Omer Ocalan: Ji bo şikandina tecrîdê berê xwe bidin Amarayê

  • rojane
  • 09:03 3 Nîsan 2023
  • |
RIHA - Biraziyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan anî ziman ku 4'ê Nîsanê ji bo gelê kurd rojeke taybet e û wiha got: "Divê gel ji bo şikandina tecrîde û sekinandina vî şerê qirêj, berê xwe bide Amarayê."
 
Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûqê û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD FED) di çarçoveya bernameyên 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de heta 4'ê Nîsanê bi danîna daran bernameyên cûr bi cûr wê bên li darxistin û di 4'ê Nîsanê de jî bi dirûşmeya 'Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve’ dê bi awayekî girseyî çalakiya meşa Amarayê bê lidarxistin. 
 
Gelê kurd û dostên kurdan ku her sal di 4'ê Nîsanê de ji bo rojbûna Ocalan ber bi mala Ocalan a gundê Amarayê yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ve dimeşin, îsal jî li dijî tecrîda girankirî bi daxwaza azadiya fizîkî ya Ocalan dê ber bi Amarayê ve bimeşin. Biraziyê Abdullah Ocalan û parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Omer Ocalan ku li gundê Amarayê ji ajansa me re axivî, ji bo çalakiya meşa girseyî ya Amarayê banga tevlibûnê kir. 
 
'NEWROZ BÛYE SEMBOLA XWEDÎDERKETINA BIRÊZ OCALAN'
 
Omer Ocalan anî ziman ku gelê kurd di qadên Newrozê de xwedî derketina xwe ya Ocalan nîşan da û wiha got: "Li dijî tecrîda girankirî ya li Îmraliye gelê me jî dixwaze rewşa birêz Ocalan û tecrîda ku tê meşandin di rojevê de bihêle. Di Newrozê de jî me ev yek dît. Ji ber erdhejê li hin cihan Newroz nehat pîroz kirin lê li cihên ku Newroz hat pîroz kirin, bi coş û vîneke xurt xwedî derketina Birêz Ocalan hat nîşan dan. Di meseleya kurdan de pozîsyona birêz Ocalan a siyasî û muxatabiya wî sedî sed hatiye qebûl kirin. Ji ber vê yekê jî Newroz bûye sembola xwedî derketina birêz Ocalan."
 
'JI BO GELÊ KURD ROJEKE TAYBET E'
 
Di berdewama axaftina xwe de Ocalan bi lêv kir ku 4'ê Nîsanê ji bo gelê kurd rojeke taybet e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Meşa 4'ê Nîsanê ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan dihat lidarxistin û bandoreke mezin dikir. Lê ev çend salên dawî ne astengiyên mezin derdixin û nahêlin bi festîvalekê rojbûna birêz Ocalan bê pîrozkirin. Lê tevî vê yekê jî gelên me yên ji Kurdistan û Tirkiyeyê tên dixwazin 4'ê Nîsanê li Amarayê pîroz bikin. Ev ji bo me jî tişteke gelek qedir bilind e. Em ji ber vê jî hemû gelê xwe vedixwînin Amarayê. Ev roj ne rojeke ji rêzê ye, ji bo gelê kurd rojeke sembolik û ji bo azadiya kurdan girîng e."
 
'GELÊ KURD AZADIYA XWE DI 4'Ê NÎSANÊ DE DIBÎNE'
 
Ocalan, destnîşan kir ku gelê kurd azadiya xwe di 4'ê Nîsanê de dibîne wiha pê dê çû: "Gelê kurd ji ber vê yekê azadiya xwe di vê roje de dibîne. Rêbertiyeke mezin heye, qebûl kirineke mezin heye. Ji bo wê jî hemû kes dixwaze xwe bigihîne Amarayê. Amara ji bo gelê me û vê erdnîgariye di dîroke de roleke mezin dilîze. Ji bo wê jî gel dixwaze xwe bigihîne vê dere. Helbet her sal astengiyê derdixînin, dibe ku îsal jî astengiyê derxînin lê tu kes nikare pêşiya vîna gelê kurd bisekine. Ji bo wê jî dem dema xwedî lê derketinê ye. Em di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin. Me Newroz jî dû xwe hişt û di pêşiya me de jî hilbijartineke girîng heye, li çar aliyên Kurdistanê destkeftiyên kurdan hene û di heman demê de jî tecrîdeke girankirî heye."
 
