Abdullah Ocalan: Ez bi heqîqetê li dijî tecrîdê li ber xwe didim

img
WAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku tecrîda li Îmraliyê wekî "Tecrîda ku bi navê hêviyê tiştekî nahêle" şîrove dike, dibêje li dijî tecrîda mutleq feraseta heqîqet û wateyê, hêza liberxwedayînê lê peyde dike. 
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de bi awayekî giran tê tecrîdkirin, 2 sal in xeber nayê girtin. Serlêdanên ji bo hevdîtinê yên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbata wî bi hincetên cuda tên redkirin. Rêberê PKK'ê Ocalan  di parastina xwe de ya bi navê 'Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk' ku di sala 2013'an de temam kiriye, cih daye beşa bi navê "Li Girava Îmraliyê Der Barê Jiyana Girtîgehê de". Ocalan tecrîda li Îmraliyê wekî "Tecrîda ku bi navê hêviyê tiştekî nahêle" şîrove dike û dibêje li dijî tecrîda mutleq feraseta heqîqet û wateyê, hêza liberxwedayînê lê peyde dike. 
 
Ocalan destnîşan dike ku li Girtîgeha Îmraliyê li hemberî wî "pergaleke taybet" tê pêkanîn û ji bo vê pergalê dibêje: "Ez dibêjim qey mijara ku herî zêde tê meraqkirin ev tecrûbeyên min ên jiyanê yên li hemberî vê tenêtiya mutleq û sekan in. Ger xwedayên mîtolojîk bifikiriyana, her hal wê cezayekî wiha giran ê li girêdana li zinarên Îmraliyê nehata bîra wan. Lê dîsa jî min di hucreyeke yekkesî de 12 sal li dû xwe hiştin. Girava Îmraliyê, di dîrokê de bi înfazkirina cezayên ku li rayedarên payebilind ên dewletê hatiye birîn navdar e. Avhewaya wê hem pir bi ritûbet e hem jî hişk. Di warê fizîkî de dikare bîra mirov hilweşîne. Gava tecrîda di odeyeke girtî de jî li vê bê zêdekirin, bandora wî ya rûxîner a li ser bîrê zêdetir dibe. Her wiha di pêvajoya ber bi extiyarbûnê de ez anîm vê giravê. Heya demeke dirêj di bin kontrola Fermandariya Hêzên Taybet de hatim girtin. Ez dibêjim du salên dawî de kontrolkirina Wezareta Dadê ketiye dewrê. Ji xeynî pirtûkekê, rojname û kovarekê û radyoyekî yekqenalî tu derfetên min ên pêwendiyê tune bûn. Helbet ez van faktorên ragihandinê biçûk nakim, lê ji bo mirov li ser pêya bimîne têr nakin. Ya ku dê bikira ez li ser pêyan bimînim û nerizim, dê bîra min û hişê min bûna." 
 
TECRÎDA ÎMRALIYÊ: TECRÎDA KU BI NAVÊ HÊVIYÊ TIŞTEKÎ NAHÊLE
 
Ocalan ku tecrîda Îmraliyê wekî "bi navê hêviyê tiştekî nahêle" şîrove dike, dibêje: "Sedema ku înfaza bi cezayê darvekirinê û şerê derûnî demeke dirêj di rojevê de hat hiştin ji ber vê bû. Rojên ewil min bi xwe jî nizanibû ez ê çawa deyax bikim. Dest ji salan berde, min digot ez ê çawa salekê bimînim. Fikireke wiha li min peyde bûbû: 'Hûn çawa dikarin bi milyonan kesî di odeyeke biçûçik de bigirin!' Bi rastî jî wekî Rêbertiya Neteweya Kurd, di şert û mercên zindanê de min xwe veguherandibû senteza bi milyonan kesî. Gel jî wiha têdigihîşt. Mirov nikarin bêparbûna ji malbata xwe û zarokên xwe deyax bikin, îja ez ê heta hetayê çawa ji vîna bi milyonan bihatama qutkirin! Nameyên gel ên bi çend rêzikan jî nedidan. Heya niha ji xeynî hin nameyên hevalên zindanê ku ev name jî di kontroleke pir dijwar de derbas bûne, û ji xeynî çend nameyên îstisna, tu name ji derve negihîştine destê min. Min nikaribû nameyan bişîne. Ev xisûs jî, bi awayekî qismî be jî, rewşa ku tecrîd bûye sebeba wê zelaltir dikin." 
 
