Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê Tirkiye biryara tedbîrê ya NY'yê bi cih bîne

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ew 2 sal in nikarin agahiyan ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din werbigirin û got: “Divê Tirkiye biryara tedbîrê ya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bi cih bîne.”
 
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji ber ku 2 sal in agahiyan ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê nastînin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê de hat ragihandin ku herî dawîn di 25'ê adara 2021'an axaftina bi telefonê ya ku Abdullah Ocalan bi birayê xwe kiribû, hatiye birîn û ji wê rojê şûnde wan tu agahî nestandine.
 
Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wiha ye:
 
“Ev bû 2 sal e, em ji muwekîlên xwe yên di Zindana Girava Îmraliyê de ne, ji Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Hamîlî Yildirim û Birêz Veysî Aktaş agahî nastînin. Wek raya giştî jî dizane herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de bi Birêz Ocalan û bi Birêz Yildirim re axaftinek li ser telefonê pêk hatibû û axaftina ku Birêz Ocalan bi birayê xwe re dikir di nava çend deqeyan de di carek de hat birîn. Ji wê rojê heya îro hemû serlêdanên zagonî, îdarî û demokratîk rê venekirin ku em bigihîjin muwekilên xwe. Ji ber ku me ew qet ziyaret nekiriye û bi tu awayî me bi wan re têkiliyek dananiye, di serî de em ji rewşa wan a tenduristiyê, mercên girtinê û rewşa wan a hiqûqî bi tu awayî ne agahdar in.
 
392 SERLÊDAN HATIN KIRIN 
 
Ev du sal e tam 274 car ji bo hevdîtinan serîlêdana parêzeran li gel Ofîsa Dozgeriya Giştî ya Bursayê û Gerînendeya Zîndana Girava Îmraliyê çêbûye û 118 caran jî malbat ji bo ku hevdîtinan pêk bînin serîlêdanên xwe kirine lê tu encam nehatiye bidestxistin. Ji ber îxlalkirina mafên netew û navnetewî, serîlêdanên edlî û îdarî yên ku li Dadgeha Makeqanûnî hatin kirin jî bêencam man. Sazî û dezgeyên darazî bi biryarên xwe divê parastina mafên muwekîlên xwe û dawî li pêkanînên dijî zagonî bianîna lê wisa kirin ku tecrîda Îmraliyê veguheriya îşkence û kirinên dijmirovî. Bi vî awayî lingên tecrîdê yên din ava kirin.
 
AGAHÎ NEGIRTIN BI TU ZAGONAN NAYÊ ÎZAHKIRIN
 
Heke îro em ji Birêz Ocalan û ji muwekilên xwe yên din agahî nastînin, ev bi tu madeya zagonî û hiqûqî nayê îzahkirin. Qutbûyîna hemû tekiliyên wan ji cihanê û ji civakê, ji parastina hiqûqî kêmhiştin û pê re jî bêkontrolî û di bin şertên bêpêşbînî de girtin; sepandineke dijmirovî ye ku tê wateya îşkenceyê ye. Ji ber vê yekê bi armanca ku tecrîd ji holê rabe bi daxwaza tedbîrî serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hatibû dayîn. Komîte pêşî daxwaza tedbîrî qebûl kiribû û di Rezbera 2022’yan de ji hikûmetê; “Ev rewşa ku serîlêdêr bi ‘girtina incommunicado’ re merûz mane bê bidawîkirin û parêzerek ku serîlêdêr hilbijêrin zûka û bêastengî têkilî dikaribe deyne.” daxwaz kiribû. Ji ber ku hikûmet vê daxwazê bi cih neanî di Rêbendana 2023’an de carek din ‘daxwaza lezgîn’ hatibû bibîrxistin. Herçiqas pêvajoya esas ya serîlêdanê didome jî biryara tedbîrê dide nîşandan ku mercên Îmraliyê li gorî qedexebûna îşkenceyê nîn in û divê demildest dev ji van mercan bê berdan.
 
