Meha duyemîn a erdhejê: Dewlet li pey astengiyê, dilxwaz li pey piştevaniyê ne

  • rojane
  • 09:47 6 Nîsan 2023
  • |
img
RIHA - Erdhejên ku navenda wan Bazarcix û Elbistan bûn û tesîra xwe li ser gelek bajaran kirin û rê li ber karesatek mezin vekir, du meh li pey xwe hişt. Tevî ku dewletê û saziyên xwe alîkarî nekirin jî lê dilxwazan bi torên piştevaniyê hewl da birînên xelkê bipêçe û ev piştevanî didome. 
 
Di ser erdhejên bi pileya 7,7 û 7,6 ku navenda wan navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê bûn re 2 meh derbas bûn. Erdhejên di 6’ê Sibatê de çêbûn û tesîra xwe li Mereş, Hatay, Semsûr, Meletî, Riha, Amed, Dîlok, Edene, Osmaniye, Kilîs û Xarpêtê kir û erdhej li Sûriye, Îsraîl, Lubnan û Misrê jî hat hîskirin. Erdhejê li bajarên rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê jî rê li ber karesatê vekir. 
 
Erdhejê herî zêde tesîra neyînî li bajarên Mereş, Hatay, Semsûr û Meletiyê kir. Liv an bajaran bû sedema hilweşlandinên mezin. Li gorî daneyên herî dawî hatin eşkerekirin, 50 hezar û 399 mirovan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên dawî ku Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum parve kir, lêkolîn li ser milyonek û 728 avahî hatine kirin, 227 hezar û 27 avahî li ber hilweşandinê ne, divê bil ez bên hilweşandin û xesara giran dîtine. 
 
BÊKOORDÎNASYONA DEWLETÊ 
 
Piştî erdhejê yekser berteka herî mezin a gel li dijî bêkoordînasyona saziyên dewletê bû. Di sê rojên ewil ên erdhejê de gelek saziyên dewletê bi taybetî AFAD, Kizilay û artêşê neçûn hawara gel û dest bi tu xebatê nekirin. Li bajaran maseyên koordînasyona krîzê yên di pêşengiya qeymeqamtiyê de hatin avakirin ew bi xwe ketibûn krîzê, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatin destpêkirin. Di encamê de bi hezaran kes li ber sermayê qerisîn û canê xwe ji dest dan. 
 
Dewleta ku bi rojan ne li bajarên ku erdhej lê pêk hat, 3-4 roj piştî erdhejê derket holê. Piştî çend rojan saziyên dewletê ku ketin tevgerê jî yekem tişta ku kirin desteserkirina alîkariyên bi pêşengiya saziyên sivîl û partiya HDP’ê û pêkhateyên wê ku ji bajarên cuda ji bo herêmên erdhejê hatine şandin bû. Li bendên kontrolê yên li têketina bajarên ku erdhej lê pêk hat, bi sedan kamyonên ku malzemeyên alîkariyê lê barkirîbûn, hatin astengkirin. Hin dilxwazên ku ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê hatibûn jî di ketinên bajaran de paşve hatin vegerandin. 
 
KIZILAYÊ KON FIROTIN 
 
Ji ber erdhejê bi hezaran avahî hilweşiyan. Bi milyonan mirov li derve man. Mexdûrên erdhejê yên ji mirinê filitîn jî bi mexdûriyetên cuda re rûbirû man. Tevî şert û mercên hewa sar jî bi sed hezaran mirov li derve man. Lê saziya Kizilayê ku saziya fermî ya dewletê ye li şûna di heman kêliyê de konan li xelkê belav bike û birînên xelkê bipêçe, lê rabûye konên di destê xwe de firotiye. Kizilayê kon firotine saziya AHBAP ku tora piştevaniyê ava kiribû. Kizilayê 2 hzar û 50 kon bi 46 milyon lîreyî firotiye AHBAP’ê. 
 
TUNDÎ Û ÎŞKENCE KET DEWRÊ 
 
Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ragihand ku wan li 10 bajarên ku ji ber erdhejê zirar dîtine ji bo 3 mehan Rewşa Awarte (OHAL) îlan kirine. Piştî Rewşa Awarte yekser nûçeyên îşkence û muameleya xerab ji bajarên erdhejê hatin. Ji rojên destpêkê yên erdhejê ve penaber ji aliyê hin koman ve bi îşkence û tundiyê re rûbirû man. Her wiha leşker û polîsan jî tundî li welatiyên dixwestin biçin alîkariya herêmên erdhejê kirin. Penaberên ji Sûriyeyê hedef hatin nîşandan û bi cihêkarî û tundiyê re rûbirû man. 
 
