Ji bo jinên ducanî xizmeta tenduristiyê ya bêheq

img
HATAY - Dr. Abdullah Onen ku ji Îzmîrê hatiye Hatayê, bêyî heqdestekî bixwaze xizmeta tenduristiyê dide jinên ducanî. Onen, diyar kir ku heke Wezareta Tenduristiyê destûrê bide, dê gelek bijîşkên dilxwaz bên Hatayê.  
 
Yek ji bajarên di encama erdhejên Mereşê de hilweşîneke mezin lê çêbûyî jî Mereş e. Ji ber erdhejan, xebatên tenduristiyê yên li bajar hema hema qet nînin. Ziyaneke mezin gihiştiye nexweşxane û binkeyên tenduristiyê û nexweşxaneyên sahrayê jî li nexweşxaneyên kêmxesar xizmetên tenduristiyê didin. Gelek kedkarên tenduristiyê yên dilxwaz ku endamên Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ne, ji roja ewil a erdhejê heta niha ji bo dermankirina birînên mexdûrên erdhejê, dil û can dixebitin.  Di erdhejê de yek ji navçeyên Hatayê yên herî zêde hilweşiyayî jî Antakya ye. Gelemperiya xizmetên tenduristiyê yên li navçeyê ji hêla xebatkarên tenduristiyê yên dilxwaz ve tên dayîn. Welatiyên ku bi nexweşiyên giran ketine jî berê xwe didin bajarên derdorê. Bi taybet jî jinên ducanî ji ber ku nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê, zehmetiyên mezin dikêşin. 
 
XIZMETA TENDURISTIYÊ YA BÊHEQ 
 
Tekane cihê ku ji bo jinên ducanî xizmetên tenduristiyê bêpere dide, Nexweşxaneya Taybet a Nexweşiyên Jinan û Welidînê ya Mozaîkê ye. Gelek xebatkarên nexweşxaneyê, mexdûrên erdhejê ne û ji bo jinên ducanî û kesên hewcehiya wan bi tedawiya lezgîn heye, xizmetên tenduristiyê bêpere dide. Hinek bijîşkên ji bajarên cuda hatine vê derê, li nexweşxaneyê xizmetên tenduristiyê didin. Pisporê Nexweşiyên Jinan û Welidînê Op. Dr. Abdullah Onen jî yek ji van kesa ye. 
 
XEBATA BI DILXWAZÎ
 
Dr. Onen ku ji 25’ê sibatê heta niha xizmetên tenduristiyê bi dilxwazî dike, da zanîn ku di rojên ewil ên erdhejê de ji bo bê Hatayê serî li Midûriyeta Tenduristiyê ya Îzmîrê daye lê bersiveke erênî jê re nehatiye dayîn. Onen, diyar kir ku dema li ser komên whatsapê bangawaziyên ji bo bijîşkan dîtî, berê xwe daye Hatayê û ev tişt anî ziman: “Li Antakyayê tenê ev nexweşxane li ser pêyan e. Dema ji ewil hatim vê derê, li vir tenê hevalekî welidînê hebû. Ji xwediyên vê derê Vahap beg (Vahap Doş) pir zêde dixebitiya. Piştre em bi hev re xebitîn. Ji ber hejmara kêm a xebatkarên tenduristiyê, nedikariyan bûyerên sezaryan û yên lezgîn qebûl bikin. Bi hatina min re em ketin nava hewldanan. Me gelek pisporên anesteziyê, teknîsyenên anesteziyê û hemşîre yên dilxwaz peyda kirin.” 
 
ROJÊ XIZMETÊ DIDIN 80 JINÊN DUCANÎ
 
Onen, got ku Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar ji ewil bi erênî li vê mijarê ne dinihêrt û wiha bi dawî kir: “Ji ber ku em dilxwaz bûn û nehatibûn peywirdarkirin, bi erênî nêz dibûn. Me piştre burokrasî xist dewrê û ev pirsgirêk çareser kir. Ev bû du roj ku me hemû welidînên lezgîn û sezaryan qebûl kirin. Em du kes rojane li 80-100 nexweşan dinêrin. Ji sedî 95’î van jinên ducanî ne. Ev kes -heke şensê wan hebe- di bin konan de dimînin. Gelek jinên ducanî hene ku bi roja ye nikarin xwe bigihînin bijîşkan. Lewma zarokên gelek jinên ducanî ji ber çûn. Gelek hevalên min dixwazin bên bajar û dê di rojên pêş de hinek bijîşkên dilxwaz tev li xebatan bibin. Di halê hazir de li bajar kaosa xizmetên tenduristiyê heye. Tekane sedema vê jî ew e ku Wezareta Tenduristiyê dixwaze tekana organîzator ew be. Dixwaze tenê xebatkarên wan vê xebatê bikin. Ev jî rê li ber kaosê vedike. Heke ji ewil destûr bidana, dê gelek xebatkarên tenduristiyê û bijîşk bihatina vê derê. Dê niha jî bên. Lê Wezareta Tenduristiyê li pêşiya vê astengiyeke mezin e.” 
 
