Siyasetmedarên jin ên Botanê: Gelê me dê seltenata AKP'ê û MHP'ê hilweşîne

  • rojane
  • 09:01 24 Çile 2023
  • |
ŞIRNEX - Siyasetmedarên jin ên Botanê ku xebatên xwe yên hilbijaritinê dane destpêkirin û bi şev û roj dixebitin, anîn ziman ku Botan ji hilbijartinê re amade ye û gotin: "Em dê bi gelê xwe re seltenata AKP'ê û MHP'ê hilweşînin. Îro gelê Botanê ji hilweşandina vê desthilatê re amade ye." 
 
Di van salên dawî de li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) êrîşên hikûmeta AKP'ê û MHP'ê gihiştin asta herî jor. Heta niha bi sedan hevserokên HDP'ê yên navend û navçeyan hatin girtin, polîsan bi ser gelek avahiyên wê de girtin. Ku çend meh mane ji hilbijartinê re Dadgeha Destûra Bingehîn hesabên alîkariya Xezîneyê yên HDP’ê bloke kirin. HDP'yiyên ku di bin şert û mercên zehmet de hilbijartinê pêşwazî dikin, tevî hemû zehmetiyan jî xebatên xwe bê navber  didomînin. Siyasetmedarên jin ên HDP'ê ku li Botanê mal bi mal bi jinan re tên cem hev amadekariyên xwe yên hilbijartinê bi dawî kirin. Pêşengên jinên Botanê ku ji hilbijartinê re amade ne bangawaziya piştevaniyê kirin.  
 
'JI HILBIJARTINÊ RE AMADE NE'
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Sabûha Akdag, anî ziman ku polîtîkayên tunekirinê dê nikaribe ku pêşiya xebatên wan bigire û wiha axivî: "Di vê serdemê de jî li ser partiya me HDP’ê zextên giran, girtin û binçavkirin hene. Me di van 2-3 salên dawî de dit ku li Botanê û bi giştî li herêmên din bi binçavkirin, girtin û polîtîkayên şerê taybet hene. Bi salane em vê tekoşînê didin. Di rastiyê de tişta ku  heta niha nehatiye guhertin têkoşîna gelê kurd e. Li hemberî van zilm û zordariyan helwest û berxwedana gelê kurd a rast heye. Êrişên wan di van salên dawî de gihiştine asta herî jor. Lê van zextan tu carî nekariye pêşiya xebatên me bigirin. Weke ku partî qet neyê girtin, em xebatên xwe û civînên xwe yên bi gel re didomînin. Me tu carî ji xebata xwe paş ve gav neavêtiye û em ê paşve ne avêjin. Ji xeynî vê me starta xwe ya hilbijartinê daye. Me dest bi amadekariyên hilbijartinê kir. Me li hemû navçeyan amadekariyên xwe yên hilbijartinê temam kirine û ji hilbijartinê re amade ne. Weke gelê Botanê em bawer dikin ku em ê bibin bersiva vê pêvajoyê."
 
'BI BIRÎNA BUDÇEYÊ TEKOŞÎNA ME NAQEDE'
 
Akdag, anî ziman ku gelê Botanê dê bersiva pêwîst di hilbijartinê de bide û got: "Em herin ku derê, em li kîjan derî bixin dibînin ku dê hilbijartin bibe bersiveke mezin a gel. Em ê bi vê hêvî û kelecanê bikevin hilbijartinê. Em dizanin û bawer in ku têkoşîneke me ya ku bandorê li pêvajoya Tirkiyeyê bike heye. Gelê me jî vê rastiyê dizane. Em di wê baweriyê de ne ku em ê di vê pêvajoyê de desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê hilweşînin. Em jî di vê astê de karê xwe dikin. Partiya me çi karê stratejiyê deyne pêşiya me, em ê bi wî awayî bersiva vê hilbijartinê bidin. Piştî astengkirina budçeya me, gel bertekek mezin nîşan da. Salên berê budçeya me tune bû û gel  bi me re bû, bi me re têdikoşiya. Gelê me ne di warê madî û ne jî manewî de tu carî partiya me bi tenê nehiştiye. Tişta ku gelê me ji me re dibêje 'Em çi bikin bila bikin em ê partiya xwe mexdûr nekin, em ê li kêleka wan cih bigirin' Dema ku budçe tê birîn têkoşîna me naqede. Gel li pişt me ye û tu carî ji pişt me naçe." 
 
