Bîlmez: Tecrîd tê wateya neçareserkirina pirsgirêka kurd

img

STENBOL - Parêzer Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev du sal in nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û wiha got: “Ev pirsgirêk, tenê pirsgirêka birêz Ocalan, malbat û parêzerên wî nîne. Bandora vê li Tirkiyeyê dibe. Lê em vê rewşê baş ji gel re venabêjin. Tecrîd, tê wateya neçareserkirina pirsgirêka kurd.” 

 
Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re (TDÎ) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, li Mala Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmet a Şîşliyê bi sernavê “Di înfazê de mafê wekhevî û hêviyê” sempozyûmek li dar xist. Rûniştina ewil a sembpozyûmê bi sernavê “Di rejîma înfazê de cihêkarî” hate pêşkeşkirin û parêzer Jiyan Tosun moderatoriya wê kir. Parêzer Gulîzar Tuncer, Gul Altay û Îbrahîm Bîlmez jî weke axêver tev li bûn. 
 
Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî beriya rûniştinê axivî. Yolerî, rapora sala 2022’yan a têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Herêma Marmarayê bi bîr xist û wiha got: “Binpêkirinên li dijî girtiyan roj bi roj zêdetir dibin. Di serî de mafê jiyanê, gelek binpêkirinên din hene. Her wiha îşkence tê kirin û miameleya xerab heye. Di van mijaran de îsal 3 hezar binpêkirin hatin tespîtkirin. Her wiha girtî tên tecrîdkirin. Pergala tecrîdê êdî li girtîgehan mayînde bûye. Ji ber vê jî bi hezaran binpêkirin çêdibin. Gelemperiya van binpêkirinan jî li Girtîgeha Tîpa F a bin Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên kirin. Di sala 2022’yan de li girtîgehên Herêma Marmarayê 8 hezar û 443 binpêkirin hatin tespîtkirin. 
 
TECRÎD BELAV BÛ 
 
Bi girtîgehên tîpên S û Y re bi sedhezaran girtî hatin tecrîdkirin. Tecrîd, îşkence ye. Hejmara girtiyan roj bi roj zêdetir dibe. Hejmara kesên bi şertê kontrola edlî tên berdan, milyon derbas kirine. Bi milyonan kes bi gefa girtinê dijîn.”
 
CIHÊKARÎ TÊ KIRIN
 
Parêzer Gulîzar Tuncer jî têkildarî cezayê muebbeta giran û mafê hêviyê axivî. Tuncer, ev tişt anî ziman: “Dewlet, bi hesta ‘tolhildanê’ nêzî girtiyên siyasî dibe. Ev yek di Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an de zêde bûbû. Bi darbeyê re rêbazên darizandinê yên taybet ketin meriyetê. Niha li dijî girtiyan cihêkariyeke mezin tê kirin. Ev rewş heta li dijî zarokên tên binçavkirin jî heye. Ev rêbaz piştre bi Rewşa Awarte (OHAL) re hatin parastin. Bi taybet jî li Kurdistanê her tim di meriyetê de ne. Dema mijar dibe kurd, ev cihêkarî hîn bêhtir tê kirin. Hemû sererastkirinên piştre hatin derxistin jî ev cihêkarî esas hate girtin û wisa hatin derxistin. Di dema pandemiyê de sererastkirin hatin kirin lê di navbera edlî-siyasiyan de cihêkarî kirin. Li gel ku dema wan xelas dibe jî, girtiyên siyasî bi hinceta ‘rewşa wan baş nîne’ nayên berdan. Ev cihêkarî her tim hate kirin. 
 
JI BO ABDULLAH OCALAN HATE DERXISTIN
 
Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn Îmraliyê, Pergala Muebbeta Girankirî derxistin. Ev ceza weke ‘cezayê ji cezayê mirinê xerabtir’ xistin meriyetê. Tenê ji ber Ocalan qanûn û pergala cezayan derxistin. Vê jî bandor li gelek girtiyan kir. Ev pergala cezayê di 2002’yan de hate derxistin û ji bo demên berê jî derbasdar e. Di vê pergala cezayê de cihêkarî heye. Girtiyên edlî yên ev ceza lê hatiye birîn demek piştre hatin berdan lê girtiyên siyasî ‘heta mirinê’ di girtîgehê de hatin ragirtin. Tecrîd îzolasyona di asteke zêde de ye. Weke mînak; 23 saetan di hucreyê de tên ragirtin. Qedexeye ku biçî qada hevpar û bi girtiyên din re bê cem hev. Sepanekî dermirovî ye. Ev girtî, dikarin tenê du hefteyan carekî bi malbata xwe re hevdîtinê bikin. 
 
