Di Newroza Amedê de peyamên yekitiya neteweyî

img
AMED - Partiyên kurd di Newroza Amedê de gel silav kirin û peyamên yekitiyê dan. 
 
Newroza Amedê bi hemû heybeta xwe didome. Hêj di van kêliyan de jî gel pêl bi pêl diherike qada Newrozê. Qada Newrozê ji hêla Midûriyeta Emniyetê ya Amedê ve bi têlên direhî hatiye dorpêçkirin lê dirûşmên ciwana têlên direhî derbas kirin. Piştî axaftinan, koma rapê Kejoo, Reqso û Ronî Artîn derketin ser dikê. Komê stranên xwe diyarî qurbaniyên erdhejê kir. Bi stranên komê re coşa li qadê jî derket lûtkeyê. 
 
Partiyên di bin sîwana Komxebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin, Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş, Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aştî, Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, ji Komeleya Kurd a Şoreşger Demokrat (DDKD) Halîm Îpek, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û ji Platforma Yekitiya Jinên Kurd Nesrîn Askar derketin ser dikê û gel silav kirin û peyamên yekitiya neteweyî dan.
 
LI QADA AMEDÊ BANG KIR: EM ÊDÎ NASEKINÎN 
 
Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç cejna Newrozê pîroz kir û wiha got: “Em di qonaxeke dîrokî de ne. Li rexekî xemgîn û li rexa din jî bicoş in. Bêguman li Tirkiyeyê berpirsyarên siyasî yên tu rewşên neyînî nayên eşkerekirin. Di mijara erdhejê de jî tu kesî berpirsyarî li xwe negirt. Wan îstîfa nekirin û seknekî birûmet nîşan nedan lewma dê ev gel di 14’ê gulanê de cezayê wan bibire. Li rexekî em Newrozê pîroz dikin û li rexa din jî polîtîkaya, yekperest, zextker û qedexeker bi hemû leza xwe didome. Em ê jiyanê bi hev re ava bikin. Em pêşerojeke piranîparêz ku her kesî hembêz dikin dixwazin. Em li qada Amedê ji hemû cîhanê re dibêjin ku dê têkoşîna vê bidin. 
 
Li vê qada Newrozê banga me ji bo kesên li girtîgehan her cureyên derhiqûqtiyê dikin, yên polîtîkayên tecrîdê û qeyûman didomînin heye; em êdî nasekinîn. Bi sedsala ye li Rojhilata Navîn pirsgirêka gelê kurd didome. Wan digot qey dema kurd ji holê rakirin dê ev pirsgirêk çareser bibe. Dema we got ‘kurd tune ne’ ev pirsgirêk ji holê ranabe. Pirsgirêka kurdan pirsgirêka statûyê ye. Gelê kurd êdî jiyaneke birûmet dixwaze. Gelê kurd, xwediyên vê xakê ne. Kurd, şirîkên rasteqîn ên vê dewletê ne. Yekitiya neteweyî ya gelê kurd xeyala Ehmedê Xanî û Seyîd Rizayan bû. Weke partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û civaka kurd em ji bo vê xebatên xwe didomînin. Banga me ji bo misilmanên vê erdnîgariyê heye; berpirsyariyeke dîrokî li ser milê we heye û divê êdî hûn ji vê zilmê re bibêjin bes e. Banga me ew w ku hûn êdî di nava têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de cih bigirin.” 
 
TJA: DÊ ŞOREŞA JINÊN BI SER KEVE
 
Aktîvîsta TJA’yê Gulistan Sonuk jî Newroza jin û dayikan pîroz kir û wiha pê de çû: “Em cejna Newrozê  li xwediyê felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ birêz Ocalan jî pîroz dikin. Em Newroza Semayên ku bedenên xwe şewitandin pîroz dikin. Bi hezaran sale ye em li ser vê xakê li dijî pergala mêrserdest têdikoşin. Gelên  me bi paradîgmaya ‘jin, jiyan, azadî’ li dijî vê zîhniyetê têdikoşe. Yên ku hewl didin bi qedexeyan, bi komkujî û kuştinan hewl didin pêşî li ber şoreşa jinan bigirin bila baş bizanin ku şoreşa jinan dê bi ser keve.” 
 
