Li girtîgehê mirineke biguman: Gardiyanan îşareta ‘bêdeng be’ kir

img

AYDIN - Danişîna duyemîn a doza mirina biguman a girtiyê bi navê Yilmaz Ekîncî dê di 28’ê adarê de bê lidarxistin. Mûrat Bîrgul ku di roja bûyerê de lip girtîgehê bû, da zanîn ku gardiyanekî piştî derbkirinê daketî jêr îşareta “bêdeng be” kiriye û berkaz kişandiye. 

 
Girtiyê bi navê Yilmaz Ekîncî yê 28 salî di 13’ê çileya 2022’yan de li Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya girtîgehê îdia kir ku Yilmaz “întîhar” kiriye. Lê piştre dîmenên kamerayên girtîgehê derketin holê û di dîmenan de xuya dike ku gardiyan Yilmaz bi darê zorê dibin odeya muşahadeyê. Têkildarî mirina biguman a Yilmaz doz hatibû vekirin û 2’yemîn danişîna dozê dê di 28’ê adarê de bê lidarxistin. Di dozê de gardiyanên bi navên Cem A., Mehmet E.D., Mûstafa Î., Omer G.T. û Taşkin G. bi sedema “Peywira xwe nebaş bi kar anîne” tên darizandin. Danişîna dozê dê li 1’emîn Cezayên Giştî ya Aydinê bê lidarxistin. Hat zanîn ku ji bo di vê danişînê de li şahidan bê guhdarîkirin, malbat dê serlêdanê bikin. 
 
Ji şahidên bûyerê Mûrat Bîrgul ku wê demê li girtîgehê bû, qala bûyerê kir. Bîrgul, da zanîn ku rojek beriya bûyerê di hucreyê de dihat ragirtin û wiha got: “Dema saet di 03.00’an de radizam, li ser qîrewiran hişyar bûm. Min ji berkaza vekirî li derve nihêrt. Hevalên me yên di hucreyên 1 û 2’yan de jî lê nihêrt. Me xwest mudaxile bikin. Lê gardiyanan berkazên me girtin. Piştî ku gardiyan çûn, min pirsa; ‘hevalê nû anîn kî ye?’ kir. Yilmaz got ku ew e. Gardiyanan li wî xistibû lewma nedixwest biaxive. Got; ‘em piştre biaxivin.’ Ez jî razam.” 
 
'GARDIYAN ÎŞAREDATA BÊDENG BE KIR’
 
Bi domdarî Bîrgul got ku roja din saset di 10.30'an de li dadgehê bû û wiha domand: “Ez çûm cem wî û hatim. Piştî çûn û hatinê gardiyan dîsa hatin cem Yilmaz. Ji ewil gardiyanekî porzer û bejin bilind hat. Piştre jî Yilmaz hat. Min ji Yilmaz pirsî bê ka çi bûye. Wî jî got; ‘Pir ser min de tên. Ez nizanim çima wiha dikin.’ Yilmaz, ji sergardiyan Aydin re got; ‘Min ne deynin cihê jor. Mirovek nikare li wir bimîne.’ Aydin jî got; ‘Tu dê mîna kûçikan li wir bimînî.’ Piştre ji devera ku min di dît derketin lê 6 gardiyanan dest bi lêdana Yilmaz kirin. Piştî ku wan dest bi lêdana Yilmaz kirin, dema li jor derî hat girtin, dengê ‘gurmênê’ hat. Hucre cihekî biçûk e lê pêlikên dereskeyan û cihê doşekê heye. Îxtîmalekî mezin, Yilmaz kaş kirin hundir û wê demê ew deng hat. Dibe ku Yilmaz ketibe erdê. Dema gardiyan dadiketin qada jêr, gardiyaneke porxelek îşareta ‘bêdeng be’ li min kir, berkaz kişand û ber min re derbas bû.” 
 