MA / Azad Altay - Mujdat Can

Sernavên din

07/03/2023
15:36 Li Zanîngeha Dîcleyê qirkirina daran
15:31 MKGP û DFG’ê ji bo rojnamegerên girtî bang kirin
15:30 Buldan: Em ê mijara diyarkirina namzetiya serokkomariyê dîsa binirxînin
14:27 Girtîgeha Tîpa D a Amedê hate valakirin
14:20 Girtiyê nexweş ê ku înfaza wî hatibû taloqkirin dîsa dişînin girtîgehê
14:10 Sefîra DYA’yê bi Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê re hevdîtin kir
14:03 OHD’ê ji bo 8 sûcên li dijî Amedsporê hatine kirin li dozgeriyê gilî kir
13:41 Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê serdana Bexdayê kir
13:40 Jin li dijî gazên jehrî daketin qadan
13:38 Mexdûrên erdhejê ku konên wan di bin avê de man konteyniran dixwazin
13:24 Li Amedê 3 hezar û 252 avahî xesara giran dîtiye
13:13 Malbata Şenyaşar ji bo mexdûrên erdhejê û edaletê find vêxist
12:40 Amûrên çandiniyê di bin xirbeyan de ne, cotkar bi fikar in
12:18 Li herêma erdhejê mal bi mal digere û konan vedide
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:16 Bahçelî Amedspor hedef girt û êrişên faşîst silav kir
11:59 Di êrişên kîmyewî yên li dijî dibistanên Îranê de 4 zarok hatin qertilkirin
11:53 ‘Me encamên erênî yên piştevaniyê li vir dîtin’
11:52 Jinan ji bo meşa 8’ê Adarê ya Êlihê bang kirin
10:56 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dikeve sala 3’yan
10:53 Ji bo jiyaneke azadîxwaziya jinê û ekolojîk dixebitin
10:14 Mîna 10 bajarên din qeyûmê Colemêrgê jî ‘ji bo erdhejê amade ye!’
09:15 ‘Ji ber ku em kurd û elewî ne kon nedan me'
09:14 Jinên hatayî: Em giya jî bixwin, em ji vir naçin
09:09 Sûriyeyî hewl didin kesên piştî erdhejê winda bûne bibînin
09:07 Ji girtiyê ku gardiyanan parxanên wî şikandin 250 hezar TL dixwazin
09:05 Ajalên li ber kavilan sekinandî!
09:03 Jinên êzidî bi felsefeya 'jin, jiyan, azadî'yê vedigerin hêza xwe ya xweser
09:01 'Heke zû mudaxile bihata kirin dê encam cuda bûya'
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2023'YAN
06/03/2023
21:01 Namzetê serokkomartiyê yê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglû ye
20:05 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 46 hezar û 104'an
19:31 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Mûglayê: Hikûmet îstifa
18:29 Li ser rêya Şirnex-Nisêbînê qeza: 8 kes birîndar bûn
17:09 Jinên îranî: Em ê dev ji mafê xwe yê perwerdeyê bernedin
16:35 Komxebata Tifaqa Kurdistanî: Amedspor ne bi tenê ye
16:07 Ji bo jinên girtî qertên 8’ê Adarê hatin şandin
16:03 Akşener dîsa vegeriya Tifaqa Milet
15:50 Elçî piştî 31 salan hate berdan
15:42 Kiliçdaroglû dê bi Akşener re hevdîtinê bike
15:36 Baroya Bursayê daxuyanî da
15:26 Şertê Akşener: Bila Îmamoglû û Yavaş bibin cîgirên serokkomar
15:23 Kavilên leşkeriyê dirijînin pengava avdaniyê ya taxê
15:03 'Tevî polîtîkaya cihêkar a dewletê jî’ jin li cem hev in
14:43 Piştgirî dan Amedsporê: Em ê li hemberî xerabiya bi van bûyerên gemar tên kirin bisekinin
14:30 Îmamoglû û Yavaş çûn serdana Akşener
14:20 Li herêmên erdhejê bager rabû
14:02 Rêxistinên Ekolojiyê: Bila Biryarnameya Hejmar 126 bê betalkirin
13:34 Li rojnamegera girtî Şahînlî 6 sal piştre doz hate vekirin
12:43 Ji OHD’ê rapora girtîgehên Egeyê: Binpêkirin didomin
12:23 Şaredariya Seferîhîsarê faîlê tacîzê derxist betlaneyê
12:19 Ji bo Emîne Şenyaşar nebînin ji deriyê piştê dikevin edliyeyê!
