Xizmên Windayan û ÎHD: Zeynel Kursep û Tekçî li ku ne?

img
AMED/ÊLIH - Xizmên Windayan û ÎHD’a Amedê vê hefteyê li aqûbeta Zeynel Kursep ê ku di sala 1994’an di binçavan de hat windakirin pirsî û xwestin kujer bêne cezakirin. Li Êlihê jî li aqûbeta Nezîr Tekçî hat pirsîn. 
 
 Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê çalakiya xwe yên ku binçavkirine hatine windakirin aqûbeta bi pirsin hefteya 737’emîn de berdewam kir. Çalakiya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê pêk anîn. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” hat vekirin û wêneyên windayan hatin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Zeynel Kursep ê ku di 24’ê adara sala 1994’an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê ji aliyê du kesan ve hatibû revandin, hat pirsîn. 
Piştre hatibû hînkirin ku Kursep ji aliyê endamên Hîzbullahê ve hatiye revandin û 6 rojan di binçavan de dimîne û wî dibin stargehê. Li stargehê ne bi tenê Zeynel, gelek kes li wir hatine ragirtin. 
 
‘BI SED SALAN E KU EV CIL Û BERGÊN ME HENE’
 
Sekreterê ÎHD’a Amedê Yakûp Guven di daxuyaniyê de bal kişand ser îşkenceyên polîsan ku di Newrozê de li navçeya Licê ya Amedê ji aliyê polîsên tirk li zarokê 14’e salî kiribûn. Guven diyar kir ku di Newrozaa Amedê ji cil û bergên kurdî re astengî hatine derxistin û wiha got: “Kesên ku di xwestin bi cil û bergên xwe ên herêmî biçin qada Newrozê, mixabin di pîrozbahiyê de ji gelek tiştan re dibûn asteng. Ji roja ku Komar hatiye avakirin heta îro hebûna gelê kurd ziman, çand, dîrok, nasname û mafê jiyana wan azad tê astengkirin. Bi sed salane ku ev cil û bergên me yên wekî şalwar, êlek û wekî rengên me yên kurdî hene, wan jî bi sedan sal e ev cil ji aliyê kal û bavê me ve hatine lixwekirin. Lê mixabin ji ber van cilên me em têne binçavkirin jî. Em van sepanan qebûl nakin, ji ber ku ne hiqûqîye. Mîxabin di heman rojê de li navçeya Licê jî gelek tiştên nexweş me bihîst ku zarokek kurd ê 14 salî ji aliyê polîsan ve hatibû îşkencekirin. Li gor daneyan gelek tundî lê hatiye kirin û di laşê wî cihê derbên polîsan me li ber çavan dît.” 
 
HÎZBULLAHÊ, ZEYNEL KURSEP REVANDIYE 
 
Rêvebera ÎHD’a Amedê Derya Yildirim jî di daxuyaniyê de çîroka Zeynel Kursep ê ku di binçavan de hatibû windakirin xwend. Yildirim bal kişand ser buyerên ku di salên 1994’an çawa ji hêla dewleta tirk ve hatine kirin û wiha axivî: “Zeynel Kursep di sala 1994’an de ji aliyê du kesên bi çek ve li nexweşxaneya dewletê ya Êlihê, bi darê zorê tê revandin. Piştre tê hînkirin ku ji aliyê Rêxistina Hîzbullahê ve hatiye revandin. Zeynel Kursep 6 rojan di malekê de girtî dimîne. Piştre dibin stargehê û li wir jî gelek kesên din hene. Kesê bi navê Fahrettîn Tan jî du sê meh bû desteserkirîbû, li wir bûye. Piştî ku Zeynel Kursep dibin wir nêzîkê salekê li wir tê hiştin. Piştî demekê dirêj wî ji wir dibin gundê Zorava yê Êlihê, li stargeha ku dibin xaniyê Azîz Onluk, li wir dihêlin. Piştî ku wan tînin wir bi xwestina fidye, Fahretîn Tan mehek piştre berdidin. Fahrettîn Tan tê berdan û Zeynel Kursep, Mahmût Demîrer, Îsmaîl Agaya û Resûl Saçan li wir tên hiştin.”
     
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
ÊLIH 
 
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 574’emîn de heman çalakiyê li ber Peykerê Mafên Mirovan li serê Cadeya Gulistanê li dar xistin û wêneyên windayan hildan. Vê hefteyê li aqûbeta Nezîr Tekçî yê di 28’ê nîsana 1995’an de li mezraya Yekmalajorî ya bi ser navçeya Gevera Colemêrgê ve ku tê binçavkirin û carek din agahî jê nayê girtin, hat pirsîn. 
 
