Berdevka TAJÊ Elî: PDK jinên êzidî radestî DAIŞ’ê dike

  • jin
  • 09:00 28 Sibat 2023
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN- Berdevka TAJÊ Hemşê Elî diyar kir ku jinên êzidî yê ku di wargehên PDK’ê de dimînin radestî DAIŞ’ê tên kirin û got: "Nizanin ku cih û warên wan kîjan in. Xwe û rastiya xwe nas nakin, ji ax, war û nasnameya xwe tên dûrxistin."
 
Di 3’yê tebaxa 2014’an de di encama êrişa çeteyên DAIŞ’ê de ya li ser Şengalê, bi dehan jinên êzidî hatin qetilkirin, bi dehan ji wan dîl hatin girtin û li bazaran hatin firotin. Gelek jinên ku di destê çeteyên DAIŞ’ê de hatin rizgarkirin, vegera wan a ber bi Şengalê ve hat astengkirin û di wargehan de ku di bin kontrola PDK’ê de ne, hatin bicihkirin. Jinên ku ji hovitiya DAIŞ’ê rizgar bûn, vê carê jî rastî zilma PDK’ê hatin. Wargehên PDK’ê ku ji jinên êzidî re bûne girtîgehên vekirî, heta niha bûne sedema mirina gelek jinan. Gelek jinan dawî li jiyana xwe anî û gelek ji wan jî hatin revandin. Herî dawî di wargehê de 2 jin ji hêla PDK’ê ve hatin revandin û ev hefteyeke aqûbeta wan nayê zanîn. 
 
 Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Hemşê Elî, der barê polîtîkayên PDK'ê de ku li wargeha êzidiyan li ser jinan dide meşandin, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
‘PDK WAN RADESTÎ DAIŞ’Ê DIKE’
 
Hemşe Elî bi lêv kir ku PDK jinên ku di wargehên di bin kontrola wan de dimînim radestî çeteyên DAIŞ’ê dike û wiha axivî: "Di fermana herî dawî ya sala 2014’an de PDK’ê plan kiribû ku êzdiyan tune bike. Lê belê ew plan vala derket. Piştî fermanê bi hezaran êzidî koçberî axa wan bûn û PDK’ê bi taybetî li ser jinan planek xiste dewreyê. Jinên ku ji destê DAIŞ’ê rizgar dibin piştî demekê bi alîkariye PDK’ê dîsa  diçin gel DAIŞ’ê. Erebên ku derdora Şengalê pîranî tevlî DAÎŞ’ê bûn. Lê dîsa jî ew jinên ku rizgar dibin nayên Şengalê û berê xwe didin wargehên PDK’ê. Lêbelê ew jin bi riyên cuda radestî çeteyan tên kirin. Beriya fermanê Şengal di bin kontrola PDK’ê de bû. Wan em êzidî firotin ev jî bû sedem ku axa me bê dagirkirin. Bi hezaran jin û keçên êzidî ketin destê DAIŞ’ê. Gelek ji wan jî hatin qetilkirin û bi sedhazaran ji wan jî koçber bûn û belavî dinyayê bûn. Ev hemû jî sucê PDK’ê bû." 
 
‘BERÊ JINÊN ÊZIDÎ DIDIN DERVE’
 
Hemşê Elî destnîşan kir ku PDK li dijî jinên êzidî siyaseteke hovane dimeşîne û jinên êzidî ji çand, bawerî û exlaqê xwe dûr dixîne û wiha domand: "Jinên ku niha di wargehên PDK’ê de dimînin gelek zehmetiyan dikêşin. Di van wargehan de bi sedan jinan xwe kuştine. Sedemê xwe kuştina wan jî dîsa her PDK bû. Niha di navbera malbatên êzidiyan de aloziyan û nakokiyan derdixin. Ev hemû li ser jin û keçên êzidiyan xeteriyê tîne. Jinên êzidî ev 9 sal in di wan wargehan de esîrên dijminê xwe ne. Di bin desthilatdarî û zilma PDK’ê de ne. Hişmendiya xwe li jinên êzidî didin ferzkirin. Berê jinên êzidî didin derve û heqeretê li civaka êzidî dikin. “
 
