ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2023'YAN

img
 
* Çalakiyên li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 24 sal in bênavber didomin. Çalakî îro jî bi dirûşma “Ji bo Ocalan azadî” berdewam dikin. 
 
* Ji parêzerên Baroya Brukselê Robîn Bronlet bal kişand ser 3 milyon îmzeyan ji bo esasgirtina mafê rêxistinbûyîna serbest a PKK'ê hatin berhevkirin û têkildarî biryara Dadgeha Bilind a Belçîkayê got: "Divê Mewzûata Ceza ya Têkoşîna Li Dijî Terorê ya Hevpar a Ewropayê li dijî PKK'ê neyê bikaranîn." 
 
* Berdevkê Çapemeniya YPG'ê Siyamend Alî diyar kir ku operasyonên li dijî DAIŞ'ê didomin û got: "Endamên DAIŞ'ê li xwe mikur hatin ku lojîstîka leşkerî û aboriyê bi rêya MÎT'ê ji çeteyên li Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn û Cerablûsê wergirtine." 
 
* Endama Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê û parlamentera YNK’ê ya berê Rêzan Şêx Dilêr diyar kir ku li herêmê polîtîkayên hikûmetê yên mêrperest tundiya li ser jinan zêde dike û got: “Mixabin, hikûmet bi hişmendiya mêrperest di nava civakê de kar dike û dibe sedema kuştina jinan. Kujerên jinan li dadgehê neyên cezakirin. Ev yek jî dibe sedem ku kuştina jinan hesan bibe û tundî zêde bibe.” 
 
* Xelkê Wanê destnîşan kir ku çavkaniya hemû pirsgirêkên welêt tecrîd e û gotin: “Heya birêz Ocalan azad nebe, li Tirkiyeyê dê tu tişt azad nebe."
 
* Koçerên ku krîza aborî bandorek neyînî li ser wan dike diyar kirin ku ji ber ew nikarin kayê bistînin pezê xwe difiroşin û ji ber hişkesaliyê jî şert û mercên wan gelekî zehmettir dibin. 
 
* Kenan Tûlgay, birayê Mehmet Tûlgay ku li ber avahiya HDP'ê hatiye rûniştandin, diyar kir ku bi pereyan birayê wî birine ber HDP'ê. Kenan Tûlgay bilêv kir ku birayên wî Alî û Menaf di 93'yan de bi vîna xwe tevlî PKK'ê bûne û got: "Çi eleqeya wan bi HDP'ya ku di sala 2012'an de hatiye avakirin re heye?"
 
* Hevserokên DBP'ê û HDP'ê yên navçeya Rezana Amedê bal kişandin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û dest nîşan kirin ku şikandina vê tecrîdê, dê aştiyê û azadiyê jî bi xwe re bîne.
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 696’an de berdewam bike. 
 
* Danişîna doza derbarê Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Hevseroka HDP’a Amedê ya berê Hulya Alokmen hatiye vekirin wê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)
 
* Danişîna derbarê Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altûn de hatiye vekirin wê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)
 
* Danişîna doza ku parlamentera HDP’ê ya berê Çaglar Demîrel bi îdiaya “Heqaret li Serokkomar kiriye” tê darizandin dê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ku parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîda li Îmraliyê dane destpêkirin wê di roja 31’emîn de berdewam bike. (10.00) 
 
* Danişîna derbarê polîs B.O. ku li Edeneyê bû sedemê mirina Mûrat Daşkan de hatiye vekirin wê li 1’emîn Dadgeha Ceza ya Giran bê lidarxistin. (10.00-19.00)
 
* Danişîna ku Mehmet Şirîn A. yê li Mêrdînê tecawizê zarokeke 10 salî kir jê tê darizandin dê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê lidarxistin. (10.00)
 
* Berdevka HDP’ê Ebru Gunay wê li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
 
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Enqereyê wê rapora têkildarî girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn amadekirî li avahiya komeleya xwe aşkere bike. (12.00)
 
* Konseya Bajêr a Amedê têkildarî gefên li ser Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û malbata wî wê li ber avahiya baroyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)
 