12:14 145 nivîskaran ji bo kampanyaya ‘Tu jî di paca xwe de findekî vêxe’ bang kirin
11:41 Qefîleya Amedsporê bi girseyî hate pêşwazîkirin
11:34 Ji HDP’ê vîdeoya ‘Di erdhejê de mehek’: Hûn dê hesabê bidin
11:21 Li rojnameger Babat û Arslan doz hat vekirin: Li dijî dewletê qaşo nûçe çêkiriye
11:04 Ji bo derxistina 600 berdanên êm li benda hilweşandina avahî ne
10:57 Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo biryara dawî ya namzetiya serokkomariyê dicive
10:41 Tifaqa Milet dicive: Dê namzetê serokkomariyê bê eşkerekirin
10:27 Roja pîroz a erebên elewî 'Leyle-t el-shaban' hat pîrozkirin
10:27 TJA û Dayikên Aştiyê li Rihayê hevgirtinê mezin dikin
10:06 Cotkarê tûtinê: Yên ji bo rizgarkirina canê me nehatin ma dê ji bo xelaskirina malê me bên?
09:30 Berberên dilxwaz li Nûrdaxî û Islahiyeyê welatiyan traş dikin
09:29 ‘Kêmbûna baweriya li dijî otorîteya navendî dibe ku bi xwe re guherînên cidî yên civakî bîne’
09:15 'Ger AFAD zû bihata dê nîviyê kesên jiyana xwe ji dest dan rizgar bûbûna'
09:01 Çopên nayên berhevkirin dibin sedema nexweşînan
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2023’YAN
05/03/2023
22:00 Berteka 14 baroyan a ji bo êrişên nijadperest ên li hemberî Amedsporê
21:30 Otobusa alîkariyê ya HDK, HDP û TJA'yê bi rê ket
20:00 Li Colemêrgê mirineke bi guman
18:53 Li Qamişloyê çalakiyên 8`ê Adarê
18:06 Çawîşê pispor ji ber mirina Bayindira ku li malê mirî hatibû dîtin hat binçavkirin
16:55 Jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
16:47 Hatîmogûllari: Divê îktîdar bedelekî pir giran bide
16:45 Li zarokan pêlîstok belav kirin û bi hev re lîstin
16:34 Soylu yê ku pêşî li ber êrişan negirt daxuyanî da!
16:26 Piştî erdhejê îcar jî hezaz çêbû: Şaredarî bi kolandina avahiyên TOKÎ’yê ve mijûl e
16:09 Gel konan peyda nake lê AFAD li rex mizgefta bêxesar ji bo mescîdê kon vedide!
15:54 Saribal ê CHP’î: Tevî hişyariyan jî tevdîr nehatin girtin
15:49 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Dê têkoşîna me bidome
15:41 TAJÊ: Em ê li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin
15:31 Jinên TÎP’î ber bi Hatayê ve ketin rê
15:21 ‘Tirkiye ji sedî 75’î ava bo Iraqê tê dibire’
15:12 Li Semsûrê toza ji ber rakirina kavilan radibe rê li ber nexweşiyan vedike
15:00 Baroya Amedê têkildarî êrişa faşîst li serdozgeriyê gilî kir
14:38 Şêniyên Avgamasiyanê rê li trafîkê girtin
14:31 Li dijî Amedsporê êrişa faşîst: Wêneyên JÎTEM û Torosên Spî hatin vekirin
14:13 Miley çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:10 Talabanî ji bo yekitiya neteweyî bang kir
13:58 Tevî biryara bêçalaktiyê jî êrişên dewleta tirk didomin
13:16 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi navê ‘Jin’ derket
12:50 HDK’ê kampanyaya ‘Tu jî di paca xwe de findekî vêxe’ da destpêkirin
12:30 Malbata Şenyaşar: Êş û doza me yek e
12:21 Pirsgirêka konan a li Mereşê hêj didome
12:02 ‘Dê jin jiyana di bin kavilan de mayî jinûve ava bikin’
11:25 Serokwezîrê Iraqê diçe Misirê
11:24 Îlham Ehmed: Divê jin xwe li dora dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ birêxistin bikin
10:46 Samur ê ku hatiye îşkencekirin: Polîsan ez xistim korekê û gotin ‘dê te bikujin’
10:21 Li Bursayê li dijî Amedsporê êrişa nîjadperest
09:53 Ji bo jinên ducanî xizmeta tenduristiyê ya bêheq