Rêveberê ÎHD’a Êlihê Ahmet Şîray daxuyanî xwend û diyar kir ku heta ew encamê bigirin dê çalakiya xwe bidomînin. 
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
 

Sernavên din

27/03/2023
15:31 ÎKK’a Wanê bertek nîşanî qeyûm da ku erdên şaredariyê da ber firotinê
15:30 Di nav polîsên îşkence li Y.D. kirin amirek jî heye: Me hêza biqademeyî bi kar anî!
14:58 Li Seyhanê agir bi konê mexdûrê erdhejê ket
14:54 Piştî 10 salan ji bo 69 rojnamegeran biryara neşopandinê hate dayîn
14:34 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê: Tecrîd veguherî rejîmeke siyasî
14:33 Partiya Çep a Kesk: Em ê ala têkoşînê bilind bikin
13:52 Tevî biryara bêçalaktiyê jî di rojekê de 28 êriş hatin kirin
13:26 Ji bo Dayikên Aştiyê yên girtî banga azadiyê kirin
12:59 Protestoyên ‘Jin, jiyan, azadî’ berdewam in
12:58 Emîne Şenyaşar: Zilm li me hate kirin û em li dijî zilmê sekinîn
11:55 Îfadeya zarokê ku li Licê hat îşkencekirin belav bû
11:54 Remzî Kartal: Pêvajoya heyî pêvajoya guherîn û veguherînê ye
11:27 Qanûna hilbijartinên Encûmenên Bajaran û Parlamentoyê hat pejirandin
11:10 Koma xebata hilbijartinê ya ‘HADÎ Ewropa’ hate avakirin
11:06 Ji bo 4'ê Nîsanê bang: Werin em ji bo azadiyê bi hev re ber bi Amarayê ve bimeşin
10:42 Lîstikvan Koksal Engur jiyana xwe ji dest da
10:16 Li Pirsûsê 12 kes hatin binçavkirin
09:08 Li Cizîrê 6 gund 10 roj in di dorpêça leşkeran de ne
09:06 Li Amedê şirîkatiya avahiyên qaçax!
09:05 Ji bo teserûfa benzînê kavilan li jîngehan vala dikin
09:04 Li Meletiyê 107 hezar xanî li benda hilweşandinê ne
09:03 Mîna Ûgûr Kaymaz vê carê jî çek danîn ber Fatma Elarslan!
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2023'YAN
26/03/2023
23:45 Di lêpirsîna îşkenceya li Licê de 3 polîs hatin girtin
22:47 Kesê cara duyemîn êrişî avahiya HDP’ê kir dîsa hat berdan
21:11 Zaroka mexdûra erdhejê di şewata kon de jiyana xwe ji dest da
20:32 Pola Kîtap ji bo pirtûka Sîdar gotûbêj li dar xist
20:17 Li Rihayê carek din lehî rabû
17:38 Tayînkirina qeyûman hate protestokirin: Her tiştê gel talan kirine
16:38 Dîroka hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar bû
15:46 Bîlmez: Tecrîd tê wateya neçareserkirina pirsgirêka kurd
15:15 Dema serlêdana namzetiyê ya Partiya Çep a Kesk bi dawî bû
14:19 Walîtiya Amedê îşkence qebûl kir û 5 polîsên îşkencekar ji peywirê dûr xist
13:35 Zarokê li Liceyê hatibû îşkencekirin 3 polîs teşhîs kir
12:49 Nobeta Malbata Şenyaşar didome: Bêzarbûn tune ye!
12:40 Dorpêça leşkeran a li Geverê didome: Leşker daran dibirin û deriyan dişikînin
12:04 Girtiyê nexweş piştî rewşa wî giran bû hate berdan: Me nekarî bavê xwe hembêz bikin
11:11 Li Xaneqînê bi pileya 3.1 erdhej çêbû
11:06 Li DYA’yê ji ber bablîsokan 26 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:44 Li Îskenderûnê agir bi kon ket: 2 jê zarok bi giştî 3 kes birîndar bûn
10:43 Li girtîgehê mirineke biguman: Gardiyanan îşareta ‘bêdeng be’ kir
10:04 Kavilên avahiyan ên Meletiyê li navenda bajar tên komkirin!
09:37 Bîrdal: Tolê ji girtiyên nexweş hiltînin
09:36 Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Şêxo: Tirkiye bi destê çeteyan li Efrînê sûcan dike
09:21 Jinan bertek nîşanî girtinan dan: Dê têkoşîna me bidome
09:19 Ji kiryarên malbata Şenyaşarê Yildiz 5 salan rastî tu astengiyan nehatiye
09:06 Konteyner nedan mexdûrê erdhejê ku 7 caran emeliyat bûye
09:05 Li Islahiyeyê metirsiya lehî û hezazê
