Ji Kawayê Hesinkar heya Kawayê Hemdem Newroz

img
AMED - Newroz ku ji bo gelê kurd xwedî wateyeke mezin e, bi hezaran sal in li Mezopotamyayê tê pîrozkirin. Nexasim Newroz ji Kawayê Hesinkar heya bi Kawayê Hemdem ji bo gelê kurd bûye vejîn û alaya azadiyê. 
 
Newroz an jî “Cejna Newrozê”, cejneke biharê ye ku ji aliyê gelê kurd, gelên îranî û gelek gelên din ve her sal di21’ê Adarê de tê pîroz kirin. Hema bibêje hemû dîroknas hemfikir in ku Newroz ji Kurdistan-Îranê derketiye. Newroz ji aliyê kurdan ve wekî kevneşopiyeke berxwedan û vejînê bênavber tê pîrozkirin. Newroz, di mîtolojiya kurdî de li dora serîhildanekê teşe girtiye û bi sedan salan ev naveroka wê hatiye parastin. Di dîroka kurdan de Newroz weke çîroka vejînê cih digire. Newroz ku di 21’ê Adarê de tê pîrozkirin, ji bo gelan tê wateyên cuda; “Roja nû” , “Nûjîn” , “Hatina biharê” , “Roja ewil a salê” û “Cejna vejînê”...
 
Newroz ku di hemû zarava û devokên kurdî de ji bilî cudahiyên biçûk ên etîmolojîk wekî “roja nû” û di hin çandan de jî wekî “jinûvezayîn”, “bihar”, “roja yekem a salê” û “vejîn” hatiye binavkirin. Newroz, ji Kurdistanê li erdnîgariyên wekî Îran, Iraq, Sûriye, Efxanistan, Belûcistan, Azerbaycan, Bosna-Hersek, Gurcistan, Qazaxistan, Qirgizistan, Kosova, Makedonya, Ozbekistan, Tacîkistan, Tirkmenistan, Tatarstan, Gagauzya û Yakûtyayê ku ji Kurdistanê belav bûye û her sal di 21'ê Adarê de tê pîrozkirin.
 
DESTANA NEWROZÊ Û MÎTOLOJIYA WÊ
 
Newroza ku li erdnîgariyeke wisa berfireh û bi sedsalan e tê pîrozkirin, kengî û çawa çêbû? Pêşketina etîmolojîk a peyva Newrozê çawa peyda bûye? "Nava Roaca" li gorî zimanê Avestayî yê kevn Newroz e. Li gorî zimanzanan, ziman zindî ye û ev pênase guheriye. Di zimanê Hind-Ewropî de dengên ”z-c-j” bi hevdu re diguherin. "Nava" bû "New" yanî "Nû" û "Roaca" bû "Roz" yanî "Roj". Di zaravayê kirmanckî yê kurdî de "Nava", "Newe" û "Roaaca" bûne "Roj/z/c". Di zaravayê kurmancî û soranî de “Nava” bûye “Nû” û “Roaca” bûye “Roc/j”. Wateya vê peyvê "roja nû" ye. Newroza ku beriya niha ji du peyvan yanî ji "Nava Roaca" pêk dihat, piştî demeke dirêj li gorî xwezaya ziman û civakê veguherî peyvekê. Pêşî bi pehlewî bû "Noroz" û piştre bi kurdî bû "Newroz."
 
Li gorî çavkaniyên dîrokî, Newroz xwe disipêre sala 612 a Beriya Zayînê (BZ), ji têkoşîna di navbera Qralê zalim Dehaq û Kawayê Hesinkar de û her wiha nîqaş hene ku dibe ku Destsana Newrozê beriya vê dîrokê be. Li gorî mîtolojiya kurdî, Qral Dehaq li Nînovayê (Mûsila îroyîn û derdora wê) ya Împaratoriya Asûriyan ku li erdnîgariya Mezopotamya (Kurdistana îro) hebûna xwe didomîne. Qral Dehaq bi nexweşiyekê dikeve û du birînên mîna maran li ser her du milên wî xuya dibin. Ev nexweşiya ku bijîşkên di bin fermana Dehaq de nizanin wê bi çi awayî teşhîs bikin û derman bikin, roj bi roj pêşde diçe. Dehaq, gefa kuştinê li bijîşkên di bin fermana xwe de dixwe. Bijîjk ji Dehaq re dibêjin ku divê her roj mejiyê du ciwanan li birînên xwe bide. Li ser vê pêşniyazê Qral Dehaq fermanê dide leşkerên xwe û her roj mejiyê du ciwanan di birînên xwe de dide da ku jiyana xwe bidomîne.
 