BIRYARA TEDBÎRÊ YA NY'YÊ NEHATIYE NASKIRIN
 
Lê belê dewleta ku girêdayê peymanên navnetewî ye, biryara tedbîrê ya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) nas nekiriye, li gor vê gavan neavêtiye, li hember serîlêdanên parêzer û malbatan astengiyan ranekiriye û bêtêkilya teqezî domandiye. Herçiqas di derheqê Birêz Ocalan û tecrîda Îmraliyê de ev biryarên ku wek navnetewî tên girtin girîng be, ku dewlet li gorî van biryara tevnegere ew jî ewqasî dij hiqûq e û polîtîk e.
 
HETA TECRÎD BIDOME WÊ PIRSGIRÊKA KURD NEYÊ ÇARESERKIRIN
 
Polîtîkayên dewletê yên Îmraliyê siyaseta li Tirkiyê û li Rojhilata Navîn jî nîşan dide. Ji dêleva polîtîkayên aştî û demokrasiyê ve sepandina polîtîkayên ewlehiyê di her hêlî de bendbendiyê, qrîz û kaosê hildiberîne. Vê rewşê rehendê pirsgirêka kurd a herêmî û kûrewî  nîşan dide û bi neçareserkirina wê re ji nêzî ve bi eleqe ye. Çiqas neçareserkirin bi kûr ve diçe ewqas rewşa tecrîdê jî bi kûr ve diçe. Yan jî heta ev pergala tecrîdê were domandin dê ne pirsgirêka kurd were çareserkirin ne jî pêşketineke demokratîk dê çêbe.
 
RÊYA HERÎ BAŞ A DERKETINA JI VÊ KRÎZÊ YA BIRÊZ OCALAN E
 
Bi kurtasî hebûna tecrîda li Îmraliyê, jiholêrakirina hiqûq û demokrasiyê ya li Tirkiyê ye. Ev rewş bandora xwe dide ser nirxên aborî û manewî ya civakê û bandoreke neyînî ya domîne çêdike li ser xebatên civakî, siyasî û qadên jiyanê yên din. Ji bo welatekî û erdnîgariyekî jiyanxweş, divê pirsgirêka kurd bikeve rêyeke çareseriyê û pergala tecrîdê ya Îmraliyê di nava dîrokê de heta hetayê were binerdkirin. Ji derketina vê krîzê rêya herî baş a Birêz Ocalan e ku demokrasî û hiqûqa gerdûnî ya çarçoveya polîtîk a bingehîn diyar kiriye.
 
DIVÊ FIKAR DEMILDEST JI HOLÊ RABIN 
 
Heke em dubare bikin, ligel ev biryarên çawanî yê navnetewî, dîsa jî ev du sal e ku agahî nehatiye girtin, di derheqê mercên tenduristî û mercên din ên girtîbûnê de tunebûna agahiyan ji bo me rewşeke xeternak e. Ev fikar demildest divê ji holê rabin. Biryara tedbîrê ya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyîn divê demildest bi cih were anîn û di serî de parêzerên muwekîlan divê serdanên xwe bikin, û mafên peymanên zagonî û navnetewî divê pêk werin û parastina van mafan bên ewlekirin. Bi vê zanetî û hêviyê em hemû raya giştî ya demokratîk vedixwînin vê hesasiyetê.”
 

