Parêzerê malbata Kûrkût: Ji destpêkê ve ev biryar dihat xwestin

  • rojane
  • 11:01 18 Çile 2023
  • |
img
AMED - Parêzerê malbata Kemal Kûrkût, Serdar Çelebî biryara dadgehê ku ji bo polîsê kujer got, “cihê cezakirinê nîne” nirxand û got: “Ji destpêkê ve polîs diparêzin û ji roja roj ve dixwestin vê biryarê bidin." 
 
Xwendekarê zanîngehê yê kurd Kemal Kûrkût di pîrozbahiya Newroza sala 2017’an a Amedê de ji aliyê polîs Yakûp Şenocakv e hatibû kuştin. Ev polîsê kujer ji doza kuştinê dihat darizandin. Di çarçoveya biryara ku Dadgeha Îstînafê da de, dîsa darizandin pêk hat. Danişîna ji nû ve ya li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê duh hat lidarxistin. Dadgehê derbarê polîs de biryara, “cihê cezakirinê nîne” da û carek din polîs hat parastin. 
 
'MAFÊ JIYANÊ HAT BINPÊKRIIN’ 
 
Parêzerê malbata Kûrkût, Serdar Çelebî biryara dadgehê nirxand û bi bîr xist ku Kurkut bi guleya demançeya polîs Yakûp Şenocak hatiye kuştin û ev di rapora krîmînalê de jî derketiye holê û ji destpêka dozê ve dihat xwestin ku ceza li polîsê bersûc neyê birîn û duh vê armanca xwe pêk anîn. 
 
Serdar Çelebî
 
Serdar Çelebî anî ziman ku bêyî ku sedemek li ber çav hebe Kemal Kûrkût li naverasta kolanê di pîrozbahiya Newrozê de bi çeka polîs hat qetilkirin û ev qetilkirin mafê jiyanê yê Kûrkût binpê kir. 
 
'BÊCEZHIŞTINÊ JI DAXUYANIYA ‘XWEKUJ’ DEST PÊ KIR’ 
 
Çelebî destnîşan kir ku di kêliyên ewil ê bûyerê de Walîtiya Amedê daxuyaniya “xwekuj (bombeya zindî)” belav kiriye û got: “Refleksa parastian polîsê kujer ji wê daxuyaniya walîtiyê dest pê kir, yanî ‘polîtîkaya bêcezahiştinê’ ji kêliya ewil ve dest pê kir. Heke ne ji wêneyên rojnamevan Abdurrahman Gok bûya dê Kemal Kûrkût wek ‘xwekuj’ bihata ragihandin û belkî polîsê ku wî kuşt jî wek ‘leheng’ bihata ragihandin. Wêneyê rojnamevan nîşanî me da ku ciwanek bi hovîtî hatiye qetilkirin. Lêpirsîn tu demê bi awayek bandor nehat birêveirin. Jixwe sûcê ku bersûc kiriye, sabît e. 
 
JI ROJA ROJ VE EV DIHAT XWESTIN
 
Tevî wêneyên rojnamevan û dîmenên wesayîta zirxî jî dide nîşandan ku polîs çawa sûc kiriye. Dadgehê biryara beraetê da. Çimkî divê ku polîs bihata parastin. Ji roja roj ve ev dihat xwestin. Biryara ‘ji cezakirinê re cih nîne’ diyar dike ku sûcek li gorî hiqûqê hatiye kirin. Yanî kuştina mirovekî li gorî hiqûqê tê dîtin. Eşkere dibêjin kuştin hiqûqî ye. Li gel ku her tişt eyan û beyan e jî lê dîsa polîs nehat cezakirin. Li gel ku Dadgeha Îstînafê dizane sûc ji aliyê kê ve hatiye kirin jî dîsa jî dibêje, ‘tu nikarî ceza bidî vî kesî’. Biryarek pir giran dan.”
 
Çelebî da zanîn ku ew ê îtîrazî biryarê bikin û heke rêyên hiqûqa navxweyî li wan bên girtin dê dozê veguhezînin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). 
 
ÇI BÛBÛ?
 
Kemal Kurkut ê 23 salî û ji Semsûrê bû, xwendekarê Beşa Muzîkê ya Fakulteya Huneran a Zanîngeha Înonuyê ya Meletiyê bû.
 
Di 21’ê Adara 2017’an de di dema Newroza Amedê de di xala kontrolê ya polîsan de li ser Kolana Evrîm Alataş a li nêzîkî Parka Newrozê polîsan gule bera wî dan û heta ku rakirin nexweşxaneyê Kurkut mir.
 
Walîtiya Amedê diyar kir ku di destê Kurkut de kêr hebû û “gumana xwekujiyê li ser wî hebû” û herwiha derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.
 