Her wiha Ocalan berxwedana xwe ya li dijî vê tecrîda mutleq jî wiha bilêv dike: "Diviyabû rastiyên min ên wiha mezin hebûna ku li hemberî tecrîdê karibim deyax bikim û tecrîd hebe jî jiyaneke mezin bidim der. Gava ez di vî warî de lê hûr bûm, pêşî divê ez behsa du persînên têgehî bikim. Yek, têkildarî statuya civakî ya kurdan bû. Dudu, ji bo ev têgeh baş bê fêmkirin, pêdivî bi girêdaneke rêgezeke exlaqî hebû. Teqez divê tu xwe di warê girêdana bi civakekê re serwext bikî. Axirê min fêm kir ku girtîbûna li derve ji bo kes talûketir e. Xwexapandin e ku kurdek li derve xwe azad his bike. Jiyaneke di vî warî de jiyaneke demborî ye, jiyaneke windayî ye û bêbextî lê hatiye kirin. Encama ku min ji vê yekê bi dest xist; mirov ancax bi şertekî dikare li derve bijî, ew jî roj bîst û çar saetan bi şerê ji bo hebûn û azadiya kurdan pêkan e. Jiyan ji bo kurdekî biexlaq û birûmet qethiyen roj bîst û çar saetan bi şerê hebûn û azadiyê pêkan e. Beranberiya vê dibe ku mirin an jî girtîgeh be. Ev di xwezaya şer de heye. Jiyaneke bê şer, sixtekarî û bêrûmetiyeke qerase ye. Madem wiha ye, amadekariya ji bo mirinê an jî girtîgehê, di bizava xwezayî de hene. Xweranegirtina li hember şert û mercên girtîgehê li dijî sebeba min a jiyanê ne. Çawa ku ji bo têkoşînê mirov nikare xwe ji tu awayê şerê hebûn û azadiyê dûr bixe, mirov nikare xwe ji girtîgehê jî bi dûr bixe. Ji lew re ew jî divêtiyeke jiyana azad e ku tu ji bo wê şer dikî. Madem zindan ji bo azadiyê ye, a li wir mezin bibe jî divê bîra heqîqetê be. Jiyana bi heqîqetê mezin bibe, dikare êşên herî bargiran jî veguherîne kêfxweşiyê. Girtîgea Îmraliyê ji bo min, di warê têgihiştina diyarde û pirsgirêka kurdî de û sêwirandina derfetên wê yên çareserkirin tam veguherî qada şerê ji bo heqîqetê. Li derve gelek gotin û çalakî derbasdar in, lê li girtîgehê wate derbasdar e." 
 