‘ZAROKÊN ÊZIDÎ WARÊ XWE NIZANIN’ 
 
Elî da zanîn ku ji bo ku jin ji nasnameya xwe dûr bikevin vegera wan a Şengalê tê astengkirin û wiha domand: "Çima vî tiştî tinin serê civaka êzidî? Di wargehên PDK’ê de heta niha 10 jinan dawî li jiyana xwe anîne. Gelo çima kesek hesaba vê ji PDK’ê naxwaze? Heger ku ev zextên xwe yê li ser Şengalê bi dawîkiriban dibe ku gelek ji wan jinan vegeriyaban. Gelek kes ji ber ku malên wan xerabe ne nikarin vegerin mala xwe. Gelek ji wan dixwazin vegerin lê ji ber planên PDK’ê û astengiyên PDK’ê venagerin. Ev kes dixwazin ku vegerin ser ax, av û cihê xwe. Niha ev zarokên ku li wargehên başûr mezin dibin hûn jê  pirs bikin ji kurin, nizanin cihê wan ,axa wan ku de re. Ev metirsiyeke mezin e. Nizanin ku cih û warên wan kîjanin. Xwe û rastiya xwe nas nakin. Ev 9 salê ku di wan wargehan de zehmetiyan dikêşin. Bi sedan koneyên ku tê de diman zarokên wan di nav wî agirî de şewitîn. “
 
‘JINAN JI AX Û NASNAMEYA WAN DÛR DIKIN’
 
Berdevka TAJÊ Hemşê Elî got ku vegera jinan a ber bi Şengalê ve heman demê de vegera xwebûnê ye û ev tişt got: "Em weke TAJÊ bi hemû derfetên xwe alîkariye jinên di zor û zehmetiyê de bikin. Em ê xwe bigehînin wan jina û pêwîstiyên wan bi cih bikin.Divê jinên ku ji hêla PDK’ê ve ji axa xwe û nasnameya xwe hatine dûr kirin dîsa vegerin ser ax û warê xwe ku nasnameya xwe nas bikin.Jin ji mêr bêtir bi axa xweve girêdayî ne. Li polîtikayên ku  li ser jinê tên meşandin ji axa wê qut bike û dûr bike. Gelek  kes dixwazin vegerin, lê siyasete dijimin nahêle vegerin, berê wan didin koçberiyê û rêyên şaş. Heta ku ev jin venegerin ser cih û warên  xwe û nav civake xwe de wê nikaribin bijin. “
 
BANGA JI BO VEGERÊ 
 
Hemşê Elî daxwaz kir ku jin li şûna ku biçin wargehên PDK’ê bila vegerin Şengalê û ev bang kir: "Banga me ji hemû jinan re heye; bila li axa xwe vegerin. Ger em li ser axa xwe bin emê xwe ji her plan û êrîşên wan bikaribin xwe biparêzin.”
 

