Li Wanê dê di 19’ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin

img
WAN - Li Wanê dê pîrozbahiya Newrozê di 19’ê Adarê de li qada Newrozê ya li ber Keleha Wanê bê pîrozkirin. 
 
Li Wanê Komîteya Amadekar a Newrozê hat sazkirin û ji bo amadekariya Newrozê li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Wanê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Hat zanîn ku wê pîrozbahiya Newrozê qada li ber Keleha Wanê bê lidarxistin. Endamên Komîteya Amadekar, rêveberên HDP’ê û pekhateyên wê tev li civînê bûn. Metna daxuyaniya kurdî Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Newroza Wanê Sedat Duşunmez û metna daxuyaniya tirkî jî endama Komîteyê Ceyda Dîndar xwend.
 
Daxuyaniya bi dirûşma “Her Der Newroz, Her Dem Azadî!!!” wiha ye: 
 
“Bi dilekî xemgîn lê bi hêvî û bawerî em Newroza 2023’yan pêşwazî dikin. Erdheja Mereşê li 11 bajaran bandoreke mezin li ser 15 milyon kesî kir.  Em bi êş û jan û bi şîn Newroza 2023’yan pêşwazî dikin. Pêdiviya piştgirî û piştevaniyê ji her demê zêdetir e. Bi erdheja Mereşê, careke din hat dîtin ku heqîqeta bi salan e em ji bo wê têkoşîn dikin piştrast bû.  Ew heqîqet jî ev e: desthilatiya navendî li hemberî feraseta rêveberiyên herêmî têk çû. Ev model bi erdhejê re careke din aşkera bû. Li hemberî pergala navendî, îro pêdivî zêdetir bi pergala herêmî heye. Bi erdhejê re me dît ku ev pergala giran, ev burokrasiya riziyayî, xisarên mirovî zêdetir kirin. Pergala AKP-MHP’ê ya ku rêveberiyên herêmî tasfiye kir, bû sedema van encaman. Feraseta otorîter û qeyyûm avêtin  bingeha vê têkçûnê ye. Li aliyê din jî piştgirî û piştevaniya piştî erdhejê derket holê bandoreke mezin li ser ruhê yekîtiya neteweyî ya Kurdan kir.   
 
EM TECRÎDA LI SER BIRÊZ OCALAN QEBÛL NAKIN
 
Gelên me yê hêja! 
 
Derket holê ku tenê bi pergala xweseriya demokratîk em dikarin rizgar bibin û paradîgmaya komara demokratîk ava bikin.  Ruhê Newrozê ruhê coş û vejînê ye. Em her sal Newrozê bi vî ruhî pîroz dikin, lê em ê di Newroza îsal de bi lawjeyan hemû qurbaniyan bi bîr bînin. Kerb û kîna me zêde ye, êşa me giran e.  Lê em ê bi ruhê serhildana Kawa ya li hemberî Dehaqê zalim, hesabê ji pergala AKP-MHP’ê bipirsin. Em di vê Newrozê de careke din tecrîda li ser Birêz Ocalan qebûl nakin.  Em bang dikin ku ji bo birêz Öcalan rola xwe ya dîrokî bi cih bîne divê demildest tecrîd bê rakirin û divê hemû girtiyên siyasî bigihîjin azadiya xwe. Dîsa Newroza 2023’yan mizgîniya xelasiya ji desthilatiya AKP-MHP’ê ye. Em ê bi ruhê Newrozê amadekariyên xwe yên hilbijartina 2023’yan bikin û bi ser bikevin. Bi pergala rant, talan û gendeliyê, gelên me mehkûmî avahî û xaniyên riziyayî kirin.  Di encama vê pergalê de gelên me zirareke mezin dîtin. Lê em vê pergalê qebûl nakin, gelên me qebûl nakin.  
 
BÎRANÎNA QURBANIYÊN ERDHEJÊ
 
Berpirsyariya me ya dîrokî û siyasî ew e ku em ê vê pergalê biguherînin û pergaleke pîr û pak ava bikin. Bi taybetî em ê bi pêşengiya ciwanan û jinan û bi hêz û îradeya gelên xwe vê pergalê biguherînin. Em ê Newroza 2023’yan, bi vî ruhî pîroz bikin û her derê bikin qadên Newrozê. Ji ber vê yekê bernameya Newroza 2023’yan, li ser van esasan hate amadekirin. Em ê îsal bi dilekî xemgîn, bi şîna deh hezaran kesan, bi kerb û kîn, lê bi ruhê Newrozê li qadan bin. Felaketeke mezin hate serê gelên me, lê em dîsa jî bi hêvî ne. Em ê bi ruhê yekîtiya neteweyî û bi ruhê piştgiriyê ya ku piştî erdhejê derket holê, li qadan bin û hemû qurbaniyan bi bîr bînin.
  