SERHILDÊRÊ DESTPÊKÊ: KAWA
 
Li gorî hin çavkaniyên nivîskî, aşpêjên kurd ên ku li qesra Dehaq, ji her du ciwanên ku ji bo Dehaq tên şandin yekê dişînin serê çiyayan û li şûna mejiyê wî jî mejiyê bizinan di birînên wî didin. Di hin çavkaniyan de malbat ji bo parastina zarokên xwe, diçin çiyayên Kurdistanê. Hejmara kesên ku ji ber zilma Dehaq direvin hatine asteke ku dikarin serî rakin. Serkêşê serhildanê eşkere bûye: Hesinkarê kurd ê bi navê Kawa. Ji ber zilma Dehaq, zarokên Kawa jid est çûne. Kawa hem ji bo zarokên xwe yên mayî û hem jî ji bo zarokên kurdan biparêze dest bi tevgerekê dike. Di bin serokatiya Kawa de gelek kes xwe birêxistin dikin û amadekariya serîhildanê dikin. Kawa planekê çêdike û li benda derfetê dimîne. Rojekê leşkerên Qral Dehaq tên ku zarokên Kawayê Hesinkar bibin. Kawa, ji leşkeran re dibêje, “Hûn herin ez ê zarokên xwe bi destên xwe bînim û bi qurbana qralê xwe bikim.' Ji ber vê yekê leşker matmayî vedigerin û çîrokê ji Qral Dehaq re dibêjin. Dehaq jî matmayî dimîne û li benda Kawa dimîne. Kawa çakûçê xwe hildigire û tevî zarokên diçe qesra Qralê Zalim Dehaq.
 
ROJA KU AGIRÊ SERHILDANÊ HATIYE PÊXISTIN
 
Qral Dehaq bi dîtina Kawayê Hesinkar ku tevî zarokên xwe ber bi wan wî ve tê, kêfxweş dibe. Kawa zarokên xwe tîne ber lingên Qral Dehaq. Ji bo ku zarokên xwe bikuje çakûçê xwe bilind dike û ji nêz ve li serê Qral Dehaq dixe û wî dikuje. Paşê diçe ser banê qesrê û agir pê dixe. Serhildêrên ku li benda agirê Kawayê Hesinkar in, êrîş dikin û qesrê digirin. Kurd dibînin ku Kawa bi ser ketiye, li çiyayên tê de agir pêdixin û serkeftina Kawayê Hesinkar pîroz dikin. Kurdên ku xilasbûna Dehaq weke "rojeke nû" ango "Newroz"ê dibînin, her sal roja vê rojê bi pêxistina agir pîroz dikin. Ew roj 21’ê Adarê ye ku bûye roja remza bexwedan, serhildan û azadiyê.
 
KAWAYÊN HEMDEM
 
Newroza ku di gelek berhemên nivîskar û rewşenbîrên weke Baba Tahirê Hemedanî, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Celadet Alî Bedirxan, Serokê Serhildana Agiriyê Îhsan Nûrî Paşa, Pîremêrd û Cegerxwîn de jî cih digire, piştî salên 1980’yî wateyên polîtîk ên cuda lê tên barkirin. Li dijî “Dehaqên nû” “Kawayên Hemdem” derketin holê. Di darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980'yî de bi hezaran kurd li Zindana Amedê bi awayekî giran hatin îşkencekirin û rastî pêkanînên ji derveyî mirovahiyê hatin. Gelek kes di van îşkenceyan de seqet man û jiyana xwe ji dest dan. Lê belê Mazlûm Doganê ku weke "Kawayê Hemdem" ê serdema me tê binavkirin, di 21'ê Adara 1982'yan de, roja Newrozê, li dijî tirkkirin û îşkenceyê, bi şewitandina bedena xwe ruheke nû dide Newrozê. Agirê Dogan, careke din ji bo gelê kurd bû hêvî. Zekiye Alkan, di sala 1990'î de, Rahşan Demîrel di sala 1992'yan de, Ronahî û Berîvan di sala 1994'an de bi şewitandina bedena xwe li dijî zilmê ev hêvî zîndî kirin.
 
