Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk li Gebzeyê ye: Hedef 2 parlamenter in

  • rojane
  • 13:34 16 Nîsan 2023
  • |
KOCAELÎ – Partiya Çepên Kesk li Gebzeyê bûroya hilbijartinê vekir û got ku hedefa wan ew e ku 2 parlamenteran derxînin. 
 
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya tûra hilbijartinê ya li herêma Egeyê de li navçeya Gebze ya Kocaeliyê bûroya hilbijartinê vekir. Bûro, li Taxa Mevlana hate vekirin û Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û namzetiyê parlamenteriyê Cengîz Çîçek û namzetên parlamenteriyê yên Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglî û Dilşad Canbaz jî tev li bûn. 
 
ELEQEYA GEL A ZÊDE 
 
Namzet, li ser Rêya Otobanê ya Çayirovayê bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Piştre jî konvoy ber bi cihê bûroya hilbijartinê ve kete rê. Di dema çûna konvoyê de xelkê bajêr jî eleqeyeke mezin nîşan da. 
 
DI RÊ DE QEZA ÇÊBÛ
 
Dema konvoy diçû, xebatkarê dilxwaz ê Partiya Çepên Kesk Guney Merîç dema hewl dida wêneyan bikişîne li ser otobûsa kete xwarê. Rewşa Merîç giran e û bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. 
 
PIŞTÎ PÊŞWAZÎKIRINÊ MEŞ HAT LIDARXISTIN 
 
Şande, li Taxa Mevlanayê ji hêla bi sedan kesan ve bi çepik û tiliyan hate pêşwazîkirin. Girseyê xwest bi pankarta “Kokên me di kûrahiya Cudî, Gabar û Munzurê de ne” bimeşin. Lê meş hate astengkirin. Piştre jî girseyê bêyî pankart dest bi meşa xwe kir. Di dema meşê de dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Jin, jiyan, azadî” û “HDP gel e, gel li vir e” berz kirin. 
 
Girseya meşê li pêşiya bûroya hilbijartinê ji hêla girseyeke din ve hate pêşwazîkirin. Piştî gerandina xelekên govendê, axaftin hatin kirin. 
 
15’Ê GULANÊ DÊ BIBE DÎROKEKE NÛ
 
Ji ewil namzet hatin nasandin û piştre jî ji namzetan Eylem Arzu Kayaoglû axivî û wiha got: “Her roj komkujiyên jinan zêdetir dibin. Hevalên me di her qadên jiyanê de rastî cihêkariyê tên. Em ê bi van nêzikatiyan bikevin hilbijartinê. Weke gelên Tirkiyeyê dê di 15’ê gulanê de li rojeke nû şiyar bibin.” 
 
HEDEF 2 PARLAMENTER IN
 
Piştre jî namzetê parlamenteriyê Omer Faruk Gergerlîoglû axivî û ev tişt anî ziman: “Çiqas zext û zordariyê dikin bila bikin lê dîsa jî dê nekarin pêşî li me bigirin. Hedefa me ew e ku ji Kocaeliyê herî kêm 2 parlamenteran derxînin. Tu kes nikare gelê birêxistinkirî têk bibe. Tu kes nikare çand, ziman û nasnameya me asteng bike. Li ku dibe bila bibe, em ê bibin parlamenterên gelê xwe. AKP’ê niha li Kocaeliyê hinek namzetên cuda derxistin. Di rêza ewil de rektor heye. Hûn dizanin bê ka merîfeta vî rektorî çi ye? 19 hezar zanyarên ku di mijara kurd de aştî dixwestin îxrac kirin. Bi nelirêtiya xwe tê naskirin. Ji hesabdayînê ditirse lewma di rêza ewil de nîşan dan. Di rêza sêyemîn de jî Midûrê Emniyetê yê Kocaeliyê yê berê Veysî Tîpîoglû heye. Yê ku li Qada Newrozê ya Gebzeyê rengên kesk, sor û zer qedexe kirî îro dê ji kurdan deng bixwaze. Gelo ma hûn qet şerm nakin? Em ê di hilbijartinan de ya ku ji destê me tê bikin û bixebitin. Hêvîdarim ku gel jî tev li xebatan bibe.” 
 