'DIBE KU DERIYÊ BIHÛŞTÊ VENEKE,LÊ DÊ DERIYÊ CEHNEMÊ BIGIRE'
 
Hevseroka HDP'a Cizîrê Zîlan Ecevît, bi lêv kir ku li dijî hemû êrîşan gelê Botanê amade ye ku têbikoşe û ev tişt got: "Ev demeke dirêje ku li ser partiya me êrîş hene. Beriya niha 6-7 mehan du caran êrîşî avahiya me jî kiribûn. Gelek hevalên me jî hatibûn girtin. Ev êrîşe hêj jî bênavber didomin. Ji ber ku hikûmeta AKP'ê dizane ku rêya sêyemîn a ku HDP'ê daye pêşiya xwe dê dawiyê wê bîne. Ji ber wê jî li dijî HDP'ê êrîşeke mezin dide meşandin. Ne tenê êrişeke binçavkirin û girtinê ye. Di heman demê de aliyê derûnî ve jî êrîş dike û derûniya şer dimeşîne. Niha ne tenê li ser HDP'ê, li ser tevahiya gelê me tecrîdek heye. Ji ber ku qedera Tirkiyeyê dê HDP biguherîne. Ji ber wê li ser HDP'ê û tifaqa ku HDP'ê daye avakirin êrîş heye. Mitînga Stenbolê ku hate lidarxistin bi xwe re erêniyeke mezin anî. Vê jî desthilata AKP'ê aciz kir. Ji ber wê êriş zêde dibin."
 
'HETA KU AKP BIÇE WÊ GELÊ BOTANÊ LI BER XWE BIDE'
 
Ecevît, bal kişand ser hilbijartina pêşwext û wiha berdewam kir: "Em niha ketine pêvajoya hilbijartinê. Em ji gelê xwe bi bawerin ku çi pêwîst be ew ê pêk bînin. Li gel blokekirina hesabên alîkariya xezîneyê yên partiya me jî xwedî derketina gel zêdetir bû. Dema ku em xebatên xwe dikin gel ji me re vê dibêje, 'Çi bikeve ser milê me em ê bikin. Hewce hebe em ê krediya bikêşin, em ê kincên xwe bifiroşin lê em HDP'ê bê budçe nahêlin' Piştgiriyeke gelek mezin heye. Çi bikeve li ser milê gelê me yê Botanê ew ê bikin û li cem me cih bigirin. Ji xwe dema ku hilbijartin hat destpêkirin em ji gelê xwe bi bawerin ku ji 7 heta 70 salî rabe ser lingan. Ji ber ku ev hilbijartin ji bo me gelek girîng e. Em tenê weke hilbijartinê lê mêze nakin. Ev hilbijartine dibe ku deriyê bihuştê ji me re veneke lê dê deriyê cehnemê bigire. Dê ji bo me û gelê me bibe nefesek. Ji ber tecrîda herî mezin li Botanê heye. Botan kirine girtîgeheke deriyê wê vekirî. Gel gelek aciz e û ji ber wê jî heta ku tifaqa AKP'ê têk biçe gelê Botanê dê li ber xwe bide." 
 
'BOTAN JI HILWEŞANDINA SALTANATA AKP'Ê RE AMADE YE'
 
Hevseroka HDP'a Silopiyayê Asuman Kulter a da zanîn ku pêşengiya vê pêvajoyê jin dikin, bi lêv kir ku jin di her keliyê de di nav berxwedanê de ne û got: "Jin her roj tên tacîzkirin û kuştin. Di vir de xuya dibe ku ev pergale ewqasî ji jinan ditirse ku herî zêde êrîşî jinan dike. Ji ber ku jin xwedî îrade ye û paş ve gav naavêje her tim bûye hedefa desthilatdaran. Ji ber wê jî divê ku em jin têkoşîna xwe mezintir û xurttir bikin da ku em serbikevin. Erê butçeya me birîn, lê belê ma di salên 90'î de jî bûdçe hebû? Budçeya me nebû. Me gelekî birûmet heye. Em bi gelê xwe serbilind in û jê bi bawer in. Ji bo bûdçeya me jî çi pêwîst be gelê me amade ye. Ji aliyê aboriyê ve em ê xwe bi xwe bi rê ve bibin. Me ji xwe starta hilbijartinê daye. Hêviyên gelê me ji yên me mezintirin. Daxwaza wan serkeftine. Ji me bêtir ji hilbijartinê re amade ne. Em jî dê bi gelê xwe re seltenata AKP'ê û MHP'ê hilweşînin. Îro gelê Botanê ji hilweşandina vê desthilatê re amade ye. Serkeftin ya me ye."
 