FELSEFEYA JIN JIYAN AZADÎ
 
Di berdewamê de Sonuk ev tişt anî ziman: “Zîhniyeta mêrserdest, di erdheja Mereşê de jin di bin kavilan de hişt. Lê belê piştevaniya jinan, jin rizgar kir. Yên ku bi rêya polîtîkayên şerê qirêjî hewl didin di şexsê jinên kurd de jinan bêîrade bikin baş bizanin ku dê nekarin armancên xwe pêk bînin. Yên ku tecrîdê weke şêweyekî rêveberiyê bi kar tînin bila baş li vê qadê binêrin. Vê qadê çawa ku dorpêç qebûl nekiribe, dê tecrîdê jî qebûl neke, nas neke û têk bibe. Çawa ku faşîzm, nîjadperestî, zayendperestî di sala 1982’yan de bi sê zilikên şixatê hatibe şewitandin, îro ne tenê li Tirkiyeyê dê li tevahiya cîhanê pergala mêrserdest were hilweşandin. Faşîzm dê bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ were hilweşandin.” 
 

Sernavên din

23/03/2023
10:53 65 sal e sefariya ji ermenan maye dike
10:41 Xaniyê ku rapora kêmxesar dabûnê hilweşiya
10:15 Fezlekeya rakirina parêzbendiya Aydenîz di rojeva Meclisê de ye
10:02 Doza Pirtûkxaneya Ûmût veguhezandin AYM’ê
09:02 Mexdûrên erdhejê bêpaşîv rojî girtin
09:02 Li Îzmîrê avahiyên 45 nexweşxaneyan bi xetereyê re rû bi rû ne
09:01 'Em nikarin ji bo meha Remezanê jî tiştekî bikirin'
09:00 Kursiya biteker nedane girtiyê ku destekî wî û lingekî wî tune ne
09:00 Rojnamevan Naroûyî: Gelê Îranê dê her li qadan be
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2023'YAN
08:59 Li gundê Kulice yê di navbera Mahabad û Bokanê de coşa Newrozê
08:44 Derbarê îşkenceya li Licê de lêpirsîn hat destpêkirin
22/03/2023
22:07 Li Gever û Rûbarokê Newroz hat pîrozkirin
21:01 Li Qoserê du malbatên xeydan li hev hatin
19:48 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir ji girtîgehê derket
19:28 Girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:42 Li ber NY'yê daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan
17:45 Bernamzatê HDP'ê Ferît Şenyaşar: Ez ê bibim dengê hemû kesên ku rastî bêedaletiye hatine
16:59 MSD: Berpirsyarê komkujiya li Efrînê dewleta tirk û amûrên wê ne
16:48 Hevşaredarên Êlihê: Em ê dawî li vê pergala zilmê bînin
16:40 Baroya Amedê polîsên îşkence li zarok kirine gilî kir
16:30 Sancar û Klingbeil daxuyaniya hevpar da: Zextên siyasî nayên qebûlkirin
16:22 Ferît Şenyaşar ji bo bernamzetiya HDP’ê serlêdan kir
16:07 Li dijî Buroya Têkiliyan a Hilbijartinê ya HDP’ê êriş hate kirin
15:58 Mazlum Ebdî: Em ê heta dawiyê Şoreşa Rojava biparêzin
15:15 10 DAIŞ’î li Kerkûkê hatin girtin
15:13 Zarok îşkence kirin, gef li bavê wî xwarin: Hûn Torosên Spî dixwazin!
14:39 Danişîna peywirdarê cemaweriyê ku zarokek tacîz kiribû hate taloqkirin
14:18 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê vê pergalê biguherînin
14:17 Ji bo dosyaya jinên binçavkirî biryara bisînorkirinê hate dayîn
14:03 6 kesên beriya Newrozê li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:56 Malbata Şenyaşar: Yildiz di bin parastina parlamenterê AKP’î de emeliyat bûye
13:51 ‘Di dîrokê de cara ewile Gola Wanê ewqas vedikişe’
13:08 Li Hezexê du malbat bi şer çûn: 10 kes birîndar bûn
12:43 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir hate tehliyekirin
12:25 Ji bo rojnamegerên girtî Xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe
12:20 Kesên di Newroza Amedê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:59 Li ser gora Jîna Emînî meşaleya Newrozê hate vêxistin
11:38 Tifaqa Ked û Azadiyê namzetê Serokkomariyê dernaxîne: Em ê hesabê bipirsin
11:24 Li bajarên Ewropayê coşa Newrozê
11:15 Nûçeya giliya derbarê cîgirê serbijîşk de hate astengkirin
10:56 AYM’ê serlêdana HDP’ê qebûl nekir
