Pervîn Bûldan: Planên me yên B û C hene

img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku ew li dijî doza girtina partiyê ango HDP’ê alternatîfên wan hene û wiha got: “Li dijî lîstokên wan planên me B û C hene. HDP wê teqez di hilbijartinê de jî di siyaseta Tirkiyeyê de jî cihê xwe bigire.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan ji ajansa me re axivî û geşedanên di rojevê de nirxand. 
 
Bûldan bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Tecrîd îro bûye yek ji pirsgirêka herî mezin a welat. Lê îro tecrîd bûye sîstemeke ku ne tenê birêz Ocalan û Îmraliyê, li hemû Tirkiyeyê jî di nava xwe de digire û bi taybetî beşê civakî yê Tirkiyeyê dike hedef û ev zîhniyet her ku diçe berfirehtir dibe. Tecrîdê ji Girtîgeha Îmraliyê dest pê kir û ev nêzî 2 sal in tu xeber ji birêz Ocalan nayê girtin. Ne malbat ne jî parêzer nikarin biçin hevdîtinê. Ne tenê birêz Ocalan, her sê girtiyên cem wî jî mexdûrê vê yekê ne. Ji ber vê yekê belavbûna pergala tecrîdê ya li Tirkiyeyê weke tevgereke siyasî ya AKP'ê dikare were xwendin. Lê di heman demê de bûye zihniyeteke ku weke têgihiştin û zihniyetekê li hemû Tirkiyeyê belav dibe û siyaseta xwe li ser vê yekê dike. 
 
TECRÎDEK WIHA DI CÎHANÊ DE YEKEM E
 
Niha destûr nayê dayîn ku birêz Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne, ev rewş bi tevahî li dijî hiqûq, qanûn û destûra bingehîn e. Lê îro li Tirkiyê zîhniyeteke ku qanûnan, hiqûqê û destûra bingehîn binpê dike heye. Li pêşiya me hikûmetek ku pirgirêkan kûr dike heye. Ji ber wê jî rewşa nebûna hevdîtinan ne rewşeke rewa ye û em bi hikûmeteke ku qanûna xwe, destûra xwe û hiqûqa xwe nas nake re rû bi rû ne. Mînaka wisa li dinyayê tune ye. Kes an jî kesek ku li her derê cîhanê di girtîgehê de ye, tu carî bi rewşek wekî nehiştina hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re rû bi rû nebûye û ev yekem e. Di dîroka cîhanê de yekem e. Dixwazim vê yekê jî bibêjim ku hikûmeta AKP’ê xwedî têgihiştineke kûrkirina pirsgirêka kurd e û welat ber bi xetimandinê ve dibe. Lê mebesta sereke di vir de peyama ku birêz Ocalan dê bide civaka tirk û gelên Tirkiyê ye û dema diaxive bi rastî ji gotinên ku dê ji bo siberoja Tirkiyê, ronîbûna Tirkiyê, dewlemendî û aştiya Tirkiyê bibêje girîng in. Îktidar ji gotinên wî aciz e.” 
 
‘AKP’Ê TEHAMULÎ PEYMANÊ NEKIR’ 
 
Bûldan bal kişand ser Peymana Dolmabahçeyê ku di sibata 2015’an de hat îmzekirin û wiha axivî: “Peymana Dolmabahçeyê tenê meselek ku Tirkiyeyê eleqedar dikir bû. Di rastiyê de dema em li gotarên wî dinêrin, têgihiştinek ku tevahiya Rojhilata Navîn digire dest û pirsgirêka demokrasiyê ya li Tirkiyeyê wê li Rojhilata Navîn jî belav bibe derket holê. Ev deklerasyon an jî mutabakatî bû ku pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê rawestandibû û em behsa peymaneke hevpar dikin ku ji aliyê birêz Ocalan û aliyê dewletê ve bi hev re hatibû amadekirin. Di qonaxa nivîsandinê de, dema lihevkirin çêbibe, tu pirsgirêk nîne. Lihevhatinek bi hev re hatî amadekirin, bi hev re wêneyek derket holê. Bi rastî jî pêkhateyeke ku dewlet, hikûmetê temsîl dikir û birêz Ocalan, yanî aliyê kurd jî temsîl dikir pêk dihat. Lê piştî wî wêneyî bi ragihandina Lihevkirina Dolmabahçeyê re, mixabin hikûmeta AKP'ê Erdogan biryarek îmze kir ku wê ew maseyê hilweşîne, wê pêvajoyê xera bike û encamên gelek dijwar bi xwe re anî.
 