* Danişîna doza biryarê ya Hevşaredarên Qoser û Stewrê Nîlufer Elîk û Gulistan Oncu ku qeyûm tayînî şûna wan hatiye kirin, wê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê lidarxistin. (14.00)
 

Sernavên din

03/02/2023
16:12 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
15:44 Li Dêrsimê kuştina sewalên kûvî hat protestokirin
15:34 Li Wanê di salekê de hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:22 Çalakiya karkerên firinên Amedê bi ser ket
15:01 Kujerê Sakîne Kultur: Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin
15:00 Berdana girtî Karabak cara duyemîn hate taloqkirin
14:13 Bersûcê doza Şimonî Dîrîl hat tehliyekirin
13:46 Li girtîgehan greva birçîbûnê didome
13:16 Baroya Rihayê ji bo mafê avê yê xelkê ket tevgerê
12:41 Li Rojhilat û Îranê zexta darazê
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Nobeta Edaletê bi dawî bû: Bila li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
11:59 Dosyeyên cuda yên doza Malbata Şenyaşar kirin yek
10:38 Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e
10:13 ‘Heke em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin dê bi hev re bi ser kevin’
10:13 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê parve kir
10:07 Cezayê ji ber Mûsa Çîtîl li rojnamevan Kanbal hatibû birîn, hat xerakirin
10:00 ‘Fikrên Abdullah Ocalan gihiştin parzemînan’
09:43 Siyasetmedarê îtalî Acerbo: Ocalan alternatîfek rasteqîn e, hewcedariya me bi dengê wî heye
09:39 Girtî li hundir û malbat li derve di ‘zindanê’ de ne
09:09 Rojnamevan Qasim: Encama şer fiyasko ye
09:06 Li Wanê 3 jin hatin binçavkirin
09:05 Hemû girtîgehên nû veguherandin Îmraliyê!
09:04 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê bibin deng
09:04 Dayika Aştiyê Yenî: Em vê tecrîdê rakin
09:01 Gever ji bo Meşa Gemlîkê amade ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2023'YAN
02/02/2023
22:39 74 hezar TL ceza li Amedsporê hat birîn
22:28 Li Qelqeliyê polîsan wesayîteke sivîl gulebaran kir
21:19 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê: Divê CPT raporê eşkere bike
19:17 Li hevşaredar Elîk û Oncuyê 6 sal û 3 meh ceza hat birîn
16:42 Rojnameger Metîn Uca hate berdan
16:19 Rejîma Îranê ne alîkariyê dide û ne jî dihêle gel alîkariyê bide mexdûrên erdhejê
16:18 Piştevaniya bi Serokê Baroya Amedê re: Em li cem te ne, bêdeng namînin
16:06 Derhênerê îranî Panahî li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
16:02 Rojnamevan Akogûl cara duyemîn beraet bû
15:58 HDP ji bo piştevaniyê çû serdana MA û JINNEWS’ê
15:44 Ji ber berfê rêya bi sedan gundan hatin girtin
15:43 Swîsreyê jî balyozxaneya xwe ya li Tirkiyeyê girt
15:31 Polîsê ku Daşkan kuştibû cara duyemîn hat beraetkirin
15:20 Gurdal ê hatibû binçavkirin hate berdan
15:19 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn hat tehliyekirin
15:05 Di doza destdirêjiya li dijî zarok de 27 sal cezayê hefsê dan tecawizkar
14:51 Di doza ‘heqareta’ li dijî Erdogan de dê ji Meclisê girtek bê xwestin
14:48 ÎHD’a Enqereyê: Di sala 2022’an de herî kêm 78 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:47 Sakîne Kultur a bi îşkenceyê qetil kir sûcdar kir!
14:34 Metîn Uca hate binçavkirin
14:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:52 Rejîma Îranê girtiyê nexweşiya penceşêrê îşkence kir
