalbendên wan bin
16:12 Di erdheja li ser sînorê Rojhilat de herî kêm 120 kes birîndar bûn
16:07 Lêgerîna nava dev û muayeneya kelemçekirî li girtî hatiye ferzkirin
15:33 Ji ber xerabûna SEGBÎS’ê doza Ayşe Gokkan hat taloqkirin
15:32 Doza êrişa bi kûçikan: Polîsan mexdûr sûcdar kirin
15:18 Gund bi gund qala tecrîdê û pêvajoyê kirin
15:14 ESP’ê û SGDF’ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguhest Stenbolê
14:56 Derbarê 6 girtiyên li Girtîgeha Evînê de doza ‘şewatê’ hat vekirin
14:42 HDP dê tev li hevdîtinên Komîsyona Makeqanûnê nebe
14:27 Balafirek Tirkiyeyê li Tirbespiyê li erebeyekê da
14:12 Rojnamevanê ku Soylû wî hedef nîşan dabû beraet kir
14:02 Ferît Şenyaşar: Heta ku daxwaza me were qebûlkirin em li ber edliyeyê ne
13:50 Ciwanan li Êlihê tecrîd protesto kirin
13:46 Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.9’an erdhej çêbû
13:44 Dayika Pinar Gultekîn beraet kir
13:29 Ocalan ê HDP’î: Li gorî qanûnan tevbigerin û deriyên Îmraliyê vekin
13:18 Rapora Hevdîtinên bi Girtiyan re: Mafên rojnamevanan tên astengkirin
12:43 Doz li rojnamevan Deger hat vekirin: Qertê çapemeniyê nehat nasîn
12:32 Heta 15 salan ceza ji rojnameger Parlak re hat xwestin
12:31 Erebistana Siûdî piştgiriya ‘fînansî’ da Tirkiyeyê
12:31 KCK’ê ji bo Mehmet Akar daxuyanî da
12:06 Di doza OHD’ê û TUHAD-FED’ê de ‘şahid’ nayên dîtin!
12:06 Li Qamişloyê agir bi depoyeke petrolê ket
11:45 Wezîrê Karên Navxweyî yê Ukraynayê di qezaya helîkopterê de mir
11:34 Servet Aslan ê li Semsûrê zaroka 4 salî revandî hate binçavkirin
11:09 Kekê Kemal Kûrkût: Necezakirin rê li ber cînayetên nû vedike
11:08 Ji ber qerta serê salê derheqê girtî Çagirci de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin
11:01 Parêzerê malbata Kûrkût: Ji destpêkê ve ev biryar dihat xwestin
10:57 Ji Jinan Hevdîtina Herêma Egeyê: Em ê nerazîbûn û berxwedanê birêxistin bikin
10:43 Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê: Di zanîstê de pêdivî bi perspektîfa jinê heye
10:33 Mêrga gundiyan pêşkeşî Eksîm Holdîngê tê kirin
10:23 Cenazeyê dayika Mîr Perwer li kêleka wî hat veşartin
10:08 Estukyan: Hrant ji ber ku nebû ermenê pergalê hat qetilkirin
10:01 Li Efrînê berxwedana ‘serdemê’
09:43 Girtiyên di rêya dadgehê de hatin derbkirin xistin hucreya yek kesî
09:06 Mele Korkmaz: Astengkirina veşartina cenaze binpêkirina fermana Xwedê ye
09:05 ‘Em ê krediyê bikişînin, ji xwarina xwe kêm bikin û piştgiriya HDP'ê bikin'
09:04 Tevî hemû gefan jî dest ji belavkirina rojnameyê berneda
09:02 Parêzer Yamar: CPT û Tirkiye şirîkê tecrîda li Îmraliyê ne
09:01 Walîtiya Şirnexê gef li welatiyan xwar û got ‘hûn bixwazin û nexwazin jî em ê daran bibirin’
09:01 Ji ber silavdayîna bi kurdî cezayê disiplînê lê hat birîn
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2022'YAN
17/01/2023
23:59 Akarê xwe li Sûrê şewitand hat veşartin
20:31 Dêya Mîr Perwer jiyana xwe ji dest da
20:06 Doza malbata Şenyaşarê: Ên ev îdianame amade kirine şirîkên vî sûcî ne
17:32 Şenyaşar: Bi fermana Yildizê AKP'î zarokên min ên birîndar birin Nexweşxaneya Pirsûsê
16:53 Abdullah Canan ku 27 sal berê hatibû qetilkirin hate bibîranîn
16:45 Desteya Şêwirê ya HDP’ê banga ‘helwest nîşandanê’ kir
16:27 McGurk bi YNK'ê û PDK'ê re civiya
16:18 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:15 Ozer: Ez li nezaretê hîn bûm ku ji ber çi hatim girtin
15:37 Erdogan beriya êrişa Taksîmê 31 caran gef li Rojava xwariye
14:56 Bulbul ê HDP’î: Hewl didin kesê êrişî cemxaneyan kirî xelas bikin
14:55 Doza hevşaredarên Qoser û Stewrê taloq bû
14:24 Li ser dîwarê dêrê nivîsa ‘Tekane rê Îslam e’ hate nivîsandin
14:21 Emîne Şenyaşar ji bersûcan re got: Kê hevjîn û zarokên min kuştin?
