Li Mûş û Sêrtê buro hatin vekirin: Di 14’ê gulanê de wê desthilata gel bê avakirin

  • rojane
  • 21:39 16 Nîsan 2023
  • |

MÛŞ / SÊRT - Li Mûşê buroya hilbijartinê ya jinan bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hate vekirin. Li Sêrtê jî di vekirina buroyê de hate diyarkirin ku di 14’ê gulanê de wê desthilata gel bê avakirin

Partiya Çepên Kesk di çarçoveya tûra hilbijartinê ya li bajarên Botanê daye destpêkirin de derbasî navçeya Misirc a Sêrtê bû. Şandeya ku Hevserokê Partiya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk di nav de ji aliyê girseya qelebalix ve bi dirûşmeyan hate pêşwazîkirin. Bi ketina otobusê ya kolana ku dê buro lê bê vekirin re coş zêde bû û girse bi muzîkên hilbijartinê re govend gerand. Bi gerandina govendê re cade jî ji trafîkê re hate girtin.

Girse bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” derket ser otobûsa hilbijartinê. Şandeya derket ser otobusê gel silav kir, girseyê jî bi çepik û tilîliyan şande pêşwazî kir.

Ewilî Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk axivî û peyama wê bi hev re serbikevin da.

AYDENÎZ: EV HILBIJARTINEKE DÎROKÎ YE

Pişt re Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîh Aydenîz axivî. Aydenîz diyar kir ku bi rojane li Kurdistanê digerin û wiha got: “Yên ku dibêjin me gelê kurd qedan li Misircê binêrin.” Aydenîz, da zanîn ku wê di 14’ê Gulanê de gel bibe desthilat û faşîzm wê ji holê rabe û wiha berdewam kir: “Heta niha hemû desthilatan dijminatiya kurdan kir. Desthilata AKP’ê û MHP’ê jî biçin ku derê di rojeva wan de dijminatiya kurdan heye. Dibêjin pirsgirêka kurd nîne. Em ji vir careke din dibêjin pirsgirêka gelê kurd heye. Pirsgirêka kurd qedexekirina zimanê wî ye, tecrîda li Îmraliyê ye. Heta ku tecrîd bi dawî nebe wê pirsgirêka kurd berdewam bike. Ji ber vê yekê ev hilbijartin hilbijartineke dîrokî ye. “

AKIN: TIFAQA TOROSÊN SPÎ AVA KIRIN

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî bal kişand civînên wan ên gel ên li bajarên Kurdistanê û wiha got: “Tişta me dîtî ev e; gelê me bi coş ber bi 14’ê Gulanê ve tê. Desthilat niha ditirse nizane dê çi bike. Hewl didin her cure tifaqa nebaş ava bikin. Tifaqa AKP’ê û MHP’ê tê re nekir, pergala qesrê her cure nebaşî fikirî dijminên jinan, têkiliyên dewleta kûr kom kirin û Tifaqa Torosên Spî avakirin. Em jî hûn jî van baş nas dikin. Em ê vê desthilatê qet nedin vê tifaqê. Em ê di 14’ê Gulanê de van bişînin.”

‘EM Ê HER DERÊ BIKIN ÇEP A KESK’

Akin, da zanîn ku Serokkomarê AKP’î di mitînga li Rihayê kir de derew kirine û wiha berdewam kir: “Hewl dan me bê vêbijêrk bihêlin. Ji hilbijartinê re mehek mayî da HDP’ê bigirin û bêpartî bihêlin. Em dizanin li cem Osmaniyê lîstik xelas nabin. Lê em dizanin ku em ê çawa wan pûç bikin. Em di bin navê Partiya Çepên Kesk dikevin hilbijartinê. Em ê wan têk bibin. Ciwanên me bi kelecaneke mezin xwedî li partiya nû derdikevin. Em bi berxwedanê hatin heta van deran. Niha gelek hevalên me dîl girtî ne. Lê em soz didin. Ev hişmendiya qeyûm ev pergala qesrê wê bi dawî bibe. Em ê di 14’ê gulanê de wan bişînin. Wê di 15’ê gulanê de bihara Newrozê were vî welatî.”