Sernavên din

04/03/2023
16:38 Bal kişandin ser rewşa girtiyên jin ên li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn
16:21 Helbestvan Sara Motaghî hate girtin
16:14 ‘Bila girtiyê ji sedî 94 astengdar bê berdan'
15:54 Bûldan: Hêza jinan wê têra şandina vê desthilatê bike
15:39 'Em ê di hemû têkoşînên mafê mirovan diparêzin de cih bigirin'
15:26 Malbatên windakiriyan faîlên Can, Kaya û Sanir pirsîn
15:24 ÎHD'ê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:59 Dewleta tirk êrîşî Kobanê kir: Gelek birîndar hene
14:56 MYK'a HDP'ê li hev civiya: Wê Sancar daxuyanî bide
14:45 TJA: Em ê jinekê bi tenê jî ji wijdanê dîktator re nehêlin
14:01 Dayikên Şemiyê ji bo ‘windahiyên’ erdhejê bang kirin
13:54 Operasyona leşkerî ya Geverê didome
13:35 Têkildarî windabûna Messe Hamvî kesek hate binçavkirin
13:24 Kiliçdaroglû Îmamoglû û Yavaş re hevdîtin kir
13:15 Ciwanên HDP'î xwe bi hewara waizê 83 salî re gihandin
12:46 Ji Mehmet Duşunmez ê 13 salî agahî nayên girtin!
12:19 Cenazeyê endamê HPG’ê Manak hat veşartin
11:55 Li Hatayê bazaramal û can!
11:16 Di pêşengtiya jinan de pergala demokratîk a di cih de
10:58 Banga avakirina ji nû ve ya li ermenî û suryaniyên piştî erdhejê koç kirin
09:57 Du kesên ku li Dersimê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:39 Waniyan: Em heqê xwe helal nakin, îstifa bike
09:18 ‘Hûn ji mirinê rizgar dibin û hûn li destekî ku pê bigirin digerin'
09:13 'Mirov li ser betonê radizên, helaliya çi?'
09:09 Mexdûrê erdhejê Akan: Latek min û fatek min hebû, lat jî çû fat jî çû...
09:01 Serokê Odeya Dermanfiroşan Baransel: Divê piştgiriya dermanfiroşan bê kirin
09:01 Der heqê Dayikên Aştiyê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2023'YAN
03/03/2023
20:30 ÎHD'ê li Enqere û Îzmîrê Nobeda Aştiyê girt
19:52 Kiliçdaroglû: Em ê bikin ku hemû reng bên ser sifreyê
18:18 ÎSÎG: Di Çileyê de 119 û di Sibatê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest daye
16:53 MYK’a HDP’ê civîna awarte li dar dixe
16:42 Kiliçdaroglû: Qet meraq nekin, wê her tişt li şûna xwe rûnê
16:39 Çalakiyên 8’ê Adarê: Ji mexdûrên erdhejêre TIR’a alîkariyê ji girtiyan re qert
16:25 TOP: Xebatên me tên terorîzekirin
16:13 ‘Ji ber hin kes wê qaseyên xwe tejî bikin em ê gelê xwe mehkûmî bêmaliyê nekin’
16:01 Akşener li dijî namzetiya Kiliçdardaroglû derket û bang li Îmamoglû û Yavaş kir
15:54 Di bin kavilên avahiya bi kefê kiribû 2 bloq de jiyana xwe ji dest da!
15:48 Çalakiya welatiyan a li ber Diyar Galeria’yê didome
15:48 Karneya 52 girtîgehan a salekê: 8 hezar û 443 binpêkirin qewimîne
15:18 ‘Em ê jiyaneke azadîxwaziya jinê bi destê xwe ava bikin’
15:09 Li goristana ku 5 hezar kes hatine definkirin dîmen girtin qedexe ye
15:08 Kiliçdaroglû çû serdana Partiya Çep û TÎP’ê
14:59 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 55,18 e
14:56 Di mehekê de li Îranê 76 kurd hatin girtin
14:01 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
13:59 Ji TÎHV’ê rapora erdhejê: Derfetên cemaweriyê baş nehatin bikaranîn
13:34 Malbata Şenyaşar Nobeta xwe ya Edaletê didomîne
12:28 Li Islahiyeyê avahiyên hilweşiyayî saxlem, avahiyên saxlem jî hilweşiyayî hatine qeydkirin
12:00 Li ser medyaya civakî wêneyên zarokan: Gelo ev zarok tên firotin?