Sernavên din

27/03/2023
15:31 ÎKK’a Wanê bertek nîşanî qeyûm da ku erdên şaredariyê da ber firotinê
15:30 Di nav polîsên îşkence li Y.D. kirin amirek jî heye: Me hêza biqademeyî bi kar anî!
14:58 Li Seyhanê agir bi konê mexdûrê erdhejê ket
14:54 Piştî 10 salan ji bo 69 rojnamegeran biryara neşopandinê hate dayîn
14:34 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê: Tecrîd veguherî rejîmeke siyasî
14:33 Partiya Çep a Kesk: Em ê ala têkoşînê bilind bikin
13:52 Tevî biryara bêçalaktiyê jî di rojekê de 28 êriş hatin kirin
13:26 Ji bo Dayikên Aştiyê yên girtî banga azadiyê kirin
12:59 Protestoyên ‘Jin, jiyan, azadî’ berdewam in
12:58 Emîne Şenyaşar: Zilm li me hate kirin û em li dijî zilmê sekinîn
11:55 Îfadeya zarokê ku li Licê hat îşkencekirin belav bû
11:54 Remzî Kartal: Pêvajoya heyî pêvajoya guherîn û veguherînê ye
11:27 Qanûna hilbijartinên Encûmenên Bajaran û Parlamentoyê hat pejirandin
11:10 Koma xebata hilbijartinê ya ‘HADÎ Ewropa’ hate avakirin
11:06 Ji bo 4'ê Nîsanê bang: Werin em ji bo azadiyê bi hev re ber bi Amarayê ve bimeşin
10:42 Lîstikvan Koksal Engur jiyana xwe ji dest da
10:16 Li Pirsûsê 12 kes hatin binçavkirin
09:08 Li Cizîrê 6 gund 10 roj in di dorpêça leşkeran de ne
09:06 Li Amedê şirîkatiya avahiyên qaçax!
09:05 Ji bo teserûfa benzînê kavilan li jîngehan vala dikin
09:04 Li Meletiyê 107 hezar xanî li benda hilweşandinê ne
09:03 Mîna Ûgûr Kaymaz vê carê jî çek danîn ber Fatma Elarslan!
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2023'YAN
26/03/2023
23:45 Di lêpirsîna îşkenceya li Licê de 3 polîs hatin girtin
22:47 Kesê cara duyemîn êrişî avahiya HDP’ê kir dîsa hat berdan
21:11 Zaroka mexdûra erdhejê di şewata kon de jiyana xwe ji dest da
20:32 Pola Kîtap ji bo pirtûka Sîdar gotûbêj li dar xist
20:17 Li Rihayê carek din lehî rabû
17:38 Tayînkirina qeyûman hate protestokirin: Her tiştê gel talan kirine
16:38 Dîroka hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar bû
15:46 Bîlmez: Tecrîd tê wateya neçareserkirina pirsgirêka kurd
15:15 Dema serlêdana namzetiyê ya Partiya Çep a Kesk bi dawî bû
14:19 Walîtiya Amedê îşkence qebûl kir û 5 polîsên îşkencekar ji peywirê dûr xist
13:35 Zarokê li Liceyê hatibû îşkencekirin 3 polîs teşhîs kir
12:49 Nobeta Malbata Şenyaşar didome: Bêzarbûn tune ye!
12:40 Dorpêça leşkeran a li Geverê didome: Leşker daran dibirin û deriyan dişikînin
12:04 Girtiyê nexweş piştî rewşa wî giran bû hate berdan: Me nekarî bavê xwe hembêz bikin
11:11 Li Xaneqînê bi pileya 3.1 erdhej çêbû
11:06 Li DYA’yê ji ber bablîsokan 26 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:44 Li Îskenderûnê agir bi kon ket: 2 jê zarok bi giştî 3 kes birîndar bûn
10:43 Li girtîgehê mirineke biguman: Gardiyanan îşareta ‘bêdeng be’ kir
10:04 Kavilên avahiyan ên Meletiyê li navenda bajar tên komkirin!
09:37 Bîrdal: Tolê ji girtiyên nexweş hiltînin
09:36 Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Şêxo: Tirkiye bi destê çeteyan li Efrînê sûcan dike
09:21 Jinan bertek nîşanî girtinan dan: Dê têkoşîna me bidome
09:19 Ji kiryarên malbata Şenyaşarê Yildiz 5 salan rastî tu astengiyan nehatiye
09:06 Konteyner nedan mexdûrê erdhejê ku 7 caran emeliyat bûye
09:05 Li Islahiyeyê metirsiya lehî û hezazê
09:02 Nivîskar Altan: Tifaqa Ked û Azadiyê berpirsiyariyeke dîrokî hilgirtiye
09:00 ROJEVA 26’Ê ADARA 2023’YAN