NEWROZ VEJÎN E
 
Newroz; mizgîniya biharê, ahenga mirov û xwezayê ye, Newroz vejîn e. Em ê li dor agirê Newrozê germ bibin û careke din bibêjin edalet, aştî û azadî. Newroza Wanê îsal jî li qada kelha Wanê ye. Roja yekşemê, 19’ê Adarê emê li qada Newroza Wanê bin. Em dibêjin, “Her Der Newroz, Her Dem Azadî” û hemû gelên xwe dawetî qadên Newrozê dikin.Em di serî de Newroza gelê Kurd û Newroza hemû gelan pîroz dikin.  Em hêvî dikin Newroza 2023’yan bibe Newroza aştî, wekhevî û welatekî azad. 
 
Bijî Newroz!” 
 

Sernavên din

12/03/2023
17:08 HDP’ê li Rihayê starta hilbijartinê da: Em ê vê desthilatdariye bişînin
15:39 Di salvegera 19’an de qurbaniyên Komkujiya Qamişloyê hatin bibîranîn
14:50 Êrişên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê berdewam in
14:14 Serokê Giştî yê TMMOB’ê: Sedema karesatê, neamadebûna saziyan bû
13:39 Piştî 30 salan hate berdan: Dê têkoşîna me bidome
13:19 Êrişên bi gazên jehrî yên li Îranê berdewam in
13:08 Bi hezaran kesan Komkujiya Gaziyê protesto kirin
13:08 Hejmara 2’yan a Kovara Jin’ê derket
12:48 Îsraîlê ji hewa ve êrişî Sûriyeyê kir
11:40 Li Îranê teqîn: 5 kesan mirin
11:39 Malbata Şenyaşar: Ên ku li dijî bêedaletiyê bêdeng dimînin, neçarî têkçûnê ne
11:17 Qedexeyên hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
11:14 Cihê ku agirê Newrozê qet lê nevemirî: Kurdistana Biçûk
10:38 Li Stenbolê 9 kes hatin binçavkirin
10:36 Pirsgirêkên tenduristiyê yên li herêmên erdhejê zêde dibin
10:08 Keda wan a salekê di bin kavilan de ma!
09:44 Bajar bi bajar bernameya Newrozê
09:30 Dr. Mansouran: Li Îranê 5 hezar xwendekar hatin jehrîkirin
09:12 Şîrket destûr dayê tev li xebatên rakirina kavilan bibe lê bêyî hincet ew ji kar derxist
09:11 Zirig: Dahata Şaredariya ji bo saziyên derî peywira şaredariyê hatiye seferberkirin
09:10 Kirikhanî ava vexwarinê dixwazin!
09:09 Ji ber erdhejê demeke dirêj neçûn malên xwe lê fatûre ji yên her wextî bêtir hatin!
09:04 Bi eşkerekirina roja hilbijartinê re qeyûm dest bi firotina milkên şaredariyê kir
09:03 Li Samandagê ji bo nobedê gazî tenduristkarên ku ji ber erdhejê mexdûr bûne tê kirin
09:00 ROJEVA 12’Ê ADARA 2023’YAN
11/03/2023
22:47 Parlementerê HDP'ê yê berê Bînîcî hat girtin
21:25 Li Îzmîrê agirê Newrozê hilkirin
19:41 Serdanên Gerok MA'yê yên li herêmên erdhejê didomin
18:54 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 47 hezar û 975'an
17:16 Serdanên KNK’ê didomin
16:58 Welatiyê ji Alanyayê li Nûrdagiyê mirî hat nîşandan
16:54 Şandeya Skotlandê li Kobanê ye
16:47 Ciwanê ku polîsan wî revandiye: Ewelehiya canê min nîne
16:46 Artêşa tirk topên fosforê bi kar tîne
16:35 Hîzbûllah dê di berdela 2 parlamenteran de piştgiriya Erdogan bike
16:25 ÎHD’ê bal kişand ser 44 jinên girtî yên nexweş
15:47 Bi girseyî serdana şîna Dorûdemîr hat kirin
15:43 Hunermend Taşdogan li ser talankirina Kurdistanê klîbek amade kir
15:39 Endamên SGDF’ê hatin binçavkirin
15:32 Girtîgeha Çankiriyê hate valakirin
15:22 Faîlên Ozturk a beriya 31 salan bi îşkenceyê hate qetilkirin pirsîn
15:09 Girtiyê nexweş dest kelemçekirî hatiye emeliyatkirin!
14:53 Girtiyê nexweş ê diranên wî ketine nikare xwarinê bixwe
14:50 Xizmên Windayan li aqûbeta rojnamevan Nazim Babaoglû pirsîn
14:23 YSK’ê lîsteya partiyên ku dê bikevin hilbijartinê aşkere kirin
14:13 Sancar: Em ê bi agirê Newrozê ber bi veguherîna demokratîk a mezin ve bimeşin
