TUÎK’ê zimanê Xwebûnê înkar kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - TUÎK’ê di forma ku xwest bi rojnameya Xwebûnê bide dagirtin de cih neda zimanê kurdî û zimanê weşanê yê rojnameyê red kir. Her wiha polîsan careke din şandina Xwebûnê ya Stenbolê asteng kir.
 
Rojnameya Xwebûnê, tekane rojnameya ku li bakurê Kurdistanê weşana bi zimanê kurdî dike ye. Her wiha weke heftane tê weşandin. Herî dawî bi daxwaza Midûriyeta Giştî ya Polîsan, Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 4'an a Enqereyê hesaba Xwebûnê ya twîtterê jî di nav de 340 hesabên Twitter, Telegram û Youtubeyê yên malperên dîjîtal ên bi kurdî asteng kirin û girtin. Li zextên li dijî Xwebûnê yeke din hate zêde kirin. Saziya Statîskan a Tirkiyeyê (TUÎK)di forma ku xwest bi rojnameya Xwebûnê bide dagirtin de cih neda zimanê kurdî û zimanê weşanê yê rojnameyê red kir. Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen derbarê mijarê de nivîsek nivîsî. Nîvîsa Esen a di Rojnameya Xwebûnê de hate weşandin wiha ye: 
 
"Tirkiye, di 10’ê adarê de bi aşkerakirina Serokkomar Erdogan ket pêvajoya hilbijartinên parlamento û serokkomariyê yên sala 2023’yan. Di vê pêvajoya hilbijartinan de jî red û înkara zimanê kurdî ranaweste. Weke rojnameya Xwebûn hefteya borî bi du awayan em bi vê red û înkarê re rû bi rû man. Ez ê di vê nivîsa xwe de li ser van her du awayên red û înkara kurdî rawestim û rastiya desthilata AKP-MHP’ê û dewletê ya li dijî kurdî raxim ber çavan.
 
Destpêkê dixwazim qala red û înkara kurdî ya Saziya Statîskan a Tirkiyeyê (TUÎK) ya li dijî zimanê weşanê yê rojnameya me bikim. Piştre jî der barê bêtemûliya polisên  tirk a li dijî rojnameya me de agahiyekê bi we re parve bikim. Di nav hefteyê de ji TUÎK’ê li min geriya û xwest ku bersiv bidim formeke wan a pirsan a der barê rojnameya Xwebûnê de. Rayedara ku bi min re axivî, li ser pirsa a min 'bersivdana van pirsan mecbûrî ye?' ev bersiv da min: 'Belê mecbûrî ye, divê hûn bersiv bidin.'
 
FORMA ÎNKARA KURDΠ
 
Piştre ji bo ku pirsên 'Forma Pirsan a Rojname û Kovaran a Statîstîkên Çapameniya Nivîskî -2022' a TUÎK’ê bibersivînim şîfreyek bi min re parve kirin û ji bo alîkariyê nimreya karmendekî TÛÎK’a Amedê dan min. Li ser vê yekê ketim malpera TÛÎK’ê û bi alîkariya karmendê ku nimreya wî dabûn min pirsên ji min hatin kirin bersivand. Piştî çend pirsên destpêkê di nîveke formê de bi pirsên înkara kurdî re rû bi rû mam.
 
Pirsên înkarê der barê zimanê me yê weşanê de bûn (Hûn bi kîjan zimanî weşanê dikin?). Ji bo bersivandina pirsan jî ev her sê vebijêrk (1.tirkî 2.zimanê biyanî 3.tirkî ango zimanê biyanî) danîn pêşiya min. Dema ku ez bi van pirsan re rû bi rû mam li dij derketim û nexwest bersiv bidim pirsan. Li ser vê yekê ez û karmendê ku bi min re dibû alîkar bi hev ketin. Min jê re got, ‘hûn daneyên der barê rojnameyeke kurdî de berhev dikin lê cih nadin zimanê wê, ev çawa çêdibe?’. Li ser vê berteka min karmend mez bi siyasetê “sûcdar” kirim û ev tişt got: “Ezbenî ji kerema xwe re siyasetê tev li daneyan neke. Ev pirs ne ji hêla me ve ji hêla Enqerê ve tên amadekirin û tiştekî ku ez bikim tune ye.”
 
