Îmrek: Tirkiye bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare asayî bibe

  • rojane
  • 10:50 16 Nîsan 2023
  • |
img

STENBOL - Nivîskar Ender Îrmek diyar kir ku Tirkiye bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare hinek asayî bibe û wiha got: “Ev yek jî bi vekirina rûpeleke nû pêkan e.” 

 
Tirkiye ku li ser xirbeyên Împaratoriya Osmanî hatiye avakirin, dikeve sedsala duyemîn. Komara ku li ser bingeha peymana tirkîtiyê hatiye evakirin, di çarçoveya konsepta tunekirin û înkarê de pirsgirêka kurd çareser nekir. Tevî hemû israr û hewldanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî, AKP’ê di 21 salên îktîdara xwe de di bin navê “çareseriyê” de polîtîkaya tesfiyekirinê meşand. Di qonaxa herî dawî de jî bi HUDA-PAR’ê re tifaqa ava kir. Li hêla din jî Tifaqa Milet bi soza demokrasiyê dikeve hilbijartinan û namzetê serokkomariyê yê tifaqa Kemal Kiliçdaroglû di hevdîtina xwe ya bi Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, Meclis weke navnîşan diyar kir. 
 
Nivîskar Ender Îrmek bal kişand ser sicîla CHP’ê ya di mijara pirsgirêka kurd de û got ku ji bo Tirkiye bikeve pêvajoyeke asayî, weke gava ewil divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Îrmek, got ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan îradeya gelê kurd e û ev tişt anî ziman: “Rola birêz Ocalan a di çareserkirina pirgsirêkê de diyarker e. Divê ev pirsgirêk di çarçoveya hesabên îktîdarê de neyê destgirtin. Her wiha Abdullah Ocalan bikare bi parêzer, malbat û şexsiyetên cuda yên dixwazin pê re nîqaşan bikin re hevdîtinan bike. Divê ev derfet bên afirandin.” 
 
ÎRADEYA LI ÇAR PARÇEYAN DABEŞ BÛY
 
Îmrek, got ku sedema bingehîn a pirsgirêka kurd, polîtîkaya înkar û tunekirinê ye û wiha domand: “Ji roja Peymana Qesr-î Şîrîn heta niha ev pirsgirêk didome. Di Peymana Sykes-Picot a di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de jî nexşerêyeke ne li gorî maf û hebûna neteweyî û welatê hevpar ê gelê kurd hate xêzkirin. Xaka neteweya kurd hate dabeşkirin û beşekê wê di nava sînorên Tirkiyeyê de, beşên din jî di nava sînorên Îran, Sûriye û Iraqê de ma. Îradeya gelekî dabeşî çar parçeyan kirin. Di salên ewil ên komarê de Mûstafa Kemal pirsgirêka kurd qebûl kir û bi eşkereyî digot ku divê herêmên kurdan weke herêmên xweser bên birêvebirin. Lewma Destûra Bingehîn a 1921’an girîng e. Lê li gorî wê destûrê tevnegeriyan. Bi qebûlkirina Destûra Bingehîn a 1924’an re jî feraseta yekperest serdest bû. Ev destûra bingehîn jî bû nexşerêya tirkperestî û îslamperestiyê. Lewma li dijî wê bertek hatin nîşandan. Her tim bi afirandina dijminên navxweyî û derve hewl dan vê nexşerêyê bi cih bînin.” 
 
DESTKEFTIYÊN KURDAN
 
Di berdewamê de Îmrek got ku xweparastina kurdan a li dijî konsepta înkar û tunekirinê rewa ye û wiha pê de çû: “Bi taybet jî bi darbeya 12’ê Îlona 1980’an ve îşkenceyên giran hatin kirin û li dijî kurdan hewldaneke nû dest pê kir. Vê jî têkoşîna kurdan guherand. Pêvajoyeke zêdetirî 50 sala ye. Van pêvajoyan rê li ber bedelên giran vekir. Rêveberiyên Tirkiyeyê car bi car ev pirsgirêk xistin rojeva xwe û di serdema AKP’ê de jî maseyeke muzakereyan hate avakirin lê çîna serdest û hêzên nîjadperest û şoven nexwestin vê pirsgirêkê çareser bikin. Partiyên Tirkiyeyê tu gavên xurt neavêtin. Hinek pêşketinên heyî jî bi saya bedelên giran ên gelê kurd çêbûn. Anku kurdan bi saya têkoşîna xwe hinek destkeftî bi dest xistin.”
 