2 SALIN TU AGAHÎ TUNE NE
 
Ocalan, diyar kir ku ji bo şikandina tecrîdê pêdivî bi xwedî derketineke xurt heye û ev tişt gotin: "2 sal in tu agahî jî Girava Îmraliye tune ye. Ne malbat û ne jî parêzer nikarin hevdîtinê pêk bînin. Herî dawî 2 sal berê birêz Ocalan bi telefonê bi birayê xwe re 2-3 deqîqeyan axivî û piştî wê rojê tu agahî ji birêz Ocalan nînin. Ji ber vê yeke xwedî lê derketina 4'ê Nîsanê ya 2023'yan divê me bibe merheleyeke mezin. Divê em ji bo şikandina tecrîdê gavan biavêjin." 
 
'GEL DI ŞOPA BIRÊZ OCALAN DE YE'
 
Ocalan, bi lêv kir ku bi tecrîdê dewlet dixwaze tekiliya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gel ji holê rake û ev tişt anîn ziman: "Lê gel di şopa birêz Ocalan de ye û doza wî dimeşîne. Ji bo paradigmaya birêz Ocalan bigihêje armanca xwe gel ji aliyê fikir û ramanan ve jî birêz Ocalan dişopîne. Li dijî vê yekê dewlet jî dixwaze li her qadê birêz Ocalan bide jibîrkirin. Ji bo wê jî dixwazin siyaseta ku dikarin dizayn bikin derxînin pêş. Ji birêz Ocalan aciz dibin ji ber wê jî tecrîdê giran dikin. Ev 24 sal in li Girava Îmraliye li ser Birêz Ocalan tecrîdek tê meşandin û mafên wî jî tên binpêkirin. Dewlet dixwaze gav bi gav vê paradigmayê ji nava gel derxe. Lê gel jî dizane çavkanî li ku derê ye, hêz û bawerî li ku ye ji ber vê yekê xwedî derdikeve. Dewlet jî di xala herî hesas de êrişî gelê me dike, dibêje heke ez fikir û ramanên birêz Ocalan bê bandor bikim bi her awayî dikarim êrişî gelê kurd bikim. Ji bo vê yekê êriş dike û naxwazê navê birêz Ocalan bê gotin û tecrîdê dimeşîne."
 
'DIXWAZE PARADÎGMAYA BIRÊZ OCALAN JI HOLÊ RAKE'
 
Bi domdarî Ocalan destnîşan kir ku yek jî armanca tecrîdê ji hole rakirina paradîgmaya Abdullah Ocalan e û wiha pê de çû: "Birêz Ocalan nêrînên xwe yên ji bo Kurdistan û Rojhilata Navîn di paradigmaya xwe de vekirî gotiye, 'ev erdnîgarî erdnîgariyeke gelek dewlemend e.' Birêz Ocalan hem ji bo netewan hem ji bo baweriyan û cûda bûna vê civakê paradigmayek nivîsiye, ev paradîgma jî daniye pêşiya gelên Rojhilata Navîn. Dewlet jî li dijî vê paradîgmayê, paradîgmaya qirkirinê, yekperestiyê diparêze. Ji ber wê jî êriş û tecrîdê dimeşîne."
 
'DIVÊ GEL JÎ TEV LI PÊVAJOYÊ BIBE'
 
Di dawiya axaftina xwe de Ocalan, anî ziman ku ji bo şikandina tecrîde divê gel jî tevli pêvajoyê bibe û ev bang li gel kir: "4'ê Nîsanê ji bo me gelek girîng e. Destpêka şikandina tecrîdê bila 4'ê Nîsanê be. Em dixwazin hemû gelê me werin Amarayê. Cihe ku Rêbertî lê hatiye dinyayê mala gel e. Em jî li vir in bang li hemû kesê dikin ku di 4'ê Nîsanê de berê xwe bidin Amarayê. Ji bo şikandina tecrîdê û sekinandina vî şerê qirêj, aştiyeke bi rûmet û pêşketina dîyalogê divê gel bi hemû heza xwe tevli vê pêvajoye bibe."
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

