Hevseroka Komeleya Birca Belek: Em nehêlin berhemên me wekî yên xwe nîşan bidin

ŞIRNEX - Li Cizîrê berhemên dîrokî bi tirkî û îngilîzî tenê tên nasandin. Hevseroka  Saziya Ziman û Çandê ya Birca Belekê Fatma Gîzleyîciyê bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: "Em xwedî li dîroka xwe derkevin û nehêlin ku tiştên me weke yên xwe nîşan bidin." 
 
Li Kurdistanê bi salan e li ser gelê kurd polîtîkayên tunehesibandinê tên meşandin. Kurdên ku ji roja komar hatiye avakirin heya niha dîrok û nasnameya wan tê înkarkirin, rastî her cureyê pişaftinê tên. Niha jî bi destên qeyûmên tayînî şaredariyên Kurdistanê hatine kirin, polîtîkayên pişaftinê bi şêwazeke din tên meşandin. Bi tayînkirina qeyûman re êrişên li ser ziman û çanda kurdî her diçe zêde dibin û bajar bi hişmendiya yek ziman, yek netewe û yek ala tên birêvebirin. 
 
Li Cizîrê ku jiyana wê mişt bi kurdî ye, berhemên dîrokî tenê bi zimanê tirkî û îngilîzî hatine nasandin û kurdî ji nedîtî ve hatiye dîtin. Hevseroka Saziya Ziman û Çandê ya Birca Belekê Fatma Gîzleyîcî têkildarî mijarê de axivî. 
 
BERHEM BI KURDÎ NE, LÊ PÊNASEKIRINA WAN BI TIRKÎ NE
 
Hevseroka Saziya Ziman û Çandê ya Birca Belekê Fatma Gîzleyîciyê diyar kir ku qeyûm li herêmê polîtîkayên pişaftinê yên li ser ziman, dîrok û çandê piralî dimeşîne û wiha axivî: "Beriya qeyûman li vir sazî û komeleyên zimanê kurdî hatibûn avakirin. Di sala 2014'an de Navenda Çand û Hûnerê ya Mem û Zîn hat avakirin. Wê demê perwerdehiyên ziman dihatin dayin. Li her taxê qursên kurdî dihatin dayin û armanc ew bû ku gel bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne. Di medreseyan de jî her hefteyê carekî perwerdehiyên zimanê kurdî dihatin dayin. Di dibistanên tirkî de jî ev perwerdehiyên bi zimanê dayikê dihatin dayin. Lê belê piştî Rêveberiya Xweser hat ragihandin ev dibistan hatin girtin û qedexeya li ser zimanê kurdî dest pê kir. Nehiştin ku em dibistanên kurdî vekin. Navenda Çand û Hûnera Mem û Zînê hat girtin. Pêwîst bû ku li her deverî perwerdehiya bi zimanê kurdî hebûya. Lê belê wan ev bi carekê re qedexe kirin. Armanc jî jiholêrakirina zimanê kurdî bû. Divê em vê hişmendiyê bizanibîn, teşhîr bikin û xwedî li zimanê xwe derkevin. Ev der Kurdistan e, dîroka me ye, çanda me ye û nasnameya me ye. Lê mixabin perwerdehiya bi zimanê kurdî lê nayê dayîn. Berhemên kurdî weke yên xwe nîşan didin." 
 
'ÇIMA KURDÎ NÎNE?'
 
Gîzleyîciyê bal kişand li ser lewheyên dîrokî û got ku ji xeynî kurdî, li ser berhemên kurdî bi her zimanî hatiye nivîsandin û wiha domand: "Cizîr bi dîroka xwe tê nasîn. Weke Medreseya Sor, Birca Belek, destana Mem û Zîn nasnameyên Cizîra Botanê ne. Lê belê li ser lewheyan tirkî heye, îngîlîzî heye lê kurdî tune ye. Pênasekirina wan jî bi tirkî û îngîlîzî ye. Li vir kesek bi îngîlîzî naaxive, kesek bi tirkî jî naaxive. Em ne li hemberî tu zimanan in, lê belê divê herî zêde li vê derê kurdî esas bê girtin. Çimkî her kes bi kurdî diaxive. Bi pênasekirina van cihên me yên dîrokî ya bi zimanê tirkî û îngîlîzî dixwazin van deran ji dîroka kurdbûnê derxînin. Divê her ziman hebe, lê çima kurdî nîn e? Li dijî van polîtîkayên qeyûman divê em xwedî li dîroka xwe derkevin û pêşiyê li van tiştan bigirin."
 