AXAFTINA DI NAVBERA GARDIYANAN DE
 
Bîrgul, got ku di dema saeta xwarinê de kesê nan balev dike berkaza wî vekiriye û ev tişt anî ziman: “Min ji berkazê bangî Yilmaz kir lê bersiva min neda. Piştî ku kesê nan belav dike derketî jor, ji gardiyan re got; ‘ji poza vî xwîn tê.’ Gardiyan derket jor û got; ‘tenduristvan bîne.’ Tenduristvan lê nihêrt û got; ‘stûyê vî şikestî ye.’ Gardiyan jî got; ‘gelo tu nikarî masaja dil bo bikî.’ Tenduristvan jî got; ‘rewşeke ku mirov masaja dil bike nîne.’” 
 
'LI ODEYÊN YEKKESÎ BENDIK TUNE NE’
 
Di berdewamê de Bîrgul destnîşan kir ku di demên berê de ew jî li odeya Yilmaz lê dima ma ye û wiha dom kir: “Mimkin nîne kesek bikare xwe li wir bidaliqîne. Cihê ku îdia dikin Yilmaz xwe lê daliqandiye, metreyek û 20 santîm e. Bejna Yilmaz jî metreyek û 70 santîm e. Mirovek nikare xwe li vir bikuje. Jixwe Yilmaz ne kesekî wisa bû ku xwe bikuje. Jixwe hat gotin ku stûyê wî şikestiye, perasûyeke wî şikestiye û şopên derbê hene. Ji ewil gotin ‘xwe bi t shirt ve daliqandiye.’ Piştre jî gotin; ‘xwe bi bendikên solê xeniqandiye.’ Lê dema min li dîmenên têkildarî bûyerê nihêrtî, tê dîtin ku bendikên sola xwe derxistine. Di deyne ser fana lil wê derê. Mimkin nîne ku li wir bendikekî din bibîne. Dibe ku li qawîşan bendikên solan dernexînin lê li odeyên yekkesî destûrê nadin bendikan.” 
 
SEWQA XWE XWEST
 
Bîrgul, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li girtîgehan her tim tundî heye. Gelek caran li min jî tundî hatiye kirin. Min piştî bûyerê îfade da dozgeriyê. Ewlehiya min a can tune bû lewma min xwest ji girtîgehê biçim. Dema min bi midûrê duyemîn re hevdîtin kirî, xwestin min bişînin qawîşeke ku 5 girtiyên nexweş lê diman. Min nexwest biçim wê derê. Min xwest biçim qawîşa H4’ê û ez çûm wê derê. Rojek piştre dîsa xwestin min bibin hucreyê. Dema min bi bijîşk re hevdîtin kirî, ji min re got; ‘heta tu li hucreyê nemînî te naşînin tu deverên din.’ Lê nêzî 10 roj piştre şandin Girtîgeha Vekirî ya Şakranê.” 
 
'DOZ HATE VEKIRIN’ 
 
Herî dawî jî Bîrgul wiha derbirî: “Ji ber îfadeya min a li dozgeriyê, gardiyanan doza heqaretê li min vekirin. Ew doz hêj didome. Ji wir ceza jî bidin min bi xema min nîne. Ez ji bo hevalê xwe ji hêla wijdanî ve hewl didin hinek tiştan bikim. Ji bo me jiyana mirovan pir girîng e. Yilmaz ev tişt heq nekiribûn. Her wiha pirsgirêkeke wî jî tune bû. Malbata wî her tim dihat serdana wî û pere bo dişandin. Tenê heke tu kesê mirov nebe li girtîgehê derûniya mirov xerab dibe. Lê her tiştê Yilmaz hebû. Dixwazim rastî derkevin holê.” 
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