KURDÎ NE ZIMANÊ BIYANÎ YE
 
Min bertek nîşanî bersiva wî da û jê re got: 'Çi eleqeya bertekan min bi siyasetê re heye. Ez li Kurdistanê bi zimanê xwe weşanê dikim û hûn zimanê min ê weşanê înkar dikin, tune dihesibînin û dixwazin ku di ser de jî bersiva pirsên we bidim. Dema ku hûn vê formê bi TRT Kurdiyê re dadigirin heman pirsan ji wan jî dikin?” Li ser van bertekan, karmendê TUÎK’ê ez aresteyî vebijêrka 2. zimanê biyanî kir. Ji bo bidawîkirina formê ji neçarî min jî ev vebijêrk qebûl kir û ji karmend re got ku ez ê vê înkara wan binivisînim. Dema ku min ev tişt jê re got zora karmend çû û got, ‘Hûn van gilî û gazinên xwe nikarin li min bikin. Tiştekî di destê min de tune ye, bi salan e forma me bi vî awayî ye. Kesî mîna te îtîraz nekiriye.'
 
Belê TUÎK’a ku qajo bi daneyan re mijûl dibe, bi pirsên xwe li Kurdistanê zimanê kurdî înkar dike û tune dihesibîne. Bawer im li tu devereke dinyayê sosretiyeke bi vî rengî tune ye. Dibe ku TUÎK van daneyan radestî hikumetê bike û hikumet jî bi van daneyên ku bi înkara kurdî hatine berhevkirin di hilbijartinan de bi kar bîne. Belê hikumet dikare bi van daneyên înkara kurdî ji kurdan deng bixwaze. Lê divê bê zanîn ku dewlet û hikumet hê jî zimanê kurdî înkar dike.
 
XWEBÛN DÎSA ASTENG KIRIN
 
Lewre ji bilî vê înkara TUÎK’ê di nav hefteyê de rojnameya Xwebûn careke din ji aliyê polisan ve hat astengkirin. Weke ku tê zanîn rojnameya Xwebûn li Amedê tê çapkirin û ji vir belavî bajarên din ên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dibe. Beriya niha di mehên îlon û mijdarê yên sala 2022’yan de  şandina rojname Xwebûnê ya bajarên din çend caran hatibû astgengirin. Piştî çend mehan di nav hefteyê de polisan careke din şandina rojnameya Xwebûnê ya Stenbolê asteng kir.
 
Li otogara Amedê polîs çûn fîrmaya otobusan a ku wê hejmara 168’emîn a rojnameya Xwebûnê birina Stenbolê asteng kirin. Polisan, gef li rayedarên fîrmayê xwarin û ji wan xwestin ku rojnameya Xwebûn bi xwe re nebin Stenbolê. Li ser vê yekê em bi parêzerên xwe Resûl Teymûr re ketin têkiliyê û me jê xwest ku sedema hiqûqî ya astengkirina rojnameya me hîn bibin. Piştî ku parêzerê me bi dozgeran re têkilî danî em hîn bûn ku tu biryareke hiqûqî ya ji bo astengkirina rojnameya me tune ye.
 
KURDÎ ŞAX VEDAYE
 
Polisên tirk hinek ji TUÎK’ê cudatir zimanê kurdî red û înkar dikin. Belê polisên tirk, li Amedê bi awayekî kêfî rojnameyeke ku bi kurdî weşanê dike û belavî bajaran dibe asteng dikin. Ev astengkirin acizî û bêtemûliya ji zimanê kurdî ye. Di heman demê de vê astengkirina wan sûc e. Polis bi astgengkirina rojnameya Xwebûnê sûc dikin û kîna xwe ya li dijî kurdan û zimanê wan radixin ber çavan.
 
Em vî sûcê li dijî ziman û rojnameya xwe qebûl nakin û der barê polisên ku li otogara Amedê bêrêziyê li ziman û rojnameya me dikin de gilî bikin. Divê bê zanîn ku êdî zimanê kurdî ne bi astengkirina polisan ne jî bi redkirina saziyên mîna TUÎK’ê dikare bê tunekirin. Lewre êdî kurdî li Kurdistanê şax vedaye û her roj bi saziyên mîna rojnameya Xwebûnê ev şax tên avdan."