ÎŞKENCEYEKE QANÛNÎ YE
 
Ez vê pergalê weke îşkenceya qanûnî pênase dikim. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di vê mijarê de biryarên binpêkirinê dabûn. Mafê hêviyê di vî cezayî de tune ye. Lewma biryara binpêkirinê dan. DMME’yê bo Ocalan biryara binpêkirinê da. Xuyaye ku li gorî van biryarên bo Ocalan tevnagerin. Ji ber ku mueyîdeyek tune ye, bi heman awayî didome. Ev yek jî durûtiyeke mezin e. DMME û saziyên din ên navneteweyî cihêkariyê dikin.” 
 
LIJNEYA RÊVEBERÎ Û ÇAVDÊRIYÊ
 
Piştre jî parêzer Gul Altay axivî û mijara “Sepanên têkildarî mafê tehliyeyê û şewitandina înfazê” nirxand. Altay, mijar wiha vegot: “Piştî ku Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê derketî, binpêkirin jî zêde bûn. Roja ku dê girtî bên berdan, înfaza wan tê şewitandin. Bi vê yekê re nahêlin derkevin. Di dema mulakatê de bişirîna girtiyan weke hinceta şewitandina înfazê tê nîşandan. Ev yek, binpêkirineke giran a mafê azadiyê ye.” 
 
PERGALA GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ 
 
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez jî mijara “Di Dijraberiya Rêgeza Wekheviyê de Sepanên Girtîgeha Girava Îmraliyê” nirxand. Bîlmez, diyar kir ku nêzî 20 salan parêzertiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kiriye û wiha got: “Di nava van 20 salan de min her tim hewl da Girtîgeha Îmraliyê û sepanên wê vebêjim. Lê ev girtîgeh hêj jî baş nehatiye fêmkirin. Derdorên muxalîf jî li pergala îmraliyê serwext nînin. Îmrali, li gorî pergala hiqûqî ya Tirkiyeyê nayê birêvebirin. Heta li gorî pergala tu welatan nayê birêvebirin. Bi pergaleke taybet tê birêvebirin. 
 
ÊDÎ KESEK JI TIRKIYEYÊ BAWER NAKE
 
Gelê kurd, Abdullah Ocalan weke rêberê xwe dibîne. Di mijara pirsgirêka kurd de jî aktoreke girîng e. Dewlet vê dizane û hay jê heye. Lewma roja anîn Îmraliyê heta niha her tim li pişt deriyên veşarî pê re hevdîtinê dikin. Di pêvajoya guftûgoyê de Abdullah Ocalan her tim jidil tevgeriya lê dewlet jidil nebû. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî Îmrali weke pergala îşkenceyê nirxand. Ji bo pêşîlêgirtina hevdîtinan, her tim cezayên disiplînê li miwekîlên me dibirin. Heta vê yekê ji me re nabêjin jî. Haya me piştre jê çêdibe. Van cezayên disiplînê, ji bo pêşîlêgirtina hevdîtinên bi malbat û parêzeran re didin. CPT’yê jî got ku hincetên van cezayan jêbawer nînin. Êdî kesek bi Tirkiyeyê bawer nake. Ev 2 sal in em ji miwekîlê xwe agahiyan nagirin. Ne malbat û parêzer û ne jî fax tên û diçin. 
 
BI TECRÎDÊ RE NEÇARESERIYÊ FERZ DIKIN
 
Ev 2 salin ne malbat û ne jî parêz tu agahiyan ji birêz Ocalan nagirin. Ev pirsgirêk tenê pirsgirêka malbat û parêzerên wî nîne. Bandora vê li Tirkiyeyê jî dibe. Weke mînak; cezayekî bi navê muebbeta giran tune bû. Lê bi Abdullah Ocalan re anîn. Em nizanin bê ka îro li çend kesan hatiye birîn. Sererastkirina qanûnî ya ku hevdîtinên di navbera parêzer-miwekîlan de qeyd dike, ji Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê belav bû. Her wiha aliyê siyasî jî heye. Neçareserkirina pirsgirêka kurd heye. Sepana tecrîdê ya li Îmraliyê tê wateya neçareserkirina pirsgirêka kurd. Ev yek pir eşkere ye. Ev 20 sal in kengî tecrîd hinek sivik bibe û bi birêz Ocalan re hinek peywendî bên danîn, wê demê di mijara pirsgirêka kurd de rewşeke erênî derdikeve holê. Xelkê Tirkiyeyê êdî nikare pariyeke nan bibe mala xwe. Em nikarin vê mijarê ji pirsgirêka kurd cuda bibînin. Di şer de bi milyaran dolar tên xerckirin û aboriya Tirkiyeyê qels dibe. Gelo ma ev tespît tespîteke xelete? Lê em ketin kêmasiyê ku me ev rewş baş ji gel re venegot. Ev yek di heman demê de berpirsyartiyeke.” 
 