'HER DER NEWROZ HER DEM AZADÎ'
 
Di salên 1990’î de bi sed hezaran kes dest bi herikîna qadên Newrozê kirin. Gelê kurd li dijî polîtîkayên îmha û înkarê yên hêzên siyasî yên wê serdemê çalakî li dar xistin û her kolan bi agirê Newrozê ronî kirin. Hewldanên dewletê yên ji bo tasfiyekirina Newrozê ku bi girseyî bû û bi kevneşopiya berxwedanê teşe girt, tu encam negirtin. Vê carê jî Newroz veguherand “Nevruzê”, got ev cejna tirkan e û dest bi propagandayên berfireh û pîrozbahiyên “dewletî” kir. Polîtîkayên hikûmetê encam negirtin. Di salên 1990’î de gelê kurd tevî qedexe û astengiyan jî li qadên Newrozê daxwazên xwe yên ji bo azadiyê qîriyan. Piştî salên 2000’î bi milyonan kes li qadên Newrozê kom bûn. Gelê kurd ruhê siyasî yê her serdemê qîr kir û doza çareseriya demokratîk kir. Gelê kurd ku her sal bi dirûşmeyên cuda li dora agirê berxwedanê govendê digerîne, îsal jî armanc dike ku bi dirûşmeya "Her der Newroz, her dem azadî" qadên Newrozê tije bike û daxwazên xwe biqîre.
 