Sernavên din

15/03/2023
11:13 Li Semsûrê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî winda ne
11:12 Rojnameger Yildirim hate binçavkirin
11:00 Li Wêranşarê kon di bin avê de man
10:38 Li Rihayê baraneke zêde bariya: 6 kes di tunelê de asê man
10:30 Elbistan, li Karaelbistan a erdhejê ser û bin kiribû ji nû ve tê avakirin
10:23 Ji bo mexdûrên erdhejê balavxane hate çêkirin
10:13 Li Girtîgeha Bandirmayê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
10:12 MYK’a HDP dicive: Pêşniyaza ku Tifaq bi lîsteyekê bikeve hilbijartinê li ser maseyê ye
09:03 Deşta Hespîstê bi nêrgizan xemilî
09:02 Hem li malê hem li midûriyeta polîsan bi saetan îşkence lê kirine
09:02 'Çi dibe bila bibe em ê li vir bimînin'
09:01 Altan ku di Newroza Cizîrê de 3 kes ji malbata wî hatin qetilkirin: Îro Newroz bi saya ruhê 90'î tên pîrozkirin
09:00 'Em ê bi ruhê seferberiyê li qadan bin'
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2023'YAN
14/03/2023
22:19 Li Agiriyê Newroz hat pîrozkirin
22:04 Li Stewrê malbatên xeydan li hev hatin anîn
20:13 Li Behra Spî erdhej çêbû
19:18 SES'a Amedê: Em ê hefteya têkoşînê li herêmên erdhejê bidin destpêkirin
18:25 Li Mereşê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
17:28 Girtiyê nexweş zextên girtîgehê vegotin: Roj nîne ku ceza nedin
17:18 Ji bo Newroza Sêrtê banga tev li bûnê
17:03 Şîna Saltan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:49 Di doza Mulkiye Kazan de dadgehê biryar da ku şahid neyên guhdarîkirin
16:48 TFF’yê cezayê êrişa nijadperest kêm kir
16:37 Kiliçdaroglû li Hatayê ye: Beriya helalbûnê lêborînê bixwaze
16:19 SES’ê rapora xwe ya Bazarcixê eşkere kir: Divê xizmetên tenduristiyê yên bi dilxwazî bidomin
16:11 Xebatkarên Tenduristiyê Cejna Tipê bi xemgîn pîroz kirin
15:46 Xirbeyên Hatayê diavêjin zeytûngehan
15:43 Kujerê Kultur dîsa nehat cezakirin
15:26 Bernameya Newrozê ya Êlihê diyar bû
15:15 Sancar: Teqez em ê vê pergalê û vê îktidarê biguherînin
15:03 Derbarê parlamentera HDP’ê Guzelê de îdianame hate amadekirin
15:03 Piştgiriya navneteweyî ya bo HDP’ê zêde dibe: Girtina wê dê darbeyeke jêveneger be
14:39 HDP bi Partiya Çep a Kesk dikeve hilbijartinan
14:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:22 Fîncanci: Em îro di şînê de ne
14:12 Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bo Bozdag nameya vekirî: Gelo hûn di ferqa berpirsyariya xwe de ne?
13:46 Ji nûçeya ‘Kujerên zarokan’ a Ozgur Gundemê re cezayê pere hate birîn
13:06 KCD, HDK, TJA, DBP û HDP dê li herêmên erdhejê bin
12:58 Rojnamevan Ferhat Çelîk hate berdan
12:51 Ji HDP’ê peyama ‘14’ê Adarê Cejna Tipê’
12:48 Pêvajoya hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
12:37 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest astengiya li pêşiya avê rake
12:24 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya heqîqetê berdewam dike
12:23 Pitika bi navê Elîsa ku sax ji bin kavil hat derxistin winda ye
11:51 ‘Newroza îsal dê bibe Newroza avakirina jiyaneke nû’
11:50 Li Antakyayê avahiya bi xesar hate hilweşandin
11:27 Rojnamevan Ûgûr Yilmaz tehliye bû
11:26 Şemzînan ji Newrozê re amade ye: Bi hezaran Kawa dê dakevin qadan
11:05 Ji salên 2000’î heta îro Newroza Amedê
10:42 Li Mereşê bi pileya 4.7’an erdhej çêbû
10:34 Rojnameger Ferhat Çelîk hate binçavkirin