27/03/2023
15:31 ÎKK’a Wanê bertek nîşanî qeyûm da ku erdên şaredariyê da ber firotinê
15:30 Di nav polîsên îşkence li Y.D. kirin amirek jî heye: Me hêza biqademeyî bi kar anî!
14:58 Li Seyhanê agir bi konê mexdûrê erdhejê ket
14:54 Piştî 10 salan ji bo 69 rojnamegeran biryara neşopandinê hate dayîn
14:34 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê: Tecrîd veguherî rejîmeke siyasî
14:33 Partiya Çep a Kesk: Em ê ala têkoşînê bilind bikin
13:52 Tevî biryara bêçalaktiyê jî di rojekê de 28 êriş hatin kirin
13:26 Ji bo Dayikên Aştiyê yên girtî banga azadiyê kirin
12:59 Protestoyên ‘Jin, jiyan, azadî’ berdewam in
12:58 Emîne Şenyaşar: Zilm li me hate kirin û em li dijî zilmê sekinîn
11:55 Îfadeya zarokê ku li Licê hat îşkencekirin belav bû
11:54 Remzî Kartal: Pêvajoya heyî pêvajoya guherîn û veguherînê ye
11:27 Qanûna hilbijartinên Encûmenên Bajaran û Parlamentoyê hat pejirandin
11:10 Koma xebata hilbijartinê ya ‘HADÎ Ewropa’ hate avakirin
11:06 Ji bo 4'ê Nîsanê bang: Werin em ji bo azadiyê bi hev re ber bi Amarayê ve bimeşin
10:42 Lîstikvan Koksal Engur jiyana xwe ji dest da
10:16 Li Pirsûsê 12 kes hatin binçavkirin
09:08 Li Cizîrê 6 gund 10 roj in di dorpêça leşkeran de ne
09:06 Li Amedê şirîkatiya avahiyên qaçax!
09:05 Ji bo teserûfa benzînê kavilan li jîngehan vala dikin
09:04 Li Meletiyê 107 hezar xanî li benda hilweşandinê ne
09:03 Mîna Ûgûr Kaymaz vê carê jî çek danîn ber Fatma Elarslan!
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2023'YAN
26/03/2023
23:45 Di lêpirsîna îşkenceya li Licê de 3 polîs hatin girtin
22:47 Kesê cara duyemîn êrişî avahiya HDP’ê kir dîsa hat berdan
21:11 Zaroka mexdûra erdhejê di şewata kon de jiyana xwe ji dest da
20:32 Pola Kîtap ji bo pirtûka Sîdar gotûbêj li dar xist
20:17 Li Rihayê carek din lehî rabû
17:38 Tayînkirina qeyûman hate protestokirin: Her tiştê gel talan kirine
16:38 Dîroka hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar bû
15:46 Bîlmez: Tecrîd tê wateya neçareserkirina pirsgirêka kurd
15:15 Dema serlêdana namzetiyê ya Partiya Çep a Kesk bi dawî bû
14:19 Walîtiya Amedê îşkence qebûl kir û 5 polîsên îşkencekar ji peywirê dûr xist
13:35 Zarokê li Liceyê hatibû îşkencekirin 3 polîs teşhîs kir
12:49 Nobeta Malbata Şenyaşar didome: Bêzarbûn tune ye!
12:40 Dorpêça leşkeran a li Geverê didome: Leşker daran dibirin û deriyan dişikînin
12:04 Girtiyê nexweş piştî rewşa wî giran bû hate berdan: Me nekarî bavê xwe hembêz bikin
11:11 Li Xaneqînê bi pileya 3.1 erdhej çêbû
11:06 Li DYA’yê ji ber bablîsokan 26 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:44 Li Îskenderûnê agir bi kon ket: 2 jê zarok bi giştî 3 kes birîndar bûn
10:43 Li girtîgehê mirineke biguman: Gardiyanan îşareta ‘bêdeng be’ kir
10:04 Kavilên avahiyan ên Meletiyê li navenda bajar tên komkirin!
09:37 Bîrdal: Tolê ji girtiyên nexweş hiltînin
09:36 Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Şêxo: Tirkiye bi destê çeteyan li Efrînê sûcan dike
09:21 Jinan bertek nîşanî girtinan dan: Dê têkoşîna me bidome
09:19 Ji kiryarên malbata Şenyaşarê Yildiz 5 salan rastî tu astengiyan nehatiye
09:06 Konteyner nedan mexdûrê erdhejê ku 7 caran emeliyat bûye
09:05 Li Islahiyeyê metirsiya lehî û hezazê
09:02 Nivîskar Altan: Tifaqa Ked û Azadiyê berpirsiyariyeke dîrokî hilgirtiye
09:00 ROJEVA 26’Ê ADARA 2023’YAN
