Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê: Tecrîd veguherî rejîmeke siyasî

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê veguheriye rejîmeke qanûnî û siyasî. Delegasyonê got ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê jî hewcehî bi azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heye. 
 
Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ku ji 7 welatan bi giştî ji 36 siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas û rojnamegeran pêk tê û ji bo şopandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye avakirin, di navbera 24-29’ê çileyê de li Stenbol, Enqere û Amedê bi gelek partiyên siyasî, baro û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin kiribû. Delegasyonê, rapora xwe ya têkildarî hevdîtinan bi civîna çapemeniyê ya online parve kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê, veguheriye rejîmeke qanûnî û siyasî û wiha hat gotin: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê, Abdullah Ocalan nebe nabe.” 
 
Rapor, ji hêla parêzer Altamîra Ana Guelbenzu Gonzalo û parêzer Sophie Jane Caseley ve hate xwendin. 
 
BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN A NAVNETEWEYÎ
 
Di raporê de hat gotin ku tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan, binpêkirineke mafên mirovan a navneteweyî ye û ev agahî hatin parvekirin: “25’ê adara 2023’yan dê bibe sala 2’yan ku tu agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin. Rêberê kurd di sala 1999'an de hate girtin û ji wê rojê heta niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin. Tevî hevalên xwe Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim di bin rejîma tecrîda girankirî de tên ragirtin. Hat qedexekirin ku her çar girtî bi parêzer û malbatên xwe re peywendiyan deynin. Ev cureya hefsa hucreyê, binpêkirina belge û standartên mafên mirovan ên navneteweyî ne. Rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê ku rê li ber fikarên mezin vedike, li gorî agahiyên rayedaran û tevgera kurd, piştî pêvajoya aştiyê ya PKK-Tirkiyeyê di 2015’an de têk çû heta niha, ji bo temamiya girtîgehên din ên li Tirkiyeyê bû ‘mînak.’ Hem li hundirê welêt (ji ber ku daraz serbixwe nîne) hem jî di asta navneteweyî de xwedî dîmeneke wisa ye ku rêyên hiqûqa navxweyî yên bibandor tune ne û xwe her tim dubare dike. Weke mînak; weke ku di rapora dawî ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê de jî hatiye diyarkirin, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û pêşniyarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê yên di çarçoveya van biryaran de her tim hatin paşguhkirin.” 
 
 ‘DIVÊ WEKE PIRSGIRÊKEKE SIYASÎ BÊ FÊMKIRIN’
 
Bi domdarî di raporê de hat destnîşankirin ku tecrîd êdî bûye sepaneke siyasî ya li tevahiya civakê berbelavbûyî û ev tişt hatin parvekirin: “Nêzikatiya li hemberî Girtîgeha Îmraliyê û sepanên hiqûqî û siyasî yên li girtîgehê, ji hêla parastina demokrasî û mafên mirovan ên Tirkiyeyê mînakeke diyarker e. Em careke din bang li berpirsyarên Tirkiyeyê dikin ku di zûtirin demê de li Girtîgeha Îmraliyê li gorî mercên hiqûqê tevbigerin. Lewma divê ev rewş ne tenê weke rewşeke hiqûqî lê divê di heman demê de weke pirsgirêkeke siyasî jî were fêmkirin. Divê rejîma înfazê ya cihêkar ku cara ewil li Girtîgeha Girava Îmraliyê kete meriyetê û bi demê re li tevahiya girtîgehan li girtiyên siyasî hate ferzkirin, tavilê bê bidawîkirin. Divê rêzgirtina li hemberî mafên mirovan ên bingehîn ên girtiyan ne weke rewşeke îstîsnaî lê divê weke nirxek bê sazkirin. Pergala li Girava Îmraliyê hatiye avakirin, weke amûreke siyasî tê bikaranîn. Êdî ne rewşekî îstîsnaî lê li tevahiya welêt belav bûye û veguheriye rejîmeke qanûnî-siyasî ya jirêzê. Tevahiya civakê tê tecrîdkirin û tenê bi girtîgehan bisînor nîne.” 
 
