AMED - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku Newroz dê bibe hevpyamaniya têkoşînek mezin û got: “Ruhê Newrozê ku wê îradeyek mezin derxe holê, dê di 14’ê Gulanê de veguhere ruhê guhertinek mezin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civîna deklarasyona Newroza 2023’yan a li Amedê de axivî.
Bûldan da zanîn ku ew Newroza 2023’yan êşa erdhejê pêşwazî dikin û wiha got: “Careke din Xwedê rehmetê li hemû qurbaniyên erdhejê bike, ji xizm û hezkiriyên wan re sersaxiyê û sebrê dixwazim. Ji hemû birîndaran re jî silametiya xêrê dixwazim. Hevalên me di daxuyaniyê de diyar kirin ku em ê Newroza îsal bi coşeke cejnê pîroz nekin. Em ê ne bi coşeke cejnê, lê li gorî ruhê Newrozê pêşwazî bikin. Ji ber ku bi taybetî ji ber ku Newroz bi sedsalan yek ji cejnên kevnar ên gelê kurd e li ser vê axa qedîm hatiye pîrozkirin. Em ê îsal ne bi coşeke cejnê, lê di atmosfereke şînê de vê yekê bikin. Em hêvî dikin ku wê daxwazên hevpar ên gelên me tê de bên îfadekirin.”
QÎRKIRINA ÇARESERÎ Û MUZAKEREYÊ
Buldan anî ziman ku Newroz roja jiyana wekhev û azad e û got: “Newroz di heman demê de navê berxwedana li dijî xerabî, zilm, neheqî, qedexe, îstîsmar û hemû xerabiyên li Tirkiyeyê ye. Newroz rojek e ku li dijî polîtîkayên xitimandinê û tecrîdê îradeya têkoşîna demokratîk, çareserî û muzakereyê bi dengekî bilind tê qîrînkirin û îfadekirin. Newroz vejîna hêvî û hevdîtina bi wêrekî ye. Civîna hevgirtina gelan e, di îradeya yekitiya neteweyî de pêkvebûn e, hevpariya têkoşînê ye.”
‘EM Ê PEYAMÊ BIDIN ÎKTIDARÊ’
Buldan diyar kir ku wê ji qadên Newrozê peyaman bidin îktidarê û wiha axivî: “Em jî di serdemeke ku herî zêde wê hevgirtina civakî bilind bibe de dijîn û ji bo ku em karibin birînên gelê kurd bipêçin, divê em bi hev re bin. Erdhejê ji ber ku gelek wêranî anî. Em di vê demê de êşên mezin dikişînin. Bi heman awayî girîng e ku em bi hev re yekitî, hevgirtin û bihevrebûnê hîn zêdetir ragihînin û şert û mercên afirandina wê peyda bikin. Em di pêvajoyeke wiha re derbas dibin. Ji ber vê yekê li qadên Newrozê tiştên me yên cuda hene. Di pêvajoyeke ku herî zêde li dijî vê fermana xerab divê em jiyanê biparêzin û ji bo avakirina sîstemeke zindî bihêle de em dixwazin peyama ‘Dema we qediya ye, gelên Tirkiyeyê guhertinê dixwazin’ bidin îktidarê.
WÊ BIBE HEVPEYMANIYA TÊKOŞÎNEK MEZIN
Civîna Newrozê ya gelan, tifaqa Newrozê wê ji bo avakirina siberojek nû bibe peymaneke têkoşînê ya mezin. Di vê wateyê de Newroza îsal jî ewqas girîng e. Dixwazim bibêjim ku em ê bi yekitî û hevgirtinê bi têkoşîneke hevpar vê pêk bînin û em ji dil pê bawer in. Peyama din a ku em ê bidin jî ew e ku em ê li hev bicivin û em ê li qadên Newrozê nîşanî AKP û MHP’ê bidin ku em ji îktidara we natirsin, em ti carî dev ji têkoşîna xwe bernadin.
NEWROZ DÊ BIBE DESTPÊKA GUHERTINEK MEZIN A NÛ
Em dizanin ku ev îktidar neyarê kurdan, aştiyê û jinan e. Îktidarek qeyûmvan e. Em ê carek din li qadên Newrozê nîşan bidin ku ev pergal wisa dewam nake. Wê têkoşîna jiyana bi rûmet bi ser bikeve. Teqez em ê nîşanî vê îktidarê bidin ku wê herka dîrokê biguhere. Em ê viya biguherînin û bi ser bixînin. Gelê kurd û gelên Tirkiyeyê teqez wê viya biguherînin. Newroz wê bibe destpêka guhertinek mezin a nû. Gel biryara xwe daye û di çareseriy demokrtîk de israr dike. Em hemû viya dibînin. Dema ku îktidar li girseyên Newrozê binêre wê teqez çûna xwe bibîne.
NEWROZ WÊ GUHERTINÊ NÎŞANÎ ÎKTIDARÊ BIDE
Wê îktidar di Newrozê de yekitiya gelê kurd û yekitiya gelên Tirkiyeyê bibîne. Ruhê Newrozê ku wê îradeyek mezin derxe holê, dê di 14’ê Gulanê de veguhere ruhê guhertinek mezin. Teqez wê ev pergal were guhertin. Wê sînyala guhertinê di Newrozê de bê dayîn. Ez carek din hemû gelên me vedixwînim qadên Newrozê û em yekitî û hevgirtina xwe nîşanî her kesî bidin.”