ROLA OCALAN 
 
Helbet rolek sereke ya birêz Ocalan heye û ev rol didome. Heke dîsa hevdîtina malbatê û parêzeran li gel birêz Ocalan dest pê bike wê gelek tiştên ji bo xêra welat bên kirin. Ev jî di warê siberoja Tirkiyeyê de gelek girîng e.” 
 
‘GEL LI BENDA 14’Ê GULANÊ YE’
 
Bûldan bal kişand ser hilbijartina tê payîn di meha gulanê de pêk were ku yek girîntirên mijarên di rojevê de ye û wiha berdewam kir: “Ev hilbijartin hilbijartineke dîrokî ye. Ji ber ku li Tirkiyeyê sîstemeke rejîmê heye. Divê ev pergala rejîmê ji holê bê rakirin. Tirkiye dê di gelek xalan de di gelek mijaran de bi rastî biryar û hilbijartinan bide. Mesele ne tenê hilbijartina serokmarekî yan jî hilbijartina parlamenterekî ye. Dê li ser siberoja Tirkiyeyê deng bê dayîn; tarî û ronahî dê bên dengdan; şer û aştî dê deng li ser bê dayîn; refah, aştî an jî faşîzm wê were dengdan. Ev hemû dê bibe hilbijartinek ku were kirin. Ji ber ku desthilatdariya AKP’ê ya 20 salan Tirkiye aniye rewşeke ku li holê ye. Desthilatdariyek ku bi heman rêbazan hewl dide welat birêve israr dike. Di demeke ku xizanî, birçîbûn, belengazî, krîza aborî zêde bûye û gelek beşên civakî bi mexdûriyetên mezin re rûbirû mane û wê xeleka dawî ya hêrsa gel a li dijî îktidara AKP'ê wê di 14'ê Gulanê de be.
 
Helbet ji bo HDPê jî girîng e. Ji ber ku HDP demeke dirêj e bi taybetî piştî hilbijartinên 2015’an di bin zextên mezin de bi tundiyeke mezin re rû bi rû ye. Di demekê de ku kesên di nava HDP’ê de hatine hilbijartin û ji wezîfeyê hatin girtin û şandin girtîgehan, girtina HDP'ê û doza komploya Kobanê di rojevê de be, wê hilbijartineke dîrokî pêk were. Bi rastî em weke HDP girîngiyeke mezin didin vê hilbijartinê û weke rizgariya gelên Tirkiyeyê dibînin. Gelên Tirkiyeyê dê di vê hilbijartinê de dengê xwe bide siberoja xwe, ciwan û jin dê dengê xwe bidin siberoja xwe. Ji ber vê yekê girîng e, lewma em jê re dibêjin hilbijartina dîrokî.” 
 
‘XEBATÊN ME DIDOMIN’ 
 
Bûldan diyar kir ku derxistina namzetê serokkomariyê yê tifaqa wan girîng e û got: “Lîste ango hewza namzetiyê ya tifaqa me gelek berfireh e. Em wê amadekariyê dikin ku namzetek bi hêz û hemû civakên Tirkiyeyê hembêz bike ragihînin. Xebatên me ji bo diyarkirina namzetiyê didomin. Em ê nazmetê/namzeta xwe derxin. Em vê di demek kin de ji raya giştî re parve bikin.” 
 
DIYARKIRINA NAMZET
 
Bûldan li ser pirsa “hûnê kengê namzetê/namzeta xwe eşkere bikin” vê bersivê da: “Ez nikarim dîrokek diyar bêjim. Niha amadekariyên me didomin. Îhtîmalek mezin em ê di hefteya duyemîn a sibatê de namzetê/namzeta xwe ragihînin.” 
 
Bûldan bersiva pirsa “gelo navek ku ji bo nazmetiyê şênber bûbe heye?” da û got: “Helbet navek du nav hene. Lê belê hê tiştek zelal li holê nîne. Ji ber ku zelal nebûye, nerast e ku ez viya bînim ziman.” 
 