10:56 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
10:44 Piştî 30 salên girtîgehê niha li qada Newroza Amedê ye: Bedela me dayî vala neçûye
10:28 Polîsan destên zarokê ku bi lêdanê anîn ber mirinê girêdan û avêtin çem!
09:47 Jinan ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Em ê tecrîdê bişkînin
09:01 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2023'YAN
21/03/2023
21:54 Li Amedê polîsan dest danî ser cil û bergên kurdî yên zarokekî 3 salî
21:11 Li Bandirmayê agirê Newrozê
20:24 Ciwanan piştî pîrozbahiyê meşek li dar xist
19:12 Oranê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
18:14 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê bi dawî bûn
18:09 Li Cizîrê bi hezaran kes piştî Newrozê meşiyan
17:06 Li bajarê Nagihan Akarsel agirê Newrozê hate vêxistin
16:51 Li Rojhilat pîrozbahiyên Newrozê
16:51 Newroza Cizîra Botan: Em kurd in, li vir in û kes nikare pêşiya me bigire
16:34 Li Girtîgeha Sîncanê girtiyekî jiyana xwe ji dest da
16:26 Sancar bang li sedhezaran kir: Ji Newrozê re merhaba, ji îktîdara AKP’ê re elweda
16:25 Danişîna doza Çelîk û Akin hate taloqkirin
16:11 Gelan li Çanakkaleyê Newroz pîroz kir: Em ê bi hev re bi ser bikevin
16:09 Li ser rêya Colemêrg û Wanê qezaya trafîkê çêbû
15:56 Li Newroza Amedê posterên Ocalan hatin vekirin
15:50 Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Dengê Ocalan bû hêviya azadiyê
15:25 Li Herêma Egeyê civîna bi rojeva ‘hilbijartinê’
15:19 Ji Bafil Talabanî bo Newrozê Amedê peyam: Siyasetmedar û rêberên me berdin
15:07 Nisêbîna rengîn agirê azadiyê pêxist: Gel azadiya birêz Ocalan dixwaze
14:56 Malbata Şenyaşar: Bijî têkoşîna me ya mafdar
14:54 Akdag: Berxwedan bi ruhê Mazlum Dogan didome
14:12 Elewiyan li Edeneyê Newroz pîroz kirin
14:02 Di Newroza Amedê de peyamên yekitiya neteweyî
13:59 ‘Em ê bi agirê Newrozê biherikin ser sindoqan’
13:56 Ji Mizrakli nameya Newrozê: Teqez em ê bi ser bikevin
13:48 Temel: Tecrîd wê rabe û em ê dengê Ocalan bibihîzin
13:29 Newroza Golanê: Dengê me li çar aliyê cîhanê tê bihîstin
13:20 Kûrkût li cihê lê hat qetilkirin hate bibîranîn
13:06 Deklarasyona 2013’an bi bîr xist: Newroz îradeya çareseriyê ye
12:56 Ahmet Turk: Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e
12:38 Di Newroza fînalê de agirê serhildanê cara 2635’emîn hate vêxistin
12:07 Newroza fînalê dest pê kir: Amed bû lehî û herikî qada Newrozê
11:23 Li Hatayê ji bo demekî dest danîn ser cihên çandiniyê
11:22 Li Qada Newrozê hêrsa li dijî tecrîdê
11:21 Gelê Cizîra Botan bi ruhê azadiyê Newrozê pîroz dike
11:07 Li 9 navendan agirê Newrozê tê hilkirin | ZINDÎ
11:01 Bi hezaran bazîdî bi meşaleyan ber bi qada Newrozê ve dimeşin
10:48 Nisêbîna rengîn bi berzkirina dirûşmeyan diherike qada Newrozê
10:40 Li Parka Newrozê dîmenên dagirkeriyê!
10:32 Xelkê Amedê pêl bi pêl diherike qada Newrozê
10:23 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
09:15 Li Qendîlê Newroz bi coş hate pîrozkirin
09:11 Li Swîsreyê pîrozbahiyên Newrozê
09:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2023'YAN
20/03/2023
23:58 Ciwanan li Pirsûsê bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' Newroz pîroz kir
22:35 Li Efrînê 4 kurd hatin qetilkirin
21:18 Navê 42 zarokên ku mexdûrên erdhejê ne nayê zanîn
20:58 Rojnamevan Hamdûllah Bayram hate girtin
20:06 2 kesên di Newroza Gebzeyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:55 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga edaletê kir
19:28 Li Qoserê bi çekê êrişî wesayîtekê hate kirin: 2 kes mirin
18:26 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin