XARPÊT - Rojnamevan Ûgûr Yilmaz ê ku cezayê xwe qedand, ji girtîgehê hat berdan.
Rojnamevan Ûgûr Yilmaz di sala 2017’an de ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê ve bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” 6 sal û 10 meh û 15 roj cezayê hefsê lê birîbû. Yilmaz ê 5 sal û 7 meh û 27 roj girtî ma bi şert hat berdan.
Yilmaz ji Girtîgeha Navçeya Depê ya Xarpêtê derket. Rêveberê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Hakki Boltan, Hevserokê DBP’a Xarpêtê Mehmet Kiliçtepe, parêzera MLSA’yê Merve Kurhan û malbatê Ûgûr Yilmaz pêşwazî kirin. Paşê Yilmaz û malbata xwe berê xwe dan Bedlîsê.