Hevserokên HDP’a Amedê: Em ê nehêlin faşîzm serbikeve

  • rojane
  • 09:04 20 Çile 2023
  • |
img
AMED - Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan destnîşan kirin ku di kongreya xwe de peyama "wê destûr nedin ku zilm û faşîzm bi ser bikeve" dane û gotin ku dê sala 2023’yan ji bo siyaseta demokratîk û aştîxwazan bikin sala serkeftinê.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê di 15’ê çileyê de bi dirûşmeya “Çareserî em in ji şer û kedxwariyê re na” 4’emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Eywana ku kongre lê pêk hat tije bû û ji ber ku cih lê nema gelek kes ji derve kongreyê şopandin. Di kongreyê de li ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, binpekirina mafên girtiyan û girtin û blokekirina hesabê alîkariya xezîneyê ya ji bo HDP'ê hat rawestandin. 
 
Di kongreyê de Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan careke din ji bo hevserokatiya HDP’ê ya Amedê hatin hilbijartin. Her du hevserok piştî ku hatin hilbijartin der barê tecrîda li ser Rêveberê PKK’ê  Abdullah Ocalan de peyam dan û gotin ku heya tecrîd bidome wê li pêşiya demokrasî, aştî, çareserî, diyalog û muzakereyê astengî hebin. 
 
‘SALA 2023’YAN SALA FÎNALÊ YE’ 
 
Her du hevserok Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy, der barê kongreyê de ji ajansa me re axivîn. Ceylan, bi bîr xist ku di şert û mercên ku desthilat êrîş tîne ser partiya wan de kongreya xwe li dar xistine û wiha got: “Me berê jî anîbû ziman; pêvajoya ku em têde dijîn, sala 2023’yan ji bo me jî ji bo desthilatê jî sala fînalê ye. Ev sal ji bo gele me pir girîng e. Deshilatê 24 saatan êrîşî siyaseta demokratîk û gelê kurd dike. Ev êrîş li zindanan wekî tecrîd didome. Ji ber vê tecrîdê di sala 2022'yan de 10 cenaze ji girtîgehan derketin. Girtiyên nexweşên giran û girtiyên infaza wan hatiye şewitandin nayên berdan.”
Ceylan, bi lêv kir ku hêmû polîtîkayên qirêş ên li Tirkiyeyê tên meşandin girêdayî tecrîda îmraliyê ne û axaftina xwe wiha domand: “Heya ku tecrîda giran a li ser birêz Abdullah Ocalan neyê şikandin wê ne pêşiya aştiyek birûmetî ne jî pêşiya diyalog û muzekereyê bê vekirin. Ev şerê qirêj, zilm û zora li ser girtiyan wê bi dawî nabe. Ji ber wê jî peyama herî sereke ku di kongreya me de hat dayîn tecrîda li ser birêz Ocalan  bû. Êdî civak dibêjê tiştekî AKP û MHP bide wan tuneye. Ji ber wê jî divê li dijî faşîzma AKP û MHP’ê têkoşîn bê bilindkirin. Sala 2023’yan wê bibe sala têkçûyina AKP û MHP’ê û wê alîgirên aştî û demoksiyê bi serkevin.”
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ZEXTAN 
 
Di berdewamê de Ceylan, destnîşan kir ku di kongreya wan de li ser hilbijartinê jî hatiye rawestandin û der barê mijarê de ev tişt anîn ziman: “Pêvajoya hilbijartinê ji bo hezên demokrat, aştîxwaz û gelê me pêvajoyeke girîng e. Desthilat ji bo bikaribe bi serkeve çi lîstik û astengî hebin wê bike. Lê li dijî vê divê civak ji nirx û  saziyên xwe û pêvajoyê xwedî derkeve ku em bikaribin bi hev re vê faşîzmê hilweşînin. Di kongreya xwe de me ev peyama da; em ê destûr nedin ku zilm û faşîzm bi serkeve. Madem me ji sala 2023’yan re gotiyê sala fînalê, em ê  vê salê bi dostên xwe re ji bo gelê xwe, siyaseta demokratîk, aştîxwazan bikin sala serkeftinê. Bi vî awayî kongreyeke bi coş hat lidarxistin. Em bawer in ku bibin layiqê civaka xwe. Rast e astengî û zext hene lê li dijî vê yekê têkoşîna me jî heye, têkoşîna me wê bi xwe re serkeftinê bîne.”
 