‘EM Ê DESTHILATA GEL AVA BIKIN’

Akin ê destnîşan kir ku di erdhejên navenda wan Mereşê de dîtin ku pergalên yek zilamî çiqas xerabin, anî ziman ku li herêmên erdhejê dewlet tune bûn û wiha got: “Herkes li wir bû lê walî û qeymeqamê vê pergala qesrê li benda fermana Serokkomar bûn. Em pergaleke wiha naxwazin. Careke din me dît ku hikumeteke ji jor ve tê birêvebirin wê tiştekî neîne vî welatî. Em bi dewleteke ku tenê xwe difikire re rû bi rû ne. Em ji bo we tên. Ev hilbijartineke dîrokî ye. Desthilat ji bo li ser piyan bimîne her tiştî dike. Çawa ku me Stenbol bi wan da windakirin em ê di 14’ê Gulanê de vê desthilatê, pergala qesrê bînin xwarê û desthilata gel ava bikin.”

Piştî axafitinan şande bi girseyê re bi coşeke mezin buroya hilbijartinê vekir. 

 
 

MÛŞ

Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a li bajarên Serhedê di roja 3’yan de berdewam kir. Tûra dawî ya roja sêyemîn li Mûşê pêk hat. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş û namzetên parlamenteriyê, îro piştî navçeyên Qereyazî, Qereçoban ên Erziromê, Gimgim a Mûşê vê carê jî li navenda Mûşê buroya hilbijartinê ya jinan vekirin.

‘ÇARESERÎ KOMARA DEMOKRATÎK E’

Şandeya ewilî li Gimgimê bi gel re civiya bi dirûşmeyan hate pêşwazî kirin. Namzetê parlamenteriyê yê Mûşê Sezaî Temellî yê li vir axivî wiha got: “Ji bo ku em vî welatî demokratîk û azad bikin em derketin rê. Gelek pirsgirêk hene lê çareserî jî hene. Çareserî Komara Demokratîk e. Heta ku ev zilm û neheqî bi dawî nebin aştî jî demokrasî jî nayê vî welatî. Em ê bi rakirina tecrîdê û bi berdana hevalên xwe yên dîl girtî dest bi avakirina komara demokratîk bikin. Em ê di 14’ê Gulanê de ji vê feraseta zordar ji Kurdistanê paqij bikin û biavêjin.”

Di civîna gel de Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî gel silav kir.

VEKIRINA BUROYÊ YA BI COŞ

Şande pişt re bi konvoyeke dirêj derbasî Mûşê bû. Şandeya li navenda bajêr gel silav kir, piştî fitarê li navendê Buroya Hilbijartinê ya Jinan vekir. Jin û ciwanên ku dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Jin jiyan azadî” , “PKK gel e gel li vir e” , “Bijî berxwedana zindanan” berzkirin bi saetan govend gerandin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî tev li vekirina buroyê ya sedan kes tev li bûyîn bûn. Piştî silavdayîna namzetê parlamenteriyê yê Mûşê Sezaî Temellî û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî.

‘HEMÛ JINÊN CÎHANÎ JI JINÊN KURD BI BANDOR DIBIN’

Ûçar, diyar kir ku têkoşîna wan gelek bi hêz e û wiha got: “Têkoşîneke me ya jinan ku dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ ji xwe re kiriye felsefe û ji hemû cîhanê re ragihand heye. Bawer bikin hemû jinên cîhanê ji vê bi bandor dibin û bi vê mezin dibin. Me jinan dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ ji xwe re kir rêber. Ji ber vê yekê serkeftina me didome.”

‘DESTHILATA ME WÊ BIBE DESTHILATA JINAN’

Ûçar a axaftina wê her tim bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hate birîn wiha berdewam kir: “Li herêma Serhedê bi hevalên me yên jin re herî zêde hevalên me yên zilam vê dirûşmeyê berz dikin. Ev desthilat herî zêde dijminatiya jinan û kurdan dike. Em ji vê desthilata ku faîlên kuştinên jinan diparêze re dibêjin ku em ê dadgehên îhtîsas ên jinan ava bikin û em ê darizandinan bi edaleteke rast bi edaleta jinan pêk bînin. Ji ber vê yekê em îdia dikin ku em ê wezareteke jinê ku hem têkoşîna wan a azadî û wekheviyê biparêze hem bibe deng û gotina jinan ava bikin. Desthilata Partiya Çepên Kesk ji bo me desthilata jinan e. Em ê destkeftiyên jinan biparêzin û mezin bikin.”

Piştî axaftinan Ûçar û Dayikên Aştiyê Buroya Hilbijartinê ya Jinan vekirin. Vekirin bi gerandina govendê bi dawî bû.

