Çandar mebesta xwe ya ji gotina ‘dekorasyonê’ zelal kir

  • rojane
  • 12:02 16 Nîsan 2023
  • |
img

AMED - Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Cengîz Çandar têkildarî pênaseya xwe ya “dekorasyonê” axivî û wiha got: “Min ferq kir ku dilê mirovan hiştiye. Heke rê li ber xeletfêmkirinê vekiribe, wê demê xelet e. Ji bo têkbirina rejîma zilmê divê em weke Tifaqa Ked û Azadiyê xebatên xwe bi awayekî herî xurt bidomînin.” 

Ji namzetên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Cengîz Çandar, di gotûbeja xwe ya ji Medyascopê bi Rûşen Çakir re gotibû; “Bi rastî jî bertekên gelek hêja û delal hatin nîşandan. Ji ber ku hûn ji kîjan alî ve jî lê binêrin; qada esasî ya ku ji hêla civaknasiyê ve barê partiyê li xwe digire, qada kurd e. Gelo ma tirk di nava partiyê de tune ne? Hinek derdorên çep jî hene. Lê ev zêdetir weke dekarasyonê ne.” Van gotinên Çandar rê li ber nerazîbûnan vekiribû. Em jî têkildarî axaftina rê li ber nîqaşan vekirî, bi Çandar re axivîn. Çandar, derheqê wan gotinên xwe de wiha got: “Min ferq kir ku dilê mirovan hiştiye. Tekane mebesta min a ji van gotinan ew bû ku bibêjim nûnertiya kurdan a di nava HDP’ê de pir xurt e.” 
 
'JI BO DEMOKRASIYÊ ŞENSEKE MEZIN E’
 
Çandar, diyar kir ku li navend û navçeyên Amedê rastî coşeke bi qasî ku xeyal nedikir hatine û wiha got: “Di demên berê de min ji bo HDP’ê gotibû, ji bo demokrasiya Tirkiyeyê xweşiktirîn bûyer e û xelata herî mezin a ji bo demokrasiya Tirkiyeyê ye. Wateyek da demokrasiya Tirkiyeyê. Lê çende heyf û mixabin ku rejîma zilmê ya li Tirkiyeyê ev derfet bi tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên HDP’ê, bi girtina nûnerên gel û bi sirgûnkirina wan ev derfet vala vala tune kir. Partiya Çepên Kesk û HDP ji bo demokrasiya Tirkiyeyê şenseke pir mezin in. Min di çav û nêzikatiyên xelkê Amedê de hezkirin dît.” 
 
PÊNASEYA 'DEKORASYONÊ' ZELAL KIR 
 
Têkildarî pênaseya “dekorasyonê” jî Çandar ev tişt anî ziman: “Min di wan rexneyan de ferq kir ku bi wê pênaseya xwe dilê hinek derdoran hiştiye. Min li wir wiha gotibû; ‘Me qala HDP’ê dikir. Piştrast bûm ku HDP zêdetir partiyeke kurd e. Di esasê xwe de HDP zêdetir mîna partiyeke kurd xuya dike. Derdorên tirk – bi çepgir û her tiştê xwe re ku min xwe û Hasan Cemal jî tev li kir ji ber ku em jî bi awayekî çalak tirk in- hêmanên dekoratîf in. Vê gotina min jî dilê pêkhateyên HDP û Partiya Çepên Kesk hiştiye. Rê li ber bertekan vekiriye. Min qala aliyê wê yê sazûmanî nekir. Min qala şexsan kir. Di esasê xwe de min dekoratîfbûn, bûyîna amûra dekarasyonê jî di wateyeke neyînî de bi kar ne anî. Min tenê xwest bibêjim ku nûnertiya kurdan a di nava HDP’ê xurt e.”
 
'MIN DI ÇARÇOVEYA ŞEXSAN DE GOT’
 
Çandar, got “Jixwe inyeteke min ê wisa nîne ku xwe jî biçûk bixim” û wiha pê de çû: “Ji ber ku min xwe jî xist nava vê dekorasyonê. Dekorasyon, tiştan xweşik dike. Lê ev yek rastiya nûnertiya xurt a kurdan a di nava HDP’ê ji holê ranake. Ev yek tiştekî baş e. Lê bêguman HDP berhema têgeheke nû ye. Xwedî îdiaye ku bibe partiyeke Tirkiyeyê. Heta ku gel û civakên cuda di nava xwe de nehewîne jî nikare bibe partiyeke Tirkiyeyê. Lewma jî heta ku ew hêmanên ku min weke dekorasyon pênase kirin nebin, nikare bibe partiyeke Tirkiyeyê. Lewma min ew gotin di wateyeke xerab de bi kar ne anî. Lê dîsa jî rê li ber hinek dilmayîn û nerazîbûnan vekir. Ev yek nebaş bû, xelet çêbûye. Heke rê li ber fêmkirinên xelet vekiribe, wê demê xelet e. An jî diviya bû bi awayekî zelaltir bihata vegotin. Ez careke din dibêjim, min ew gotin di çarçoveya şexsan de got. 
 