ŞER BÊÇARESERIYÊ KÛRTIR DIKE
 
Hevserok Gulistan Atasoyê jî der barê kongreyê de diyar kir ku di şert û mercên averte de kongreya xwe pêk anîne û wiha got: “Ji aliyek ve doza girtina HDP’ê û ji aliyekê ve jî astengkirina alîkariya xezîneyê. Dixwazin ku xebatên me yên rêxistinî asteng bikin û têkiliya me ya bi girseyê re qut bikin. Lê ev di kongreya me de hat berovajîkirin û gel bêtir li partiya xwe xwedî derket. 
Atasoy, bal kişand ser peyamên ku di kongreya wan de derketin pêş û der barê mijarê de ev tişt gotin: “Daxwazên di kongreyê de hatin îfadekirin bi qasî pêvajoya hilbijartinê girîng bûn. Bi tecrîdê re kûrbûna polîtîkayên şerê taybet nîşanî me da ku desthilat dixwaze xwe li ser piya bihêle. Di pirsgirêka kurd de her ku diçe bêçareserî kûrtir dibe û xwe gihandina aştiyê jî ewqas dûr dikeve. Tecrîda ku desthilatê li Girava Îmraliyê li ser birêz Ocalan daye destpêkirin niha bandora xwe li tevî girtîgehan û civakê dike. Heke di pêşerojê de aştî û demokrasî bê avakirin divê li cihê ku pirsgirêk derketiye li çareserî bê destpêkirin. Ev jî rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan e. Bi vî avayî dikare demokrasî bê avakirin. Ev pisgirêk ne ku tene pisgirêka kurdan e. Sedema şer û krîza îro heyî tecrîd e. Ji bo ku ev rowş ji holê rabe divê di serî de muxalefet xwedî gotin be.”
 
DI NAVBERA WAN DE CUDAHÎ NÎNE!
 
Di berdewamê de Atasoyê destnîşan kir ku gel ji wan re dibêje ku deshilat ji xwe re misilman e û maseya 6 alî jî li gorî xwe demokrat e û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Derket holê ku di navbera desthilat û meseya 6 alî ve tu cûdahî nîne. Ji ber vê her diçe rêya 3’yemîn di nava gel de bi hêz dibe. Ji ber ku li ser heqîqetê xwe ava dike. Dixwazin ku polîtîkayên berê, ji  nû ve restore bikin û li gorî berê gel bi rê ve bibin lê ev qet ne pêkan e. Mîtînga Stenbolê ji bo gelan bû hêvî. Tifaqa Ked û Azadiyê heviyek da avakirin û siyaseta demokratîk bi xeta 3’yemîn rêyek nû nîşan da. Bi kelecana kongreyê jî aşkera bû ku wê HDP bi namzetê xwe bikeve hilbijartina Serokkomariyê.” 
 