‘TU TEMASEK ME ÇÊNEBÛYE’
 
Bûldan destnîşan kir ku heta niha ji Tifaqa Milet ango Maseya Şeş Partî hevdîtinek ku li miqabilî hev rûnên û biaxivin çênebûye û wiha got: “Berê me bi partiyên siyasî re hevdîtin kirin. Belê di Meclisê de serokwekîlên koma me, parlamenterên me hin temasan didomînin. Ev gelek xwezayî ye. Ev gelek tiştek asayî ye. Lê belê di warê lihevkirinê de di warê müzakereye de heta niha tu temasek me çênebûye. Gelo wê di roj û pêvajoya pêşiya me de çêbibe? Ez viya nizanim. Lê dixwazim diyar bikim ku heta vê kêliyê jî tu temasek pêk nehatiye.” 
 
‘LÎSTOKÊN WAN HEBIN Ê ME JÎ PLANÊN ME HENE’
 
Bûldan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser doza girtinê ya partiya xwe û wiha axivî: 
 
Dadgeha Destûra Bingehîn îro biryarên siyasî dide, biryarên qanûnî nade. Di hemû biryarên xwe yên dawî de em dibînin ku Dadgeha Destûra Bingehîn biryarên ku li gorî fermana Qesrê dide hatine girtin. Hem ji bo astengkirina hesabê Xezîneyê yê partiya me û hem jî biryara girtina HDP'ê. Me xewst doza girtinê piştî hilbijartinê pêk were lê daxwaza me dîsa bi biryarek siyasî red kir. Biryarên wan siyasî bi redkirina daxwaza me re eşkere derket holê. Dadgeha Destûra Bingehîn dûrî rewşeke ku hiqûqa xwe bi cih tîne ye û ji wê rewşê dûr e de ye. Em di serî de diyar dikin ku tu eleqeya girtina partiya me bi hiqûqê re nîne û em hêvî dikin û dixwazin ku Dadgeha Destûra Bingehîn di vê mijarê de biryara qanûnî bide û HDP’ê negire.  
 
Lê belê dîsa jî em bi awayek erênî nafikirin û xwe ji hemû metirsiyan re jî amade dikin. Bêguman em ne di rewşek ku hilbijêrên xwe, gelê xwe û girseya xwe bêalternatîf bihêlin de nîn in, em ne di wê pozîsyonê de wan bi tenê bihêlin. Bila di vî warî de dilê gelê me rehet be. HDP were girtinê jî neyê girtinê jî, li pêşiya me astengî derkevin jî dernekevin jî, bendan deynin pêşiya me jî daneynin pêşiya me jî, em ê bi awayê herî xurt biçin parlamentoyê û li rêya vê yekê bigerin. Bêyî em pirsek, gumanek û şikek di serê gelê xwe de bihêlin xebatên xwe didomînin. Li ba wan lîstok naqedin li cem me jî alternatîf û çare naqedin. Li dijî lîstokên wan gelek çareyên me hene. Planên me yên B û C hene. Lewma ez dixwazim diyar bikim ku amadekariyên me ku em ê bi awayek xurt bikevin hilbijartinê hene. Hem di warê teknîkî de hem jî di warê rêxistinî de. Em di her warî de amade ne û em ê amadekariyên xwe heta roja hilbijartinê bidomînin. Helbet wê HDP bi hêza xwe di hilbijartinê de jî û di siyaseta Tirkiyeyê de cihê xwe bigire.” 
 
‘ME ZÛVE DEST BI XEBATÊN XWE KIRIYE’
 
Bûldan herî dawî têkildarî starta xebata hilbijartinê jî wiha got: “Em partiyeke ku jixwe di nava gel de ne, me ji zû ve starta xwe daye. Me dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê kiriye. Xebata me ya li parlamentoyê, civînên me yên gel di heman demê de kar û barê hilbijartinê ye. Mitîngên me karê hilbijartinê ye. Mitînga me ya dawî me li Stenbolê pêk anî. Mitîngek pir bi hêz, pir bi heybet, pir bi coş bû. Em ê hevdîtinên xwe yên bi Tifaqa Ked û Azadiyê re berdewam bikin. Lê her wiha wekî HDP em ê li cem gelê xwe bin, li kolanan, li qadan û li her deverê bin. Em ne tenê partiyeke ku li parlamentoyê ne. HDP li cem her beşên civakê ku tê çewisandin, biçûkxistin, cihêkirinê ye. HDP her tim li cem gel sekinî ye û wê li ber xwe bide. HDP tu carî qadan, kolanan û cihên xebatê neterikand û wê ji niha şûn ve jî neterikîne. Em ew partî ne ku ji zû ve dest bi xebatên hilbijartinê kiriye.” 
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