'HÛN DÊ HESABÊ BIDIN’
 
Hevberdevkê HDK’ê û namzetê parlamenteriyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek jî wiha axivî: “Ev îktîdar tenê dijminê zimanê kurdî nîne, dijminê hemû zimanan e. Heke bi saya têkoşîna me nebûya, gelo ma dê ev polîtîkayên pişaftinê bihatina têkbirin? Heke me eqwas bedel nedabûna ma dê me bikariya vê rêyê vekin? Bi saya têkoşîna vî gelî me li her çar aliyên Tirkiyeyê têkoşîna demokrasî û azadiyê mezintir bikin. Di serdema vê îktîdarê de Tirkiye bû sergoya Ewropayê. Em ê di 14’ê Gulanê de hesabê ji îktîdara welatê me aniye vî halî bipirsin. Rêya me zor e lê ewqas jî hêsan e. Em ê heta roja dawî jî mal bi mal, kolan bi kolan bigerin û xebatên xwe bidomînin. Bloka faşîst a li hemberî dê heta roja dawî jî çi ji dest tê bike û bloqeke herî dizîker û talanker e. Divê em rê nedin talankeran.” 
 
Piştî axaftinan jî namzetên parlamenteriyê tevî gel bûroya hilbijartinê vekir. Vekirina bûroyê bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
 
 