Şande wê sibê li navenda Bedlîsê û navçeyên wê yên Norşîn, Tetwan, Xîzanê bi gel re bicive û tûra Serhedê bi dawî bike.

 
 

Sernavên din

17/04/2023
11:53 Yekitiya Ereban ji bo şerê li Sûdanê pêşniyara navbeynkariyê kir
11:42 Xwebûn bi manşeta ‘Wê bibe dengê mezlûman’ derket
11:26 Ji bo doza Erhan Gorur banga tevlibûnê hate kirin
11:03 Namzeta Çepên Kesk a Dîlokê ya li dijî tifaqa mêr: Sevda Karaca
10:30 Rojnamevana girtî Toprak ji ber nûçeyên çand û hunerê tê tawanbakirin
10:05 Ji bo malbata xwe bû parêzer, ji bo gel jî dixwaze biçe Meclisê
09:20 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozkuş: Dê li Meletiyê guherandinên mezin çêbibin
09:01 Jin bi israr in: Em ê biguherînin
09:00 Namzetê parlamenteriyê yê Amedê Eren: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê Ocalan bikaribe bi rola xwe rabe
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2023'YAN
16/04/2023
23:52 Li Nisêbînê eleqeyeke zêde nîşanî buroya hilbijartinê ya jinan hate dayîn
21:53 Şaredariya Silopiyayê xwarina fitarê da
21:39 Li Mûş û Sêrtê buro hatin vekirin: Di 14’ê gulanê de wê desthilata gel bê avakirin
21:17 Bi navê Denîz Poyrazê buroya hilbijartinê ya jinan hate vekirin
20:39 Çandar: Em ê bi peyama ‘li ber xwe bide Amed’ biçin Enqereyê
20:17 Li Amedê xwarina fitarê hate dayîn
19:51 Ji Çelê dengê aştiyê bilind bû
19:17 Jin bi biryar in ku desthilatê bişînin: Em ê dîktatorî têk bibin!
18:58 Sancar ji Manîsayê bang kir: Em li benda temsîliyetê ne
18:23 Partiya Çepên Kesk li Sêrtê ye: Em ê bi gelan re jiyana nû ava bikin
17:32 Malbata Şenyaşar: Kesên zilm û komkujî kirin dê hesabê bidin
16:54 Partiya Çepên Kesk li Qilêbanê bû: Em ê AKP’ê bişînin
16:49 Li Îdirê xebatên hilbijartinê didomin
15:51 Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk bênavber didomin
15:25 Li Dihê peyama ‘Em ê îktîdarê têk bibin’ hate dayîn
14:50 Ûçar ji îktîdarê re got: Ma yên ku mutabaqata Ocalan qebûl nekirin ne hûn in?
14:03 Li Wêranşarê bûroya hilbijartinê bi tevlibûna hezaran kesan hate vekirin
13:38 Di konvoya Partiya Çepên Kesk a Gebzeyê de qeza çêbû
13:34 Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk li Gebzeyê ye: Hedef 2 parlamenter in
13:25 Şîna Selîm Esmer bi girseyî hate ziyaretkirin
13:15 Sancar: Her dengê vala diçe dê ji bo îktîdara AKP-MHP’ê biçe
12:23 Li Hezexê 4 kes hatin binçavkirin
12:02 Çandar mebesta xwe ya ji gotina ‘dekorasyonê’ zelal kir
11:26 Partiya Çepên Kesk li Qereyaziyê ye: Dem dema hesabpirsîna ji îktîdarê ye
11:24 Reşîd ê YNK’î: Ji bo pêşîlêgirtina êrişan hewcehî bi yekitiyê heye
11:17 Malbata Gorgun bi gumana ‘înfazê’ serî li ÎHD’ê da
10:56 Bayik: Em ji bilî azadiya Abdullah Ocalan tu tiştekî din qebûl nakin
10:50 Îmrek: Tirkiye bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare asayî bibe
10:05 Dê têkoşîna xwe ya mafên mirovan veguhêze Meclisê
09:48 'Em ê dengên xwe yên Mûglayê du qet zêdetir bikin’
09:05 ‘Li girtîgehên Dûmlûyê girtî di hucreyên yekkesî de tên girtin'
09:05 'Em ê ji Aydinê 2 parlamenteran bişînin meclisê'
09:04 Bi bernameya xwe ya 'Dengê Kuçeyê' tê sûcdarkirin
09:03 Banga ji bo xwedîderketina li sindoqan
09:02 Meletî bi gelek nexweşiyan re rû bi rû hiştine
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2023’YAN
15/04/2023
22:51 Li Amed û Êlihê coşa hilbijartinê
22:06 Li Çewligê vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
21:37 Baroya Amedê, giliyê Ozdag kir
21:33 Odeyên bijîşkan bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê
21:27 Li Kartalê vekirina buroya hilbijartinê: Împaratoriyên zilmê hilweşiyan
19:44 Zarokên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:36 Namzetên Sêrtê serdana dikandaran kirin
19:15 Li Colemêrgê buroya hilbijartinê bi coşeke mezin hat vekirin
18:42 Partiya Çepên Kesk çû gundên Mereşê
18:20 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17:38 Li Midyadê bi coşeke mezin buroya hilbijartinê hat vekirin
17:21 Şandeya Serhedê li Agiriyê ye: Em ê rêya aştî û azadiyê vekin
17:20 Bajar bi bajar coşa hilbijartinê: Wê berxwedêr îktadara we hilweşînin
16:50 Piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Binçavkirin bêhiqûqî ne
16:49 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta Yedîgol pirsî
16:42 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk neyê wê başbûn çênebe
16:16 Sancar: Wê di navbera Egeyê û Kurdistanê de pira azadiyê were avakirin
15:21 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar e banga berdanê hat kirin
15:20 Li her kolanekê buroyek: Em ê hesaba Sûrê bipirsin
15:07 Ji bo Susîn ê 30 sal in girtî ye daxwaza berdanê hat kirin
14:53 Tûra hilbijartinê ya Botanê li Hezexê bû: Mifteya aştî û demokrasiyê di destê kurdan ye
14:29 Li Almanyaye deh hezaran kes bi daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' meşiyan
14:20 Li Amed û Êlihê faîl û aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:00 Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn hat binçavkirin
13:35 ‘Divê hikûmet li herêma erdhejê bi sendîkayan re bi hevparî bixebite’
13:26 Li Bazîdê buro hate vekirin: Em li pişt deklarasyona çareseriyê ya Abdullah Ocalan in
12:59 Polîsan dîsa êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 12 kes kirin binçavan
12:29 HDP: Îktidarê siberoja xwe bi dozên kompasê ve girê daye
12:06 Jinên dêrsimî ji 14’ê Gulanê re amade ne: Em ê biguherînin
11:19 Tûra Partiya Çepên Kesk a Serhedê: Em ê serbikevin
11:06 Derbarê rojnamevan Kanbal de lepirsîn hate destpêkirin
10:59 Parêzerê Abdullah Ocalan, Şakar: Helwesta CPT’iyê tecrîdê girantir dike
10:22 Ferît Şenyaşar: Têkoşîna me veguherî têkoşîna Hz. Îbrahîm a bi Nemrûd re
10:07 Ciwanên ku dê hevsengiya hilbijartinê xera bikin: Em li derdora Partiya Çepên Kesk bibin xelek
09:52 Wezaretê eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
09:22 Îdianameya rojnamevan Çelîk: Zirar daye dilsoziya kurdan a ji bo dewletê!
09:04 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Balikesîrê Arik: Em ji bo guherandinê tên
09:03 Yucekaya: Armanca me li Meletiyê 3 parlamenter in
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:38 Li Mereşê erdhej çêbû
08:37 Li Nisêbînê bi hezaran kesan re buroya hilbijartinê hate vekirin
14/04/2023
23:19 Li Qoserê coşa Partiya Çepên Kesk: Emê bi hev re vê pergalê biguherînin
23:02 Li Amedê wêneyê Erdogan bi mizgeftê hat daliqandin!
21:59 Doza Kobanê taloqî 3'yê Tîrmehê hat kirin
21:53 Mutalaaya Doza Kobanê hat eşkerekirin: Cezayê muebeda giran
21:40 Piştevaniya Morê şertnameya xwe ya hilbijartinê eşkere kir
21:30 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
21:16 Amediyan Erdogan protesto kir
21:09 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
21:02 Li Êlihê bi hezaran kes ber bi buroya hilbijartinê ve meşiyan
20:44 Li Çewligê coşa hilbijartinê: Em bikin 3-0
20:22 Sancar: Em ê ji Denîzliyê parlementerekî bişînin meclisê
19:53 Li Erxenî û Gêlê li ber def û zirneyê vekirina buroya hilbijartinê
19:32 Ji Marmarayê bang kirin: Em ê bi wan bidin windakirin, mifteya demokrasiyê em in