Parêzer Yamar: CPT û Tirkiye şirîkê tecrîda li Îmraliyê ne

  • rojane
  • 09:02 18 Çile 2023
  • |
img
STENBOL - Parêzerê OHD'î Ferdî Yamar diyar kir ku tu hevdîtineke CPT'yê yên li Îmraliyê nebûye cihê guherandina tiştekî û got: "CPT û Tirkiye şirîkê tecrîda li Îmraliyê ne."
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 24 sal in li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê tê tecrîdkirin. Her wiha zêdetirî 21 meh in jî tu xeber ji Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtşgeha Îmraliyê de nayê girtin. Serlêdanên parêzeran û malbatan ên ji bo hevdîtinê jî bi hincetên wekî "cezayên dîsîplînê" û "qedexeya hevdîtinê" tên astengkirin. Herî dawî Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê di 4'ê çileyê de serlêdana malbatê ya ji bo hevdîtinê bersivandibû û derpêş kiribû ku cardin cezayê dîsiplînê hatiye birîn û ji ber vê 3 mehan biryara qedexekirina hevdîtinê hatiye dayîn. 
 
Ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe, di 10'ê hezîrana 2022'yan de ji Tirkiyeyê 775 parêzer serî li Wezareta Dadê dabûn. Yek ji van parêzeran endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Ferdî Yamar tecrîda li Îmraliyê nirxand. 
 
Yamar bibîr xist ku ji sala 1999'an ve hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re tê astengkirin û got ku tecrîda li Îmraliyê veguheriye pergaleke ku li tu devera cîhanê tune ye. Yamar wiha axivî: "Li seranserê cîhanê gelek girtiyên siyasî hene. Tişta birêz Ocalan pê re rû bi rû ye, bêhiqûqîtî ye. Çi di warê astengkirina hevdîtina bi parêzeran re, çi di warê xebernegirtinê de em bi bêhiqûqîtiyeke mezin re rû bi rû ne. Lewma divê parêzer, baro û girseyên demokratîk ên cîhanê li ber vê bêhiqûqîtiyê bêdeng nemînin." 
 
Ferdî Yamar
 
 TECRÎD DÊ ÇAW ABÊ ŞIKANDIN?
 
 Yamar bibîr xist ku gelek parêzer û rêxistinên girseyî ji bo hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê çêkirin çalakiyan li dar dixin û serlêdanê dikin, lê heya niha tu vegerek çênebûye û got ku ev rewş li seranserê Tirkiyeyê belav bûye. Yamar anî ziman ku heya niha dewletê ji bo çalakiyên der barê tecrîdê de deng ji xwe neaniye. Yamar destnîşan kir ku ev awayê çalakiyan jî divê bê nîqaşkirin û got: "Ev tiştekî ku bi liv û tevgera girseyeke mezin û xurt a gel pêkan e." 
 
PEYAMA ABDULLAH OCALAN
 
Yamar bal kişand ser hevdîtina vê dawiyê ya Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ku di îlona 2022'yan de çûbû Îmraliyê û hatibû gotin ku Abdullah Ocalan hevdîtina bi CPT'yê re qebûl nekiriye. Yamar bilêv kir ku ev helwesta Ocalan peyameke "polîtîk" di xwe de dihewîne û got: "Bi ya min ev peyameke birêz Ocalan e hem ji bo dewletê hem jî ji bo gelan. Ji lew re muxatabên birêz Ocalan parêzerên wî ne. Birêz Ocalan dixwaze ewilî pêwendiyê bi parêzerên xwe û malbata xwe re deyne. Hevdîtina ji xeynî ya bi parêzeran re derî rastiyê ye. Ger bi CPT'yê re hevdîtineke baş hatibûna kirin, CPT dê encama vê hevdîtinê eşkere bikira. Jixwe hevdîtinên tên kirin jî nîşan didin hemû bi rêya dewletê, bi têkiliya dewletê tên kirin. Dewlet di vî warî de rasterast bi CPT'yê re pêwendîdar e û şirîkên hev in." 
 
‘OCALAN CPT'YÊ WEKÎ ÇARE NABÎNE'
 
Yamar anî ziman ku Abdullah Ocalan ji aliyê Tirkiyeyê û hêzên navdewletê ve wekî "rehîne" tê girtin û lewma hevdîtina di bin banê van hêzan de ne samîmî ye û redkirina hevdîtina bi CPT'yê re ya ji aliyê Abdullah Ocalan ve jî wiha nirxand: "Neqebûlkirina hevdîtina bi CPT'yê re, tê wateya ku Abdullah Ocalan êdî CPT'yê wekî çareyê nabîne." 
 
