Ji HDP’ê Bernameya Aboriya Demokratîk

img
ENQERE - Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Aborî û Çandiniyê Berpirsyar ê HDP’ê Ridvan Turan da zanîn ku bi “Bernameya Aboriya Demokratîk” re bernameyeke aboriyê ya ji ewil gel esas digire diyar kirine. 
 
Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Aborî û Çandiniyê Berpirsyar ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ridvan Turan li Meclisê Bernameya Aboriya Demokratîk a partiya xwe parve kir. Turan, diyar kir ku rejîma sermayeyê teşe dide polîtîkayên aboriyê yên heyî û wiha got: “Mejiyeke wisa heye ku xweşguzariya rewşa çîna jêr girêdayî xweşguzariya çîna serdest dibîne û dibêje qey her ku sermayeya çîna serdest zêde dibe dê xizan bikarin bibin xwedî kar.” 
 
BERNAMEYA ABORIYA DEMOKRATÎK
 
Bi domdarî Turan anî ziman ku bernameya aboriyê ya gelparêz û demokratîk a HDP’ê di serî de derdorên herî mexdûr ên civakê esas digire û wiha got: “Armanca me ew e ku derdorên civakê yên rewşa wan herî xerab bikarin jiyaneke birûmet bijîn û jiyana wan di bin temînatê de be. Bingeha bernameya aboriyê ya partiya me, pêdiviyên gel esas digire. Armanca bernameya me ew e ku çavkaniyên li xwezayê yên bisînor bi awayekî herî bandor û berhemdar bên bikaranîn, parvekirineke li gorî ked û edaletê bê kirin, aştiya civakî pêk bê, pêşketin û mezinbûna li gorî xwezayê, wekheviya zayenda civakî, bicihanîna hemwelatiya wekhev û parastina mafên zarok û astengdaran esas digire. Ji bo pirsgirêkên enflasyon, bêkarî, parvekirina dahatê, xizanî û pirsgirêka hewînê jî çareseriyên lezgîn hildiberîne. Li hêla din jî ji bo ku pirsgirêkên heyî êdî neyên jiyîn, pêşniyarên çareseriyê yên sînorên kapîtalîzmê derbas dikin pêşkeş dike.” 
 
BERNAMEYA ABORIYÊ YA RÊYA SÊYEMÎN
 
Di berdewamê de Turan ev tişt anî ziman: “Bi vê bernameyê em dixwazin parvekirineke wekhev û adilane bê kirin. Yek ji armancên wê jî parastina ekosîstemê ye. Bernameya me, bernameya aboriyê ya demokrasiya radîkal a ji hêla Rêya Sêyemîn ve hatiye avakirin e. Bernameya me di cewhera xwe de bernameyeke antîkapîtalîst e û xwedî îdiaya çareseriyên lezgîn e. 
 
Li dijî milkiyeta taybet a kapîtalîst, em şêweyê milkiyeta kolektîf esas digirin. Yek ji armancên bernameya me ew e ku pêşî li ber lêçûnên bo şer û milîtarîzmê tên xerckirin bigire. Li dijî yekdestîkirinê jî civakîbûnê û îstîmlaqkirinê diparêze. Her wiha enflasyon jî yek ji mijarên lezgîn ên bernameya planên çalakiyên me ye. Ji ber vê jî em sekinandina fiyetên malên zarûrî ya demkî, kontrolkirina fiyetan û regulasyona piyasayê diparêzin. Ji bo pêşîlêgirtina spekulasyona fînansê ya tekedestî di sektorên xurek, veguhestin û ragihandinê de rê li ber vedike, ji bo îstîqrara fiyetan û venihêrtina di piyasayê de em pêşniyara avakirina komîteyên taybet dikin. Li gorî me heke çakvaniyên cemaweriyê yên kesîdeyîkirî dîsa bên îstîmlaqkirin, wê demê dikare li dijî enflasyonê têkoşîn bê kirin. Ji ber ku hin kes ji pêdiviya xwe pir zêdetir mal ji piyasayê dikişînin, fiyet pir zêde dibe û ji bo pêşîlêgirtina vê jî em ji bo pêvajoya danûstandinê şopandina danûstandinê ya dijîtal pêşniyar dikin. Em li gel wê ne ku divê sepana temînata dahata bingehîn teqez li hemû malbatên xizan bikeve meriyetê. Bêyî ku li dahata wan a bi rûk û pêk were nihêrtin, divê ji sê parên kêmtirîn mûçeyê 2 par jê mehane bidin endamekî malbatên xizan û jinan. 
 