‘HETA TECRÎD BI DAWÎ NEBE ÇARESERÎ NABE’
 
Di berdewamê de hat diyarkirin ku tecrîd ne tenê li dijî Abdullah Ocalan e û wiha hat gotin: “Bandorê li tevahiya girtiyan û muxalefeta civakî dike. Ev pergala kedxwarî û zextê, bandorê li temamiya jiyana civakî dike. Kesên li dijî van polîtîkayên hikûmet û dewleta tirk derdikevin, tên girtin, di dema darazê de rastî prosedûr û biryarên keyfî tên, cezayên giran lê tên birîn û zext û tundiyeke mezin lê tê kirin. Îfadeya vê ya herî xerab jî, tecrîd anku tecrîdkirina pêşengên muxalîfan an jî kom/partiyên muxalîfan ên girtî ne. Bi awayekî komî tên tecrîdkirin. Heta ku pirsgirêka kurd ku pirsgirêkên weke xizanî, koçberî, penaberî, newekhevî û bêedaletiyên li ser esasê zayendê, pişaftina çandî, şer, texrîbkirina hawirdorê bi xwe re tîne neyê çareserkirin û heta ku binpêkirinên îşkenceya sîstematîk û hefsîbûna hucreyê ya li Girtîgeha Îmraliyê neyê bidawîkirin, dê çareserî pêş nekeve. Ev dorpêç, tenê bi têkoşîneke hiqûqî, siyasî, civakî û piralî ve dikare were rakirin.”
 
DIVÊ HEMÛ HÊZ SEFERBER BIBIN
 
Di raporê de hate ragihandin ku pirsgirêka Kurd veguheriye pirsgirêkeke herêmî û navneteweyî û hate gotin, "Ji ber vê yekê hewldanên ji bo çareseriyê divê li gorî bandor û encamên wê yên li ser Rojhilata Navîn û cîhanê bê nîqaşkirin. Lewma hemû hêzên pêşverû yên li cîhanê girîng e bi înîsiyatîf rabin û seferber bibin. Herî dawî, endamên heyetê ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk a li ser parêzeran fikarên xwe tînin ziman. Parêzer û parêzvanên mafên mirovan ji b alîkariyê bidin girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê ku mafên wan hemû hatine betalkirin, karê hiqûqî dikin. Astengkirina wezîfeya wan, ketina ber lêpirsînê cihê fikaran e. Ev yek jî radixe pêş çavan ku êrîşeke çawa li qada hiqûqê û mafên mirovan tê kirin."
 
ÇARESERIYA VAN PIRSGIRÊKAN HEMÛYAN
 
Di dewama raporê de hate gotin, "Parêzer bingeha serweriya hiqûqê ye û eger zilm li wan bê kirin wê girtî nikaribin bi rengekî adîl bêne darizandin an jî wekheviya li pêşiya qanûnê nemîne. Her wiha divê girtî bêyî ku li astengiyekê rast bên karibin xwe bigihînin parêzeran, divê xwedî mafên bingehîn ên parastina nepenîtiya qanûnî ya ragihandinê bin. Mîna ku di xalên 8 û 16'an ên Pîvanên Bingehîn ên Neteweyên Yekbûyî de hatiye destnîşankirin, erk û wezîfeya dewletan e ku hurmetê nîşanî rola bingehîn a parêzeran bide ya mafê darizandina adîl a parêzeran û înfaza adîl a ceza ya qanûnî heye û serweriya hiqûqê misoger bike. Mijara bingehîn a ku ev hemû destnîşan kiriye, mîna ku ABA jî diyar dike, neserxwebûna dadgeriyê ye. Çareseriya van pirsgirêkan hemûyan bi çareseriya civakî û demokratîk a pirsgirêka Kurd dibe. Armanca bingehîn a ji pêkanînên tecrîdê ew e ku têkoşîna demokratîk a rewa û muxalefeta civakî bi temamî bitepisîne. Ji b çareseriya siyasî û aştiyane ya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê teqez divê Ocalan azad bibe. Lewma divê kar û armanca esasî û sereke ya hemû hêzên muxalîf, parêzvanên mafên mirovan û hiqûqê ew e ku sîstema Îmraliyê ya li derveyî hiqûqê ye ji holê rakin. Civaka navneteweyî -bi rêya baro û komeleyên din ên parêzeran- rewşa nebaşbûyî ya li Tirkiyeyê û têkçûna serweriya hiqûqê bi lez bibîne. Şert û mercên niha li Tirkiyeyê serwer e li ber afirandina rewşeke awarte ya mayinde ne. Divê tavilê dawî li vê rewşa bêhiqûqiyê bê anîn."
 