'BERSIVA HERÎ PÊWÎST BIDIN'
 
Hevseroka HDP'ê ya Hezexê Evîn Erden jî got ku ew xebatên xwe mal bi mal didin meşandin û ev tişt anî ziman: "Ji xwe li Botanê kelecanek heye. Her çiqasî bi girtinan û bloke kirina hesabên me yên alîkariyê bixwazin ku xebatên me asteng bikin jî dê nikaribin. Pêwîst bike em ê mal bi mal bigerin, kincên xwe bifiroşin û li ber xwe bidin. Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin û serî netewînin. Gelê me pêvajoyê dişopîne û dibîne ku çiqasî êriş li ser HDP'ê hene. Ji ber wê jî gelê Botanê dê îsal bersiva herî xurt bide. Gel ji vê desthilatê gelek kişand. Ji ber wê jî dixwaze ku AKP biçe. Hêviya gel ev hilbijartine û ji ber wê jî dixwazin ku çiqasî jî destê wan bê alîkarî bidin me. Botan dê di vê hilbijartinê de bersiva herî pêwîst bide." 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 

Sernavên din

26/01/2023
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2022'YAN
25/01/2023
20:40 Çalakiya ‘Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan’ di meha 25’emîn de ye
18:36 Delegasyona Navneteweyî hevdîtin bi ÎHD û Baroya Stenbolê re kir
16:55 Pêkhateyên jinan ên Tifaqa Ked û Azadiyê hatin ba hev
16:10 Ji Baroya Agiriyê rapora Girtîgeha Panosê: Di odeya singêr de îşkence
15:57 Ji OHD, ÇHD û ÎHD’ê ‘Rapora binpêkirina mafê çalakiya li dijî tecrîdê’
15:30 Taniş û Denîz hatin bibîranîn
15:27 Baroya Wanê: Qedexekirina çalakî û xwepêşandana li dijî makeqanûnê ye
15:19 Dozger ji bo alîkariya xezîneya HDP’ê qut bibe, şahidê veşarî ku lê digeriya dît!
15:05 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê serdana TTB’ê û TÎHV’ê kir
14:54 Têkildarî mirina bi guman a Muhbet C. biryara nepeniyê hate dayîn
14:51 Derbarê Yenî Yaşamê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:48 Delegasyona Navneteweyî bi malbatên girtiyên li Îmraliyê re hevdîtin kir
14:27 Amadekariyên 12’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê xelas bûn
14:04 Doza Fîrdevs Babat: Dadgehê daxwaza faîl a veguhestina dozê hewaleyî Wezareta Dadê kir
13:40 Bernameya Konferansa Komara Demokratîk diyar bû
13:31 Çalakiya li ber Konseya Ewropayê berdewam dikin
13:15 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 688’an de didome
13:07 Şandeya navneteweyî serdana parêzerên Abdullah Ocalan kir
12:53 Li Erxeniyê komkujiya sewalan
11:52 Nobeta Edaletê: Çima li Îmraliyê hiqûqa şexsî di meriyetê de ye?
11:48 Doza rojnamevan Ayşegul Dogan hat taloqkirin
11:22 Agahînegirtina ji Îmraliyê 22 meh li pey xwe hişt
11:05 Komploya 15'ê Sibatê: Dê ji 2 baskan ber bi Gemlîkê ve meş bê lidarxistin
10:47 Li Egeyê tundiya zilam: Jinek hat qetilkirin
10:04 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê li Tirkiyeyê ye
09:53 ‘Kobanê qibleya me ye, divê em ji hemû êrişan biparêzin’
09:52 AYM dê sibê têkildarî daxwaza HDP’ê bicive
09:32 ‘Tecrîd bêhiqûqîtî ye, Ocalan mifteya aştiyê ye'
09:24 Kobanêya hilweşiyayî ji nû ve hat avakirin
09:03 Mamosteya MED-DER'ê: Armanc ne jidil e ku encam jî jidil be
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN
24/01/2023
22:18 Li Colemêrgê mirineke bi guman
22:15 Çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan a li ber Konseya Ewropayê didome
21:34 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi namzetê hevpar beşdarî hilbijartinê bibe
17:55 Dozger ji 'rawestandina' xizmên girtiyan re ceza xwest
17:14 Demîrê ku Yewnanistanê ew radestî Tirkiyeyê kiribû hat girtin
16:49 Danişîna biryarê ya Rojbîn Çetîn taloqî 23'ê adarê bû
16:26 Li Agiriyê 2 leşker mirin
16:21 Doza ku 46 parêzerên Abdullah Ocalan jê tên darizandin taloq bû
16:10 Bernameya meha sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê aşkera bû
16:06 Li Hezexê dayika 50 salî hat girtin