MA / Bazîd Evren
 

Sernavên din

12/03/2023
17:08 HDP’ê li Rihayê starta hilbijartinê da: Em ê vê desthilatdariye bişînin
15:39 Di salvegera 19’an de qurbaniyên Komkujiya Qamişloyê hatin bibîranîn
14:50 Êrişên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê berdewam in
14:14 Serokê Giştî yê TMMOB’ê: Sedema karesatê, neamadebûna saziyan bû
13:39 Piştî 30 salan hate berdan: Dê têkoşîna me bidome
13:19 Êrişên bi gazên jehrî yên li Îranê berdewam in
13:08 Bi hezaran kesan Komkujiya Gaziyê protesto kirin
13:08 Hejmara 2’yan a Kovara Jin’ê derket
12:48 Îsraîlê ji hewa ve êrişî Sûriyeyê kir
11:40 Li Îranê teqîn: 5 kesan mirin
11:39 Malbata Şenyaşar: Ên ku li dijî bêedaletiyê bêdeng dimînin, neçarî têkçûnê ne
11:17 Qedexeyên hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
11:14 Cihê ku agirê Newrozê qet lê nevemirî: Kurdistana Biçûk
10:38 Li Stenbolê 9 kes hatin binçavkirin
10:36 Pirsgirêkên tenduristiyê yên li herêmên erdhejê zêde dibin
10:08 Keda wan a salekê di bin kavilan de ma!
09:44 Bajar bi bajar bernameya Newrozê
09:30 Dr. Mansouran: Li Îranê 5 hezar xwendekar hatin jehrîkirin
09:12 Şîrket destûr dayê tev li xebatên rakirina kavilan bibe lê bêyî hincet ew ji kar derxist
09:11 Zirig: Dahata Şaredariya ji bo saziyên derî peywira şaredariyê hatiye seferberkirin
09:10 Kirikhanî ava vexwarinê dixwazin!
09:09 Ji ber erdhejê demeke dirêj neçûn malên xwe lê fatûre ji yên her wextî bêtir hatin!
09:04 Bi eşkerekirina roja hilbijartinê re qeyûm dest bi firotina milkên şaredariyê kir
09:03 Li Samandagê ji bo nobedê gazî tenduristkarên ku ji ber erdhejê mexdûr bûne tê kirin
09:00 ROJEVA 12’Ê ADARA 2023’YAN
11/03/2023
22:47 Parlementerê HDP'ê yê berê Bînîcî hat girtin
21:25 Li Îzmîrê agirê Newrozê hilkirin
19:41 Serdanên Gerok MA'yê yên li herêmên erdhejê didomin
18:54 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 47 hezar û 975'an
17:16 Serdanên KNK’ê didomin
16:58 Welatiyê ji Alanyayê li Nûrdagiyê mirî hat nîşandan
16:54 Şandeya Skotlandê li Kobanê ye
16:47 Ciwanê ku polîsan wî revandiye: Ewelehiya canê min nîne
16:46 Artêşa tirk topên fosforê bi kar tîne
16:35 Hîzbûllah dê di berdela 2 parlamenteran de piştgiriya Erdogan bike
16:25 ÎHD’ê bal kişand ser 44 jinên girtî yên nexweş
15:47 Bi girseyî serdana şîna Dorûdemîr hat kirin
15:43 Hunermend Taşdogan li ser talankirina Kurdistanê klîbek amade kir
15:39 Endamên SGDF’ê hatin binçavkirin
15:32 Girtîgeha Çankiriyê hate valakirin
15:22 Faîlên Ozturk a beriya 31 salan bi îşkenceyê hate qetilkirin pirsîn
15:09 Girtiyê nexweş dest kelemçekirî hatiye emeliyatkirin!
14:53 Girtiyê nexweş ê diranên wî ketine nikare xwarinê bixwe
14:50 Xizmên Windayan li aqûbeta rojnamevan Nazim Babaoglû pirsîn
14:23 YSK’ê lîsteya partiyên ku dê bikevin hilbijartinê aşkere kirin
14:13 Sancar: Em ê bi agirê Newrozê ber bi veguherîna demokratîk a mezin ve bimeşin
13:49 Li Wanê dê di 19’ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin
12:37 Kiliçdaroglû li Elbistanê ye: Wê her kes di malên biewle de rûnê
12:36 Girtiyê nexweş Degîş piştî 31 salan hate berdan
12:20 Malbata Şenyaşar: Li dijî Nemrûdan Îbrahîm dê serbikevin
12:12 Li ser rêya nexweşxaneyê tundî li girtiyê destek û lingekî wî nînin kirin
11:39 Cenazeyê Dorûdemîr hat veşartin
11:23 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hat eşkerekirin
11:16 Keysbaziya erdhejê: Îhale dan zava û konut li ser eraziyên çandiniyê tên çêkirin
10:22 Li Stenbolê 44 sal in agirê Newrozê tê hilkirin
10:21 Li goristana erdhejê de zarokên bêkes
09:48 'Em dest ji Samandagiyê bernadin, em ê ji nû ve ava bikin'
09:47 Şaredariya Bahçeyê cihê avahiya hate hilweşandin xesp kir
09:44 Mexdûrê erdhejê: Pirsgirêka avê nehatiye çareserkirin
09:42 Hewl dide bi textên ji bin kavil derdixe deriyê serşokê çêke
09:41 Polîsên ku îşkence li malbata Samûrê kirin sixurtî li keça wan ferz kirine
09:23 Bi darê zorê girtiyan tazî kirine
09:22 Li herêma erdhejê ji bo zarokan 'Leyzgeha Jiyanê ya Berkîn Elvan' hat avakirin
09:08 Nazim hê jî 19 salî ye: Pênûsa wî her dinivîse
09:06 Ji Kawayê Hesinkar heya Kawayê Hemdem Newroz
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2023'YAN
10/03/2023
23:23 Dayika girtî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
18:15 Hejmara kesên di erdhejan de mirin gihîşt 47 hezar û 932'yan
18:12 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Meqama îdiayê doza beraeta bersûcan kir
16:46 Waliyê Semsûrê îstîfa kir
16:27 Ji HDP’ê parvekirina 14’ê gulanê: #EmAmadeNe
16:08 Ji Serokê YSK'ê daxuyaniya roja hilbijartinê
15:59 Tifaqa Kurdistanî bi rojeva hilbijartinê civiya
15:29 Baro û OHD’a Wanê rapora erdhejê eşkere kirin
15:28 Îtîraza li dijî biryara astengkirina malperên Xwebûn û Jinnews’ê hate redkirin
15:01 Kiliçdaroglû: Gelo dewleta sosyal ne niha be wê kengê be
14:52 Serokwezîrê Iraqê bi sefîrê Tirkiyeyê re civiya
14:23 Erdogan biryara hilbijartinê îmze kir
13:52 Jinên ku di 8’ê Adarê de serî hildan wê piştevaniyê mezin bikin
13:19 Danişîna Ercan ê ji tacîzkirina xwendekaran tê darizandin hate taloqkirin
12:50 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:47 Bûldan: Newroz wê ji bo guhertinê bibe mizgîniya 14’ê Gulanê
12:17 Rêjeya betaliya ciwanan ji sedî 20 bihûrî
12:12 Malbata Şenyaşar: Ya ku hezê dide me baweriya me ye
11:43 Strana Newroza 2023’yan: Rakin meşala Newrozê
11:33 Hejmara Kovara Jineolojiyê ya nû derket
11:28 Sancar: Em ê ji nû ve serî li AYM’ê bidin
11:18 Lehî û erdhej li vî gundî dibin sedema felaket û xetereyê
11:06 Deklarasyona Newroza 2023’yan: Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve dimeşin
10:56 Dê dev ji Samandagê bernedin
10:54 Daxwaznameyên hatin paşguhkirin bûn sedema mirina 72 kesan
10:38 Erdogan wê biryara hilbijartinê aşkere bike
10:33 Bi valakirina kavilan herêma Mamûrekê jehrî dikin
10:08 Kurkçu: Veguherîna rasteqîn bi ‘Rêya Sêyemîn’ pêkan e
10:05 Li Girtîgeha Erzînganê ferzkirina ‘qawişa bêalî’
09:57 Derbarê bajarê me de tiştên xweş binivisîne keko…
09:35 Tespîta xesarê: Ji derve wêne kişandin û çûn
09:05 'Dixwazin demografiya bajaran biguherînin'
09:04 Xaltiya Xanim a 77 salî banga vegerê li mexdûrên erdhejê kir
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Banga Bafil Talabanî îşaretek e ji bo avakirina yekîtiya niştimanî