Rojnamevan Abdurrahman Gok di kêliya bûyerê de 8 wêneyên Kurkut li ser hev dikişîne û ev wêne kêlî bi kêlî bûyerê rave dikin ku Kurkut çawa hatiye kuştin û ew ne “xwekuj” bûye. 
 
Di encama lêkolîn ango rapora laboratuvara krîmînalê ya polîsan de hat tespîtkirin ku gule ji demançeya polîs Yakûp Şenocak derketiye. Desteya Disiplînê ya Emniyeta Amedê di encama lêpirsîna îdarî de Şenocak ji wezîfeyê girt lê belê li ser biryara Dadgeha Îdareya Herêma Dîlokê polîs paşve vegeriya ser wezîfeya xwe. 
 
7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di 17’ê mijdara 2020’an de derbarê polîs Yakûp Şenocak de ji ber têrnekirina delîlan biryara beraetê da. Dadgeha Îstînafê ya Herêma Amedê biryara dadgehê xera kir û li ser vê yekê carek din doz hat lidarxistin. Lê 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran vê carê jî biryara, “ji bo cezakirina polîsê bersûc Yakûp Şenocak cih nîne” da. 
 

Sernavên din

22/01/2023
11:52 Malbata Şenyaşar: Em ji bo welatekî mirov bikare lê bijî daxwaza edaletê dikin
10:44 Li Şêxmeqsûd avahiyek hilweşiya: Mirî û birîndar hene
10:27 HDK dê Lijneya Giştî li dar bixe: Em hêzên civakî bikin yek
09:42 Ozsoy: Bi milyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin
09:03 Ûca: Peyman tenê ne bes e, divê daxwazên şengaliyan jî li ber çavan bên girtin
09:03 Bi îdiaya ku 'li gardiyan xistiye' doz li girtî hat vekirin
09:01 Tenduristiya Giyasettîn Sevmîş xirab dibe
09:00 Cerdevanê ku zaroka 14 salî tacîz kiribû hate berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2023
23:32 Koma Ma'yê stranên xwe diyarî jinên berxwedêr kir
19:14 Bi hezaran kes li dijî tecrîda li Îmraliyê daketin qadan
16:41 Li Farqînê Festîvala Gastronomiyê hat lidarxistin
16:33 Di êrişa SÎHA’yê de endamekî QSD’ê jiyana xwe ji dest da
15:57 Li Edeneyê çalakiya greva birçîbûnê: Em bi hev re têbikoşin
15:25 Hat xwestin girtiyê nexweş Yahya Guneş bê berdan
15:18 Girtiyê 71 salî 3 sal in di hucreya yek kesî de ye
15:09 ÎHD’ê banga berdana Mehmet Emîn Ozkan kir
14:44 Malbatên Windakiriyan: Dewlet pergala xwe ya faîlan diparêze didomîne
14:30 Li aqûbeta Şahîn ê 27 sal berê hatibû windakirin pirsîn
13:48 Ozguneş: Em ê deriyê Îmraliyê bişikînin
12:28 Cezayê hucreyê li rojnamevan Derya Ren birîn
12:13 Cenazeyê Atilgan ê bi awayek guman li Edliyeya Geverê mir, hat veşartin
12:12 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê ji nedîtî ve tên dê winda bikin
11:52 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
11:14 Derziya ku divê mehê carekê li girtî bê xistin 6 mehan carekê tê xistin
10:44 Gelo 5 welatiyên ji Başûr çima hatin kuştin?
10:30 ‘Divê bi zimanê dayikê ne dersên bijarte, perwerdehî bê dayîn’
09:03 Partiya ÎYÎ bi navê 'alikariyê' bêyî haya wan jê hebe gelek jin kirine endam
09:02 ‘Di destdirêjiya li zarokan de bêcezatî kiryaran wêrek dike'
09:01 Bi hinceta ‘em wisa difikrin ku di nav rexistinê de çalak e’ înfaza girtiyê nexweş şewitandine
09:01 Keskîn: Cihê şanaziyê ye ku xelatên Olof Palme layiqî jinan hatiye dîtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2023
21:44 Bi hezaran kes ji bo Efrînê daketin qadan
20:02 Li Bismilê gelek kes hatin binçavkirin
18:06 Cizîrê 6 kes hatin berdan
16:55 Polîsan êrişî daxuyaniya ESP û SGDF’iyan kir: 10 kes hatin binçavkirin
16:29 Rêveberiya Xweser ji bo Efrînê daxuyanî da: Li dijî dagirkeriyê em bi hev re têbikoşin
15:45 ‘Neamadekirina îdianameya rojnamevanan binpêkirina maf e’
15:32 Rapora ÎHD’ê: Li 21 girtîgehan hezar û 973 binpêkirin hatin kirin
14:57 Midurê li Pozantiyê li Girtîgeha Sîncanê ye
14:46 Tundiya li ser Dayikên Şemiyê: Ji AYM’ê biryara binpêkirinê
14:34 Êrişa li dijî wesayîta li Mêrdînê 300 mîtro dûrî qereqolê pêk hat