11:37 Di heyama AKP’ê de bi hezaran mirov ji ber xemsariyê mirin lê kesek jî îstîfa nekir!
11:36 Çiqas bextewar im ku dicemidim!
11:04 Bi rojane kon negihandin mexdûra erdhejê ya lingên wê bi protez in
10:59 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 126'an
10:54 Li herêma erdhejê xizmeta tenduristiya hevişîner tune ye
10:21 Navenda piştevaniyê bû mala mexdûrên erdhejê: Em ê bajarê xwe neterikînin
10:20 'Desthilat ji bo bêkêrî û kêmasiyên wê neyên bihîstin, êrişî rojnamevanan kir'
10:10 Welatiyên astengdar di rewşeke zehmet de ne
09:41 ‘Bavê leheng’ û bêçaretî!
09:40 Dilxwazên erdhejê: Îktidara ku xwest piştevaniyê asteng bike bi ser neket
09:36 ‘Yên xelas bûn’ berê xwe dan gund: Nifûs bû du qat
09:05 Ji bo piştevaniyê ji Almanyayê hatin Hatayê
09:04 ‘Piştevaniya gel ji hêza dewletê wêdetir e'
09:04 Rengê 8'ê Adara îsal: Mor-reş û hesabpirsîn
09:03 'Alîkarî zû bihata kirin ewqas kesî jiyana xwe ji dest nedida'
09:02 BDP'iyên ku avahiyên qaçax xera kirin tên darizandin
09:01 Giravokên Çemê Dîcleyê tên dagirkirin, qeyûm û walî xwe li bêdengiyê danîne!
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2023'YAN
02/03/2023
21:03 Li Aydinê jinek hat qetilkirin
18:54 KNK'ê serdana Silêmaniyê kir: Li dijî Peymana Lozanê helwesteke hevpar divê
16:52 Bozgeyîk: Dixwazin avaniya demografik a Hatayê biguherînin
16:38 Jin xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin: Em bi hêrs in, em ê hesab ji vê zilmê bixwazin
16:25 Daxuyaniya Komkujiya Parîsê: Divê têkiliya kujer a bi Tirkiyeyê re bê lêkolînkirin
16:12 Hestiyên li Zîlanê hatin dîtin şandin ATK’ê
16:10 Danişîna Doza Vartînîsê dîsa hate taloqkirin
15:49 DFG: Hejmara rojnamegerên girtî derket 88’an
15:07 Doza ‘Qirkirina Ermenan’ a Turkdogan: Divê bi paşerojê re hevrû bibe
14:57 Di şewata febrîqeyê de karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:37 Koçyîgît: Mafê 3 milyon û nîv xwendekaran hatiye desteserkirin
14:34 AYM dê têkildarî biryara bloqekirina alîkariya ‘xizîneyê’ bicive
14:33 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan sewqî Girtîgeha Sîncanê hat kirin
14:06 Karkerên înşaetê: Bila çêkirina înşaetên li herêmên erdhejê bê sekinandin
13:59 Ji bo asansorên li herêmên erdhejê hişyarî
13:39 Gelo çi bêhn bû diçû qeymeqam!
13:38 Li Dêrazorê teqîn çêbû: 5 kes mirin 40 kes birîndar bûn
13:25 Ferît Şenyaşar: Wezîr ji bo nobeta me nebîne di deriyê piştê re dikeve hundir
13:15 Jinên şirnexî çûn serdana mexdûrên erdhejê
13:10 Gunay: Navê vê tofanê AKP-MHP bi xwe ye
13:00 Aydenîz: Hevhelalkirin bi hesabdayînê dibe
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:38 Hejmara Demokratîk Modernîteyê ya 42’yemîn derket
12:19 Bi rojane li benda biryara hilweşînê ya wezaretê ne
11:53 Îdiaya xwekuştinê ya li midûriyeta polîsan: Polîsan ew bi kamerayê temaşe kirin
11:52 PDK’ê li Metînayê 3 baregehên leşkerî ava kir
11:44 Li Îranê jinek hat darvekirin
11:42 Jin li herêma erdhejê ne: Em ê bi piştevanî û wêrektiyê jinûve ava bikin
11:31 Roja 25’emîn a erdhejê: Kon nîne, di serayê de dimînin
11:13 Mexdûra erdhejê ji bo dilxwazan xwarinê çêdike
11:08 Talabanî ji PDK’ê re got: Divê em alîkariyê bidin xwişk û birayên xwe yên Rojava
10:45 Navçeya ku bi rant, îmara taybet û betonan hatiye fetisandin: Elbistan