JIN Û ZAROK
 
Pêşniyara me ew e ku li hemû dibistanên dewletê rojê herî kêm du danan xwarin were dayîn. Bila ev xwarin li kooperatîfan bê çêkirin û tiştên xwe jî ji kooperatîfên çandiniyê peyda bikin. Bi vê yekê re hem dê fiyet bikevin û hem jî zarok û ciwaznên me xwarinên bi tendurist bixwin. Em, polîtîkayên ku cihêkariya di qada îstîhdamê de li jinan tê kirin bi dawî dike esas digirin û dibêjin ku divê Peymana Stenbolê dîsa bikeve meriyetê. 
 
MILKIYETA CEMAWERIYÊ
 
Bi bernameya aboriyê re em dixwazin ku heqdestekî hemû xebatkaran a ku bikarin pê bijîn wergirin. Divê mûçeyê teqawidan ê herî kêm bi qasî kêmtirîn mûçeyê be û salê du caran bê nûjenkirin. Divê fiyetên enerjiyê bêyî ku bandorê li gel bike bên daxistin û ev qad bên îstîmlaqkirin û hemû şêweyên milkiyetê yên stratejîk ên mîna ragihandin, xurek, tenduristî, derman û perwerdeyê dewrî milkiyeta camweriyê bên kirin. Divê av jî li gorî pêdiviya her kesê û bêpere bê dayîn. 
 
DÊ ÎSTÎHDAMÊ PÊŞKEŞÎ GEL BIKIN
 
Em ê sînorekî bo qezenca tekedestiyên ku karekî pir mezin bi dest dixin deynin. Em ê mixdarê krediyê di bin kontrolê de bigirin ku yek ji sedema enflasyonê ya herî mezin e. Ji bo pêşîlêgirtina enflasyonê jî em ê kontrolên krediyê têxin meriyetê ku dê herîkîna krediyan bisînor bike. Ji bo bisînorkirina deyndarkirina şîrketan em ê tevdîrên pêwîst bigirin û polîtîkayên bacê yên dij-enflasyonîst têxin meriyetê. Ji sedî 70’î bacan ji berîka xizanan derdikeve û ev bac bi awayekî neyekser dikeve berîka sermayedaran. Em jî dê bi vê polîtîkaya bacê ya antîenfasyonîst re vê hevkêşeyê biguherînin. Dê rêjeya baca dahatê dê baceke pir zêdetir ji dewlemendan bigire û sînorê wê yê herî kêm ji sedî 10 û yê herî bilind jî ji sedî 60 be. Em ê temînata îstîhdamê bidin tevahiya gel. Dê razameniyên mezin ên cemaweriyê bikin û îstîhdamê zêde bikin. 
 
DÊ SAETÊN XEBATÊ BÊN KÊMKIRIN
 
Em ê dawî li hemû fealiyetên hilberînê yên ziyanê didin civak û xwezayê. Lewma jî dê projeyên mîna santralên termîk ên nukleerê, Kanal Stenbol û ya Rêya Qeraxê ya Balikesîr-Çanakkalayê betal bikin. Ji bo şikandina hêza tekedestî ku dibe sedema zêdebûna fiyetan, em ê tevdîrên pêwîst bigirin. Ji bo zêdekirina îstîhdamê em ê rojên xebatê yên heftane bikin 4 roj û rojê jî bikin 7 saet. Dê bernameyên îstîhdama bi temînata camweriyê têxin meriyetê û îstîhdamê zêdetir bikin. Di serî de li bajarên kurdan, em ê li bajarên ku bêkarî û xizanî pir zêde lê heyî îstîhdamê zêde bikin. Jiyana xebatê em ê ji serî heta binî jinûve çêbikin. Dê dawî li hemû şêweyên xebitandinê yên weke taşeron, demkî, peymandanî ji holê rakin. Em ê li şûna wan şêweyên xebatê yên bitemînat bicih bikin. 
 
PIRSGIRÊKA HEWÎNÊ
 
Em ê deynên cotkarên biçûk û yên navîn weke deynên cemaweriyê qebûl bkin û dê cemawerî pereyê wan bide. Ji bo ku hemû derdorên li deverên çoltar dixebitin xwe li kooperatîfên çandiniyê birêxistin bikin, dê hemû astengiyên li pêşiya wan rakin. Em ê krîza hewînê bi polîtîkaya cemawerger çareser bikin. Dê bi rêya şaredariyan, kooperatîfan, komun û rêveberiyên herêmî mal û xanî bên çêkirin û an dê bêpere bidin kesên hewcehiya wan pê heye yan jî dê bi fiyetekê erzan lê bên firotin. Bi vê yekê re dê pirsgirêka hewînê çareser bikin. Baca kesên xwedî gelek malan jî dê were zêdekirin û bi sepana vaca rantê ya nû re dê rê li ber wan bê girtin ku spekulasyonan nekin. Her wiha em ê mafên hewînê yên mirovan jî lê vegerînin. 
 