‘DIVÊ TAVILÊ DERÎ BÊN VEKIRIN’
 
Bi domdarî Îmrek bal kişand ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka kurd de û ev tişt anî ziman: “Em qala siyasetmetdarekî kurd dikin ku gelê kurd weke nûnerê îradeya xwe dibîne. Heke Tirkiye bikeve pêvajoyeke asayî, heke xwe ji vê rêveberiya nîjadperest û faşîst xelas bike, heke xwe ji polîtîkayên wê xelas bike; divê ev mijar li gorî hesabên polîtîk, bi rêya hegemonyaya îktîdara siyasî ya li ser darazê û hesabên îktîdarê yên van weke şantajekê bi kar tîne neyê destgirtin. Ji van tevek cuda, divê tavilê derfet bên afirandin ku Abdullah Ocalan bikare bi parêzer, malbat û şexsiyetên cuda yên dixwazin pê re nîqaşan bikin hevdîtinan bike.” 
 
SICÎLA CHP’Ê YA PIRSGIRÊKA KURD
 
Nivîskar Îmrek serdana Kiliçdaroglû ya HDP’ê nirxand û ev nirxandin kir: “Navnîşana çareseriyê weke Meclis hate nîşandan û ev tiştekî erênî ye. Lê CHP’ê di vê serdemê de jî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bernameyeke şênber eşkere nekiriye. Pirsgirêka kurd û mijarên weke perwerdeya bi zimanê dayikê bikeve rojevê, CHP’ê tavilê dibêje; ‘dê welêt parçe bibe, zimanê fermî heye, ji bilî wî bi tu zimanên din perwerde nabe.’ Lê weke ku her kes dibîne, di pêvajoya dawî de di nava CHP’ê de hinek guherînin û veguherîn hene. Zext lê tê kirin ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û mafên gelên kurd di makeqanûnê de misoger bibin. Divê ev hîn zêdetir bibin.” 
 
DI PIRSGIRÊKA KURD DE MUXATAB KÎ YE? 
 
Herî dawî jî Îrmek wiha got: “Dê pirsgirêka kurd ji ewil li Meclisê bê nîqaşkirin. Lê muxatabên gelê kurd tenê bi Meclisê bisînor nînin. Hem Abdullah Ocalan û hem jî PKK muxatab e. Tiştekî bêyî vê rastiyê mimkin nîne. Divê bi hemû derdorên di pirsgirêka kurd de muxatabin re were axaftin. 
 
Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, li pêşiya CHP’ê şenseke pir mezin heye. Hewceye were vegotin bê ka çareserkirina pirsgirêka kurd çiqas girîng e. Hewcehiya me ne bi Tirkiyeyeke ku bi SÎHA û şer pesnê xwe dide lê hewcehiya me bi welatekî ku bi aştî, azadî, refah, perwerde û tenduristiyê pesnê xwe dide heye. Ji bo vê jî divê em tevek têbikoşin. Heke CHP di çareserkirina pirsgirêka kurd de bikare rêyeke baş bigire, heke bikare muzakereyên baş bi Tifaqa Ked û Azadiyê re bike, heke mijara kurdan bikare bi aliyên cuda li Meclisê nîqaş bike, gelek tişt dikarin werin guherandin. Weke mînak; berdana siyasetmedarên kurd ên girtî û bi çendek gavên din dikarin dest pê bikin. Heke pêvajo tavilê ber bi başiyê ve biçe, dikarin rûpeleke nû vekin.” 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

