‘Em ê bibin deng û wijdanê yên vederkirî'

  • rojane
  • 09:04 21 Nîsan 2023
  • |
MANÎSA - Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Manîsayê anîn ziman ku li Manîsayê armanca wan herî kêm parlamenterek e û wiha gotin: "Parlamenterê me dê bibe deng û wijdanê yên vederkirî." 
 
Partiya Çepên Kesk, li çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê didomîne. Li bajarên ku berê bi Partiya Demokratîk a  Gelan (HDP) parlamenter nehatine bijartin, niha armanca li van bajaran bijartina parlamenteran e. Yek ji van bajaran jî Manîsa ye. Di 2018'an de li Manîsayê bi deh hezar dengan parlamenterek ji dest HDP'ê çûbû. 
 
Partiya Çepên Kesk ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê li Manîsayê Habîb Eksîk, Zubeyde Tarlabolen, Gulsum Çolak, Evîn Gunselî Kerem Taylan, Ayşe Karagoz, Ayşe Gul, Remziye Esen, Îsmaîl Turut û Zehra Vezanê wekî namzet nîşan daye. 
 
Têkildarî mijarê em bi Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Manîsayê Hasret Çetîn û Alî Gok re axivîn. 
 
BETALÎ
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Manîsayê Hasret Çetîn, ragihand ku şêniyên Manîsayê debara xwe bi çandiniyê û karkeriya pîşesaziyê dikin. Çetînê diyar kir ku di salên dawî de rewşa çandiniyê xirab bûye û ev tişt gotin: "Li Manîsayê zeviyan ji gel distînin, didin kanên madenan. Zeviyên gel bi neheqî pêşkêşî muteahîd û madenvanan dikin. Ger hûn zeviyên gel ji gel bistînin, hûn ê dest û pêyên gel bişikînin. Ev jî ji bo Manîsayêd ibe cihê rûxandinê. Gava zevî tune bin, gel nikare debara xwe bike. Ji ber vê jî betalî zêde dibe." 
 
WEKHEVÎ
 
Çetînê destnîşan kir ku xebateke wan a girîng jî ji bo jina ye û got ku jin doza qadên îstihdamê dikin. Çetînê ku got "Ger jin li ser pêyan bisekine, dê civak jî li ser pêyan bisekine" û wiha pê de çû: "Em doza jiyaneke wekhev dikin. Em dixwazin mirov bi awayekî azad fikr û ramanên xwe bînin ziman. Ger jin ne azad be, civak pêş ve nakeve. Em Partiya Çepên Kesk, em ê bi helwesteke wekhev û adil gelan bînin cem hev." 
 
BANGAWAZÎ
 
Çetînê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku kolan bi kolan digerin û got ku ew ê tevî karker, gundî û gelan bi ser bikevin. Çetînê bibîr xist ku di hilbijartina borî de bi ferqeke biçûn parlementerek ji dest wan çûbû û got: "Lê niha em dixwazin 2 parlementeran bişînin meclisê. Em û gel ji vê yeqîn dikin. Em ê êvara 14'ê Gulanê bi tilîlî û govendan pîroz bikin. Werin em mil bidin milê hev û vê pergalê biguherînin." 
 
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Manîsayê Alî Gok jî anî ziman ku li Manîsayê pirsgirêkeke berbiçav jî texrîbkirina hawirdorê ye û bal kişand ser JES'an û xetereyên wan. 
 
HERÎ KÊM PARLAMENTEREK
 
Gok bilêv kir ku ji ber pîşesaziyê gelek kes koçî Manîsayê dikin û got ku ji ber vê li bajêr ji her reng û dengî mirov hene. Gok destnîşan kir ku ji bo bibin dengê her rengî armanca wan parlementeran bişînin meclisê. Gok wiha axivî: "Lewma em bênavber dixebitin. Em yeqîn dikin ku parlementerê me dê bi awayekî herî baş bajêr temsîl bike. Ger em parlementerekî jiv ir bişînin meclisê ev dê ji bo me bibe cihê şanaziyê. Potansiyeleke me ya wiha heye. Em ji kurd, tirk, çepgir û kedkarên ku raya xwe nedane me doza rayan dikin." 
 
