'Dawî li talana li Hewsel û qeraxa Çemê Dîcleyê bînin'

img
 
 
AMED – Komeleya Ekolojiyê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ku bal kişandin ser qirkirina ekolojiyê ya li Baxçeyên Hewselê û Çemê Dîcleyê, bang li rayedar û berpirsan kirin ku demildest dawî li vê talanê bînin. 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê derbarê talan kirina Çemê Dîcleyê û Baxçeyên Hewselê ku di nava mîrateya UNESCO’yê de ye li Birca Keçikê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Hewsel yek e, tune neke, bila Dîcle azad biherike û bêhna rihanan ji Hewselê bê” hat vekirin û dowîzên “bijî berxwedana Hewselê”, “bila bêhna rihanan ji Hewselê bê” û “bila Dîcle azad biherike” hatin rakirin. Gelek saziyên di bin banê Platforma Ked û Demokrasiyê de tev li daxuyaniyê bûn.
 
Ji Komeleya Ekolojiyê Leyla Çîteyê metna daxuyaniyê xwend. 
 
WEZARETÊ ‘QADA TAYBET A PROJEYAN’ ÎLAN KIRIYE
 
Çîteyê destnîşan kir ku Baxçeyên Hewselê ev nêzî 10 sal e rastî talaneke sîstematîk tê. Çîteyê bi lêv kir ku di 2014’an de ji hêla Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ve nêzî 10 hezar dar hatine jêkirin û wiha pê de çû: “Piştî şagirt û welatiyên Amedê bertek nîşanê vê yekê dan, Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê dest ji van kiryaran berda. Lê ji hêla wezaretê ve di sala 2016’yan de weke “Qada taybet a projeyan” hate îlankirin û Baxçeyên Milet, cafe, asfalt û rêyên beton hatin çêkirin. Ji ber ku kirine “Qada taybet a projeyan” Hewsel bûye cihê harfiyatê û gelek qirêj bûye. Di bin navê çêkirina Baxçeyên Milet de hilberînerên piçûk û baxçeyên xwezayî hatin tasfiyekirin.”
 
Çîteyê da zanîn ku bi biryara Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê Çemê Dîcleyê ji çavkaniyê heta navçeya Bismilê ji statuya çem derxistiye û ji bo parastina ji bendavê bêpar hiştiye. Çîteyê diyar kir ku ji ber vê yekê pêşî li ber gef û texrîbatê hatiye vekirine û wiha berdewam kir: “Ji hêla Zanîngeha Dîcleyê ve ava qirêj diherike Dîcleyê û (tibbî atık) diavêjin ber çem. Her wiha di Fîskayayê de “vegûhertina bajarî” dane destpêkirin û gel ji cihê xwe tê kirin. Ev penaber kirin hilberîn û çandiniya dîrokî û çandî ya Hewselê jî dixe tahlûkeyê. Derdorê Pira Dehderî jî ji îmarê ve hatiye vekirin û bendava çem bi baxçeyên çayê hatiye dagirkirin. Her wiha dîsa ji wê hêlê ve DSÎ’yê 4 kîlometreyan dehl û dar birîne û qanal çêkiriye.”
 
Çîteyê da zanîn ku di vê pêvajoya dawî de nêzî Birca Keçikê gelek dar hatine birîn û makîneyên kar ketine nava zeviyekî 10 donimî. Çîteyê bi lêv kir ku bi hemû hewldanên me jî tu agahî nehatine dayîn û wiha got: “Em weke welatiyan bi rihê piştevaniyê birînên xwe yên ji ber erdhejê dicebirînin, lê desthilata siyasal û komên wê yên berjewendiyê ji her hêlan ve talanê berdewam dike. Em weke Platforma Ked û Demokrasiyê birc, av, baxçeyên Hewselê û qadên xwe yên jiyanê teslîmê tu kesî nakin. Em ji vir didin diyarkirin ku heke ev xerab kirin berdewam bike em ê  dest bi çalakiyan bikin. Em bang li rayedaran dikin, bila bi lez vê talanê bidin ravestandin û bi saziyên vî bajarî re plansaziyekê bidin meşandin. Her wiha bila UNESCO jî bêdeng nemîne û helwestek astengdar diyar bike.”
 