Piştî pêşkeşiya Bîlmez, sempozyum bi şêweyê forumê berdewam kir. Di rûniştina duyemîn a sempozyûmê de dê sernavê “Tîpên girtîgehan û rejîma înfazê” bê nîqaşkirin. 
 

Sernavên din

27/03/2023
15:31 ÎKK’a Wanê bertek nîşanî qeyûm da ku erdên şaredariyê da ber firotinê
15:30 Di nav polîsên îşkence li Y.D. kirin amirek jî heye: Me hêza biqademeyî bi kar anî!
14:58 Li Seyhanê agir bi konê mexdûrê erdhejê ket
14:54 Piştî 10 salan ji bo 69 rojnamegeran biryara neşopandinê hate dayîn
14:34 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê: Tecrîd veguherî rejîmeke siyasî
14:33 Partiya Çep a Kesk: Em ê ala têkoşînê bilind bikin
13:52 Tevî biryara bêçalaktiyê jî di rojekê de 28 êriş hatin kirin
13:26 Ji bo Dayikên Aştiyê yên girtî banga azadiyê kirin
12:59 Protestoyên ‘Jin, jiyan, azadî’ berdewam in
12:58 Emîne Şenyaşar: Zilm li me hate kirin û em li dijî zilmê sekinîn
11:55 Îfadeya zarokê ku li Licê hat îşkencekirin belav bû
11:54 Remzî Kartal: Pêvajoya heyî pêvajoya guherîn û veguherînê ye
11:27 Qanûna hilbijartinên Encûmenên Bajaran û Parlamentoyê hat pejirandin
11:10 Koma xebata hilbijartinê ya ‘HADÎ Ewropa’ hate avakirin
11:06 Ji bo 4'ê Nîsanê bang: Werin em ji bo azadiyê bi hev re ber bi Amarayê ve bimeşin
10:42 Lîstikvan Koksal Engur jiyana xwe ji dest da
10:16 Li Pirsûsê 12 kes hatin binçavkirin
09:08 Li Cizîrê 6 gund 10 roj in di dorpêça leşkeran de ne
09:06 Li Amedê şirîkatiya avahiyên qaçax!
09:05 Ji bo teserûfa benzînê kavilan li jîngehan vala dikin
09:04 Li Meletiyê 107 hezar xanî li benda hilweşandinê ne
09:03 Mîna Ûgûr Kaymaz vê carê jî çek danîn ber Fatma Elarslan!
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2023'YAN
26/03/2023
23:45 Di lêpirsîna îşkenceya li Licê de 3 polîs hatin girtin
22:47 Kesê cara duyemîn êrişî avahiya HDP’ê kir dîsa hat berdan
21:11 Zaroka mexdûra erdhejê di şewata kon de jiyana xwe ji dest da
20:32 Pola Kîtap ji bo pirtûka Sîdar gotûbêj li dar xist
20:17 Li Rihayê carek din lehî rabû
17:38 Tayînkirina qeyûman hate protestokirin: Her tiştê gel talan kirine
16:38 Dîroka hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar bû
15:46 Bîlmez: Tecrîd tê wateya neçareserkirina pirsgirêka kurd
15:15 Dema serlêdana namzetiyê ya Partiya Çep a Kesk bi dawî bû
14:19 Walîtiya Amedê îşkence qebûl kir û 5 polîsên îşkencekar ji peywirê dûr xist
13:35 Zarokê li Liceyê hatibû îşkencekirin 3 polîs teşhîs kir
12:49 Nobeta Malbata Şenyaşar didome: Bêzarbûn tune ye!
12:40 Dorpêça leşkeran a li Geverê didome: Leşker daran dibirin û deriyan dişikînin
12:04 Girtiyê nexweş piştî rewşa wî giran bû hate berdan: Me nekarî bavê xwe hembêz bikin
11:11 Li Xaneqînê bi pileya 3.1 erdhej çêbû
11:06 Li DYA’yê ji ber bablîsokan 26 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:44 Li Îskenderûnê agir bi kon ket: 2 jê zarok bi giştî 3 kes birîndar bûn
10:43 Li girtîgehê mirineke biguman: Gardiyanan îşareta ‘bêdeng be’ kir
10:04 Kavilên avahiyan ên Meletiyê li navenda bajar tên komkirin!
09:37 Bîrdal: Tolê ji girtiyên nexweş hiltînin
09:36 Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Şêxo: Tirkiye bi destê çeteyan li Efrînê sûcan dike
09:21 Jinan bertek nîşanî girtinan dan: Dê têkoşîna me bidome
09:19 Ji kiryarên malbata Şenyaşarê Yildiz 5 salan rastî tu astengiyan nehatiye
09:06 Konteyner nedan mexdûrê erdhejê ku 7 caran emeliyat bûye
09:05 Li Islahiyeyê metirsiya lehî û hezazê