XAPANDIN
 
Yamar destnîşan kir ku tu hevdîtineke bi CPT'yê re nabe cihê guherandine tiştekî û wiha berdewam kir: "Di vî warî de teê hevdîtinên li gor usûlê hene. Ev wekî xapandinekê jî dikare bê nirxandin. Dewlet vê yekê wekî amûrekê bi kar tîne. Ji lew re beriya CPT'yê, divê parêzer hevdîtinê bi Ocalan re bikin. Yên der barê Ocalan de agahiyên rast ragihînin raya giştî tenê parêzerên Ocalan in." 
 
TEKANE HÊZA KU DAWÎ LI ŞER BÎNE
 
Yamar anî ziman ku Abdullah Ocalan li hemberî van polîtîkayan bi awayekî bêhempa li ber xwe dide û got: "Li vî welatî kesên aştîxwaz bi vê dizanin; rol û risteke dîrokî ya Ocalan heye. Tekane hêza ku dawî li şer bîne ew e. Lewma hevdîtinên ku bi Ocalan re bên kirin, dê xizmeta aştiyê bikin, ne ya şer. Kesên aştîxwaz divê guh lê bikin. Lê dewleta tirk di vî warî de xwe li ker û lalîtiyê datîne." 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

22/01/2023
11:52 Malbata Şenyaşar: Em ji bo welatekî mirov bikare lê bijî daxwaza edaletê dikin
10:44 Li Şêxmeqsûd avahiyek hilweşiya: Mirî û birîndar hene
10:27 HDK dê Lijneya Giştî li dar bixe: Em hêzên civakî bikin yek
09:42 Ozsoy: Bi milyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin
09:03 Ûca: Peyman tenê ne bes e, divê daxwazên şengaliyan jî li ber çavan bên girtin
09:03 Bi îdiaya ku 'li gardiyan xistiye' doz li girtî hat vekirin
09:01 Tenduristiya Giyasettîn Sevmîş xirab dibe
09:00 Cerdevanê ku zaroka 14 salî tacîz kiribû hate berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2023
23:32 Koma Ma'yê stranên xwe diyarî jinên berxwedêr kir
19:14 Bi hezaran kes li dijî tecrîda li Îmraliyê daketin qadan
16:41 Li Farqînê Festîvala Gastronomiyê hat lidarxistin
16:33 Di êrişa SÎHA’yê de endamekî QSD’ê jiyana xwe ji dest da
15:57 Li Edeneyê çalakiya greva birçîbûnê: Em bi hev re têbikoşin
15:25 Hat xwestin girtiyê nexweş Yahya Guneş bê berdan
15:18 Girtiyê 71 salî 3 sal in di hucreya yek kesî de ye
15:09 ÎHD’ê banga berdana Mehmet Emîn Ozkan kir
14:44 Malbatên Windakiriyan: Dewlet pergala xwe ya faîlan diparêze didomîne
14:30 Li aqûbeta Şahîn ê 27 sal berê hatibû windakirin pirsîn
13:48 Ozguneş: Em ê deriyê Îmraliyê bişikînin
12:28 Cezayê hucreyê li rojnamevan Derya Ren birîn
12:13 Cenazeyê Atilgan ê bi awayek guman li Edliyeya Geverê mir, hat veşartin
12:12 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê ji nedîtî ve tên dê winda bikin
11:52 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
11:14 Derziya ku divê mehê carekê li girtî bê xistin 6 mehan carekê tê xistin
10:44 Gelo 5 welatiyên ji Başûr çima hatin kuştin?
10:30 ‘Divê bi zimanê dayikê ne dersên bijarte, perwerdehî bê dayîn’
09:03 Partiya ÎYÎ bi navê 'alikariyê' bêyî haya wan jê hebe gelek jin kirine endam
09:02 ‘Di destdirêjiya li zarokan de bêcezatî kiryaran wêrek dike'
09:01 Bi hinceta ‘em wisa difikrin ku di nav rexistinê de çalak e’ înfaza girtiyê nexweş şewitandine
09:01 Keskîn: Cihê şanaziyê ye ku xelatên Olof Palme layiqî jinan hatiye dîtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2023
21:44 Bi hezaran kes ji bo Efrînê daketin qadan
20:02 Li Bismilê gelek kes hatin binçavkirin
18:06 Cizîrê 6 kes hatin berdan
16:55 Polîsan êrişî daxuyaniya ESP û SGDF’iyan kir: 10 kes hatin binçavkirin
16:29 Rêveberiya Xweser ji bo Efrînê daxuyanî da: Li dijî dagirkeriyê em bi hev re têbikoşin
15:45 ‘Neamadekirina îdianameya rojnamevanan binpêkirina maf e’
15:32 Rapora ÎHD’ê: Li 21 girtîgehan hezar û 973 binpêkirin hatin kirin
14:57 Midurê li Pozantiyê li Girtîgeha Sîncanê ye
14:46 Tundiya li ser Dayikên Şemiyê: Ji AYM’ê biryara binpêkirinê
14:34 Êrişa li dijî wesayîta li Mêrdînê 300 mîtro dûrî qereqolê pêk hat