14:18 Dewleta tirk di rojekê de 21 caran çekên kîmyewî bi kar anî
13:35 Malbatên qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê wê serî li AYM’ê bidin
13:34 Akar ê li Birça Keçikê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:34 Bûldan: Desthilatdariya AKP-MHP'ê wê çem û çem têk biçe
13:15 Tevî biryara AYM’ê jî heman ceza dan faîlê Alî Îsmaîl Korkmaz
12:29 Zarokê malbata ku îktidarê ew li ber HDP’ê dabû rûniştandin li dijî tecrîdê xwe şewitand
12:29 Ji ber îdiayên emniyetê hevdîtina bi rojnamegeran re tê astengkirin
12:05 Doza ‘Komkujiya Nexweşxaneyê’ ya Malbata Şenyaşar dest pê kir
12:04 Dadgehê ji bo polîsê ku Kurkut qetil kiribû biryara ‘cihê cezakirinê nîne’ da
11:52 ESP û SGDF dê greva birçîbû li bajarên cuda bidomîne
11:34 Prz. Çakas: Heta ku yekane rayedar ATK be giştînameya Wezaretê nabe çareserî
11:22 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
11:21 Rojnameger Akyuz: Bêbandorkirina çapemeniyê ji bo civakê mirin e
11:04 Nobeta Edaletê di roja 19’an de didome: Tecrîd pêşiyê li siyaseta demokratîk digire
11:00 Têkildarî mirina biguman a li girtîgehê doz hat vekirin
10:39 Li Tarsusê qeza çêbû: 2 leşker û penaberek mirin
10:37 Beriya şoreşê û piştî şoreşê Efrîn
10:16 Serlêdaneke nû ji bo CPT’yê hate kirin: Tavilê rapora xwe eşkere bikin
09:54 Rewşa girtiyê nexweş giran dibe: Ne dikare xwarin bixwe û ne jî dikare bimeşe
09:10 Beriya hilbijartinê dest bi çêkirina nexweşxaneyê kirin ku bi salan e nayê çêkirin!
09:09 Ji ber ku 'poşmanîtî' qebûl nekir berdana wê 6 meh taloq kirin
09:07 Bi îfadeya şahidê veşarî yê 'winda' ceza lê birîn
09:06 'Azadiya Abdullah Ocalan bi yekitiya gelan pêkan e'
09:05 ‘Bi bertekên xurt em dikarin pêşî li ber tunekirina xwezaya Kurdistanê bigrin’
09:04 Derhênerê ‘Seyrana Li Çeper’ Karaman: Şanoya kurdî xwedî ruhekî azad e
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN
16/01/2023
23:19 Li Amedê welatiyekî xwe şewitand
22:20 Minbic û Dêrazorê tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
16:56 ESP û SGDF’ê li dijî tecrîda li Îmraliyê greva birçîbûnê da destpêkirin
15:46 Karkerên firinan ên Amedê: Em heqê keda xwe dixwazin
15:32 Kalo di salvegera yekemîn de li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 Wezîra Parastinê ya Almanyayê Lambrecht îstîfaya xwe da
14:41 Li ser sînor bang li rejîma Îranê kirin: Biryarên darvekirinê betal bikin
14:24 MYK’a HDP’ê civiya
14:23 Girtiyê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de: Dengê me bibihîsin
14:12 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ket meha 5’emîn