13:49 Li Wanê dê di 19’ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin
12:37 Kiliçdaroglû li Elbistanê ye: Wê her kes di malên biewle de rûnê
12:36 Girtiyê nexweş Degîş piştî 31 salan hate berdan
12:20 Malbata Şenyaşar: Li dijî Nemrûdan Îbrahîm dê serbikevin
12:12 Li ser rêya nexweşxaneyê tundî li girtiyê destek û lingekî wî nînin kirin
11:39 Cenazeyê Dorûdemîr hat veşartin
11:23 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hat eşkerekirin
11:16 Keysbaziya erdhejê: Îhale dan zava û konut li ser eraziyên çandiniyê tên çêkirin
10:22 Li Stenbolê 44 sal in agirê Newrozê tê hilkirin
10:21 Li goristana erdhejê de zarokên bêkes
09:48 'Em dest ji Samandagiyê bernadin, em ê ji nû ve ava bikin'
09:47 Şaredariya Bahçeyê cihê avahiya hate hilweşandin xesp kir
09:44 Mexdûrê erdhejê: Pirsgirêka avê nehatiye çareserkirin
09:42 Hewl dide bi textên ji bin kavil derdixe deriyê serşokê çêke
09:41 Polîsên ku îşkence li malbata Samûrê kirin sixurtî li keça wan ferz kirine
09:23 Bi darê zorê girtiyan tazî kirine
09:22 Li herêma erdhejê ji bo zarokan 'Leyzgeha Jiyanê ya Berkîn Elvan' hat avakirin
09:08 Nazim hê jî 19 salî ye: Pênûsa wî her dinivîse
09:06 Ji Kawayê Hesinkar heya Kawayê Hemdem Newroz
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2023'YAN
10/03/2023
23:23 Dayika girtî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
18:15 Hejmara kesên di erdhejan de mirin gihîşt 47 hezar û 932'yan
18:12 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Meqama îdiayê doza beraeta bersûcan kir
16:46 Waliyê Semsûrê îstîfa kir
16:27 Ji HDP’ê parvekirina 14’ê gulanê: #EmAmadeNe
16:08 Ji Serokê YSK'ê daxuyaniya roja hilbijartinê
15:59 Tifaqa Kurdistanî bi rojeva hilbijartinê civiya
15:29 Baro û OHD’a Wanê rapora erdhejê eşkere kirin
15:28 Îtîraza li dijî biryara astengkirina malperên Xwebûn û Jinnews’ê hate redkirin
15:01 Kiliçdaroglû: Gelo dewleta sosyal ne niha be wê kengê be
14:52 Serokwezîrê Iraqê bi sefîrê Tirkiyeyê re civiya
14:23 Erdogan biryara hilbijartinê îmze kir
13:52 Jinên ku di 8’ê Adarê de serî hildan wê piştevaniyê mezin bikin
13:19 Danişîna Ercan ê ji tacîzkirina xwendekaran tê darizandin hate taloqkirin
12:50 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:47 Bûldan: Newroz wê ji bo guhertinê bibe mizgîniya 14’ê Gulanê
12:17 Rêjeya betaliya ciwanan ji sedî 20 bihûrî
12:12 Malbata Şenyaşar: Ya ku hezê dide me baweriya me ye
11:43 Strana Newroza 2023’yan: Rakin meşala Newrozê
11:33 Hejmara Kovara Jineolojiyê ya nû derket
11:28 Sancar: Em ê ji nû ve serî li AYM’ê bidin
11:18 Lehî û erdhej li vî gundî dibin sedema felaket û xetereyê
11:06 Deklarasyona Newroza 2023’yan: Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve dimeşin
10:56 Dê dev ji Samandagê bernedin
10:54 Daxwaznameyên hatin paşguhkirin bûn sedema mirina 72 kesan
10:38 Erdogan wê biryara hilbijartinê aşkere bike
10:33 Bi valakirina kavilan herêma Mamûrekê jehrî dikin
10:08 Kurkçu: Veguherîna rasteqîn bi ‘Rêya Sêyemîn’ pêkan e
10:05 Li Girtîgeha Erzînganê ferzkirina ‘qawişa bêalî’
09:57 Derbarê bajarê me de tiştên xweş binivisîne keko…
09:35 Tespîta xesarê: Ji derve wêne kişandin û çûn
09:05 'Dixwazin demografiya bajaran biguherînin'
09:04 Xaltiya Xanim a 77 salî banga vegerê li mexdûrên erdhejê kir
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Banga Bafil Talabanî îşaretek e ji bo avakirina yekîtiya niştimanî