BANG LI CPT HATE KIRIN KU RAPORA XWE EŞKERE BIKE
 
Di beşa pêşniyarê ya raporê de jî bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê hate kirin ku rapora xwe ya têkildarî serdana Girtîgeha Îmraliyê ya 20-29'ê Îlona 2022an eşkere bike û hate gotin, "Em bi fikar in ku heta CPT rapora xwe eşkere neke wê polîtîkayên neyînî yên li Îmraliyê û girtîgehên din ên bi ewlekariya bilind bêkontrol û bêhevsengî dewam bikin. Dema ku bê bibîrxistin ku Tirkiye li gorî pêşniyarên beriya niha yên CPT tevnegeriya, em bang li CPT dikin ku li gorî xala 10'an a Peymanê, raporê biweşîne, bi taybetî jî daneyên li ser rewşa girtiyên li Îmraliyê bi belavokekê parve bike. Em bang li hikumeta Tirkiyeyê dikin ku li gorî pêşniyarên CPT yên rapora dawî tevbigere, her wiha em bang li Konseya Wezîran a Konseya Ewropayê jî dikin ku ji ber Tirkiye li gorî pêşniyarên berê yên CPT tevnegeriya, dest bi nîqaşkirina gavên ji niha û pê ve bike."
 
'NABE KU TECRÎD BÊ DAWÎ DEWAM BIKE'
 
Di raporê de hate destnîşankirin ku divê CPT li gorî pêşniyarên CPT yên piştî serdana 2019'an tevbigere û hate gotin, "Li gorî van pêşniyaran divê destûr bê dayin ku mehkûm li gel hev bin, mafê hevdîtina bi parêzeran û malbatê re bê naskirin, çareyên qanûnî yên bi bandor ên rabûna li ber şert û mercên girtîgehê bên naskirin û cezayê girtîgehê yê muebbetê yê girankirî ku binpêkirina xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye, bê rakirin. Nabe ku tecrîd bêyî mekanîzmayeke kontrolê bêdawî dewam bike."
 