Leşkerên ji bajarên cuda ji bo ewlekariya anîn bajarên erdhejê, gelek binpêkirinên mafan jî bi xwe re anîn. Polîs û leşkerên tîmên taybet li Hatayê hatin bicihkirin. Xelk, rêxistinên girseyî yên demokratîk û hin partiyên siyasî ku seferberiya alîkarî û piştevaniyê dabûn destpêkirin, bi binpêkirinên mafan re rûbirû man.
 
Di 11'ê Sibatê de Ahmet Gureşçi yê 27 salî ku bi îdiaya "diziyê" kiriye birin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Altinozû ya Hatayê, li wir bi îşkenceyê hat qetilkirin. Li Semsûrê 5 ciwanên ku bi dilxwazî ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê ji Amedê çûbûn bi îşkenceya polîsan re rûbirû man. 
 
HÊ JÎ KON TUNE NE 
 
Tevî ku 2 meh di ser erdhejê re derbas bûye jî, hê jî pêwîstiya gel a ji bo konan nehatiye bicihanîn. Li 11 bajaran bi giştî 637 hezar û 222 beşên serbixwe hatin hilweşandin, hejmara konên hatin belavkirin jî 411 hezar e. Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, diyar kir ku xebatên avakirina 209 bajarên konteyniran li tevahiya herêma erdhejê dewam dikin, tevî ku 60 roj di ser erdhejê re derbas bûne jî tenê 15 hezar û 809 konteynir hatine danîn.
 
KOÇBERÎ ÇÊBÛ 
 
Bi erdhejê re pêla koçberiyê jî dest pê kir. Li herêma erdhejê ku 13 milyon û nîv kes lê dijiyan beşek ji xelkê çûn cem xizmên xwe yên li navçe û gundan, hinek ji wan jî koçî bajarên cuda kirin, bi taybetî bajarên wek Stenbol, Enqere, Îzmîr û Mêrsînê. Li gorî daneyên operatorên GSM’ê hatin weşandin, hat tesbîtkirin ku 2 milyon û nîv telefonên ku li bajarên erdhejê rojek beriya erdhejê sînyala dane paşê li bajarên din sînyal dane. Serokomar Erdogan ragihand ku 2 milyon û 200 hezar mexdûrên erdhejê koçî bajarên din kirin. Li gorî daneyên Nûnera Tirkiyeyê ya Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) Louisa Vinton eşkere kir, 2 milyon û 700 hezar kes ji herêma erdhejê koç kirine.
 
TORA PIŞTEVANIYA SIVÎL 
 
Bi erdhejê re bi deh hezaran welatiyên ji gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê bajarên weke Colemerg, Wan, Êlih, Amed, Şirnex, Stenbol, Îzmîr, Enqere, Tokat, Manîsayê ku ji hikûmet û saziyên dewletê bêhêvî bûn, berê xwe dan herêma erdhejê piştevaniya xelkê kirin û birînên mexdûrên ji bo hevgirtinê.
 
Partiyên siyasî yên wekî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), odeyên pîşeyî û sendîkayên wekî Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) û sendîkayan jî piştgirî dan bajarên ku erdhej lê pêk hat, li hawara mexdûran çûn. Bi Maseya Koordînasyona Krîzê ya ku li bajarên ku erdhej lê pêk hat ava kirin, ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkan wekî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, xwarin û stargehê toreke hevpar a mezin ava kirin. Bi saya van torên hevgirtinê bi sed hezaran kesên ji erdhejê rizgar bûne firsenda jiyanê bi dest xistin. Ev tevna hevgirtinê ya ji aliyê gel ve hatiye avakirin didome.
 
