Sirri Sureya Onder: Ev hilbijartina hebûn û tunebûne ye

  • rojane
  • 21:04 21 Nîsan 2023
  • |
img
SEMSÛR - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Sirri Sureya Onder ku di vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Semsûrê de axivî, destnîşan kir ku ev hilbijartin xwedî girîngiyeke dîrokî ye û got: "Her hilbijartin pir girîngê lê ev hilbijartin ji bo me hilbijartina hebûn û tunebûne ye."
 
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Semsûrê di çarçoveya xebatên hilbijartinên 14'ê Gulanê de li taxa Karapinar a Semsûrê bi tevlibûna namzetên parlamenteriyê yên bajêr Alî Kenanoglû, Îzzet Karadag, Yuksel Yucedag, Bulent Çinar, Meryem Çerîtlî û namzetê parlamenteriyê yê Stenbolê Sirri Sureya Onder li taxa Karapinar a Semsûrê buroya hilbijartinê ya bajêr vekir. Gelek welatiyên semsûrî tev li vekirina buroyê bûn û vekirina buroyê veguherî mîtîngê. Girseyê dirûşmeya 'Em Partiya Çepên Kesk em ê biçin Meclise' berz kir. Her wiha li qada ku buro lê hate vekirin bi sedan kes kom bûn û qad bi alên Partiya Çepên Kesk hate xemilandin. Girseyê di vekirina buroyê de her tim dirûşm berzkirin, bi çepikan dan û lîlandin. 
 
'HEBÛN Û TUNEBÛNE'
 
Di destpêkê de namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Sirri Sureya Onder axivî û bi lêv kir ku ew li Semsûrê tevli têkoşîna şoreşgerî bûye û wiha got: "Di vê oxirê de gelek kesan berdel dan, gelek kes ketin bin axê, gelek kes di girtîgehan de ne. Lê tevî ewqas berdelan jî ev rewş hê jî berdewam dike. Her hilbijartin pir girîng e lê ev hilbijartin ji bo me hilbijartina hebûn û tunebûne ye. Ev hilbijartin hilbijartina ku em bikarin hevalên xwe yên girtî azad bikin e. Li ser van axan tovê kîn, nefret û nîjadperestî hat çandin û hê jî tê çandin lê em ê vî tovî hişk bikin û xwişk û biratî, wekhevî û azadiyê li ser van axan biçînin. Ev hilbijartin ji bo vê yekê jî pir girîng e. Ji bo ev yek pêk were çi ji destê me were em ê bikin, ew deynê stuye me ye. Ev hilbijatin xwedî girîngiyeke dîrokî ye, ji ber wê divê em serbikevin."
 
'EM Ê BI 3 PARLAMENTERAN SEMSÛRÊ TEMSÎL BIKIN'
 
Piştî Onder, namzetê Semsûrê Alî Kenanoglû axivî û di destpêke de cejna welatiyan pîroz kir. Kenanoglû anî ziman ku sedema karesata erdhejê ya Semsûrê desthilata AKP'ê û MHP'ê ye û ev tişt gotin: "Ez li Meclise di komîsyona erdhejê de bûm. Me rapora vê erdhejê 2 sal beriya erdhejê amade kiribû. Her wiha gelek pisporan jî destnîşan kirin. Lê tevî vê yekê jî desthilatê tu tedbîr negirtin. Her wiha dema erdhej qewimî jî navê Semsûrê nehat xwendin, Semsûr hatibû ji bîr kirin. Heke tedbîra erdhejê bihata girtin ew qas kesan jiyana xwe ji dest nedida. Ji ber vê yekê ew erdhej weke komkujiyê ye. Yên ku ew komkujî pêkanîn jî desthilat e. Em ê bi hev re di 14'ê Gulanê de ji vê desthilatê hesab bipirsin. Em ê bi 3 parlamenteran di Meclisê de Semsûrê temsîl bikin."
 
'AN SERKEFTIN AN SERKEFTIN'
 
Herî dawî jî namzetê parlamenteriyê yê Semsûrê Îzzet Karadag axivî û diyar kir ku ew dê di Meclisê de hesabê karesata erdhejê ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dane bipirsin û got: "Em hê jî di nav şînê de ne. Em ê di 14'ê Gulanê de ji kesên bûn sedema van mirinan hesab bipirsin, we heqê xwe helal  nekir em jî dê hesabê vê helalnekirina we bipirsin. Dilê me jî ruhê me jî yek e. An serkeftin an serkeftin."
 
 
Piştî axaftinan buro bi çepik û dirûşmeyan hat vekirin.
 