25/03/2023
22:43 Kesên ku li Bazîdê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:44 Înfaza Dayika Aştiyê Bûlûtê hat şewitandin
18:38 Li Amedê civîna 'Di siyaseta Tirkiyeyê de kurd û hilbijartin'
16:51 Xelkê Samandagê rê li kamyonên kavilan vala dikin girtin
16:42 ‘Bila girtiyê nexweşê giran Ozkan bê berdan’
16:27 Lîstika ‘Nîsko’ derket pêşberî temaşevanan
16:24 Partiya Çep a Kesk û HDP xebata kampanya hilbijartinê didin destpêkirin
15:36 Êrişkarê ku dadgehê wî berdabû dîsa êrişî HDP’ê kir
15:32 Bêyî destûra Iraqê nikare petrolê bifiroşe Tirkiyeyê
15:00 Keskîn: Dewlet budçeyê ne ji bo jiyanê ji bo kuştinê xerc dike
14:27 Rêveberiya Xweser serdana Senatoya Fransayê kir
14:19 Xizmên Windayan û ÎHD: Zeynel Kursep û Tekçî li ku ne?
14:09 OHD: Em azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dixwazin
13:55 Dayikên Şemiyê li aqûbeta kesên ji aliyê Hîzbullahê ve hatin revandin pirsî
13:14 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê Tirkiye biryara tedbîrê ya NY'yê bi cih bîne
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re têkoşîna xwe berdewam bikin
11:23 Li Sêrtê du malbatan bi çekan şer kirin: 2 kes mirin
10:58 ‘Kurd di Newrozê de xwedî li Ocalan derketin, niha jî dora têkbirina îktidarê ye’
10:54 Li Meletiyê avahiyên ku divê bên hilweşandin li benda erdhejokan e!
10:28 Îşkence, kuştin û birîndarkirin dibe para zarokên kurd
10:23 Abdullah Ocalan: Ez bi heqîqetê li dijî tecrîdê li ber xwe didim
09:58 Mexdûrên erdhejê beriya rojiyên berê dikin!
09:29 Li Bazîdê 5 kes hatin binçavkirin
09:06 Kavilan li nav zeviyan û zozanan vala dikin
09:03 Bi Erzînê pesnê xwe dan, lê kon nedan welatiyan!
09:01 Bi hesreta dîtina lawê xwe û dîtina gora keça xwe dijî
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'YAN
08:38 Li Mereşê bi pileya 4.5 erdhej çêbû
24/03/2023
23:22 ÎHD: Ji ber têrnekirina mudaxeleyan bi sedan kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest da
23:01 'Dek û Dolabên Scapen' ji bo zarokên herêma erdhejê derket ser dikê
22:22 Axaftina bi kurdî kirin hinceta 'serîhildanê'
22:04 Mazlûm Ebdî: Tevî DYA'yê dê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê bidome
21:26 Li Bazîdê avêtina ser malan
21:10 Gundê Sîgêrê yê Amêdiyê hat bombeberankirin
20:04 Îşkence û binçavkirinên li Amedê hatin şermezarkirin
19:42 Partiya DEVA'yê di fitarê de serdana malbata Şenyaşar kir
17:56 Dê 60 milyon û 904 hezar û 499 kes dengê xwe bi kar bînin
16:49 Li Rihayê hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 21 kesan
16:47 Li Meletiyê avahiya 5 qatî hilweşiya
16:44 Li Belucistanê protestoya înê
16:44 Tifaqa Ked û Azadiyê protokola xwe pêşkêşî YSK’ê kir
16:18 Li Êlih û Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
15:40 Li bajarê Xoyê bi pileya 5.6 erdhej çêbû
15:37 Dadgerê ku siyasetmedarên kurd ceza kirin bû Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr
15:24 Li Helebê di navbera rejîmê û komên paramîlîter de şer derket
15:11 TEV-DEM'ê ji bo Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî kir
14:31 Ji Bûldan û Sancar peyama hilbijartinê: Hedef 100 parlamenter e
13:57 Şandeya ji siyasetmedaran pêk dihat serdana malbata Ûl kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Dema parêzbendî rabû dê deriyê girtîgehê vebe
13:37 Parêzer li emniyetê hatin derbkirin