 

Sernavên din

30/03/2023
15:58 Şîrketa petrolê ya Norveçê hilberandina petrolê da sekinandin
15:40 Mehmet Latîfecî hate bibîranîn: Pireke di navbera gelên kurd û ereb de bû
14:50 Li Antalyayê 10 kes hatin binçavkirin
14:49 KESK û BES: Heta daxwazên me bi cih neyên dê çalakiya me bidome
14:21 Cenazeyê 3 endamên HPG’ê hatin veşartin
14:11 Erdogan ji bo HDP’ê li AYM’ê geriyaye: Ji bo rakirina tedbîrê hûn çawa dengê xwe didin?
13:45 Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Em ê rejîma dîktatoriyê hilweşînin û Komara Demokratîk ava bikin
13:07 Di êrişa zayendî ya li GGM’ê dîsa îfadeya 2 faîlan hate wergirtin
12:49 Bi referansa Miftîtiya Yozgatê hemwelatiyê dan 5 endamên DAIŞ’ê
12:28 Jinên Ciwan ên Welatparêz 4’ê Nîsanê pîroz kirin
12:21 Malbata Şenyaşar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
12:14 Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kir
12:14 Partiya Çep a Kesk: Em ê sedsala duyemîn bikin sedsala Komara Demokratîk
12:00 Li Edliyeya Bismilê îşkence!
11:57 Şahidê demê rastiya Hîzbûllahê vedibêje: Di bin navê pevçûnê de sivîl dikuştin
11:51 Strana kurdî ya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk: Dîsa Em
11:45 Der barê lêpirsîna cilên netewî de doz hat vekirin
11:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:14 Partiya Çep a Kesk starta xebatên hilbijartinê da
11:12 Dirûşma hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk: Dîsa Em
09:57 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk ê Amedê: Em ê pergalên zordar biavêjin sergoyê dîrokê
09:07 Av bi dest mexdûrên erdhejê nakeve: Em nikarin bi pereyan jî avê peyda bikin
09:06 Piştî erdhejê rewşa girtîgehan: Îşkenceya bi saîqên nijadperest
09:06 Rojnameger Zagros: Dewleta tirk dixwaze beriya hilbijartinê êrişî Qendîlê bike
09:05 Oremar: Berxwedana Qazî bi têkoşîna Ocalan re bû yek
09:03 Asena: Partiya Çep a Kesk dê bibe nûnertiya hêviya gelan
09:02 'Bi naskirina Serok re min zanî ku ez kurd im'
09:00 ROJEVA 30'Ê ADARA 2023'YAN
08:40 Otobûsên rêwiyan wergeriyan: 3 kes mirin, 46 kes birîndar bûn
29/03/2023
22:12 Kenala Youtube a Med Muzîk TV’yê hat girtin
22:04 Wezareta Neftê ya Iraqê daxuyand ku ew ê li gor biryara dadgehê tevbigere
21:25 Nasnameya 35 zarokên ji bin kavilan hatine derxistin nehatiye tespîtkirin
20:01 'Dawî li talana li Hewsel û qeraxa Çemê Dîcleyê bînin'
18:19 Ji Hîlala Zêrîn strana `Jin im jiyan im`
18:15 Banga ji bo berdan û dermankirina girtiyê nexweş Polat
16:17 Bertek nîşanî dorpêça li Galatasarayê ya tevî biryara AYM’ê didome dan
16:03 Partiya Çep a Kesk dê Beyannameya Hilbijartinê eşkere bike
15:54 Baroya Êlihê giliyê BOTAŞ’ê kir
15:19 Li Amedê mizgefta ku xesar gihiştibûyê hate hilweşandin
15:12 7 hezar karker di grevê de ne: Bila daxwazên me bên qebûlkirin
14:46 EMEP, wê ji lîsteya Partiya Çep a Kesk bikeve hilbijartinê
14:00 Kesên xizmên xwe winda kirin çûn ziyareta gora Jîna Emînî
13:41 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êriş kir
13:05 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyaneke mirovane têdikoşin
13:00 Amnesty: Îranê herî kêm 305 sivîl qetil kir
12:18 Li Hênê malbat bi şer ketin: 5 mal hatin şewitandin
12:01 Li pêşiya edliyeyê li dijî jinekê êriş hat kirin
11:57 Cînayetên ewil ên rêxistina ku ji nav Yekitiya Xwendekarên Tirk a Milî derket
11:39 MYK’a HDP’ê bi rojeva hilbijartinê civiya