Sernavên din

27/03/2023
15:31 ÎKK’a Wanê bertek nîşanî qeyûm da ku erdên şaredariyê da ber firotinê
15:30 Di nav polîsên îşkence li Y.D. kirin amirek jî heye: Me hêza biqademeyî bi kar anî!
14:58 Li Seyhanê agir bi konê mexdûrê erdhejê ket
14:54 Piştî 10 salan ji bo 69 rojnamegeran biryara neşopandinê hate dayîn
14:34 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê: Tecrîd veguherî rejîmeke siyasî
14:33 Partiya Çep a Kesk: Em ê ala têkoşînê bilind bikin
13:52 Tevî biryara bêçalaktiyê jî di rojekê de 28 êriş hatin kirin
13:26 Ji bo Dayikên Aştiyê yên girtî banga azadiyê kirin
12:59 Protestoyên ‘Jin, jiyan, azadî’ berdewam in
12:58 Emîne Şenyaşar: Zilm li me hate kirin û em li dijî zilmê sekinîn
11:55 Îfadeya zarokê ku li Licê hat îşkencekirin belav bû
11:54 Remzî Kartal: Pêvajoya heyî pêvajoya guherîn û veguherînê ye
11:27 Qanûna hilbijartinên Encûmenên Bajaran û Parlamentoyê hat pejirandin
11:10 Koma xebata hilbijartinê ya ‘HADÎ Ewropa’ hate avakirin
11:06 Ji bo 4'ê Nîsanê bang: Werin em ji bo azadiyê bi hev re ber bi Amarayê ve bimeşin
10:42 Lîstikvan Koksal Engur jiyana xwe ji dest da
10:16 Li Pirsûsê 12 kes hatin binçavkirin
09:08 Li Cizîrê 6 gund 10 roj in di dorpêça leşkeran de ne
09:06 Li Amedê şirîkatiya avahiyên qaçax!
09:05 Ji bo teserûfa benzînê kavilan li jîngehan vala dikin
09:04 Li Meletiyê 107 hezar xanî li benda hilweşandinê ne
09:03 Mîna Ûgûr Kaymaz vê carê jî çek danîn ber Fatma Elarslan!
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2023'YAN
26/03/2023
23:45 Di lêpirsîna îşkenceya li Licê de 3 polîs hatin girtin
22:47 Kesê cara duyemîn êrişî avahiya HDP’ê kir dîsa hat berdan
21:11 Zaroka mexdûra erdhejê di şewata kon de jiyana xwe ji dest da
20:32 Pola Kîtap ji bo pirtûka Sîdar gotûbêj li dar xist
20:17 Li Rihayê carek din lehî rabû
17:38 Tayînkirina qeyûman hate protestokirin: Her tiştê gel talan kirine
16:38 Dîroka hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar bû
15:46 Bîlmez: Tecrîd tê wateya neçareserkirina pirsgirêka kurd
15:15 Dema serlêdana namzetiyê ya Partiya Çep a Kesk bi dawî bû
14:19 Walîtiya Amedê îşkence qebûl kir û 5 polîsên îşkencekar ji peywirê dûr xist
13:35 Zarokê li Liceyê hatibû îşkencekirin 3 polîs teşhîs kir
12:49 Nobeta Malbata Şenyaşar didome: Bêzarbûn tune ye!
12:40 Dorpêça leşkeran a li Geverê didome: Leşker daran dibirin û deriyan dişikînin
12:04 Girtiyê nexweş piştî rewşa wî giran bû hate berdan: Me nekarî bavê xwe hembêz bikin
11:11 Li Xaneqînê bi pileya 3.1 erdhej çêbû
11:06 Li DYA’yê ji ber bablîsokan 26 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:44 Li Îskenderûnê agir bi kon ket: 2 jê zarok bi giştî 3 kes birîndar bûn
10:43 Li girtîgehê mirineke biguman: Gardiyanan îşareta ‘bêdeng be’ kir
10:04 Kavilên avahiyan ên Meletiyê li navenda bajar tên komkirin!
09:37 Bîrdal: Tolê ji girtiyên nexweş hiltînin
09:36 Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Şêxo: Tirkiye bi destê çeteyan li Efrînê sûcan dike
09:21 Jinan bertek nîşanî girtinan dan: Dê têkoşîna me bidome
09:19 Ji kiryarên malbata Şenyaşarê Yildiz 5 salan rastî tu astengiyan nehatiye
09:06 Konteyner nedan mexdûrê erdhejê ku 7 caran emeliyat bûye
09:05 Li Islahiyeyê metirsiya lehî û hezazê
09:02 Nivîskar Altan: Tifaqa Ked û Azadiyê berpirsiyariyeke dîrokî hilgirtiye
09:00 ROJEVA 26’Ê ADARA 2023’YAN