15:55 Li Êlihê karkerê ku di înşaatê de ket jiyana xwe ji dest da
15:49 Li Sêrtê ciwanê ku hat angaştkirin întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:40 Tifaqa Ked û Azadiyê bi rojeva hilbijartinê li hev civiya
14:37 Li Bismil ji 12 kesên hatibûn binçavkirin 10 jê hatin girtin
14:29 Li herêmên Çemço ve Sîdayê êrîşên biçekên kîmyewî pêk hatin
14:20 HDP: Li Îzmîrê li dijî partiya me xebatên şerê taybet tên meşandin
13:19 Li Agiriyê 2 gundî û şivanek hatin kuştin
13:03 Malbata Şenyaşar: Em heqê xwe li kesên bêdeng dimînin helal nakin
12:47 Nobeta Edaletê ya li dijî tecrîda Îmraliyê: Em bi hev re deng derbixin
12:35 Finlandiya: Divê ji bo hevdîtinên NATO'yê navber bê dayîn
12:05 Hêzên Şengalê gelek sîxurên MÎT û PDK’ê binçav kirin
10:52 Li dijî biryara bloqekirina HDP dest bi kampanyayekê dike
10:30 Ji ber bertek nîşanî zextan didin gefa sewqkirinê li girtiyan tê xwarin
09:35 Ma Musîcê konser da hezaran
09:06 22 sal in tu xeber ji Taniş û Denîz nayê girtin
09:04 Soza hilbijartinê ya Erdogan 'rêya duble' 20 sal in nehatiye temamkirin
09:04 Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Divê li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
09:03 Rojnivîska berxwedana dîrokî ya Kobanê
09:02 Prz. Tum: Bila TBB li dijî tecrîdê gavekê biavêje
09:01 Siyasetmedarên jin ên Botanê: Gelê me dê seltenata AKP'ê û MHP'ê hilweşîne
09:00 ROJEVA 24'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
08:32 Li Hezexê jinek hate binçavkirin
23/01/2023
22:23 Rojnamevan Verîm ku Yûnanîstanê ew radestî Tirkiyeyê kir hat girtin
21:43 Li Cezayîrê helîkopter ket erdê: 3 leşker mirin
18:39 Li Amedê zilamekî jinekê birîndar kir
18:07 Li ber KE'yê çalakiya li dijî tecrîda li Îmraliyê
17:50 Ji ber komkujiya li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
15:54 Li girtîgehên Behra Reş û Dumluyê mafên tenduristî û ewlehiyê tên binpêkirin
14:33 Binpêkirina ‘Mafê hêviyê’ ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:32 AKP’ê di 2022’yan de tenê pêşnûmepirsek da Meclisê
13:19 AYM dê ji bo daxwaza HDP’ê di 25’ê çileyê de bicive
12:53 Ji bo Akar ê xwe şewitandibû li ser dîwaran nivîs hate nivîsîn
12:52 Ferît Şenyaşar: Li vir fermana serdestan pêk tê
12:35 Ji bo Îmraliyê Nobeta Edaletê: Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
12:05 Li Girtîgeha Xarpêtê 15 girtî hatin derbkirin
11:58 Ji bo gumanbarên komkujiya li Mêrdînê daxwaza girtinê
11:46 Li Çiyayê Amanosê gelek dar hatin birîn
11:30 Xizmên serokê AKP’a Farqînê ji ber esrarê hatin girtin
10:03 KNK: Divê statu û ewlehiya Şengalê bê misogerkirin
09:26 Navên kesên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
09:06 Rojnameya Xwebûnê dê di roja ziman de şahiyekê li dar bixe
09:06 Li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne: Divê her kes li ber tecrîdê rabe
09:05 Malbata Emîn Ozkan: Beriya giştînameyê divê ATK ji holê were rakirin
09:04 Li Giyadînê metirsiya siyanûrê: Wê hemû Kurdistan were jehrîkirin
09:04 Parlamenterê HDP’ê Eksîk: Tecrîd rêbazek îşkenceyê ye
09:03 Du birayên nexweş nayên berdan: Birînên wan bêderman in
09:02 Tosûn: Giştînameya Wezareta Dadê çareseriyê nayîne
09:01 Kela berxwedanê: Kobanê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
22/01/2023
21:55 Li Kocaeliyê li malekê teqîn rû da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
21:48 Tayyîp Erdogan û Tansû Çîller mil dane milên hev!
21:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
21:25 Li Kadikoyê ‘Dîwana Dengbêjan’ hat sazkirin
19:08 HDP û pêkhateyên xwe civiyan
16:12 Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê bertek nîşanî şewitandina Qur’anê da
16:08 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:55 HPG’ê têkildarî komkujiya li Mêrdînê daxuyanî da
15:46 Ji Zarok Ma’yê konsereke biçûk