MA / Omer Akin 
 

Sernavên din

07/04/2023
23:15 Li Amedê li ber def û zirneyê vekirina buroya hilbijartinê
22:34 Li Cizîrê bi hezaran kes li hev kom bûn: Dê AKP biçe, gel bên!
19:58 Di vekirina buroya hilbijartinê ya Mêrsînê de banga 'deriyên Îmraliyê vekin'
19:43 Platforma Jinan a Rihayê bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
19:33 Li Îzmîrê xebatên hilbijartinê bi coşeke mezin dest pê kirin
19:24 Tahîr Kûrt piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Me ji bo têkoşîneke birûmet li ber xwe da
17:35 Li Mêrdînê bi beşdariya bi sedan kesî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin
16:28 Di Nobeda Aştiyê ya ÎHD’ê de bertek nîşanî êrişên nijadperest dan
16:27 Li welatiyên li dijî talanê li ber xwe didin ceza hate birîn
16:08 Li Serhedê coşa vekirina bûroyên hilbijartinê
15:56 Li nûçegihanê me yê nûçeya DEDAŞ’ê çêkir lêpirsîn hate vekirin
15:46 Di du rojan de 41 êriş hatin kirin
15:33 Şenyaşar: Wê zilmkar hesab bidin
15:09 Li Rihayê buroya hilbijartinê ya jinan hate vekirin
14:05 Li Hambûrgê konferansa 'Em cîhana xwe şûn de dixwazin' didome
14:01 Bernamzetên parlamenteriyê li Amedê belavok belav kirin
13:52 Ji bo girtiyên nexweş ji tifaqan re nameyek hate şandin
13:51 Tifaqa Ked û Azadiyê dê mutabaqata hilbijartinê eşkere bike
13:09 Çavûşoglû têkildarî Sûriyeyê daxuyanî da
13:00 Aslan ê ku 30 sal in girtî ye û înfaza xwe temam kiriye nayê berdan
12:50 Ji ciwanan seferberiya bo Partiya Çep a Kesk: Hedef ew e xwe bigihînin 7 milyon hilbijêrên nû
12:15 Îdianameya TJA’yê: Tevlibûna jinan a 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê sûc e!
12:04 Li Wanê ji 15 kesên binçavkirî 8 kes hatin berdan
12:03 MHP’ê kujerê dozger Oz ê xebatên kontrgerîla lêkolîn dikir, kir namzet
11:40 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:39 Sêwirînerê herka ‘Bi saya Erdogan’ hat binçavkirin
10:42 Endama MYK’a Partiya Çep a Kesk: Îdiaya me heye ku em rêjeya dengê xwe bikin ji sedî 20
10:15 'Ji bo çareseriyê divê Partiya Çep a Kesk bi xurtî ji hilbijartinê derkeve’
09:37 Bulbul ê HDP’î: Li girtîgehan îşkence tê kirin
09:14 Partiya Çep a Kesk hêviyê dide jinan
09:04 Li Egeyê amadekariyên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk
09:03 Dûrmûş: 16 rojnamevan 10 meh in bi awayekî fiîlî tên cezakirin
09:03 Serokê Baroya Êlihê Şenses: Şahidê veşarî wekî amûreke operasyonan tê bikaranîn
09:02 Mexdûrê erdhejê: Wê ev toz me bikuje
09:02 Qeyûm îhaleyên 'rêyên muhtelîf' da heman fîrmeyan
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2023'YAN
06/04/2023
23:20 Li Sêrtê buroya hilbijartinê hat vekirin: Dê deriyên zindanan vebin
23:13 Ferît Şenyaşar: Em ê bi hev re darazê azad bikin
23:09 Li Botanê buroya hilbijartinê ya jinan bi coşeke mezin hat vekirin
20:53 Ji kesên ku li Stenbolê hatin binçavkirin 15 kes hatin berdan
20:05 Sancar: Em ê dawî li vê zilmê bînin
19:28 YNK: Tirkiye, ji ber kurdbûnê rêya hewayî li Silêmaniyê girt
17:45 Piştî 5 mehan daneyên Covîd-19'ê hatin eşkerekirin: 844 kes mirine
17:41 Li Wanê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
17:31 Li Wanê vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk veguherî mîtîngê
17:14 Di meha 2’yemîn a erdhejê de meş: Heta ku hesab nepirsin em ê bêdeng nebin
16:41 Bernamzetên Partiya Çep a Kesk belavok belav kirin
16:26 Êriş û binçavkirina dayikan hat şermezarkirin
16:22 Êrişî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk kirin