25/03/2023
22:43 Kesên ku li Bazîdê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:44 Înfaza Dayika Aştiyê Bûlûtê hat şewitandin
18:38 Li Amedê civîna 'Di siyaseta Tirkiyeyê de kurd û hilbijartin'
16:51 Xelkê Samandagê rê li kamyonên kavilan vala dikin girtin
16:42 ‘Bila girtiyê nexweşê giran Ozkan bê berdan’
16:27 Lîstika ‘Nîsko’ derket pêşberî temaşevanan
16:24 Partiya Çep a Kesk û HDP xebata kampanya hilbijartinê didin destpêkirin
15:36 Êrişkarê ku dadgehê wî berdabû dîsa êrişî HDP’ê kir
15:32 Bêyî destûra Iraqê nikare petrolê bifiroşe Tirkiyeyê
15:00 Keskîn: Dewlet budçeyê ne ji bo jiyanê ji bo kuştinê xerc dike
14:27 Rêveberiya Xweser serdana Senatoya Fransayê kir
14:19 Xizmên Windayan û ÎHD: Zeynel Kursep û Tekçî li ku ne?
14:09 OHD: Em azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dixwazin
13:55 Dayikên Şemiyê li aqûbeta kesên ji aliyê Hîzbullahê ve hatin revandin pirsî
13:14 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê Tirkiye biryara tedbîrê ya NY'yê bi cih bîne
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re têkoşîna xwe berdewam bikin
11:23 Li Sêrtê du malbatan bi çekan şer kirin: 2 kes mirin
10:58 ‘Kurd di Newrozê de xwedî li Ocalan derketin, niha jî dora têkbirina îktidarê ye’
10:54 Li Meletiyê avahiyên ku divê bên hilweşandin li benda erdhejokan e!
10:28 Îşkence, kuştin û birîndarkirin dibe para zarokên kurd
10:23 Abdullah Ocalan: Ez bi heqîqetê li dijî tecrîdê li ber xwe didim
09:58 Mexdûrên erdhejê beriya rojiyên berê dikin!
09:29 Li Bazîdê 5 kes hatin binçavkirin
09:06 Kavilan li nav zeviyan û zozanan vala dikin
09:03 Bi Erzînê pesnê xwe dan, lê kon nedan welatiyan!
09:01 Bi hesreta dîtina lawê xwe û dîtina gora keça xwe dijî
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'YAN
08:38 Li Mereşê bi pileya 4.5 erdhej çêbû
24/03/2023
23:22 ÎHD: Ji ber têrnekirina mudaxeleyan bi sedan kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest da
23:01 'Dek û Dolabên Scapen' ji bo zarokên herêma erdhejê derket ser dikê
22:22 Axaftina bi kurdî kirin hinceta 'serîhildanê'
22:04 Mazlûm Ebdî: Tevî DYA'yê dê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê bidome
21:26 Li Bazîdê avêtina ser malan
21:10 Gundê Sîgêrê yê Amêdiyê hat bombeberankirin
20:04 Îşkence û binçavkirinên li Amedê hatin şermezarkirin
19:42 Partiya DEVA'yê di fitarê de serdana malbata Şenyaşar kir
17:56 Dê 60 milyon û 904 hezar û 499 kes dengê xwe bi kar bînin
16:49 Li Rihayê hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 21 kesan
16:47 Li Meletiyê avahiya 5 qatî hilweşiya
16:44 Li Belucistanê protestoya înê
16:44 Tifaqa Ked û Azadiyê protokola xwe pêşkêşî YSK’ê kir
16:18 Li Êlih û Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
15:40 Li bajarê Xoyê bi pileya 5.6 erdhej çêbû
15:37 Dadgerê ku siyasetmedarên kurd ceza kirin bû Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr
15:24 Li Helebê di navbera rejîmê û komên paramîlîter de şer derket
15:11 TEV-DEM'ê ji bo Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî kir
14:31 Ji Bûldan û Sancar peyama hilbijartinê: Hedef 100 parlamenter e
13:57 Şandeya ji siyasetmedaran pêk dihat serdana malbata Ûl kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Dema parêzbendî rabû dê deriyê girtîgehê vebe
13:37 Parêzer li emniyetê hatin derbkirin