Sancar û Klingbeil daxuyaniya hevpar da: Zextên siyasî nayên qebûlkirin

img

ENQERE - Serokê Giştî yê SPD’a Almanyayê ê bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar re hevdîtin kir, anî ziman ku zextên li dijî siyasetmedaran nayên qebûlkirin. 

 
Şandeya di serokatiya Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Civakî (SPD) ya Almanyayê Lars Klingbeil de, serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevberdevka Komîsyona Karên Derve ya partiyê Feleknas Ûca û Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç pêşwazî kir. 
 
Piştî hevdîtina li navenda partiyê hate kirin Sancar û Klingbeil civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin. Serokê Giştî yê SPD’ê Lars Klingbeil, spasiyên xwe pêşkeşî Sancar kirin û ev tişt kirin: “Em gelek bi nazik û dostane hatin pêşwazîkirin. Em li ser geşedanên siyasî yên guncav ên li Tirkiyeyê axivîn û her wiha li ser rewşa herêma erdhejê axivîn. Bi şandeyeke ji Almanyayê re hat du roj û nîvan li Stenbol, Enqere û herêma erdhejê me serdan kirin.”
 
ZEXTÊN LI DIJÎ SIYASETÊ NAYÊN QEBÛLKIRIN
 
Klingbeil, bi lêv kir ku li Tirkiyeyê zextên li dijî HDP’ê û siyasetmedaran nayên qebûlkirin û wiha berdewam kir: “Weke Serokê SPD’ê dibêjim ku bi awayekî zelal em ê di rojên pêş de pêvajoyê bişopînin. Me dît ku HDP û parlamenterên partiyên din bi zextan re rû bi rû ne. Nayê qebûlkirin ku mûxalîfên siyasî û mirovên cuda difikirin, bi vî rengî ji siyasetê bên dûrxistin. Nayê qebûlkirin ku şaredarên bi dengê gel hatine hilbijartin ji wezîfeyê bên girtin û bixin girtîgehan. Me ragihand ku em ê tiştên li Tirkiyeyê diqewimin ji nêz ve bişopînin û nêrîna xwe ya siyasî bînin ziman. Ne pêkane ku prensîbên dewleta hiqûqê bên betalkirin.”
 
SANCAR: EM DI DIYALOGÊ DE NE
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî ji ber serdanê spasiyên xwe pêşkeşî şandeya SPD’ê kirin û wiha got: “Em vê serdanê gelek bi nirx dibînin. Bi SPD’ê re têkiliyên me yên xwişk û biratiyê hene. Ji xwe em di diyalogê de ne. Ev şande ji bo ku li herêmên erdhejê çavdêriyê bike û tevkariyê li piştevaniyê bike serdan kirin. Lê di heman demê de ji bo partiyên dost û derdorên din ên siyasî re li ser rojevê biaxivin bernameyek diyarkirine.”
 
TIRKIYE DI PÊVAJOYEKE KRÎTÎK DE YE
 
Sancar, bi lêv kir ku di hevdîtinê de li ser geşedanên siyasî axivîne û wiha berdewam kir: “Me dan û standina nêrînan kir. Tirkiye di pêvajoyeke krîtîk de derbas dibe, di pêşiya me de hilbijartin hene. Berpirsyarê erdhejê desthilata siyasî û ev pergal bi xwe ne.
 
PIŞTEVANIYA HÊZÊN DEMOKRASIYÊ 
 
Di pêvajoya hilbijartinê de wê dan û standina agahiyan û piştevanî berdewam bike. Hem bi SPD’ê re hem jî bi derdorên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û qada navnetewî re bidomin. Ji ber vê yekê serdana SDP’ê rêzdar Klingbeil gelek girîng e û bi wate ye. Ez ji bo vê serdanê û piştevaniyê spasiyên xwe pêşkeşî wan dikim. Ji bo ku we jî ev civîn şopand spas dikim.”
 
‘PIŞTÎ 14’Ê GULANÊ WÊ ÇAPEMENÎ AZAD BIBE’
 
Nûçegihana Tirkî ya Deutsche Welle ya Enqereyê Gulsen Solaker pirsa “Hûn nûnekirina lîsansa ofîsa Tirkiyeyê ya DW’yê û girtina wî ya mecbûrî çawa dinirxînin?” Klingbeil ev bersiv da: “Van du rojên dawî li gelek cihan hate ziman. Min anî ziman ku ez bi fikar dişopînim ku ji Almanyayê di mijara azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê de pêşketinên bi çi rengî rû didin. Rakirina parêzbendiyê ji ber sedemên siyasî, mijareke din a di vê çarçoveyê de ye. Ev mijarên ne li gorî feraseta demokrasiyê ne. Îro min bi HDP’ê û CHP’ê re hevdîtin pêk anî. Ez kêfxweş bûm ku bi du rayedarên partiyê yên ku nirxên me yên demokratîk par ve dikin re hevdîtin kir. Cihê kêfxweşiyê ye ku li Tirkiyeyê îradeyeke ku dixwaze ber bi cihekî nêzî feraseta me ya demokratîk ve biguhere heye.”
 