NE DEKORASYON LÊ PÊKHATEYÊN TIFAQÊ NE
 
Partiya Çepên Kesk, pêkhateya Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Û di navenda tifaqê de ye. Jixwe mimkin nîne ku ez wan (partî û rêxistinên di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin) weke amûrekê dekorasyonê bibînim. Lewma ne dekorasyon lê pêkhateyên tifaqê ne. Di vê çarçoveyê de ESP yek ji pêkhateyên herî girîng e. Gotina min a dekorasyonê teqez ne di wê wateyê de ye û divê wisa neyê fêmkirin. Ji ber ku pêkhateya wê partiyê Fîgen Yuksekdag, hevseroka giştî ya HDP’ê bû. Bi sala ye bi neheqî û bi awayekî derhiqûqî di hefsê de ye. Divê em van fêmkirinên xelet ji holê rakin û li pêşiya xwe binêrin. Weke Partiya Çepên Kesk û hemû pêkhateyên tifaqê, ji bo di hilbijartinên 14’ê Gulanê de vê rejîma zilmê hilweşînin divê em bi awayekî herî xurt xebatên xwe bidomînin.” 
 
MA / Azad Altay - Mehmet Guleş 
 

Sernavên din

17/04/2023
11:53 Yekitiya Ereban ji bo şerê li Sûdanê pêşniyara navbeynkariyê kir
11:42 Xwebûn bi manşeta ‘Wê bibe dengê mezlûman’ derket
11:26 Ji bo doza Erhan Gorur banga tevlibûnê hate kirin
11:03 Namzeta Çepên Kesk a Dîlokê ya li dijî tifaqa mêr: Sevda Karaca
10:30 Rojnamevana girtî Toprak ji ber nûçeyên çand û hunerê tê tawanbakirin
10:05 Ji bo malbata xwe bû parêzer, ji bo gel jî dixwaze biçe Meclisê
09:20 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozkuş: Dê li Meletiyê guherandinên mezin çêbibin
09:01 Jin bi israr in: Em ê biguherînin
09:00 Namzetê parlamenteriyê yê Amedê Eren: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê Ocalan bikaribe bi rola xwe rabe
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2023'YAN
16/04/2023
23:52 Li Nisêbînê eleqeyeke zêde nîşanî buroya hilbijartinê ya jinan hate dayîn
21:53 Şaredariya Silopiyayê xwarina fitarê da
21:39 Li Mûş û Sêrtê buro hatin vekirin: Di 14’ê gulanê de wê desthilata gel bê avakirin
21:17 Bi navê Denîz Poyrazê buroya hilbijartinê ya jinan hate vekirin
20:39 Çandar: Em ê bi peyama ‘li ber xwe bide Amed’ biçin Enqereyê
20:17 Li Amedê xwarina fitarê hate dayîn
19:51 Ji Çelê dengê aştiyê bilind bû
19:17 Jin bi biryar in ku desthilatê bişînin: Em ê dîktatorî têk bibin!
18:58 Sancar ji Manîsayê bang kir: Em li benda temsîliyetê ne
18:23 Partiya Çepên Kesk li Sêrtê ye: Em ê bi gelan re jiyana nû ava bikin
17:32 Malbata Şenyaşar: Kesên zilm û komkujî kirin dê hesabê bidin
16:54 Partiya Çepên Kesk li Qilêbanê bû: Em ê AKP’ê bişînin
16:49 Li Îdirê xebatên hilbijartinê didomin
15:51 Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk bênavber didomin
15:25 Li Dihê peyama ‘Em ê îktîdarê têk bibin’ hate dayîn
14:50 Ûçar ji îktîdarê re got: Ma yên ku mutabaqata Ocalan qebûl nekirin ne hûn in?
14:03 Li Wêranşarê bûroya hilbijartinê bi tevlibûna hezaran kesan hate vekirin
13:38 Di konvoya Partiya Çepên Kesk a Gebzeyê de qeza çêbû
13:34 Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk li Gebzeyê ye: Hedef 2 parlamenter in
13:25 Şîna Selîm Esmer bi girseyî hate ziyaretkirin
13:15 Sancar: Her dengê vala diçe dê ji bo îktîdara AKP-MHP’ê biçe
12:23 Li Hezexê 4 kes hatin binçavkirin
12:02 Çandar mebesta xwe ya ji gotina ‘dekorasyonê’ zelal kir
11:26 Partiya Çepên Kesk li Qereyaziyê ye: Dem dema hesabpirsîna ji îktîdarê ye
11:24 Reşîd ê YNK’î: Ji bo pêşîlêgirtina êrişan hewcehî bi yekitiyê heye
11:17 Malbata Gorgun bi gumana ‘înfazê’ serî li ÎHD’ê da
10:56 Bayik: Em ji bilî azadiya Abdullah Ocalan tu tiştekî din qebûl nakin
10:50 Îmrek: Tirkiye bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare asayî bibe
10:05 Dê têkoşîna xwe ya mafên mirovan veguhêze Meclisê
09:48 'Em ê dengên xwe yên Mûglayê du qet zêdetir bikin’
09:05 ‘Li girtîgehên Dûmlûyê girtî di hucreyên yekkesî de tên girtin'
09:05 'Em ê ji Aydinê 2 parlamenteran bişînin meclisê'
09:04 Bi bernameya xwe ya 'Dengê Kuçeyê' tê sûcdarkirin
09:03 Banga ji bo xwedîderketina li sindoqan