17/04/2023
11:53 Yekitiya Ereban ji bo şerê li Sûdanê pêşniyara navbeynkariyê kir
11:42 Xwebûn bi manşeta ‘Wê bibe dengê mezlûman’ derket
11:26 Ji bo doza Erhan Gorur banga tevlibûnê hate kirin
11:03 Namzeta Çepên Kesk a Dîlokê ya li dijî tifaqa mêr: Sevda Karaca
10:30 Rojnamevana girtî Toprak ji ber nûçeyên çand û hunerê tê tawanbakirin
10:05 Ji bo malbata xwe bû parêzer, ji bo gel jî dixwaze biçe Meclisê
09:20 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozkuş: Dê li Meletiyê guherandinên mezin çêbibin
09:01 Jin bi israr in: Em ê biguherînin
09:00 Namzetê parlamenteriyê yê Amedê Eren: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê Ocalan bikaribe bi rola xwe rabe
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2023'YAN
16/04/2023
23:52 Li Nisêbînê eleqeyeke zêde nîşanî buroya hilbijartinê ya jinan hate dayîn
21:53 Şaredariya Silopiyayê xwarina fitarê da
21:39 Li Mûş û Sêrtê buro hatin vekirin: Di 14’ê gulanê de wê desthilata gel bê avakirin
21:17 Bi navê Denîz Poyrazê buroya hilbijartinê ya jinan hate vekirin
20:39 Çandar: Em ê bi peyama ‘li ber xwe bide Amed’ biçin Enqereyê
20:17 Li Amedê xwarina fitarê hate dayîn
19:51 Ji Çelê dengê aştiyê bilind bû
19:17 Jin bi biryar in ku desthilatê bişînin: Em ê dîktatorî têk bibin!
18:58 Sancar ji Manîsayê bang kir: Em li benda temsîliyetê ne
18:23 Partiya Çepên Kesk li Sêrtê ye: Em ê bi gelan re jiyana nû ava bikin
17:32 Malbata Şenyaşar: Kesên zilm û komkujî kirin dê hesabê bidin
16:54 Partiya Çepên Kesk li Qilêbanê bû: Em ê AKP’ê bişînin
16:49 Li Îdirê xebatên hilbijartinê didomin
15:51 Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk bênavber didomin
15:25 Li Dihê peyama ‘Em ê îktîdarê têk bibin’ hate dayîn
14:50 Ûçar ji îktîdarê re got: Ma yên ku mutabaqata Ocalan qebûl nekirin ne hûn in?
14:03 Li Wêranşarê bûroya hilbijartinê bi tevlibûna hezaran kesan hate vekirin
13:38 Di konvoya Partiya Çepên Kesk a Gebzeyê de qeza çêbû
13:34 Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk li Gebzeyê ye: Hedef 2 parlamenter in
13:25 Şîna Selîm Esmer bi girseyî hate ziyaretkirin
13:15 Sancar: Her dengê vala diçe dê ji bo îktîdara AKP-MHP’ê biçe
12:23 Li Hezexê 4 kes hatin binçavkirin
12:02 Çandar mebesta xwe ya ji gotina ‘dekorasyonê’ zelal kir
11:26 Partiya Çepên Kesk li Qereyaziyê ye: Dem dema hesabpirsîna ji îktîdarê ye
11:24 Reşîd ê YNK’î: Ji bo pêşîlêgirtina êrişan hewcehî bi yekitiyê heye
11:17 Malbata Gorgun bi gumana ‘înfazê’ serî li ÎHD’ê da
10:56 Bayik: Em ji bilî azadiya Abdullah Ocalan tu tiştekî din qebûl nakin
10:50 Îmrek: Tirkiye bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare asayî bibe
10:05 Dê têkoşîna xwe ya mafên mirovan veguhêze Meclisê
09:48 'Em ê dengên xwe yên Mûglayê du qet zêdetir bikin’
09:05 ‘Li girtîgehên Dûmlûyê girtî di hucreyên yekkesî de tên girtin'
09:05 'Em ê ji Aydinê 2 parlamenteran bişînin meclisê'
09:04 Bi bernameya xwe ya 'Dengê Kuçeyê' tê sûcdarkirin
09:03 Banga ji bo xwedîderketina li sindoqan
09:02 Meletî bi gelek nexweşiyan re rû bi rû hiştine
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2023’YAN
15/04/2023
22:51 Li Amed û Êlihê coşa hilbijartinê
22:06 Li Çewligê vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
21:37 Baroya Amedê, giliyê Ozdag kir
21:33 Odeyên bijîşkan bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê
21:27 Li Kartalê vekirina buroya hilbijartinê: Împaratoriyên zilmê hilweşiyan