Sancar jî ev bersiv da “Piştî 14’ê gulanê wê ev pergal were guhertin û dê çapemenî azad bibe.”
 
 
 

Sernavên din

24/03/2023
13:12 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:59 Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê li hev kirin
12:53 Baroya Mêrdînê ji bo dîmenên destdirêjiyê gilî kir
12:48 2 sal in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin
12:39 Partiya Çep: Em ê di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih negirin
12:10 Zext li girtiyê 28 salî hatiye kirin ku bi îstîxbaratê re hevdîtin bike
12:08 Diyargaz gel mexdûr dike
12:06 Li Qereyaziyê tundiya polîsan
11:24 ‘Êrişa li dijî cemxaneyan encama feraseta ku dewlet dixwaze biafirîne ye’
11:22 Gelo terîqetan Furkanê sê salî revandiye?
11:16 Hesaba Twîtterê ya Xwebûnê piştî îtîrazê hate vekirin
11:09 Di fitareyê de xwarina sar û nanê kartû didin mexdûrên erdhejê
10:52 Walîtiya Hatayê ji mexdûrên erdhejê xwest tev li torena Erdogan bibin
10:40 Petrol tevî Çemê Êlihê bû: Xerabiyeke li dijî xweza û jiyana mirovan e
09:48 Malbatên qurbaniyên komkujiya Cindirêsê: Divê civata navnetewî hesab ji kujeran bipirse
09:39 Di hotêleke Pendîkê de şewat derket: 2 kes mirin û 2 jî birîndar bûn
09:33 Li Stenbolê di nexweşxaneyê de şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da
09:03 Îlham Ehmed bang kir: Siyaseta xwe ya qirkirinê ya li dijî kurdan bi dawî bikin
09:03 Girtiyê ku di erdhejê de malbata xwe winda kir dixwaze cezayê wî were taloqkirin
09:01 Çendî dîmen li holê ne jî polîsan tundî red kir û gotin: Em bi awayekî dostane ji hev qetiyan
09:01 Girtî Hayme: Em bi rêbazeke din a îşkenceyê re rû bi rû ne
09:01 Mexdûrê erdhejê yê di axurê de enfeksiyon girt jiyana xwe ji dest da
09:01 Mehmet Ocalan: Em bi hêza xwe tecrîdê bişkînin
09:00 Ji ber ku xwest sewqî Îmraliyê bê kirin berdana wê 6 mehan hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2023'YAN
23/03/2023
23:43 Di maça Euroleaguyê de pankarta 'Azadî ji bo Ocalan'
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
18:41 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê dê rapora xwe eşkere bike
16:57 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Çîçek hat girtin
16:08 Danişîna doza parêzerên Abdullah Ocalan hate taloqkirin
16:03 Derbarê rojnamevan Mamedoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
15:52 Tayînkirina qeyûman hat protestokirin: Em ê hesab ji wan bipirsin
15:44 Sancar: Divê hemû hêzên demokrasiyê bibin yek
14:21 HDP’ê têkildarî herêmên erdhejê 13 xalên pêşniyazên çareseriyê eşkere kir
14:10 Li Fransayê li dijî reforma teqawidiyê çalakiyên blokajê hatin kirin
14:00 Di Doza Komkujiya Garê de daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:00 ÎMO: Divê modelek nû ya kontrola avahiya bikeve meriyete
13:38 Petrola ku ji xeta boriya BOTAŞ’ê herikî tev li Çemê Batmanê bû
13:31 Belgeya Helwestê ya Hilbijartinê ya KESK’ê: Em ê dengê xwe bidin jiyaneke birûmet
13:06 Îfadeyên Bîlgen û Tan bûne hinceta girtinê
13:02 Hêzên rejîmê li Rojhilat ciwanek qetil kirin
12:58 Li Wanê xebatên hilbijartinê dest pê kirin: Agahiyên navnîşanên xwe kontrol bikin
12:35 Li Mereşê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
11:58 Malbata Şenyaşar: Em bi hêvî ne ku wê meha Remezanê edaletê bîne
11:27 NPG: Dixwazin beriya hilbijartinê şer bidin desptêkirin
11:10 Navendeke terapiyê ya di hundirê çiyê de: Şikeftên Xwê
10:53 65 sal e sefariya ji ermenan maye dike