10:30 ‘Nîşeyên Bakur’ a Ertûgrûl Mavîoglû ji Weşanên Aryenê derçû
10:02 Sewalvanê mexdûrê erdhejê: Pêdiviya min bi axurekî û bi êm heye
09:59 Hedefa Partiya Çep a Kesk: Bi AKP-MHP’ê bide windakirin, ji sedî 20 deng bistîne
09:48 Li Girtîgeha Bolûyê înfaza 12 girtiyan 30 caran hate şewitandin
09:03 Mehmet Ocalan: Em di 4'ê Nîsanê de li benda her kesî ne
09:03 Rojnameger Germiyanî: Ger neft ji destê Herêma Kurdistanê biçe dê tu qadên wê yên aborî nemînin
09:03 Ji berpirsên rûxandina Nûrdagiyê Yûnûs Kaya di 4 rojan de 85 wesayîtên xwe firotine
09:02 ‘Semsûr bi tenê hat hiştin, ji bîr nekin'
09:02 Li Semsûrê piştî ku tûtin di bin kavilan de ma fiyetê wê ji sedî 100 biha bû
09:00 ROJEVA 29’Ê ADARA 2023’YAN
28/03/2023
22:46 Li nêzî Hewlêrê ÎHA'yek ket
21:13 Li ber şaredariya AKP'î xwe û hevjîna xwe şewitand
19:27 Maseya Fikrê bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
19:01 Tanriverdî piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:57 Îdianameya 16 jê girtî 20 rojnamegeran hate amadekirin
15:46 Doza belgefîlma Bakur hate taloqkirin
15:26 Tevî biryara bêçalaktiyê jî dewleta tirk êrişên xwe didomîne
15:24 Komîsyona Lihevkirinê ya Partiya Çep a Kesk û HDP’ê civiyan
15:20 Hewldana ji bo Roboskê Edalet daxwaza edaletê kir
14:59 Sancar: Êdî dawiya îktîdara AKP-MHP’ê tê
14:57 Platforma Parastina Bajêr: Li dijî tiryak û fihûşê bi awayekî hevkar têbikoşin
14:28 Berdana rojnamevan Oynaş cara 4’emîn hate astengkirin
14:10 Polîsên Perûyê: Dê 2 tonên kokaîna hatiye desteserkirin ji Tirkiyeyê re bihata şandin
14:08 Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e
13:49 Qamyona bar li nivîskarê Evrenselê Ozcan Yaman da
13:48 Berdana rojnamevan Tûray 3 mehan hate taloqkirin
13:36 Di mirina biguman a Ekîncî de hemû daxwaz hatin redkirin
13:32 Rapora 2022’yan a Rêxistina Efûyê: Li binpêkirina mafan krîza maliyeta jiyanê zêde bû
12:42 Fehîm Korkmaz: Gelê kurd îro alaya Egîd ji bo azadiyê bilind dike
12:28 Li Licê îşkenceya li zarok hate kirin: 2 polîs hatin berdan
12:17 Partiya Çep a Kesk ji bo ewlehiya hilbijartinê banga ‘peywîrê bigire’ kir
11:43 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:39 Newroz Ehmed: 2 hezar û 323 DAIŞ’î hatin girtin
11:18 Îfadeyên leşkeran piştrast kirin ku Şîban û Turgut ji helîkopterê hatine avêtin
11:11 Li GGM’ê êrişa zayendî lê hat kirin: Bi faîlan re li heman cihî tê ragirtin
10:56 Derbarê kesê çavên wî nabînin de îdianame amade kirin: Pirtûkên rêxistinê dixwîne
10:02 Bi hinceta ‘ji bilî malbatê ji kesên din re name dişîne’ nayê berdan
09:18 Mexdûrên erdhejê: Bes e bila ev desthilat biçe
09:05 Parêzerê Elaraslan a hat qetilkirin: Nîşaneya herî zelal a binpêkirina mafên mirovan e
09:03 6 meh in dermanan nadin girtiyên nexweş!
09:02 Rojnameger Hesen: Li Efrînê êdî tirsa gel şikestiye
09:02 Ewilî erdhejê û bi dû re jî baranê li mişmişên Meletiyê xist
09:02 Endama DÎB'ê: Helwesta Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo siberoja Tirkiyeyê girîng e
09:00 28'Ê ADARA 2023'YAN
27/03/2023
20:58 KCK'ê biryara rawestandina çalakiyên leşkerî heya hilbijartinê taloq kir
19:35 KESK'ê serdana fitariya malbata Şenyaşarê kir
18:16 Li Mereşê erdhej çêbû
16:52 Li Colemêrgê malbatên şer kiribûn daxwaza darizandina adilane kirin
16:22 Li Almanyayê greva mezin: Hatin û çûn hate sekinandin
15:51 3 DAIŞ’î li Diyalayê hatin girtin
15:44 Bertekên li dijî binçavkirinan: Em ê pergala AKP-MHP’ê têk bibin