DIVÊ MALIYETA ŞER JI HOLÊ BÊN RAKIRIN
 
Em ê di polîtîkayên şer de teserûfeke mezin bikin. Tenê lêçûnên siyaseta şer a îktîdara AKP’ê ya li dijî Rojava, 2 milyar dolar in. Ji ber polîtîkaya înkar û tunekirinê, bi trîlyonan dolar hatine pûçkirin. Her wiha aramî û aştiya me têk çûye, gelek kes dimirin, texrîbateke mezin digihije ekolojiyê û demografya tê guhertin. Yek ji armancên esasî ya aboriya demokratîk, jiholêrakirina van lêçûnên şer e. Yek ji stûnên bingehîn a bernameya me ya aboriyê, parastina polîtîkayên aştiyane ya di çareseriya pirsgirêka kurd de û bidawîkirina îsrafa çakvaniyan e.”
 

Sernavên din

03/02/2023
16:12 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
15:44 Li Dêrsimê kuştina sewalên kûvî hat protestokirin
15:34 Li Wanê di salekê de hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:22 Çalakiya karkerên firinên Amedê bi ser ket
15:01 Kujerê Sakîne Kultur: Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin
15:00 Berdana girtî Karabak cara duyemîn hate taloqkirin
14:13 Bersûcê doza Şimonî Dîrîl hat tehliyekirin
13:46 Li girtîgehan greva birçîbûnê didome
13:16 Baroya Rihayê ji bo mafê avê yê xelkê ket tevgerê
12:41 Li Rojhilat û Îranê zexta darazê
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Nobeta Edaletê bi dawî bû: Bila li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
11:59 Dosyeyên cuda yên doza Malbata Şenyaşar kirin yek
10:38 Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e
10:13 ‘Heke em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin dê bi hev re bi ser kevin’
10:13 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê parve kir
10:07 Cezayê ji ber Mûsa Çîtîl li rojnamevan Kanbal hatibû birîn, hat xerakirin
10:00 ‘Fikrên Abdullah Ocalan gihiştin parzemînan’
09:43 Siyasetmedarê îtalî Acerbo: Ocalan alternatîfek rasteqîn e, hewcedariya me bi dengê wî heye
09:39 Girtî li hundir û malbat li derve di ‘zindanê’ de ne
09:09 Rojnamevan Qasim: Encama şer fiyasko ye
09:06 Li Wanê 3 jin hatin binçavkirin
09:05 Hemû girtîgehên nû veguherandin Îmraliyê!
09:04 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê bibin deng
09:04 Dayika Aştiyê Yenî: Em vê tecrîdê rakin
09:01 Gever ji bo Meşa Gemlîkê amade ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2023'YAN
02/02/2023
22:39 74 hezar TL ceza li Amedsporê hat birîn
22:28 Li Qelqeliyê polîsan wesayîteke sivîl gulebaran kir
21:19 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê: Divê CPT raporê eşkere bike
19:17 Li hevşaredar Elîk û Oncuyê 6 sal û 3 meh ceza hat birîn
16:42 Rojnameger Metîn Uca hate berdan
16:19 Rejîma Îranê ne alîkariyê dide û ne jî dihêle gel alîkariyê bide mexdûrên erdhejê
16:18 Piştevaniya bi Serokê Baroya Amedê re: Em li cem te ne, bêdeng namînin
16:06 Derhênerê îranî Panahî li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
16:02 Rojnamevan Akogûl cara duyemîn beraet bû
15:58 HDP ji bo piştevaniyê çû serdana MA û JINNEWS’ê
15:44 Ji ber berfê rêya bi sedan gundan hatin girtin
15:43 Swîsreyê jî balyozxaneya xwe ya li Tirkiyeyê girt
15:31 Polîsê ku Daşkan kuştibû cara duyemîn hat beraetkirin
15:20 Gurdal ê hatibû binçavkirin hate berdan
15:19 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn hat tehliyekirin
15:05 Di doza destdirêjiya li dijî zarok de 27 sal cezayê hefsê dan tecawizkar
14:51 Di doza ‘heqareta’ li dijî Erdogan de dê ji Meclisê girtek bê xwestin