 MA / Cengîz Ozbasar
 

Sernavên din

27/03/2023
15:31 ÎKK’a Wanê bertek nîşanî qeyûm da ku erdên şaredariyê da ber firotinê
15:30 Di nav polîsên îşkence li Y.D. kirin amirek jî heye: Me hêza biqademeyî bi kar anî!
14:58 Li Seyhanê agir bi konê mexdûrê erdhejê ket
14:54 Piştî 10 salan ji bo 69 rojnamegeran biryara neşopandinê hate dayîn
14:34 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê: Tecrîd veguherî rejîmeke siyasî
14:33 Partiya Çep a Kesk: Em ê ala têkoşînê bilind bikin
13:52 Tevî biryara bêçalaktiyê jî di rojekê de 28 êriş hatin kirin
13:26 Ji bo Dayikên Aştiyê yên girtî banga azadiyê kirin
12:59 Protestoyên ‘Jin, jiyan, azadî’ berdewam in
12:58 Emîne Şenyaşar: Zilm li me hate kirin û em li dijî zilmê sekinîn
11:55 Îfadeya zarokê ku li Licê hat îşkencekirin belav bû
11:54 Remzî Kartal: Pêvajoya heyî pêvajoya guherîn û veguherînê ye
11:27 Qanûna hilbijartinên Encûmenên Bajaran û Parlamentoyê hat pejirandin
11:10 Koma xebata hilbijartinê ya ‘HADÎ Ewropa’ hate avakirin
11:06 Ji bo 4'ê Nîsanê bang: Werin em ji bo azadiyê bi hev re ber bi Amarayê ve bimeşin
10:42 Lîstikvan Koksal Engur jiyana xwe ji dest da
10:16 Li Pirsûsê 12 kes hatin binçavkirin
09:08 Li Cizîrê 6 gund 10 roj in di dorpêça leşkeran de ne
09:06 Li Amedê şirîkatiya avahiyên qaçax!
09:05 Ji bo teserûfa benzînê kavilan li jîngehan vala dikin
09:04 Li Meletiyê 107 hezar xanî li benda hilweşandinê ne
09:03 Mîna Ûgûr Kaymaz vê carê jî çek danîn ber Fatma Elarslan!
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2023'YAN
26/03/2023
23:45 Di lêpirsîna îşkenceya li Licê de 3 polîs hatin girtin
22:47 Kesê cara duyemîn êrişî avahiya HDP’ê kir dîsa hat berdan
21:11 Zaroka mexdûra erdhejê di şewata kon de jiyana xwe ji dest da
20:32 Pola Kîtap ji bo pirtûka Sîdar gotûbêj li dar xist
20:17 Li Rihayê carek din lehî rabû
17:38 Tayînkirina qeyûman hate protestokirin: Her tiştê gel talan kirine
16:38 Dîroka hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar bû
15:46 Bîlmez: Tecrîd tê wateya neçareserkirina pirsgirêka kurd
15:15 Dema serlêdana namzetiyê ya Partiya Çep a Kesk bi dawî bû
14:19 Walîtiya Amedê îşkence qebûl kir û 5 polîsên îşkencekar ji peywirê dûr xist
13:35 Zarokê li Liceyê hatibû îşkencekirin 3 polîs teşhîs kir
12:49 Nobeta Malbata Şenyaşar didome: Bêzarbûn tune ye!
12:40 Dorpêça leşkeran a li Geverê didome: Leşker daran dibirin û deriyan dişikînin
12:04 Girtiyê nexweş piştî rewşa wî giran bû hate berdan: Me nekarî bavê xwe hembêz bikin
11:11 Li Xaneqînê bi pileya 3.1 erdhej çêbû
11:06 Li DYA’yê ji ber bablîsokan 26 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:44 Li Îskenderûnê agir bi kon ket: 2 jê zarok bi giştî 3 kes birîndar bûn
10:43 Li girtîgehê mirineke biguman: Gardiyanan îşareta ‘bêdeng be’ kir
10:04 Kavilên avahiyan ên Meletiyê li navenda bajar tên komkirin!
09:37 Bîrdal: Tolê ji girtiyên nexweş hiltînin
09:36 Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Şêxo: Tirkiye bi destê çeteyan li Efrînê sûcan dike
09:21 Jinan bertek nîşanî girtinan dan: Dê têkoşîna me bidome
09:19 Ji kiryarên malbata Şenyaşarê Yildiz 5 salan rastî tu astengiyan nehatiye
09:06 Konteyner nedan mexdûrê erdhejê ku 7 caran emeliyat bûye
09:05 Li Islahiyeyê metirsiya lehî û hezazê
09:02 Nivîskar Altan: Tifaqa Ked û Azadiyê berpirsiyariyeke dîrokî hilgirtiye