Gizleyiciyê wiha domand: "Dema zimanê gelekî bê jibîrkirin çanda wî jî, dîroka wî jî tê jibîrkirin û welatê wî û axa wî jê tê standin. Li vir her berhemeke dîrokî bi kurdî ye, lê belê pênasekirina wê bi tirkî nivîsandine. Cih nadin kurdî. Heta li ser lewhayên wan jî bi tirkî û îngilîzî heye, lê kurdî nîn e. Ew berhemên me yên dîrokî ku nikarîn tune bikin bi vê şêwazê dixwazin weke yên xwe nîşan bidin. Mem û Zîn destaneke kurdî ye û nivîskarê wê jî Ehmedê Xanî ye, lê belê dema ku mirov îro diçe ser tirbeya Mem û Zînê li ser deriyê wê bi tirkî û îngilîzî nivîsandine. Ji ber wê divê em van tiştan qebûl nekin. Ji ber wê divê em ewilî xwedî li dîroka xwe derkevin û nehêlin ku tiştên me weke yên xwe nîşan bidin." 
 
'EM Ê XEBATÊN XWE MEZIN BIKIN'
 
Gizleyiciyê da zanîn ku ew komeleya ziman, ew li dijî van polîtîkayên qeyûman xebatên xwe mezin dikin û axaftina xwe wiha qedand: "Ji roja ku me komele vekiriye heta niha eleqeyeke mezin heye. Me perwerdehiyên xwe dane destpêkirin. Aliyê çand û ziman ve perwerdehiyên me hene. Li dijî her cureyên pişaftina ziman û çandê em ê têbikoşin û xebatên xwe mezin bikin." 
 