14:48 ÎHD’a Enqereyê: Di sala 2022’an de herî kêm 78 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:47 Sakîne Kultur a bi îşkenceyê qetil kir sûcdar kir!
14:34 Metîn Uca hate binçavkirin
14:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:52 Rejîma Îranê girtiyê nexweşiya penceşêrê îşkence kir
13:44 ‘Bila qadên avî yên li peravên Gola Wanê bên parastin’
13:39 Gunay: Çareserî li Îmraliyê ye, em ê di her mercî de bimeşin
13:38 Li Rihayê zam li nan hat kirin
13:33 Nobeta Edaletê: Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
12:50 TMMOB’a Amedê: Em ê destûrê nedin talanê
12:25 Serhed di bin berfê de ma
12:09 Malbata Şenyaşar: Edalet bi qurbanî wekîlê AKP’î kirin
11:19 Zuhtu Arslan cara sêyemîn bû Serokê AYM’ê
11:16 Kurd û dostên xwe 24 sal in li ser pêya ne
11:14 Danişîna doza Alokmen û Ceylan hate taloqkirin
10:34 Pervîn Bûldan: Planên me yên B û C hene
10:30 Parêzerê ji Afrîkaya Başûr Moses: Ez ê tecrîdê ji herkesê re vebêjim
09:20 'Tenê ne kurd, divê hemû gel li dijî tecrîdê deng derxînin'
09:07 Ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Şikandina tecrîdê dê azadiyê bi xwe re bîne
09:06 Malbata Tûlgay ê ku ew anîne ber HDP'ê: Em lêborînê ji gelê kurd dixwazin
09:04 Berdevkê Çapemeniya YPG'ê Alî: MÎT alîkariya DAIŞ'ê dike
09:03 Parêzer Bronlet: Divê Mewzûata Ceza ya Ewropayê li dijî PKK'ê neyê bikaranîn
09:02 Li koçeriyê rojên zehmet: Em nikarin kîloyeke kayê jî bikirin
09:01 Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê: Li Herêma Kurdistanê kuştina jinan zêde dibe
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2023'YAN
01/02/2023
23:45 Koma Ma'yê stranên xwe ji bo HDP’ê gotin
21:05 Li ber NY'yê 15'ê Sibatê hat şermezarkirin
20:08 Cenazeyê Encuyê piştî 11 rojan radestî malbatê hat kirin
20:00 Li Herêma Kurdistanê di 2022'yan de 44 jin hatine qetilkirin
19:49 Li Silêmaniyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
19:42 Li Îngilîstanê greva herî mezin a 10 salên dawî: 500 hezar kes tev lê bûn
16:26 Ji ber berfê bajarên bakurê Kurdistanê hatin hişyarkirin
16:08 Ji HDP’ê Bernameya Aboriya Demokratîk
15:51 Sê welatan konsolosxaneyên xwe yên li Tirkiyeyê girtin
15:39 Temellî: Guhertina vê pergalê pêkan e
15:09 Doza Nobedariya Gerînendetiya Ozgur Gundemê taloq bû
14:57 Danişîna doza rojnamevan Eser hate taloqkirin
14:40 81 baroyan li dijî gefan piştgirî dan Serokê Baroya Amedê
14:20 Ji Geverê banga bo Meşa Gemlîkê: Werin em tev li meşa çareseriyê bibin
14:11 Dê ji Îzmîrê ber bi Gemlikê ve meş were lidarxistin
14:10 Cezayê miftiyê bûye sedema mirina 6 zarokan bi hinceta ‘rewşa baş’ daxistin
13:57 Doza kovara Modernîteya Demokratîk taloq bû
13:00 Sir û seqem jî nikare têkoşîna Malbata Şenyaşar rawestîne
12:59 Li Geverê kesek hate binçavkirin
12:43 Rojnamevan Rojîn Altay hat berdan
12:36 Bîlançoya meha çile ya şerê li Başûr
12:29 Freedom House li ser rojnameger Safiye Alagaş nivîsand
11:46 Nobeta Edaletê: Tecrîda Îmraliyê li gorî kîjan qanûnê tê pêkanîn?
11:45 Temûr: Nabe ku alîkariya mirovî were cezakirin
11:36 Riha di bin mijê de ma
11:31 Derheqê Yilmaz ê li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin de lêpirsin hate destpêkirin
11:18 Komên paramîlîter li Efrînê kargeha hişbirê vekirin
11:03 Delegasyona Jinê ya Navnetewî li dijî tecrîdê serdana AK'yê kir
10:56 ‘Divê hêzên tiliya wan di êrişên li dijî elewiyan de hene bên eşkerekirin’
10:20 Dema ku mijar dibe polîs û leşkerên ku sûc dikin bêceza tên hiştin
10:19 Di doza tecawizkirina zaroka 10 salî de zext li malbata zarok tê kirin