09:00 ROJEVA 26’Ê ADARA 2023’YAN
25/03/2023
22:43 Kesên ku li Bazîdê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:44 Înfaza Dayika Aştiyê Bûlûtê hat şewitandin
18:38 Li Amedê civîna 'Di siyaseta Tirkiyeyê de kurd û hilbijartin'
16:51 Xelkê Samandagê rê li kamyonên kavilan vala dikin girtin
16:42 ‘Bila girtiyê nexweşê giran Ozkan bê berdan’
16:27 Lîstika ‘Nîsko’ derket pêşberî temaşevanan
16:24 Partiya Çep a Kesk û HDP xebata kampanya hilbijartinê didin destpêkirin
15:36 Êrişkarê ku dadgehê wî berdabû dîsa êrişî HDP’ê kir
15:32 Bêyî destûra Iraqê nikare petrolê bifiroşe Tirkiyeyê
15:00 Keskîn: Dewlet budçeyê ne ji bo jiyanê ji bo kuştinê xerc dike
14:27 Rêveberiya Xweser serdana Senatoya Fransayê kir
14:19 Xizmên Windayan û ÎHD: Zeynel Kursep û Tekçî li ku ne?
14:09 OHD: Em azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dixwazin
13:55 Dayikên Şemiyê li aqûbeta kesên ji aliyê Hîzbullahê ve hatin revandin pirsî
13:14 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê Tirkiye biryara tedbîrê ya NY'yê bi cih bîne
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re têkoşîna xwe berdewam bikin
11:23 Li Sêrtê du malbatan bi çekan şer kirin: 2 kes mirin
10:58 ‘Kurd di Newrozê de xwedî li Ocalan derketin, niha jî dora têkbirina îktidarê ye’
10:54 Li Meletiyê avahiyên ku divê bên hilweşandin li benda erdhejokan e!
10:28 Îşkence, kuştin û birîndarkirin dibe para zarokên kurd
10:23 Abdullah Ocalan: Ez bi heqîqetê li dijî tecrîdê li ber xwe didim
09:58 Mexdûrên erdhejê beriya rojiyên berê dikin!
09:29 Li Bazîdê 5 kes hatin binçavkirin
09:06 Kavilan li nav zeviyan û zozanan vala dikin
09:03 Bi Erzînê pesnê xwe dan, lê kon nedan welatiyan!
09:01 Bi hesreta dîtina lawê xwe û dîtina gora keça xwe dijî
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'YAN
08:38 Li Mereşê bi pileya 4.5 erdhej çêbû
24/03/2023
23:22 ÎHD: Ji ber têrnekirina mudaxeleyan bi sedan kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest da
23:01 'Dek û Dolabên Scapen' ji bo zarokên herêma erdhejê derket ser dikê
22:22 Axaftina bi kurdî kirin hinceta 'serîhildanê'
22:04 Mazlûm Ebdî: Tevî DYA'yê dê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê bidome
21:26 Li Bazîdê avêtina ser malan
21:10 Gundê Sîgêrê yê Amêdiyê hat bombeberankirin
20:04 Îşkence û binçavkirinên li Amedê hatin şermezarkirin
19:42 Partiya DEVA'yê di fitarê de serdana malbata Şenyaşar kir
17:56 Dê 60 milyon û 904 hezar û 499 kes dengê xwe bi kar bînin
16:49 Li Rihayê hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 21 kesan
16:47 Li Meletiyê avahiya 5 qatî hilweşiya
16:44 Li Belucistanê protestoya înê
16:44 Tifaqa Ked û Azadiyê protokola xwe pêşkêşî YSK’ê kir
16:18 Li Êlih û Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
15:40 Li bajarê Xoyê bi pileya 5.6 erdhej çêbû
15:37 Dadgerê ku siyasetmedarên kurd ceza kirin bû Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr
15:24 Li Helebê di navbera rejîmê û komên paramîlîter de şer derket
15:11 TEV-DEM'ê ji bo Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî kir
14:31 Ji Bûldan û Sancar peyama hilbijartinê: Hedef 100 parlamenter e
13:57 Şandeya ji siyasetmedaran pêk dihat serdana malbata Ûl kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Dema parêzbendî rabû dê deriyê girtîgehê vebe
13:37 Parêzer li emniyetê hatin derbkirin