19:44 Zarokên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:36 Namzetên Sêrtê serdana dikandaran kirin
19:15 Li Colemêrgê buroya hilbijartinê bi coşeke mezin hat vekirin
18:42 Partiya Çepên Kesk çû gundên Mereşê
18:20 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17:38 Li Midyadê bi coşeke mezin buroya hilbijartinê hat vekirin
17:21 Şandeya Serhedê li Agiriyê ye: Em ê rêya aştî û azadiyê vekin
17:20 Bajar bi bajar coşa hilbijartinê: Wê berxwedêr îktadara we hilweşînin
16:50 Piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Binçavkirin bêhiqûqî ne
16:49 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta Yedîgol pirsî
16:42 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk neyê wê başbûn çênebe
16:16 Sancar: Wê di navbera Egeyê û Kurdistanê de pira azadiyê were avakirin
15:21 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar e banga berdanê hat kirin
15:20 Li her kolanekê buroyek: Em ê hesaba Sûrê bipirsin
15:07 Ji bo Susîn ê 30 sal in girtî ye daxwaza berdanê hat kirin
14:53 Tûra hilbijartinê ya Botanê li Hezexê bû: Mifteya aştî û demokrasiyê di destê kurdan ye
14:29 Li Almanyaye deh hezaran kes bi daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' meşiyan
14:20 Li Amed û Êlihê faîl û aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:00 Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn hat binçavkirin
13:35 ‘Divê hikûmet li herêma erdhejê bi sendîkayan re bi hevparî bixebite’
13:26 Li Bazîdê buro hate vekirin: Em li pişt deklarasyona çareseriyê ya Abdullah Ocalan in
12:59 Polîsan dîsa êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 12 kes kirin binçavan
12:29 HDP: Îktidarê siberoja xwe bi dozên kompasê ve girê daye
12:06 Jinên dêrsimî ji 14’ê Gulanê re amade ne: Em ê biguherînin
11:19 Tûra Partiya Çepên Kesk a Serhedê: Em ê serbikevin
11:06 Derbarê rojnamevan Kanbal de lepirsîn hate destpêkirin
10:59 Parêzerê Abdullah Ocalan, Şakar: Helwesta CPT’iyê tecrîdê girantir dike
10:22 Ferît Şenyaşar: Têkoşîna me veguherî têkoşîna Hz. Îbrahîm a bi Nemrûd re
10:07 Ciwanên ku dê hevsengiya hilbijartinê xera bikin: Em li derdora Partiya Çepên Kesk bibin xelek
09:52 Wezaretê eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
09:22 Îdianameya rojnamevan Çelîk: Zirar daye dilsoziya kurdan a ji bo dewletê!
09:04 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Balikesîrê Arik: Em ji bo guherandinê tên
09:03 Yucekaya: Armanca me li Meletiyê 3 parlamenter in
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:38 Li Mereşê erdhej çêbû
08:37 Li Nisêbînê bi hezaran kesan re buroya hilbijartinê hate vekirin
14/04/2023
23:19 Li Qoserê coşa Partiya Çepên Kesk: Emê bi hev re vê pergalê biguherînin
23:02 Li Amedê wêneyê Erdogan bi mizgeftê hat daliqandin!
21:59 Doza Kobanê taloqî 3'yê Tîrmehê hat kirin
21:53 Mutalaaya Doza Kobanê hat eşkerekirin: Cezayê muebeda giran
21:40 Piştevaniya Morê şertnameya xwe ya hilbijartinê eşkere kir
21:30 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
21:16 Amediyan Erdogan protesto kir
21:09 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
21:02 Li Êlihê bi hezaran kes ber bi buroya hilbijartinê ve meşiyan
20:44 Li Çewligê coşa hilbijartinê: Em bikin 3-0
20:22 Sancar: Em ê ji Denîzliyê parlementerekî bişînin meclisê
19:53 Li Erxenî û Gêlê li ber def û zirneyê vekirina buroya hilbijartinê
19:32 Ji Marmarayê bang kirin: Em ê bi wan bidin windakirin, mifteya demokrasiyê em in