25/03/2023
22:43 Kesên ku li Bazîdê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:44 Înfaza Dayika Aştiyê Bûlûtê hat şewitandin
18:38 Li Amedê civîna 'Di siyaseta Tirkiyeyê de kurd û hilbijartin'
16:51 Xelkê Samandagê rê li kamyonên kavilan vala dikin girtin
16:42 ‘Bila girtiyê nexweşê giran Ozkan bê berdan’
16:27 Lîstika ‘Nîsko’ derket pêşberî temaşevanan
16:24 Partiya Çep a Kesk û HDP xebata kampanya hilbijartinê didin destpêkirin
15:36 Êrişkarê ku dadgehê wî berdabû dîsa êrişî HDP’ê kir
15:32 Bêyî destûra Iraqê nikare petrolê bifiroşe Tirkiyeyê
15:00 Keskîn: Dewlet budçeyê ne ji bo jiyanê ji bo kuştinê xerc dike
14:27 Rêveberiya Xweser serdana Senatoya Fransayê kir
14:19 Xizmên Windayan û ÎHD: Zeynel Kursep û Tekçî li ku ne?
14:09 OHD: Em azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dixwazin
13:55 Dayikên Şemiyê li aqûbeta kesên ji aliyê Hîzbullahê ve hatin revandin pirsî
13:14 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê Tirkiye biryara tedbîrê ya NY'yê bi cih bîne
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re têkoşîna xwe berdewam bikin
11:23 Li Sêrtê du malbatan bi çekan şer kirin: 2 kes mirin
10:58 ‘Kurd di Newrozê de xwedî li Ocalan derketin, niha jî dora têkbirina îktidarê ye’
10:54 Li Meletiyê avahiyên ku divê bên hilweşandin li benda erdhejokan e!
10:28 Îşkence, kuştin û birîndarkirin dibe para zarokên kurd
10:23 Abdullah Ocalan: Ez bi heqîqetê li dijî tecrîdê li ber xwe didim
09:58 Mexdûrên erdhejê beriya rojiyên berê dikin!
09:29 Li Bazîdê 5 kes hatin binçavkirin
09:06 Kavilan li nav zeviyan û zozanan vala dikin
09:03 Bi Erzînê pesnê xwe dan, lê kon nedan welatiyan!
09:01 Bi hesreta dîtina lawê xwe û dîtina gora keça xwe dijî
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'YAN
08:38 Li Mereşê bi pileya 4.5 erdhej çêbû
24/03/2023
23:22 ÎHD: Ji ber têrnekirina mudaxeleyan bi sedan kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest da
23:01 'Dek û Dolabên Scapen' ji bo zarokên herêma erdhejê derket ser dikê
22:22 Axaftina bi kurdî kirin hinceta 'serîhildanê'
22:04 Mazlûm Ebdî: Tevî DYA'yê dê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê bidome
21:26 Li Bazîdê avêtina ser malan
21:10 Gundê Sîgêrê yê Amêdiyê hat bombeberankirin
20:04 Îşkence û binçavkirinên li Amedê hatin şermezarkirin
19:42 Partiya DEVA'yê di fitarê de serdana malbata Şenyaşar kir
17:56 Dê 60 milyon û 904 hezar û 499 kes dengê xwe bi kar bînin
16:49 Li Rihayê hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 21 kesan
16:47 Li Meletiyê avahiya 5 qatî hilweşiya
16:44 Li Belucistanê protestoya înê
16:44 Tifaqa Ked û Azadiyê protokola xwe pêşkêşî YSK’ê kir
16:18 Li Êlih û Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
15:40 Li bajarê Xoyê bi pileya 5.6 erdhej çêbû
15:37 Dadgerê ku siyasetmedarên kurd ceza kirin bû Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr
15:24 Li Helebê di navbera rejîmê û komên paramîlîter de şer derket
15:11 TEV-DEM'ê ji bo Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî kir
14:31 Ji Bûldan û Sancar peyama hilbijartinê: Hedef 100 parlamenter e
13:57 Şandeya ji siyasetmedaran pêk dihat serdana malbata Ûl kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Dema parêzbendî rabû dê deriyê girtîgehê vebe
13:37 Parêzer li emniyetê hatin derbkirin