NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirek biçek a bêmirova a Tirkiyeyê li ser rêya Qamişlo-Dêrikê li erebeyekê da.
Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ragihand ku balafirek biçek û bêmirov a Tirkiyeyê li cem rawestgeha “Arî” ya li xaçerêya gundê Maşûqê ku li ser rêya Qamişlo-Dêrikê ye û 7 km li rojhilatê Tirbespiyê dikeve li erebeyekê daye.
Agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.