09:02 Nivîskar Altan: Tifaqa Ked û Azadiyê berpirsiyariyeke dîrokî hilgirtiye
09:00 ROJEVA 26’Ê ADARA 2023’YAN
25/03/2023
22:43 Kesên ku li Bazîdê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:44 Înfaza Dayika Aştiyê Bûlûtê hat şewitandin
18:38 Li Amedê civîna 'Di siyaseta Tirkiyeyê de kurd û hilbijartin'
16:51 Xelkê Samandagê rê li kamyonên kavilan vala dikin girtin
16:42 ‘Bila girtiyê nexweşê giran Ozkan bê berdan’
16:27 Lîstika ‘Nîsko’ derket pêşberî temaşevanan
16:24 Partiya Çep a Kesk û HDP xebata kampanya hilbijartinê didin destpêkirin
15:36 Êrişkarê ku dadgehê wî berdabû dîsa êrişî HDP’ê kir
15:32 Bêyî destûra Iraqê nikare petrolê bifiroşe Tirkiyeyê
15:00 Keskîn: Dewlet budçeyê ne ji bo jiyanê ji bo kuştinê xerc dike
14:27 Rêveberiya Xweser serdana Senatoya Fransayê kir
14:19 Xizmên Windayan û ÎHD: Zeynel Kursep û Tekçî li ku ne?
14:09 OHD: Em azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dixwazin
13:55 Dayikên Şemiyê li aqûbeta kesên ji aliyê Hîzbullahê ve hatin revandin pirsî
13:14 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê Tirkiye biryara tedbîrê ya NY'yê bi cih bîne
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re têkoşîna xwe berdewam bikin
11:23 Li Sêrtê du malbatan bi çekan şer kirin: 2 kes mirin
10:58 ‘Kurd di Newrozê de xwedî li Ocalan derketin, niha jî dora têkbirina îktidarê ye’
10:54 Li Meletiyê avahiyên ku divê bên hilweşandin li benda erdhejokan e!
10:28 Îşkence, kuştin û birîndarkirin dibe para zarokên kurd
10:23 Abdullah Ocalan: Ez bi heqîqetê li dijî tecrîdê li ber xwe didim
09:58 Mexdûrên erdhejê beriya rojiyên berê dikin!
09:29 Li Bazîdê 5 kes hatin binçavkirin
09:06 Kavilan li nav zeviyan û zozanan vala dikin
09:03 Bi Erzînê pesnê xwe dan, lê kon nedan welatiyan!
09:01 Bi hesreta dîtina lawê xwe û dîtina gora keça xwe dijî
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'YAN
08:38 Li Mereşê bi pileya 4.5 erdhej çêbû
24/03/2023
23:22 ÎHD: Ji ber têrnekirina mudaxeleyan bi sedan kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest da
23:01 'Dek û Dolabên Scapen' ji bo zarokên herêma erdhejê derket ser dikê
22:22 Axaftina bi kurdî kirin hinceta 'serîhildanê'
22:04 Mazlûm Ebdî: Tevî DYA'yê dê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê bidome
21:26 Li Bazîdê avêtina ser malan
21:10 Gundê Sîgêrê yê Amêdiyê hat bombeberankirin
20:04 Îşkence û binçavkirinên li Amedê hatin şermezarkirin
19:42 Partiya DEVA'yê di fitarê de serdana malbata Şenyaşar kir
17:56 Dê 60 milyon û 904 hezar û 499 kes dengê xwe bi kar bînin
16:49 Li Rihayê hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 21 kesan
16:47 Li Meletiyê avahiya 5 qatî hilweşiya
16:44 Li Belucistanê protestoya înê
16:44 Tifaqa Ked û Azadiyê protokola xwe pêşkêşî YSK’ê kir
16:18 Li Êlih û Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
15:40 Li bajarê Xoyê bi pileya 5.6 erdhej çêbû
15:37 Dadgerê ku siyasetmedarên kurd ceza kirin bû Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr
15:24 Li Helebê di navbera rejîmê û komên paramîlîter de şer derket
15:11 TEV-DEM'ê ji bo Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî kir
14:31 Ji Bûldan û Sancar peyama hilbijartinê: Hedef 100 parlamenter e
13:57 Şandeya ji siyasetmedaran pêk dihat serdana malbata Ûl kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Dema parêzbendî rabû dê deriyê girtîgehê vebe
13:37 Parêzer li emniyetê hatin derbkirin