10:41 Xaniyê ku rapora kêmxesar dabûnê hilweşiya
10:15 Fezlekeya rakirina parêzbendiya Aydenîz di rojeva Meclisê de ye
10:02 Doza Pirtûkxaneya Ûmût veguhezandin AYM’ê
09:02 Mexdûrên erdhejê bêpaşîv rojî girtin
09:02 Li Îzmîrê avahiyên 45 nexweşxaneyan bi xetereyê re rû bi rû ne
09:01 'Em nikarin ji bo meha Remezanê jî tiştekî bikirin'
09:00 Kursiya biteker nedane girtiyê ku destekî wî û lingekî wî tune ne
09:00 Rojnamevan Naroûyî: Gelê Îranê dê her li qadan be
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2023'YAN
08:59 Li gundê Kulice yê di navbera Mahabad û Bokanê de coşa Newrozê
08:44 Derbarê îşkenceya li Licê de lêpirsîn hat destpêkirin
22/03/2023
22:07 Li Gever û Rûbarokê Newroz hat pîrozkirin
21:01 Li Qoserê du malbatên xeydan li hev hatin
19:48 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir ji girtîgehê derket
19:28 Girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:42 Li ber NY'yê daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan
17:45 Bernamzatê HDP'ê Ferît Şenyaşar: Ez ê bibim dengê hemû kesên ku rastî bêedaletiye hatine
16:59 MSD: Berpirsyarê komkujiya li Efrînê dewleta tirk û amûrên wê ne
16:48 Hevşaredarên Êlihê: Em ê dawî li vê pergala zilmê bînin
16:40 Baroya Amedê polîsên îşkence li zarok kirine gilî kir
16:30 Sancar û Klingbeil daxuyaniya hevpar da: Zextên siyasî nayên qebûlkirin
16:22 Ferît Şenyaşar ji bo bernamzetiya HDP’ê serlêdan kir
16:07 Li dijî Buroya Têkiliyan a Hilbijartinê ya HDP’ê êriş hate kirin
15:58 Mazlum Ebdî: Em ê heta dawiyê Şoreşa Rojava biparêzin
15:15 10 DAIŞ’î li Kerkûkê hatin girtin
15:13 Zarok îşkence kirin, gef li bavê wî xwarin: Hûn Torosên Spî dixwazin!
14:39 Danişîna peywirdarê cemaweriyê ku zarokek tacîz kiribû hate taloqkirin
14:18 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê vê pergalê biguherînin
14:17 Ji bo dosyaya jinên binçavkirî biryara bisînorkirinê hate dayîn
14:03 6 kesên beriya Newrozê li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:56 Malbata Şenyaşar: Yildiz di bin parastina parlamenterê AKP’î de emeliyat bûye
13:51 ‘Di dîrokê de cara ewile Gola Wanê ewqas vedikişe’
13:08 Li Hezexê du malbat bi şer çûn: 10 kes birîndar bûn
12:43 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir hate tehliyekirin
12:25 Ji bo rojnamegerên girtî Xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe
12:20 Kesên di Newroza Amedê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:59 Li ser gora Jîna Emînî meşaleya Newrozê hate vêxistin
11:38 Tifaqa Ked û Azadiyê namzetê Serokkomariyê dernaxîne: Em ê hesabê bipirsin
11:24 Li bajarên Ewropayê coşa Newrozê
11:15 Nûçeya giliya derbarê cîgirê serbijîşk de hate astengkirin
10:56 AYM’ê serlêdana HDP’ê qebûl nekir
10:56 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
10:44 Piştî 30 salên girtîgehê niha li qada Newroza Amedê ye: Bedela me dayî vala neçûye
10:28 Polîsan destên zarokê ku bi lêdanê anîn ber mirinê girêdan û avêtin çem!
09:47 Jinan ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Em ê tecrîdê bişkînin
09:01 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2023'YAN
21/03/2023
21:54 Li Amedê polîsan dest danî ser cil û bergên kurdî yên zarokekî 3 salî
21:11 Li Bandirmayê agirê Newrozê
20:24 Ciwanan piştî pîrozbahiyê meşek li dar xist
19:12 Oranê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
18:14 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê bi dawî bûn
18:09 Li Cizîrê bi hezaran kes piştî Newrozê meşiyan