MA / Mehmet Guleş - Zerrîn Sargût

Sernavên din

22/01/2023
15:46 Ji Zarok Ma’yê konsereke biçûk
15:32 Li Enqereyê simît bû 7 lîra
15:28 Tîma Jinan a Amedsporê li sehaya xwe Tîma Jinan a Trabzonsporê têk bir
15:20 Karkerên înaşetê li Amedê çalakî kirin: Bila bihayê herî kêm 600 lîre be
14:32 Karkerek li Etî Bakirê birîndar bû
14:15 Li Bestayê cerdavenek hate kuştin û gelek leşker birîndar bûn
13:51 Hejmara kesên li Şêxmeqsûd jiyana xwe ji dest dayîn derket 12’an
13:16 Li DYA’yê êrişa çekdarî
13:11 Li Çînê aşût hat xwarê: 28 kes mirin
13:10 Rojnameger Aygul: Peywira rojnamegeran nivîsandina heqîqetê ye
12:44 Polîsan endama OGK’ê Polat îşkence kirin
12:32 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:52 Malbata Şenyaşar: Em ji bo welatekî mirov bikare lê bijî daxwaza edaletê dikin
10:44 Li Şêxmeqsûd avahiyek hilweşiya: Mirî û birîndar hene
10:27 HDK dê Lijneya Giştî li dar bixe: Em hêzên civakî bikin yek
09:42 Ozsoy: Bi milyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin
09:03 Ûca: Peyman tenê ne bes e, divê daxwazên şengaliyan jî li ber çavan bên girtin
09:03 Bi îdiaya ku 'li gardiyan xistiye' doz li girtî hat vekirin
09:01 Tenduristiya Giyasettîn Sevmîş xirab dibe
09:00 Cerdevanê ku zaroka 14 salî tacîz kiribû hate berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2023
23:32 Koma Ma'yê stranên xwe diyarî jinên berxwedêr kir
19:14 Bi hezaran kes li dijî tecrîda li Îmraliyê daketin qadan
16:41 Li Farqînê Festîvala Gastronomiyê hat lidarxistin
16:33 Di êrişa SÎHA’yê de endamekî QSD’ê jiyana xwe ji dest da
15:57 Li Edeneyê çalakiya greva birçîbûnê: Em bi hev re têbikoşin
15:25 Hat xwestin girtiyê nexweş Yahya Guneş bê berdan
15:18 Girtiyê 71 salî 3 sal in di hucreya yek kesî de ye
15:09 ÎHD’ê banga berdana Mehmet Emîn Ozkan kir
14:44 Malbatên Windakiriyan: Dewlet pergala xwe ya faîlan diparêze didomîne
14:30 Li aqûbeta Şahîn ê 27 sal berê hatibû windakirin pirsîn
13:48 Ozguneş: Em ê deriyê Îmraliyê bişikînin
12:28 Cezayê hucreyê li rojnamevan Derya Ren birîn
12:13 Cenazeyê Atilgan ê bi awayek guman li Edliyeya Geverê mir, hat veşartin
12:12 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê ji nedîtî ve tên dê winda bikin
11:52 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
11:14 Derziya ku divê mehê carekê li girtî bê xistin 6 mehan carekê tê xistin
10:44 Gelo 5 welatiyên ji Başûr çima hatin kuştin?
10:30 ‘Divê bi zimanê dayikê ne dersên bijarte, perwerdehî bê dayîn’
09:03 Partiya ÎYÎ bi navê 'alikariyê' bêyî haya wan jê hebe gelek jin kirine endam
09:02 ‘Di destdirêjiya li zarokan de bêcezatî kiryaran wêrek dike'
09:01 Bi hinceta ‘em wisa difikrin ku di nav rexistinê de çalak e’ înfaza girtiyê nexweş şewitandine
09:01 Keskîn: Cihê şanaziyê ye ku xelatên Olof Palme layiqî jinan hatiye dîtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2023
21:44 Bi hezaran kes ji bo Efrînê daketin qadan
20:02 Li Bismilê gelek kes hatin binçavkirin
18:06 Cizîrê 6 kes hatin berdan
16:55 Polîsan êrişî daxuyaniya ESP û SGDF’iyan kir: 10 kes hatin binçavkirin
16:29 Rêveberiya Xweser ji bo Efrînê daxuyanî da: Li dijî dagirkeriyê em bi hev re têbikoşin
15:45 ‘Neamadekirina îdianameya rojnamevanan binpêkirina maf e’
15:32 Rapora ÎHD’ê: Li 21 girtîgehan hezar û 973 binpêkirin hatin kirin
14:57 Midurê li Pozantiyê li Girtîgeha Sîncanê ye
14:46 Tundiya li ser Dayikên Şemiyê: Ji AYM’ê biryara binpêkirinê
14:34 Êrişa li dijî wesayîta li Mêrdînê 300 mîtro dûrî qereqolê pêk hat
14:23 Egîtîm Sen: Perwerdehiya li dibistanan ji zanist û zimanê zikmakî dûr e
14:06 HDP: Efrîn jana dilê milyonan e
13:48 Cerdevanan şer kirin: Kesek mir
13:39 Derhênera belgefîlman Tekîn: Bi sebir li benda rojên azad im
13:17 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Daxwaza anîna bersûcan a danişînê hat redkirin
13:16 Nobeta Edaletê: Ji bêhiqûqiya li Îmraliyê Bozdag berpirsyar e
12:46 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:44 Şenyaşar: Bila bêhiqûqî ji holê bê rakirin
11:53 Li Elkê cerdevanek li mala xwe mirî hate dîtin
11:50 Dosyeya têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan dozger bi dozger digere!
10:53 Ji bo maça deplasmanê cezayê ‘qedexeya alîgiran’ dan Amedsporê
09:47 Cezayê tacîza zayendî yê cîgirê midur hate pejirandin
09:41 Li Girtîgeha Xarpêtê li qawîşên girtiyên siyasî provakasyon tê kirin
09:04 Hevserokên HDP’a Amedê: Em ê nehêlin faşîzm serbikeve
09:04 Serokê Baroya Amedê Eren: Em pêvajoya tecrîdê dişopînin
09:03 'Divê daraz ji bo jinan mafê parastina rewa esas bigire'
09:03 Gav bi gav talankirina xwezaya Şirnexê
09:02 Konserên Koma Ma’yê dest pê dikin
09:01 Tahmaz: Aktorên siyasî yên ku kurdan qebûl nakin dê nikaribin bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:58 Rojnameger Aygul hate berdan
19/01/2023
18:27 Meclîsa Federal a Almanyayê fermana êzidiyan nas kir
18:07 Ciwanan tecrîdê protesto kir
17:41 Girtiyê nexweş Gozubuyuk hat berdan
17:12 Siyasetmedarên di çalakiya greva birçîbûnê de serdana DBP’ê kirin
17:00 Bîranîna Hran Dînk: Bila tarîtiya li pişt cînayetê bê ronîkirin
16:45 Cezayê hefsê dan endama Meclisê ya HDP’î û velayeta zarokên wê jê standin
16:19 Hrant Dînk li pêşiya mala ku lê ji dayik bûbû hate bibîranîn
16:04 Şîna Tûncer bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
15:33 Li girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir doz vekirin
15:06 Başaran: Li cihê ku jin tên qetilkirin em ê bi guherandina makeqanûnê ya AKP’ê re nebin
14:41 Têkildarî êrişa li Mêrdînê 4 kes hatin binçavkirin
14:29 TMMOB: Qeyûm dê xelkê ji cihê wan bike
14:28 Rojnamevan Karaagar li ser gora xwe hate bibîranîn
14:13 Zextên li ser aktîvîstên Îran û Rojhilat zêde bûn
13:48 Rojnamevan Nişmiye Guler beraet kir
12:52 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:51 Danişînên Doza Vartînîsê bi rêbaza veke - bigire pêş dikeve!
12:34 Ji bo 7 siyasetmedaran biryara tehliyeyê hate dayîn
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke teqîbateke baş were kirin dê qeydên kamerayê derxînin holê
11:32 Nobeda Edaletê di roja 21’emîn de ye: Çareserî bi qasî giravê nêz e
11:21 Li Efrînê navendên tecawizê
11:18 Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî serdana Amerîkayê daxuyanî da
10:29 Hejmara miriyên êrişa li Mêrdînê derket 4’an
10:24 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Nû taxekê derxist ber firotinê
09:35 Girtî: Poşmantî û serî tewandin tê ferzkirin