09:02 Nivîskar Altan: Tifaqa Ked û Azadiyê berpirsiyariyeke dîrokî hilgirtiye
09:00 ROJEVA 26’Ê ADARA 2023’YAN
25/03/2023
22:43 Kesên ku li Bazîdê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:44 Înfaza Dayika Aştiyê Bûlûtê hat şewitandin
18:38 Li Amedê civîna 'Di siyaseta Tirkiyeyê de kurd û hilbijartin'
16:51 Xelkê Samandagê rê li kamyonên kavilan vala dikin girtin
16:42 ‘Bila girtiyê nexweşê giran Ozkan bê berdan’
16:27 Lîstika ‘Nîsko’ derket pêşberî temaşevanan
16:24 Partiya Çep a Kesk û HDP xebata kampanya hilbijartinê didin destpêkirin
15:36 Êrişkarê ku dadgehê wî berdabû dîsa êrişî HDP’ê kir
15:32 Bêyî destûra Iraqê nikare petrolê bifiroşe Tirkiyeyê
15:00 Keskîn: Dewlet budçeyê ne ji bo jiyanê ji bo kuştinê xerc dike
14:27 Rêveberiya Xweser serdana Senatoya Fransayê kir
14:19 Xizmên Windayan û ÎHD: Zeynel Kursep û Tekçî li ku ne?
14:09 OHD: Em azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dixwazin
13:55 Dayikên Şemiyê li aqûbeta kesên ji aliyê Hîzbullahê ve hatin revandin pirsî
13:14 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê Tirkiye biryara tedbîrê ya NY'yê bi cih bîne
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re têkoşîna xwe berdewam bikin
11:23 Li Sêrtê du malbatan bi çekan şer kirin: 2 kes mirin
10:58 ‘Kurd di Newrozê de xwedî li Ocalan derketin, niha jî dora têkbirina îktidarê ye’
10:54 Li Meletiyê avahiyên ku divê bên hilweşandin li benda erdhejokan e!
10:28 Îşkence, kuştin û birîndarkirin dibe para zarokên kurd
10:23 Abdullah Ocalan: Ez bi heqîqetê li dijî tecrîdê li ber xwe didim
09:58 Mexdûrên erdhejê beriya rojiyên berê dikin!
09:29 Li Bazîdê 5 kes hatin binçavkirin
09:06 Kavilan li nav zeviyan û zozanan vala dikin
09:03 Bi Erzînê pesnê xwe dan, lê kon nedan welatiyan!
09:01 Bi hesreta dîtina lawê xwe û dîtina gora keça xwe dijî
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'YAN
08:38 Li Mereşê bi pileya 4.5 erdhej çêbû
24/03/2023
23:22 ÎHD: Ji ber têrnekirina mudaxeleyan bi sedan kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest da
23:01 'Dek û Dolabên Scapen' ji bo zarokên herêma erdhejê derket ser dikê
22:22 Axaftina bi kurdî kirin hinceta 'serîhildanê'
22:04 Mazlûm Ebdî: Tevî DYA'yê dê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê bidome
21:26 Li Bazîdê avêtina ser malan
21:10 Gundê Sîgêrê yê Amêdiyê hat bombeberankirin
20:04 Îşkence û binçavkirinên li Amedê hatin şermezarkirin
19:42 Partiya DEVA'yê di fitarê de serdana malbata Şenyaşar kir
17:56 Dê 60 milyon û 904 hezar û 499 kes dengê xwe bi kar bînin
16:49 Li Rihayê hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 21 kesan
16:47 Li Meletiyê avahiya 5 qatî hilweşiya
16:44 Li Belucistanê protestoya înê
16:44 Tifaqa Ked û Azadiyê protokola xwe pêşkêşî YSK’ê kir
16:18 Li Êlih û Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
15:40 Li bajarê Xoyê bi pileya 5.6 erdhej çêbû
15:37 Dadgerê ku siyasetmedarên kurd ceza kirin bû Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr
15:24 Li Helebê di navbera rejîmê û komên paramîlîter de şer derket
15:11 TEV-DEM'ê ji bo Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî kir
14:31 Ji Bûldan û Sancar peyama hilbijartinê: Hedef 100 parlamenter e
13:57 Şandeya ji siyasetmedaran pêk dihat serdana malbata Ûl kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Dema parêzbendî rabû dê deriyê girtîgehê vebe
13:37 Parêzer li emniyetê hatin derbkirin