'EM Ê BIBIN DENGÊ YÊN VEDERKIRÎ'
 
Gok ku got "Parlamenterê ku dê Partiya Çepên Kesk wî/ê bişîne meclisê dê bibe deng û wijdanê yên vederkirî" wiha dawî li axaftina xwe anî: "10 parlementerên bajêr hene. Lê yekî ji wan jî ev bajêr temsîl nekir. Parlementerê me dê bibe wijdanê me. Em ji dil û can bawer dikin ku dê me temsîl bike. Herî dawî dixwazim bibêjim ku em tifaqê bikin jî rayên tifaqê li cihekî kom nabin. Em ji kesên çepgir û soyaslît re dibêjin; potansiyela Partiya Çepên Kesk a  ku parlementerekî bişîne meclisê zêde ye û em dikarin bi piştgiriyê ji heq vê derkevin. Ji bo ray berhewa nebin, hûn dikarin me tercih bikin." 
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

22/04/2023
19:54 Li Bazarcixê du kesê din jî jiyana xwe ji dest dan
18:32 Partiya Çepên Kesk li Bûrsa û Tekîrdagê bi gel re civiya
18:16 Dewleta tirk Amediyê bombebaran kir
18:08 Li Dêrsim û Tetwanê buroyên hilbijartinê yên jinan hatin vekirin
17:08 Li Cizîrê jin vexwendin mitîngê
17:04 Partiya Çepên Kesk gund bi gund xebatên hilbijartinê dike
16:51 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê cejna mexdûrên erdhejê pîroz kir
16:31 ÎHD: Em ê li hemberî bêhiqûqiyan serî netewînin
16:27 Tedawiya girtiyê nexweş Kavak tê astengkirin
15:44 Partiyên muxalîf bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
14:54 Nameya girtiya nexweş: Êdî taqeta min nema ye
14:44 Şaredarê AKP’î ji mexdûrê erdhejê re got: Wê demê di bin konan de nemîne
14:35 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk çalakî li dar xist: Ciwan, dînamîka sedsala nû ne
14:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan pirsîn
13:13 Li Newala Hespistê liv û tevgera hewayî
13:06 Li Qilebanê rewdegurê 30 bizin mirar kir
13:02 Partiyên muxalefetê bi boneya cejnê çûn serdana HDP’ê
13:01 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 17 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Bila dilên me di rêya edaletê de bibin yek
12:40 Pirtûka ‘Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin’ gihişt ber destê xwîneran
11:36 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 783’yan
11:31 Xebatên ji bo dîtina 3 ciwanên ketine Çemê Munzurê berdewam in
09:59 Nivîskar Namazie: Dawiya rejîma Îranê êdî nêz bûye
09:59 Dê hesaba lawê xwe yê hate qetilkirin li Meclisê bipirse
09:13 Ji têkoşîna kedê heta namzetiya wekîltiyê: Dê bibe xelasiya civakê
09:12 Namzet û rojnameger Dogan ala bavê xwe dewr girt: Hêvî dikim ku layiqî tekoşîna wî bibim
09:07 Hatîmogûllari: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be
09:03 Yagiz: Bi êrişên li Başûr re dixwazin kurdên welatparêz tune bikin
09:00 Li Geliyê Botanê xemla biharê
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2023'YAN
21/04/2023
21:36 Sancar li Erzînê ye: Hatay ji 14’ê Gulanê re amade ye
21:04 Sirri Sureya Onder: Ev hilbijartina hebûn û tunebûne ye
20:13 Li Semsûrê li dijî Kiliçdaroglû provokasyon
20:01 Li Agiriyê jinek hate qetilkirin
19:54 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar li Stenbolê ye: Ew dê biçin em ê serbikevin
18:21 Li Sûdanê di cejnê de jî şer didome: Herî kêm 330 kes mirin
18:07 KNK: Roja Rojnamevaniya Kurdî li hemû rojnamevanên têkoşer pîroz be
17:53 Sancar ê li Hatayê axivî: Armanca me ew e ku em vê desthilata mirinê bişînin
17:19 Wesayîta ku 3 kes tê de bûn kete Çemê Mûnzûr
17:10 Partiya Çepên Kesk bêrawestan xebatên xwe didomîne
16:28 Bayindir: Em ê hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin
15:51 Li Samandagê hevdîtina bi gel re: Dê piştî 14’ê Gulanê ji bo me bibe cejn
14:57 Malbata Şenyaşar cejn li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
14:55 Bi boneya Cejna Remezanê goristan hatin ziyaretkirin
13:19 Sancar: Em ê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin
12:36 Parastina Bajar a Amedê bi boneya cejnê çû serdana Partiya Çepên Kesk