Sernavên din

22/04/2023
19:54 Li Bazarcixê du kesê din jî jiyana xwe ji dest dan
18:32 Partiya Çepên Kesk li Bûrsa û Tekîrdagê bi gel re civiya
18:16 Dewleta tirk Amediyê bombebaran kir
18:08 Li Dêrsim û Tetwanê buroyên hilbijartinê yên jinan hatin vekirin
17:08 Li Cizîrê jin vexwendin mitîngê
17:04 Partiya Çepên Kesk gund bi gund xebatên hilbijartinê dike
16:51 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê cejna mexdûrên erdhejê pîroz kir
16:31 ÎHD: Em ê li hemberî bêhiqûqiyan serî netewînin
16:27 Tedawiya girtiyê nexweş Kavak tê astengkirin
15:44 Partiyên muxalîf bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
14:54 Nameya girtiya nexweş: Êdî taqeta min nema ye
14:44 Şaredarê AKP’î ji mexdûrê erdhejê re got: Wê demê di bin konan de nemîne
14:35 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk çalakî li dar xist: Ciwan, dînamîka sedsala nû ne
14:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan pirsîn
13:13 Li Newala Hespistê liv û tevgera hewayî
13:06 Li Qilebanê rewdegurê 30 bizin mirar kir
13:02 Partiyên muxalefetê bi boneya cejnê çûn serdana HDP’ê
13:01 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 17 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Bila dilên me di rêya edaletê de bibin yek
12:40 Pirtûka ‘Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin’ gihişt ber destê xwîneran
11:36 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 783’yan
11:31 Xebatên ji bo dîtina 3 ciwanên ketine Çemê Munzurê berdewam in
09:59 Nivîskar Namazie: Dawiya rejîma Îranê êdî nêz bûye
09:59 Dê hesaba lawê xwe yê hate qetilkirin li Meclisê bipirse
09:13 Ji têkoşîna kedê heta namzetiya wekîltiyê: Dê bibe xelasiya civakê
09:12 Namzet û rojnameger Dogan ala bavê xwe dewr girt: Hêvî dikim ku layiqî tekoşîna wî bibim
09:07 Hatîmogûllari: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be
09:03 Yagiz: Bi êrişên li Başûr re dixwazin kurdên welatparêz tune bikin
09:00 Li Geliyê Botanê xemla biharê
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2023'YAN
21/04/2023
21:36 Sancar li Erzînê ye: Hatay ji 14’ê Gulanê re amade ye
21:04 Sirri Sureya Onder: Ev hilbijartina hebûn û tunebûne ye
20:13 Li Semsûrê li dijî Kiliçdaroglû provokasyon
20:01 Li Agiriyê jinek hate qetilkirin
19:54 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar li Stenbolê ye: Ew dê biçin em ê serbikevin
18:21 Li Sûdanê di cejnê de jî şer didome: Herî kêm 330 kes mirin
18:07 KNK: Roja Rojnamevaniya Kurdî li hemû rojnamevanên têkoşer pîroz be
17:53 Sancar ê li Hatayê axivî: Armanca me ew e ku em vê desthilata mirinê bişînin
17:19 Wesayîta ku 3 kes tê de bûn kete Çemê Mûnzûr
17:10 Partiya Çepên Kesk bêrawestan xebatên xwe didomîne
16:28 Bayindir: Em ê hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin
15:51 Li Samandagê hevdîtina bi gel re: Dê piştî 14’ê Gulanê ji bo me bibe cejn
14:57 Malbata Şenyaşar cejn li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
14:55 Bi boneya Cejna Remezanê goristan hatin ziyaretkirin
13:19 Sancar: Em ê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin
12:36 Parastina Bajar a Amedê bi boneya cejnê çû serdana Partiya Çepên Kesk
12:13 Gorên berxwedêrên 'Jin, jiyan, azadî' bi girseyî hatin ziyaretkirin
11:52 Mutalaaya Doza Kobanê: Dadgehê ji bo hilbijartinê tişta jê dihat xwestin kir
11:08 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Îro bi milyonan kes alaya têkoşînê li ba dikin
10:44 Konukçu: Jin bêalternatîf nînin
10:39 Delîl tune ye, lê sûcdar e!
10:19 Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê: Em ê herî kêm 2 wekîlan derxînin
09:53 Dê li bajarê ku bi darê zorê jê hatibû koçberkirin bibe parlamenter
09:19 'Semsûrî êdî guherînê dixwazin'
09:09 Banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt: Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne
09:06 Partiya Çepên Kesk dê li Stenbolê bi 68 hezar û 500 kesî sindoqan biparêze
09:04 ‘Em ê bibin deng û wijdanê yên vederkirî'
09:03 Namzetê Agiriyê Heval Bozdag: Li dijî xespkirina mafê tenduristiyê Partiya Çepên Kesk
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN
20/04/2023
21:07 Li Bazarcixê bahoz rabû: 2 kes mirin, 150 kes birîndar bûn
20:31 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
18:23 Ji HDP û MEBYA-DER'ê serdana goristanan
17:10 Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin
16:56 Malbata Şenyaşar: Di 14’ê Gulanê de dê azadî û edalet were
16:55 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Karê îktîdarê dizî ye lewma divê em sindoqan baş biparêzin
16:31 Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn
15:51 Li Amedê serdana goristanê hat kirin
15:38 Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin
15:29 HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da
14:54 ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin
14:38 Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin
14:34 Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin
13:57 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê çû serdana goristanan
13:43 Di erefeya cejnê de Semsûr: Qêrîn û hawar
13:31 Ferît Şenyaşar: Îktîdara ku vê zilmê dike li ber têkçûnê ye
13:30 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kirin
13:16 Li Sîteya Pîşesaziyê ya Mêrsînê şewat derket: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:40 Ji HDP’ê û Partiya Çepên Kesk peyama cejnê: Em dikarin 14’ê Gulanê veguherînin cejna duyemîn
12:38 Wezaretê ji bo Abdullah Ocalan bersiv da AYM’ê: Ji ber sedemên ne bi destê me
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan bi boneya cejnê serlêdan kirin
11:47 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin: Lêgerîna Erdogan li Amedê pûç derket
11:29 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî bi sedyeyê ve tên kelemçekirin
10:47 Ji elewiyan bang: Em tevek di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek
10:23 Çîçek Otlû: Em ê têkoşîna li kolanan bibin Meclisê
09:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Wanê Sayyîgît: Em ê her 8 parlamenteran jî bi dest bixin
09:39 ÎHD ji bo ewlehiya hilbijartinê dê serî li YSK'ê bide
09:15 'Ji bo dawî li vê hepsîbûnê bê em ê biçin ser sindoqan'
09:07 Namzetên Îdirê: Werin em di bin banê Partiya Çepên Kesk de bibin yek
09:03 KCK’ê li dijî provokasyonan hişyarî da
09:02 Hevseroka Komeleya Birca Belek: Em nehêlin berhemên me wekî yên xwe nîşan bidin
09:02 Namzetê Semsûrê Kenanoglû: Li herêma erdhejê a girîng ewlehiya sindoqan e
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2023'YAN
19/04/2023
23:42 Sancar: Armanca me, em di parlamentoyê de bibin hêza diyarker
23:11 Awayê dawî yê pûsûleyên dengan diyar bû
23:03 Turelî li warê xwe hat veşartin
22:47 Xebatên ji bo meşa jinan didomin
22:36 Li Bazîdê namzet bi meşaleyan hatin pêşwazîkirin
22:25 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
21:35 'Ji ber ku Tirkiye tazmînat nedaye Iraqê îxracata petrolê hatiye sekinandin'
21:03 Li Şehbayê Çarşema Sor hat pîrozkirin