03/02/2023
16:12 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
15:44 Li Dêrsimê kuştina sewalên kûvî hat protestokirin
15:34 Li Wanê di salekê de hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:22 Çalakiya karkerên firinên Amedê bi ser ket
15:01 Kujerê Sakîne Kultur: Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin
15:00 Berdana girtî Karabak cara duyemîn hate taloqkirin
14:13 Bersûcê doza Şimonî Dîrîl hat tehliyekirin
13:46 Li girtîgehan greva birçîbûnê didome
13:16 Baroya Rihayê ji bo mafê avê yê xelkê ket tevgerê
12:41 Li Rojhilat û Îranê zexta darazê
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Nobeta Edaletê bi dawî bû: Bila li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
11:59 Dosyeyên cuda yên doza Malbata Şenyaşar kirin yek
10:38 Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e
10:13 ‘Heke em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin dê bi hev re bi ser kevin’
10:13 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê parve kir
10:07 Cezayê ji ber Mûsa Çîtîl li rojnamevan Kanbal hatibû birîn, hat xerakirin
10:00 ‘Fikrên Abdullah Ocalan gihiştin parzemînan’
09:43 Siyasetmedarê îtalî Acerbo: Ocalan alternatîfek rasteqîn e, hewcedariya me bi dengê wî heye
09:39 Girtî li hundir û malbat li derve di ‘zindanê’ de ne
09:09 Rojnamevan Qasim: Encama şer fiyasko ye
09:06 Li Wanê 3 jin hatin binçavkirin
09:05 Hemû girtîgehên nû veguherandin Îmraliyê!
09:04 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê bibin deng
09:04 Dayika Aştiyê Yenî: Em vê tecrîdê rakin
09:01 Gever ji bo Meşa Gemlîkê amade ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2023'YAN
02/02/2023
22:39 74 hezar TL ceza li Amedsporê hat birîn
22:28 Li Qelqeliyê polîsan wesayîteke sivîl gulebaran kir
21:19 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê: Divê CPT raporê eşkere bike
19:17 Li hevşaredar Elîk û Oncuyê 6 sal û 3 meh ceza hat birîn
16:42 Rojnameger Metîn Uca hate berdan
16:19 Rejîma Îranê ne alîkariyê dide û ne jî dihêle gel alîkariyê bide mexdûrên erdhejê
16:18 Piştevaniya bi Serokê Baroya Amedê re: Em li cem te ne, bêdeng namînin
16:06 Derhênerê îranî Panahî li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
16:02 Rojnamevan Akogûl cara duyemîn beraet bû
15:58 HDP ji bo piştevaniyê çû serdana MA û JINNEWS’ê
15:44 Ji ber berfê rêya bi sedan gundan hatin girtin
15:43 Swîsreyê jî balyozxaneya xwe ya li Tirkiyeyê girt
15:31 Polîsê ku Daşkan kuştibû cara duyemîn hat beraetkirin
15:20 Gurdal ê hatibû binçavkirin hate berdan
15:19 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn hat tehliyekirin
15:05 Di doza destdirêjiya li dijî zarok de 27 sal cezayê hefsê dan tecawizkar
14:51 Di doza ‘heqareta’ li dijî Erdogan de dê ji Meclisê girtek bê xwestin
14:48 ÎHD’a Enqereyê: Di sala 2022’an de herî kêm 78 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:47 Sakîne Kultur a bi îşkenceyê qetil kir sûcdar kir!
14:34 Metîn Uca hate binçavkirin
14:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:52 Rejîma Îranê girtiyê nexweşiya penceşêrê îşkence kir
13:44 ‘Bila qadên avî yên li peravên Gola Wanê bên parastin’