12:13 Gorên berxwedêrên 'Jin, jiyan, azadî' bi girseyî hatin ziyaretkirin
11:52 Mutalaaya Doza Kobanê: Dadgehê ji bo hilbijartinê tişta jê dihat xwestin kir
11:08 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Îro bi milyonan kes alaya têkoşînê li ba dikin
10:44 Konukçu: Jin bêalternatîf nînin
10:39 Delîl tune ye, lê sûcdar e!
10:19 Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê: Em ê herî kêm 2 wekîlan derxînin
09:53 Dê li bajarê ku bi darê zorê jê hatibû koçberkirin bibe parlamenter
09:19 'Semsûrî êdî guherînê dixwazin'
09:09 Banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt: Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne
09:06 Partiya Çepên Kesk dê li Stenbolê bi 68 hezar û 500 kesî sindoqan biparêze
09:04 ‘Em ê bibin deng û wijdanê yên vederkirî'
09:03 Namzetê Agiriyê Heval Bozdag: Li dijî xespkirina mafê tenduristiyê Partiya Çepên Kesk
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN
20/04/2023
21:07 Li Bazarcixê bahoz rabû: 2 kes mirin, 150 kes birîndar bûn
20:31 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
18:23 Ji HDP û MEBYA-DER'ê serdana goristanan
17:10 Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin
16:56 Malbata Şenyaşar: Di 14’ê Gulanê de dê azadî û edalet were
16:55 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Karê îktîdarê dizî ye lewma divê em sindoqan baş biparêzin
16:31 Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn
15:51 Li Amedê serdana goristanê hat kirin
15:38 Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin
15:29 HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da
14:54 ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin
14:38 Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin
14:34 Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin
13:57 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê çû serdana goristanan
13:43 Di erefeya cejnê de Semsûr: Qêrîn û hawar
13:31 Ferît Şenyaşar: Îktîdara ku vê zilmê dike li ber têkçûnê ye
13:30 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kirin
13:16 Li Sîteya Pîşesaziyê ya Mêrsînê şewat derket: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:40 Ji HDP’ê û Partiya Çepên Kesk peyama cejnê: Em dikarin 14’ê Gulanê veguherînin cejna duyemîn
12:38 Wezaretê ji bo Abdullah Ocalan bersiv da AYM’ê: Ji ber sedemên ne bi destê me
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan bi boneya cejnê serlêdan kirin
11:47 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin: Lêgerîna Erdogan li Amedê pûç derket
11:29 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî bi sedyeyê ve tên kelemçekirin
10:47 Ji elewiyan bang: Em tevek di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek
10:23 Çîçek Otlû: Em ê têkoşîna li kolanan bibin Meclisê
09:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Wanê Sayyîgît: Em ê her 8 parlamenteran jî bi dest bixin
09:39 ÎHD ji bo ewlehiya hilbijartinê dê serî li YSK'ê bide
09:15 'Ji bo dawî li vê hepsîbûnê bê em ê biçin ser sindoqan'
09:07 Namzetên Îdirê: Werin em di bin banê Partiya Çepên Kesk de bibin yek
09:03 KCK’ê li dijî provokasyonan hişyarî da
09:02 Hevseroka Komeleya Birca Belek: Em nehêlin berhemên me wekî yên xwe nîşan bidin
09:02 Namzetê Semsûrê Kenanoglû: Li herêma erdhejê a girîng ewlehiya sindoqan e
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2023'YAN
19/04/2023
23:42 Sancar: Armanca me, em di parlamentoyê de bibin hêza diyarker
23:11 Awayê dawî yê pûsûleyên dengan diyar bû
23:03 Turelî li warê xwe hat veşartin
22:47 Xebatên ji bo meşa jinan didomin
22:36 Li Bazîdê namzet bi meşaleyan hatin pêşwazîkirin
22:25 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
21:35 'Ji ber ku Tirkiye tazmînat nedaye Iraqê îxracata petrolê hatiye sekinandin'
21:03 Li Şehbayê Çarşema Sor hat pîrozkirin