16:07 Partiya Çep a Kesk li Nisêbînê buroya hilbijartinê vekir: Em ê serbikevin
15:38 Partiya Çep a Kesk li Edeneyê dest bi xebata hilbijartinê kir
15:34 HDP dê ji bo doza girtinê parastin neke
15:30 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir serdana Malbata Şenyaşar kir
15:24 7 kes hatin berdan
15:23 Bayindir: Di 14’ê Gulanê de serkeftina kurdan wê ezamet be
15:23 Li Kilîsê cenazeyê zaroka winda hate dîtin
14:22 Ji bo herêmên erdhejê hişyariya barînên zêde
13:38 Taşdemîr rewşa girtiyê nexweş Sari bir rojeva Meclisê
13:19 Li Bedlîsê buroya hilbijartinê hat vekirin: Em ê li bin siya vê darê bigihîjin hev
13:13 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:10 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li baxçeyê Bûbo Taş şitil hatin çandin
12:52 Bi hinceta ku di Newrozê de dirûşm berzkirine 7 kes hatin binçavkirin
12:26 Kaftancioglû têkildarî ‘êrişa çekdarî’ daxuyanî da
11:28 Ji JINNEWS'ê daneyên tundiyê: 22 jin hatine qetilkirin
11:26 DFG’ê rojnamevanên hatin qetilkirin bi bîr anî
11:21 Cenazeyê Savaş Başdînç hate definkirin
11:09 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê xebata hilbijartinê da destpêkirin
10:35 DFG: 8 rojnameger hatin îşkencekirin û 330 nûçe hatin astengkirin
10:28 Wezaret daneyên têkildarî zarokên bêrefeqet vedişêre
10:28 Dr. Koylu: Li Samandagê gazinên bêhnê û kuxikê dest pê kirin
09:47 Meha duyemîn a erdhejê: Dewlet li pey astengiyê, dilxwaz li pey piştevaniyê ne
09:41 Girtî Aşkan: Lêgerîna tazî li min ferz kirin û hatim derbkirin
09:41 Hilbijartinên 14'ê Gulanê: Ciwan ji bo guherînê amade ne
09:05 Ji Zanîngeha Dihokê Berwarî: Ev siyaseta şaş dê Başûrê Kurdistanê li ser nexşeyê nehêle
09:04 ‘Sûriyeyiyên ji erdhejê xelas bûn, di bin kavilên vederkirinê de man'
09:03 Yildizê ku ji girtîgehê derket: Ya ku mirovan li ser pêyan dihêle têkoşîn e
09:02 Li Îzmîrê hedefa Partiya Çep a Kesk 4 parlementer in
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2023'YAN
05/04/2023
22:05 Li Êlihê vekirina buroyê veguherî mîtîngê: Divê Êlih bike 5-0
20:57 Li Bazîdê bi meşeke meşaleyî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin
20:47 18 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin
19:19 Di doza destdirêjiyê ya cerdevanan de 94 sal ceza
16:58 ÎHD’ê rapora Mîkaîl Ekîncî parve kir: Îşkence, miameleya xerab, gefxwarin
16:28 Li 5 navçeyên Wanê buroyên hilbijartinê hatin vekirin
16:14 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bi rojeva hilbijartinê dicive
15:46 Tirkiyeyê qada xwe ya hewayî ji geştên Silêmaniyeyê re girt
15:45 Nobeda Jiyanê: Xelkê neçarî koçberiyê dikin
15:21 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran: Dawî li tundî, îşkence û siyaseta bêcezahiştinê bînin
15:19 Doza girtinê ya KCDP’ê: Gelo ‘xebatên li dijî exlaq’ çi ye?
14:46 Şenyaşar: Yên li hemberî zilmê xwe bêdeng dikin dê têk biçin
14:37 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê dar hatin danîn
14:34 Jinekê li Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:25 Li Mêrdînê 3 kes hatin berdan
14:22 Rojnameger Alataş di 13’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
13:58 Dewleta tirk di 4’ê nîsanê de 83 caran êriş kir
13:54 OHD’ê rapora lehiyê eşkere kir: Şeredarî û AFAD’ê tevî hişyariyan jî tevdîr negirtin
13:48 Di erdhejê de hejmara qurbaniyan derket 50 hezar û 399’an
13:40 'Gelo di avakirina demokrasiyê de dê polîtîkayên we ji bo jinan çi bin?'
13:39 3 girtî bi hinceta naveroka pirtûka kurdî hatin sirgunkirin