13:39 Gunay: Çareserî li Îmraliyê ye, em ê di her mercî de bimeşin
13:38 Li Rihayê zam li nan hat kirin
13:33 Nobeta Edaletê: Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
12:50 TMMOB’a Amedê: Em ê destûrê nedin talanê
12:25 Serhed di bin berfê de ma
12:09 Malbata Şenyaşar: Edalet bi qurbanî wekîlê AKP’î kirin
11:19 Zuhtu Arslan cara sêyemîn bû Serokê AYM’ê
11:16 Kurd û dostên xwe 24 sal in li ser pêya ne
11:14 Danişîna doza Alokmen û Ceylan hate taloqkirin
10:34 Pervîn Bûldan: Planên me yên B û C hene
10:30 Parêzerê ji Afrîkaya Başûr Moses: Ez ê tecrîdê ji herkesê re vebêjim
09:20 'Tenê ne kurd, divê hemû gel li dijî tecrîdê deng derxînin'
09:07 Ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Şikandina tecrîdê dê azadiyê bi xwe re bîne
09:06 Malbata Tûlgay ê ku ew anîne ber HDP'ê: Em lêborînê ji gelê kurd dixwazin
09:04 Berdevkê Çapemeniya YPG'ê Alî: MÎT alîkariya DAIŞ'ê dike
09:03 Parêzer Bronlet: Divê Mewzûata Ceza ya Ewropayê li dijî PKK'ê neyê bikaranîn
09:02 Li koçeriyê rojên zehmet: Em nikarin kîloyeke kayê jî bikirin
09:01 Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê: Li Herêma Kurdistanê kuştina jinan zêde dibe
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2023'YAN
01/02/2023
23:45 Koma Ma'yê stranên xwe ji bo HDP’ê gotin
21:05 Li ber NY'yê 15'ê Sibatê hat şermezarkirin
20:08 Cenazeyê Encuyê piştî 11 rojan radestî malbatê hat kirin
20:00 Li Herêma Kurdistanê di 2022'yan de 44 jin hatine qetilkirin
19:49 Li Silêmaniyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
19:42 Li Îngilîstanê greva herî mezin a 10 salên dawî: 500 hezar kes tev lê bûn
16:26 Ji ber berfê bajarên bakurê Kurdistanê hatin hişyarkirin
16:08 Ji HDP’ê Bernameya Aboriya Demokratîk
15:51 Sê welatan konsolosxaneyên xwe yên li Tirkiyeyê girtin
15:39 Temellî: Guhertina vê pergalê pêkan e
15:09 Doza Nobedariya Gerînendetiya Ozgur Gundemê taloq bû
14:57 Danişîna doza rojnamevan Eser hate taloqkirin
14:40 81 baroyan li dijî gefan piştgirî dan Serokê Baroya Amedê
14:20 Ji Geverê banga bo Meşa Gemlîkê: Werin em tev li meşa çareseriyê bibin
14:11 Dê ji Îzmîrê ber bi Gemlikê ve meş were lidarxistin
14:10 Cezayê miftiyê bûye sedema mirina 6 zarokan bi hinceta ‘rewşa baş’ daxistin
13:57 Doza kovara Modernîteya Demokratîk taloq bû
13:00 Sir û seqem jî nikare têkoşîna Malbata Şenyaşar rawestîne
12:59 Li Geverê kesek hate binçavkirin
12:43 Rojnamevan Rojîn Altay hat berdan
12:36 Bîlançoya meha çile ya şerê li Başûr
12:29 Freedom House li ser rojnameger Safiye Alagaş nivîsand
11:46 Nobeta Edaletê: Tecrîda Îmraliyê li gorî kîjan qanûnê tê pêkanîn?
11:45 Temûr: Nabe ku alîkariya mirovî were cezakirin
11:36 Riha di bin mijê de ma
11:31 Derheqê Yilmaz ê li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin de lêpirsin hate destpêkirin
11:18 Komên paramîlîter li Efrînê kargeha hişbirê vekirin
11:03 Delegasyona Jinê ya Navnetewî li dijî tecrîdê serdana AK'yê kir
10:56 ‘Divê hêzên tiliya wan di êrişên li dijî elewiyan de hene bên eşkerekirin’
10:20 Dema ku mijar dibe polîs û leşkerên ku sûc dikin bêceza tên hiştin
10:19 Di doza tecawizkirina zaroka 10 salî de zext li malbata zarok tê kirin