Sernavên din

17/04/2023
11:53 Yekitiya Ereban ji bo şerê li Sûdanê pêşniyara navbeynkariyê kir
11:42 Xwebûn bi manşeta ‘Wê bibe dengê mezlûman’ derket
11:26 Ji bo doza Erhan Gorur banga tevlibûnê hate kirin
11:03 Namzeta Çepên Kesk a Dîlokê ya li dijî tifaqa mêr: Sevda Karaca
10:30 Rojnamevana girtî Toprak ji ber nûçeyên çand û hunerê tê tawanbakirin
10:05 Ji bo malbata xwe bû parêzer, ji bo gel jî dixwaze biçe Meclisê
09:20 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozkuş: Dê li Meletiyê guherandinên mezin çêbibin
09:01 Jin bi israr in: Em ê biguherînin
09:00 Namzetê parlamenteriyê yê Amedê Eren: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê Ocalan bikaribe bi rola xwe rabe
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2023'YAN
16/04/2023
23:52 Li Nisêbînê eleqeyeke zêde nîşanî buroya hilbijartinê ya jinan hate dayîn
21:53 Şaredariya Silopiyayê xwarina fitarê da
21:39 Li Mûş û Sêrtê buro hatin vekirin: Di 14’ê gulanê de wê desthilata gel bê avakirin
21:17 Bi navê Denîz Poyrazê buroya hilbijartinê ya jinan hate vekirin
20:39 Çandar: Em ê bi peyama ‘li ber xwe bide Amed’ biçin Enqereyê
20:17 Li Amedê xwarina fitarê hate dayîn
19:51 Ji Çelê dengê aştiyê bilind bû
19:17 Jin bi biryar in ku desthilatê bişînin: Em ê dîktatorî têk bibin!
18:58 Sancar ji Manîsayê bang kir: Em li benda temsîliyetê ne
18:23 Partiya Çepên Kesk li Sêrtê ye: Em ê bi gelan re jiyana nû ava bikin
17:32 Malbata Şenyaşar: Kesên zilm û komkujî kirin dê hesabê bidin
16:54 Partiya Çepên Kesk li Qilêbanê bû: Em ê AKP’ê bişînin
16:49 Li Îdirê xebatên hilbijartinê didomin
15:51 Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk bênavber didomin
15:25 Li Dihê peyama ‘Em ê îktîdarê têk bibin’ hate dayîn
14:50 Ûçar ji îktîdarê re got: Ma yên ku mutabaqata Ocalan qebûl nekirin ne hûn in?
14:03 Li Wêranşarê bûroya hilbijartinê bi tevlibûna hezaran kesan hate vekirin
13:38 Di konvoya Partiya Çepên Kesk a Gebzeyê de qeza çêbû
13:34 Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk li Gebzeyê ye: Hedef 2 parlamenter in
13:25 Şîna Selîm Esmer bi girseyî hate ziyaretkirin
13:15 Sancar: Her dengê vala diçe dê ji bo îktîdara AKP-MHP’ê biçe
12:23 Li Hezexê 4 kes hatin binçavkirin
12:02 Çandar mebesta xwe ya ji gotina ‘dekorasyonê’ zelal kir
11:26 Partiya Çepên Kesk li Qereyaziyê ye: Dem dema hesabpirsîna ji îktîdarê ye
11:24 Reşîd ê YNK’î: Ji bo pêşîlêgirtina êrişan hewcehî bi yekitiyê heye
11:17 Malbata Gorgun bi gumana ‘înfazê’ serî li ÎHD’ê da
10:56 Bayik: Em ji bilî azadiya Abdullah Ocalan tu tiştekî din qebûl nakin
10:50 Îmrek: Tirkiye bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare asayî bibe
10:05 Dê têkoşîna xwe ya mafên mirovan veguhêze Meclisê
09:48 'Em ê dengên xwe yên Mûglayê du qet zêdetir bikin’
09:05 ‘Li girtîgehên Dûmlûyê girtî di hucreyên yekkesî de tên girtin'
09:05 'Em ê ji Aydinê 2 parlamenteran bişînin meclisê'
09:04 Bi bernameya xwe ya 'Dengê Kuçeyê' tê sûcdarkirin
09:03 Banga ji bo xwedîderketina li sindoqan
09:02 Meletî bi gelek nexweşiyan re rû bi rû hiştine
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2023’YAN
15/04/2023
22:51 Li Amed û Êlihê coşa hilbijartinê
22:06 Li Çewligê vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
21:37 Baroya Amedê, giliyê Ozdag kir
21:33 Odeyên bijîşkan bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê
21:27 Li Kartalê vekirina buroya hilbijartinê: Împaratoriyên zilmê hilweşiyan
19:44 Zarokên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:36 Namzetên Sêrtê serdana dikandaran kirin
19:15 Li Colemêrgê buroya hilbijartinê bi coşeke mezin hat vekirin
18:42 Partiya Çepên Kesk çû gundên Mereşê
18:20 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17:38 Li Midyadê bi coşeke mezin buroya hilbijartinê hat vekirin
17:21 Şandeya Serhedê li Agiriyê ye: Em ê rêya aştî û azadiyê vekin
17:20 Bajar bi bajar coşa hilbijartinê: Wê berxwedêr îktadara we hilweşînin
16:50 Piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Binçavkirin bêhiqûqî ne
16:49 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta Yedîgol pirsî
16:42 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk neyê wê başbûn çênebe
16:16 Sancar: Wê di navbera Egeyê û Kurdistanê de pira azadiyê were avakirin
15:21 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar e banga berdanê hat kirin
15:20 Li her kolanekê buroyek: Em ê hesaba Sûrê bipirsin
15:07 Ji bo Susîn ê 30 sal in girtî ye daxwaza berdanê hat kirin
14:53 Tûra hilbijartinê ya Botanê li Hezexê bû: Mifteya aştî û demokrasiyê di destê kurdan ye
14:29 Li Almanyaye deh hezaran kes bi daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' meşiyan
14:20 Li Amed û Êlihê faîl û aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:00 Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn hat binçavkirin
13:35 ‘Divê hikûmet li herêma erdhejê bi sendîkayan re bi hevparî bixebite’
13:26 Li Bazîdê buro hate vekirin: Em li pişt deklarasyona çareseriyê ya Abdullah Ocalan in
12:59 Polîsan dîsa êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 12 kes kirin binçavan
12:29 HDP: Îktidarê siberoja xwe bi dozên kompasê ve girê daye
12:06 Jinên dêrsimî ji 14’ê Gulanê re amade ne: Em ê biguherînin
11:19 Tûra Partiya Çepên Kesk a Serhedê: Em ê serbikevin
11:06 Derbarê rojnamevan Kanbal de lepirsîn hate destpêkirin
10:59 Parêzerê Abdullah Ocalan, Şakar: Helwesta CPT’iyê tecrîdê girantir dike
10:22 Ferît Şenyaşar: Têkoşîna me veguherî têkoşîna Hz. Îbrahîm a bi Nemrûd re
10:07 Ciwanên ku dê hevsengiya hilbijartinê xera bikin: Em li derdora Partiya Çepên Kesk bibin xelek
09:52 Wezaretê eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
09:22 Îdianameya rojnamevan Çelîk: Zirar daye dilsoziya kurdan a ji bo dewletê!
09:04 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Balikesîrê Arik: Em ji bo guherandinê tên
09:03 Yucekaya: Armanca me li Meletiyê 3 parlamenter in
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:38 Li Mereşê erdhej çêbû
08:37 Li Nisêbînê bi hezaran kesan re buroya hilbijartinê hate vekirin
14/04/2023
23:19 Li Qoserê coşa Partiya Çepên Kesk: Emê bi hev re vê pergalê biguherînin
23:02 Li Amedê wêneyê Erdogan bi mizgeftê hat daliqandin!
21:59 Doza Kobanê taloqî 3'yê Tîrmehê hat kirin
21:53 Mutalaaya Doza Kobanê hat eşkerekirin: Cezayê muebeda giran
21:40 Piştevaniya Morê şertnameya xwe ya hilbijartinê eşkere kir
21:30 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
21:16 Amediyan Erdogan protesto kir
21:09 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
21:02 Li Êlihê bi hezaran kes ber bi buroya hilbijartinê ve meşiyan
20:44 Li Çewligê coşa hilbijartinê: Em bikin 3-0
20:22 Sancar: Em ê ji Denîzliyê parlementerekî bişînin meclisê
19:53 Li Erxenî û Gêlê li ber def û zirneyê vekirina buroya hilbijartinê
19:32 Ji Marmarayê bang kirin: Em ê bi wan bidin windakirin, mifteya demokrasiyê em in