14:23 Egîtîm Sen: Perwerdehiya li dibistanan ji zanist û zimanê zikmakî dûr e
14:06 HDP: Efrîn jana dilê milyonan e
13:48 Cerdevanan şer kirin: Kesek mir
13:39 Derhênera belgefîlman Tekîn: Bi sebir li benda rojên azad im
13:17 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Daxwaza anîna bersûcan a danişînê hat redkirin
13:16 Nobeta Edaletê: Ji bêhiqûqiya li Îmraliyê Bozdag berpirsyar e
12:46 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:44 Şenyaşar: Bila bêhiqûqî ji holê bê rakirin
11:53 Li Elkê cerdevanek li mala xwe mirî hate dîtin
11:50 Dosyeya têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan dozger bi dozger digere!
10:53 Ji bo maça deplasmanê cezayê ‘qedexeya alîgiran’ dan Amedsporê
09:47 Cezayê tacîza zayendî yê cîgirê midur hate pejirandin
09:41 Li Girtîgeha Xarpêtê li qawîşên girtiyên siyasî provakasyon tê kirin
09:04 Hevserokên HDP’a Amedê: Em ê nehêlin faşîzm serbikeve
09:04 Serokê Baroya Amedê Eren: Em pêvajoya tecrîdê dişopînin
09:03 'Divê daraz ji bo jinan mafê parastina rewa esas bigire'
09:03 Gav bi gav talankirina xwezaya Şirnexê
09:02 Konserên Koma Ma’yê dest pê dikin
09:01 Tahmaz: Aktorên siyasî yên ku kurdan qebûl nakin dê nikaribin bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:58 Rojnameger Aygul hate berdan
19/01/2023
18:27 Meclîsa Federal a Almanyayê fermana êzidiyan nas kir
18:07 Ciwanan tecrîdê protesto kir
17:41 Girtiyê nexweş Gozubuyuk hat berdan
17:12 Siyasetmedarên di çalakiya greva birçîbûnê de serdana DBP’ê kirin
17:00 Bîranîna Hran Dînk: Bila tarîtiya li pişt cînayetê bê ronîkirin
16:45 Cezayê hefsê dan endama Meclisê ya HDP’î û velayeta zarokên wê jê standin
16:19 Hrant Dînk li pêşiya mala ku lê ji dayik bûbû hate bibîranîn
16:04 Şîna Tûncer bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
15:33 Li girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir doz vekirin
15:06 Başaran: Li cihê ku jin tên qetilkirin em ê bi guherandina makeqanûnê ya AKP’ê re nebin
14:41 Têkildarî êrişa li Mêrdînê 4 kes hatin binçavkirin
14:29 TMMOB: Qeyûm dê xelkê ji cihê wan bike
14:28 Rojnamevan Karaagar li ser gora xwe hate bibîranîn
14:13 Zextên li ser aktîvîstên Îran û Rojhilat zêde bûn
13:48 Rojnamevan Nişmiye Guler beraet kir
12:52 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:51 Danişînên Doza Vartînîsê bi rêbaza veke - bigire pêş dikeve!
12:34 Ji bo 7 siyasetmedaran biryara tehliyeyê hate dayîn
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke teqîbateke baş were kirin dê qeydên kamerayê derxînin holê
11:32 Nobeda Edaletê di roja 21’emîn de ye: Çareserî bi qasî giravê nêz e
11:21 Li Efrînê navendên tecawizê
11:18 Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî serdana Amerîkayê daxuyanî da
10:29 Hejmara miriyên êrişa li Mêrdînê derket 4’an
10:24 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Nû taxekê derxist ber firotinê
09:35 Girtî: Poşmantî û serî tewandin tê ferzkirin
09:26 'Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinan'
09:15 Biryara tehliyeyê gotina ‘dewlet li pişt min e’ pitşrast kir: Dengê min bibihîzin
09:01 'Çiqas êriş bikin em ewqas xurttir dibin'
09:00 Gav bi gav her tiştê Efrînê kirin tirkî!
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:15 Li Mêrdînê wesayîta di rê de diçû hate gulebarankirin: 4 kes mirin kesek birîndar bû
18/01/2023
20:46 Cenazeyê Tûncer piştî 4 mehan li Serêkaniyê hat veşartin
18:52 Endamê Meclîsa Ciwanan Tanrikûlû nehat berdan
17:47 Bîrdal: Ên bi ser bikevin dê kurd û hevalbendên wan bin
16:12 Di erdheja li ser sînorê Rojhilat de herî kêm 120 kes birîndar bûn
16:07 Lêgerîna nava dev û muayeneya kelemçekirî li girtî hatiye ferzkirin
15:33 Ji ber xerabûna SEGBÎS’ê doza Ayşe Gokkan hat taloqkirin