14:23 Egîtîm Sen: Perwerdehiya li dibistanan ji zanist û zimanê zikmakî dûr e
14:06 HDP: Efrîn jana dilê milyonan e
13:48 Cerdevanan şer kirin: Kesek mir
13:39 Derhênera belgefîlman Tekîn: Bi sebir li benda rojên azad im
13:17 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Daxwaza anîna bersûcan a danişînê hat redkirin
13:16 Nobeta Edaletê: Ji bêhiqûqiya li Îmraliyê Bozdag berpirsyar e
12:46 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:44 Şenyaşar: Bila bêhiqûqî ji holê bê rakirin
11:53 Li Elkê cerdevanek li mala xwe mirî hate dîtin
11:50 Dosyeya têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan dozger bi dozger digere!
10:53 Ji bo maça deplasmanê cezayê ‘qedexeya alîgiran’ dan Amedsporê
09:47 Cezayê tacîza zayendî yê cîgirê midur hate pejirandin
09:41 Li Girtîgeha Xarpêtê li qawîşên girtiyên siyasî provakasyon tê kirin
09:04 Hevserokên HDP’a Amedê: Em ê nehêlin faşîzm serbikeve
09:04 Serokê Baroya Amedê Eren: Em pêvajoya tecrîdê dişopînin
09:03 'Divê daraz ji bo jinan mafê parastina rewa esas bigire'
09:03 Gav bi gav talankirina xwezaya Şirnexê
09:02 Konserên Koma Ma’yê dest pê dikin
09:01 Tahmaz: Aktorên siyasî yên ku kurdan qebûl nakin dê nikaribin bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:58 Rojnameger Aygul hate berdan
19/01/2023
18:27 Meclîsa Federal a Almanyayê fermana êzidiyan nas kir
18:07 Ciwanan tecrîdê protesto kir
17:41 Girtiyê nexweş Gozubuyuk hat berdan
17:12 Siyasetmedarên di çalakiya greva birçîbûnê de serdana DBP’ê kirin
17:00 Bîranîna Hran Dînk: Bila tarîtiya li pişt cînayetê bê ronîkirin
16:45 Cezayê hefsê dan endama Meclisê ya HDP’î û velayeta zarokên wê jê standin
16:19 Hrant Dînk li pêşiya mala ku lê ji dayik bûbû hate bibîranîn
16:04 Şîna Tûncer bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
15:33 Li girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir doz vekirin
15:06 Başaran: Li cihê ku jin tên qetilkirin em ê bi guherandina makeqanûnê ya AKP’ê re nebin
14:41 Têkildarî êrişa li Mêrdînê 4 kes hatin binçavkirin
14:29 TMMOB: Qeyûm dê xelkê ji cihê wan bike
14:28 Rojnamevan Karaagar li ser gora xwe hate bibîranîn
14:13 Zextên li ser aktîvîstên Îran û Rojhilat zêde bûn
13:48 Rojnamevan Nişmiye Guler beraet kir
12:52 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:51 Danişînên Doza Vartînîsê bi rêbaza veke - bigire pêş dikeve!
12:34 Ji bo 7 siyasetmedaran biryara tehliyeyê hate dayîn
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke teqîbateke baş were kirin dê qeydên kamerayê derxînin holê
11:32 Nobeda Edaletê di roja 21’emîn de ye: Çareserî bi qasî giravê nêz e
11:21 Li Efrînê navendên tecawizê
11:18 Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî serdana Amerîkayê daxuyanî da
10:29 Hejmara miriyên êrişa li Mêrdînê derket 4’an
10:24 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Nû taxekê derxist ber firotinê
09:35 Girtî: Poşmantî û serî tewandin tê ferzkirin
09:26 'Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinan'
09:15 Biryara tehliyeyê gotina ‘dewlet li pişt min e’ pitşrast kir: Dengê min bibihîzin
09:01 'Çiqas êriş bikin em ewqas xurttir dibin'
09:00 Gav bi gav her tiştê Efrînê kirin tirkî!
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:15 Li Mêrdînê wesayîta di rê de diçû hate gulebarankirin: 4 kes mirin kesek birîndar bû
18/01/2023
20:46 Cenazeyê Tûncer piştî 4 mehan li Serêkaniyê hat veşartin
18:52 Endamê Meclîsa Ciwanan Tanrikûlû nehat berdan
17:47 Bîrdal: Ên bi ser bikevin dê kurd û hevalbendên wan bin
16:12 Di erdheja li ser sînorê Rojhilat de herî kêm 120 kes birîndar bûn
16:07 Lêgerîna nava dev û muayeneya kelemçekirî li girtî hatiye ferzkirin
15:33 Ji ber xerabûna SEGBÎS’ê doza Ayşe Gokkan hat taloqkirin