05/04/2023
13:00 Berfa hefteyek berê li Wanê bariyayî bandor li rêjeya avê ya bendavan nekir
13:00 Bûldan: Jin dê we bi hêza xwe têk bibin
12:02 Li perava Kumlucayê keştiyek noqî avê bû: 5 kes hatin rizgarkirin û lêgerîna bo 9 kesan didome
11:46 Berxwedana gundiyan di roja 3’yemîn de ye
11:28 Xelkê gundê Mûsolarê bi fikar e ku xanî ji wan re neyên çêkirin
10:46 Sari ku ji Panosê sewqî Sîncanê hate kirin ev 3 meh in tavê nabîne!
10:36 Hat xwestin cezayê li rojnamevan Çoban hatiye birîn bê xerakirin
10:20 ‘Heta ku Ocalan azad nebe pirsgirêk nikarin bên çareserkirin’
10:02 Rojnameger Şêro: Bêdengiya niha li Îranê bêdengiya beriya tofanê ye
09:02 Medreseya Sor tehsîsî Weqfa Hayratê hat kirin!
09:02 Ji bo mexdûrên erdhejê 'Konê Sînemayê' çêkirin
09:01 Cara duduyan berdana girtî Abî hat taloqkirin
09:01 Dr. Savary: Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 Ciwanan li Hezexê rojbûna Ocalan pîroz kirin
08:31 Îdrîs Balûken ji girtîgehê derket
04/04/2023
21:24 Partiya Çep a Kesk li Rezanê buroya hilbijartinê vekir
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
19:16 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê
18:31 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê buruya hilbijartinê vekir
16:50 Kesên li Xelfetiyê hatin binçavkirin hatin berdan
16:28 Fînlandiya bû endama NATO’yê
16:16 Tirkiyeyê geştên hewayî yên bo Silêmaniyeyê rawestand
YNK: Ev ambargo yasayî nîne
16:15 Malbata Şenyaşar: Şiyar be Tirkiye, şiyar be gelê Rihayê!
15:55 Rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
15:41 Şitil ji bo azadiya Abdulah Ocalan hatin çandin
15:40 Dayikên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:32 Îlham Ehmed çû serdana YNK’ê
15:28 Bexda û Hewlêrê li hev kir
15:27 Saziyên sivîl ên li Êlihê bertek nîşanî dozê dan: Bi rêya darazê komplo hate kirin
15:24 ‘Ji bo kurd nefesê negirin atmosferek nijadperestiyê belav dibe’
15:24 Partiya Çep a Kesk li Wan û Agiriyê buroyên hilbijartinê vekir
15:11 Kesên ji bo rojnameger Kartal daxuyaniyê didan hatin binçavkirin
14:55 DMME’yê îtîraza Tirkiyeyê red kir
13:36 Partiya Çep a Kesk li Hatayê starta hilbijartinê di bin kon de da
13:23 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
13:16 Li Ûrmiyeyê êrişa bi gazê: 5 zarokan rakirin nexweşxaneyê
13:07 Meşa Amarayê dest pê kir: 4'ê Nîsanê roja vejîna gelê kurd e
13:05 Li Qilebanê qezaya trafîkê çêbû: 3 kes mirin
13:04 Buldan: Bila rengê sindoqan Çepa Kesk be
13:01 Malbata Mîkaîl Ekîncî: Ji pir nêz ve gule lê dan û kuştin
12:16 Dayikan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
11:34 Li Sûriyeyê DAIŞ’iyekî payebilind hate kuştin
11:22 Dadgeriyê jî serdana li gel rojnamevan Altan ‘bifikar’ dît
11:11 Jinên tev li Nobeta Jiyanê bûn: Em dixwazin li ser xaka xwe bin
11:01 Cara 3’yemîn berdana wî hat astengkirin: Zimanê rêxistinê diaxive!
10:48 Li Hatayê ji bin kavilan 8 cenaze hatin derxistin
10:47 Mahmoud Patel: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo sedsala nû bûne hêvî
10:35 Kekê wî di girtîgehê de mir: Ez naxwazim yekî din jî winda bikim
10:34 AKP’ê xwe qedand, hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan mezin bû
10:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
10:33 Li Wanê 7 jê zarok nêzî 20 kesan hatin binçavkirin
09:06 Giştînameya wezaretê ji bo girtiyên nexweş ên siyasî ne derbasdar e!