13:44 ‘Bila qadên avî yên li peravên Gola Wanê bên parastin’
13:39 Gunay: Çareserî li Îmraliyê ye, em ê di her mercî de bimeşin
13:38 Li Rihayê zam li nan hat kirin
13:33 Nobeta Edaletê: Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
12:50 TMMOB’a Amedê: Em ê destûrê nedin talanê
12:25 Serhed di bin berfê de ma
12:09 Malbata Şenyaşar: Edalet bi qurbanî wekîlê AKP’î kirin
11:19 Zuhtu Arslan cara sêyemîn bû Serokê AYM’ê
11:16 Kurd û dostên xwe 24 sal in li ser pêya ne
11:14 Danişîna doza Alokmen û Ceylan hate taloqkirin
10:34 Pervîn Bûldan: Planên me yên B û C hene
10:30 Parêzerê ji Afrîkaya Başûr Moses: Ez ê tecrîdê ji herkesê re vebêjim
09:20 'Tenê ne kurd, divê hemû gel li dijî tecrîdê deng derxînin'
09:07 Ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Şikandina tecrîdê dê azadiyê bi xwe re bîne
09:06 Malbata Tûlgay ê ku ew anîne ber HDP'ê: Em lêborînê ji gelê kurd dixwazin
09:04 Berdevkê Çapemeniya YPG'ê Alî: MÎT alîkariya DAIŞ'ê dike
09:03 Parêzer Bronlet: Divê Mewzûata Ceza ya Ewropayê li dijî PKK'ê neyê bikaranîn
09:02 Li koçeriyê rojên zehmet: Em nikarin kîloyeke kayê jî bikirin
09:01 Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê: Li Herêma Kurdistanê kuştina jinan zêde dibe
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2023'YAN
01/02/2023
23:45 Koma Ma'yê stranên xwe ji bo HDP’ê gotin
21:05 Li ber NY'yê 15'ê Sibatê hat şermezarkirin
20:08 Cenazeyê Encuyê piştî 11 rojan radestî malbatê hat kirin
20:00 Li Herêma Kurdistanê di 2022'yan de 44 jin hatine qetilkirin
19:49 Li Silêmaniyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
19:42 Li Îngilîstanê greva herî mezin a 10 salên dawî: 500 hezar kes tev lê bûn
16:26 Ji ber berfê bajarên bakurê Kurdistanê hatin hişyarkirin
16:08 Ji HDP’ê Bernameya Aboriya Demokratîk
15:51 Sê welatan konsolosxaneyên xwe yên li Tirkiyeyê girtin
15:39 Temellî: Guhertina vê pergalê pêkan e
15:09 Doza Nobedariya Gerînendetiya Ozgur Gundemê taloq bû
14:57 Danişîna doza rojnamevan Eser hate taloqkirin
14:40 81 baroyan li dijî gefan piştgirî dan Serokê Baroya Amedê
14:20 Ji Geverê banga bo Meşa Gemlîkê: Werin em tev li meşa çareseriyê bibin
14:11 Dê ji Îzmîrê ber bi Gemlikê ve meş were lidarxistin
14:10 Cezayê miftiyê bûye sedema mirina 6 zarokan bi hinceta ‘rewşa baş’ daxistin
13:57 Doza kovara Modernîteya Demokratîk taloq bû
13:00 Sir û seqem jî nikare têkoşîna Malbata Şenyaşar rawestîne
12:59 Li Geverê kesek hate binçavkirin
12:43 Rojnamevan Rojîn Altay hat berdan
12:36 Bîlançoya meha çile ya şerê li Başûr
12:29 Freedom House li ser rojnameger Safiye Alagaş nivîsand
11:46 Nobeta Edaletê: Tecrîda Îmraliyê li gorî kîjan qanûnê tê pêkanîn?
11:45 Temûr: Nabe ku alîkariya mirovî were cezakirin
11:36 Riha di bin mijê de ma
11:31 Derheqê Yilmaz ê li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin de lêpirsin hate destpêkirin
11:18 Komên paramîlîter li Efrînê kargeha hişbirê vekirin
11:03 Delegasyona Jinê ya Navnetewî li dijî tecrîdê serdana AK'yê kir
10:56 ‘Divê hêzên tiliya wan di êrişên li dijî elewiyan de hene bên eşkerekirin’
10:20 Dema ku mijar dibe polîs û leşkerên ku sûc dikin bêceza tên hiştin
10:19 Di doza tecawizkirina zaroka 10 salî de zext li malbata zarok tê kirin