10:31 Li ser pira berxwedanê ya Semayê bi milyonan mirov derbas dibin
10:29 Dîroknas Ulugana: Newroz bi tevgera kurd re xwedî wate bû
09:55 Li Şemzînanê wê agirê ewilî yê Newroza azadiyê bê hilkirin
09:36 ‘Divê girtî jî weke mexdûrên erdhejê bên qebûlkirin û tevdîr bên girtin’
09:29 Odeya Bijîşkan: Pirsgirêkên di warê av, serşok û paqijiyê de çareser bikin
09:28 Şaredariya Silopiyayê dê di Remezanê de jî li Bazarcixê be
09:27 Mexdûrê erdhejê yê ku nexweşîna penceşêrê pê re heye konteynerê dixwaze!
09:27 Dengê mexdûrên erdhejê yên astengdar nehat bihîstin
09:03 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Konferans bersivek bû ji êrişên Tirkiyeyê re
09:01 Dê li qadan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan biqîrin
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2023'YAN
13/03/2023
20:36 Ji bo wênegira ku 7 sal in desteserkirî ye, gotin 'ne li gel me ye'
19:59 AFAD: Nêzî 17 hezar erdhejok çêbûne
17:34 OHD û Baroya Rihayê rapora xwe ya der barê îşkenceyan de eşkera kir
16:31 Li Colemêrgê banga Newrozê: Werin em azadiyê biqîrin
16:30 Hunermendên ku dê di Newroza 2023’yan de derkevin ser dikê diyar bûn
15:58 Wêneyên kesên êrişî HDP’ê kirin li Ocaxên Ulkuyê derketin holê
15:56 Li Geverê gelek xwendekar jehrî bûn
15:48 Kesên li Îzmîrê hatin binçavkirin hatin berdan
15:41 Fîncanci: Çima li hemû bajaran ji her 10 ASM’an 9 jê diherifin?
14:45 Ji ber kirêyên zêde naxwaze ji mala xwe ya pirxesar derkeve
14:43 Ji bo Newroza Îzmîrê bang: Werin em bi hev re agirî hilkin
14:15 Li Mêrsînê starta Newrozê hate dayîn
13:45 Pêvajoya hilbijartinê di 18’ê adarê de dest pê dike
13:42 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 48 hezar û 448'an
13:37 Beştaş: Tifaqa Cumhur ketiye nava tirseke mezin
13:17 Polîsan dest danî ser tabelaya ‘Parka Lîstikê ya Berkîn Elvan’
13:09 Ji werzîşvan Hîwa Azîzpour agahî nayê girtin
12:59 Duşunmez ê OHD’î: Li Geverê mafên sivîlan tune hatin hesibandin
12:42 Ferît Şenyaşar: Îktîdar bila ji ewil li pêşiya edliyeyê binêre û piştre qala edaletê bike
12:26 Li Îzmîrê HDP’î û Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
12:23 Masal a pitik û malbata wê di konekî de têkoşîna jiyanê didin
11:36 Li konbajar cihêkarî li penaberên sûriyeyî tê kirin
11:33 Şertê tifaqa ku pêşkeşî AKP’ê hate kirin: Di rakirina 6284’an de pirsgirêk nîne!
11:19 Xaniyê ku 7 salan xebitî û çêkir hilweşiya: Em ê Samandagê ji nû ve ava bikin
11:09 Tîma lêgerîn-rizgarkirinê ya biyanî ji bo ‘şewbê’ hişyarî da
10:44 Hevjîn, zarok û xwesûya xwe winda kir: Tevî du zarokên xwe pêdiviya me bi her tiştî heye
10:34 TUÎK’ê zimanê Xwebûnê înkar kir
10:05 Li Girtîgeha Afyonê binpêkirinên mafan didomin
09:04 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Newroz dê bibe mizgîniya çûna îktidarê
09:04 Piştî 30 salan hat berdan: Ez bi ruh û baweriya serkeftinê li ser lingan mam
09:03 Nisêbînê qet ruhê Newroza 1992’yan winda nekir
09:03 Baroya Wanê giliyê berpirsên binpêkirinên erdhejê kir
09:03 Agirê Newrozê her serdemê medyaya îktidarê dike xwelî
09:02 Dîroka li Girnewas tê talankirin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2023'YAN
12/03/2023
22:56 Li Rojava agirê Newrozê yê ewil hat vêxistin
22:09 Fîncanci: Em ê li gorî ruhê zindiyan pergalek tenduristiyê ava bikin