09:03 Girtî du caran hatin cezakirin: Herî kêm berdana 138 girtiyan hatiye taloqkirin
09:02 Girtiyê ku di erdhejê de di bin kavilan de ma û platîna di milê wî de şikiyaye, nayê dermankirin
09:02 Bazarcixî konteyniran dixwazin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2023'YAN
03/04/2023
22:35 Endamê HPG'ê Harûn Elbak hat girtin
22:20 Abdullah Ocalan 74 salî ye: Azadiya wî azadiya me ye
21:34 Piştî 30 salan li Amedê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin
20:02 Aydenîz: Em ê we têk bibin!
18:25 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
16:51 Serokwezîrê Iraqê: Hewcehiya me bi hêzên biyanî nîne
16:48 Înîsiyatîfa ji bo Abdullah Ocalan Azadî li dijî tecrîdê banga hestiyariyê kir
16:40 Li Samandagê li dijî kavilan nobeda ‘jiyanê’ hat destpêkirin
16:25 Di roja 57'emîn a erdhejê de li 6 bajaran ‘herêma afetê’ hat ragihandin
16:09 Ji PYD’ê peyama 4’ê Nîsanê: Divê têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan bê mezinkirin
16:00 Leşkeran êrişî çalakiya vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk kirin
15:54 Li Efrînê 4 kes hatin revandin û bi fîdyeyeke zêde hatin berdan
15:45 Ji jinên Rojava û Herêma Kurdistanê banga têkoşîna hevpar
15:37 Nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:24 Tevî biryara bêçalakitiyê jî di du rojan de 21 car bombebaran hat kirin
15:19 Malbata Şenyaşar: Tişta pîroz ne cilnimêj lê edalet e
15:15 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd hate avakirin: Serkeftin ya me ye
15:12 Têkildarî 7 girtîgehan rapor: Tecrîd girantir dibe
14:37 KCDP: Di adarê de 23 jin hatin qetilkirin
14:20 Li Girtîgeha Islahiyeyê dermanan nadin girtiyên nexweş
14:19 MGKP’ê rapora binpêkirinan a 3 mehan eşkere kir: 18 rojnamegerên jin girtî ne
13:36 Mehmet Zengeralp piştî 30 salan hate berdan
13:19 Qeyûmê Şaredariya Amedê beriya hilbijartinê 97 donimên erd firotin
13:11 Parêzer Ektî: Gundiyên ku li ber GES’ê rabûne hatine îşkencekirin
11:54 Biryara ‘veşarî’ danîn ser lêpirsîna Harûn Elbak
11:53 Li Wanê şewat derket: Ziyan gihişte herî kêm 50 kargehan
11:48 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd: Werin em ji bo serkeftinê li dora Partiya Çep a Kesk bibin yek
11:40 Ji ber ku kolanên teng nayên vekirin nikarin xwe bigihînin cenazeyan
10:03 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Ciwan hatin binçavkirin
09:41 Xwebûn bi manşeta “Çirûska Azadiyê” derçû
09:16 Li Ewropayê xebatên hilbijartinê: Dê bi ruhê ‘Jin jiyan azadî’ biçin ser sindoqan
09:03 Omer Ocalan: Ji bo şikandina tecrîdê berê xwe bidin Amarayê
09:02 Serokê Weqfa Aştiyê: Li gorî me biryara bêçalakitiyê binirx e
09:02 Ajokarê TIR'ê welat bi welat çanda kurdî dide naskirin
09:01 Aktîvîstê Ekolojiyê Bîlgîç: Êrişa li ser Hewselê, êrişa li ser bîra civakê ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2023'YAN
02/04/2023
23:55 Li Şîroyê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
21:26 Ciwan di aktîvîteya ‘Ciwan ber bi şoreşê ve dimeşin’ de hatin bahev
20:29 Rojbûna Yilmaz Guney hate pîrozkirin: Dengê bilind ê doza gelê kurd bû
18:42 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê 2 buroyên hilbijartinê vekirin
17:39 Ji bo şînê serdana malbata Dakman kirin
16:42 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd dê sibe deklarasyona hilbijartinê ragihîne
16:20 Bexda û Hewlêrê li ser hinartina petrolê li hev kir