09:02 Meletî bi gelek nexweşiyan re rû bi rû hiştine
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2023’YAN
15/04/2023
22:51 Li Amed û Êlihê coşa hilbijartinê
22:06 Li Çewligê vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
21:37 Baroya Amedê, giliyê Ozdag kir
21:33 Odeyên bijîşkan bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê
21:27 Li Kartalê vekirina buroya hilbijartinê: Împaratoriyên zilmê hilweşiyan
19:44 Zarokên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:36 Namzetên Sêrtê serdana dikandaran kirin
19:15 Li Colemêrgê buroya hilbijartinê bi coşeke mezin hat vekirin
18:42 Partiya Çepên Kesk çû gundên Mereşê
18:20 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17:38 Li Midyadê bi coşeke mezin buroya hilbijartinê hat vekirin
17:21 Şandeya Serhedê li Agiriyê ye: Em ê rêya aştî û azadiyê vekin
17:20 Bajar bi bajar coşa hilbijartinê: Wê berxwedêr îktadara we hilweşînin
16:50 Piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Binçavkirin bêhiqûqî ne
16:49 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta Yedîgol pirsî
16:42 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk neyê wê başbûn çênebe
16:16 Sancar: Wê di navbera Egeyê û Kurdistanê de pira azadiyê were avakirin
15:21 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar e banga berdanê hat kirin
15:20 Li her kolanekê buroyek: Em ê hesaba Sûrê bipirsin
15:07 Ji bo Susîn ê 30 sal in girtî ye daxwaza berdanê hat kirin
14:53 Tûra hilbijartinê ya Botanê li Hezexê bû: Mifteya aştî û demokrasiyê di destê kurdan ye
14:29 Li Almanyaye deh hezaran kes bi daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' meşiyan
14:20 Li Amed û Êlihê faîl û aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:00 Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn hat binçavkirin
13:35 ‘Divê hikûmet li herêma erdhejê bi sendîkayan re bi hevparî bixebite’
13:26 Li Bazîdê buro hate vekirin: Em li pişt deklarasyona çareseriyê ya Abdullah Ocalan in
12:59 Polîsan dîsa êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 12 kes kirin binçavan
12:29 HDP: Îktidarê siberoja xwe bi dozên kompasê ve girê daye
12:06 Jinên dêrsimî ji 14’ê Gulanê re amade ne: Em ê biguherînin
11:19 Tûra Partiya Çepên Kesk a Serhedê: Em ê serbikevin
11:06 Derbarê rojnamevan Kanbal de lepirsîn hate destpêkirin
10:59 Parêzerê Abdullah Ocalan, Şakar: Helwesta CPT’iyê tecrîdê girantir dike
10:22 Ferît Şenyaşar: Têkoşîna me veguherî têkoşîna Hz. Îbrahîm a bi Nemrûd re
10:07 Ciwanên ku dê hevsengiya hilbijartinê xera bikin: Em li derdora Partiya Çepên Kesk bibin xelek
09:52 Wezaretê eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
09:22 Îdianameya rojnamevan Çelîk: Zirar daye dilsoziya kurdan a ji bo dewletê!
09:04 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Balikesîrê Arik: Em ji bo guherandinê tên
09:03 Yucekaya: Armanca me li Meletiyê 3 parlamenter in
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:38 Li Mereşê erdhej çêbû
08:37 Li Nisêbînê bi hezaran kesan re buroya hilbijartinê hate vekirin
14/04/2023
23:19 Li Qoserê coşa Partiya Çepên Kesk: Emê bi hev re vê pergalê biguherînin
23:02 Li Amedê wêneyê Erdogan bi mizgeftê hat daliqandin!
21:59 Doza Kobanê taloqî 3'yê Tîrmehê hat kirin
21:53 Mutalaaya Doza Kobanê hat eşkerekirin: Cezayê muebeda giran
21:40 Piştevaniya Morê şertnameya xwe ya hilbijartinê eşkere kir
21:30 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
21:16 Amediyan Erdogan protesto kir
21:09 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
21:02 Li Êlihê bi hezaran kes ber bi buroya hilbijartinê ve meşiyan
20:44 Li Çewligê coşa hilbijartinê: Em bikin 3-0
20:22 Sancar: Em ê ji Denîzliyê parlementerekî bişînin meclisê
19:53 Li Erxenî û Gêlê li ber def û zirneyê vekirina buroya hilbijartinê
19:32 Ji Marmarayê bang kirin: Em ê bi wan bidin windakirin, mifteya demokrasiyê em in