 

Sernavên din

22/04/2023
19:54 Li Bazarcixê du kesê din jî jiyana xwe ji dest dan
18:32 Partiya Çepên Kesk li Bûrsa û Tekîrdagê bi gel re civiya
18:16 Dewleta tirk Amediyê bombebaran kir
18:08 Li Dêrsim û Tetwanê buroyên hilbijartinê yên jinan hatin vekirin
17:08 Li Cizîrê jin vexwendin mitîngê
17:04 Partiya Çepên Kesk gund bi gund xebatên hilbijartinê dike
16:51 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê cejna mexdûrên erdhejê pîroz kir
16:31 ÎHD: Em ê li hemberî bêhiqûqiyan serî netewînin
16:27 Tedawiya girtiyê nexweş Kavak tê astengkirin
15:44 Partiyên muxalîf bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
14:54 Nameya girtiya nexweş: Êdî taqeta min nema ye
14:44 Şaredarê AKP’î ji mexdûrê erdhejê re got: Wê demê di bin konan de nemîne
14:35 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk çalakî li dar xist: Ciwan, dînamîka sedsala nû ne
14:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan pirsîn
13:13 Li Newala Hespistê liv û tevgera hewayî
13:06 Li Qilebanê rewdegurê 30 bizin mirar kir
13:02 Partiyên muxalefetê bi boneya cejnê çûn serdana HDP’ê
13:01 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 17 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Bila dilên me di rêya edaletê de bibin yek
12:40 Pirtûka ‘Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin’ gihişt ber destê xwîneran
11:36 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 783’yan
11:31 Xebatên ji bo dîtina 3 ciwanên ketine Çemê Munzurê berdewam in
09:59 Nivîskar Namazie: Dawiya rejîma Îranê êdî nêz bûye
09:59 Dê hesaba lawê xwe yê hate qetilkirin li Meclisê bipirse
09:13 Ji têkoşîna kedê heta namzetiya wekîltiyê: Dê bibe xelasiya civakê
09:12 Namzet û rojnameger Dogan ala bavê xwe dewr girt: Hêvî dikim ku layiqî tekoşîna wî bibim
09:07 Hatîmogûllari: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be
09:03 Yagiz: Bi êrişên li Başûr re dixwazin kurdên welatparêz tune bikin
09:00 Li Geliyê Botanê xemla biharê
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2023'YAN
21/04/2023
21:36 Sancar li Erzînê ye: Hatay ji 14’ê Gulanê re amade ye
21:04 Sirri Sureya Onder: Ev hilbijartina hebûn û tunebûne ye
20:13 Li Semsûrê li dijî Kiliçdaroglû provokasyon
20:01 Li Agiriyê jinek hate qetilkirin
19:54 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar li Stenbolê ye: Ew dê biçin em ê serbikevin
18:21 Li Sûdanê di cejnê de jî şer didome: Herî kêm 330 kes mirin
18:07 KNK: Roja Rojnamevaniya Kurdî li hemû rojnamevanên têkoşer pîroz be
17:53 Sancar ê li Hatayê axivî: Armanca me ew e ku em vê desthilata mirinê bişînin
17:19 Wesayîta ku 3 kes tê de bûn kete Çemê Mûnzûr
17:10 Partiya Çepên Kesk bêrawestan xebatên xwe didomîne
16:28 Bayindir: Em ê hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin
15:51 Li Samandagê hevdîtina bi gel re: Dê piştî 14’ê Gulanê ji bo me bibe cejn
14:57 Malbata Şenyaşar cejn li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
14:55 Bi boneya Cejna Remezanê goristan hatin ziyaretkirin
13:19 Sancar: Em ê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin
12:36 Parastina Bajar a Amedê bi boneya cejnê çû serdana Partiya Çepên Kesk
12:13 Gorên berxwedêrên 'Jin, jiyan, azadî' bi girseyî hatin ziyaretkirin
11:52 Mutalaaya Doza Kobanê: Dadgehê ji bo hilbijartinê tişta jê dihat xwestin kir
11:08 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Îro bi milyonan kes alaya têkoşînê li ba dikin
10:44 Konukçu: Jin bêalternatîf nînin
10:39 Delîl tune ye, lê sûcdar e!
10:19 Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê: Em ê herî kêm 2 wekîlan derxînin
09:53 Dê li bajarê ku bi darê zorê jê hatibû koçberkirin bibe parlamenter
09:19 'Semsûrî êdî guherînê dixwazin'
09:09 Banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt: Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne
09:06 Partiya Çepên Kesk dê li Stenbolê bi 68 hezar û 500 kesî sindoqan biparêze
09:04 ‘Em ê bibin deng û wijdanê yên vederkirî'
09:03 Namzetê Agiriyê Heval Bozdag: Li dijî xespkirina mafê tenduristiyê Partiya Çepên Kesk
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN
20/04/2023
21:07 Li Bazarcixê bahoz rabû: 2 kes mirin, 150 kes birîndar bûn
20:31 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
18:23 Ji HDP û MEBYA-DER'ê serdana goristanan
17:10 Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin
16:56 Malbata Şenyaşar: Di 14’ê Gulanê de dê azadî û edalet were
16:55 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Karê îktîdarê dizî ye lewma divê em sindoqan baş biparêzin
16:31 Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn
15:51 Li Amedê serdana goristanê hat kirin
15:38 Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin
15:29 HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da
14:54 ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin
14:38 Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin
14:34 Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin
13:57 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê çû serdana goristanan
13:43 Di erefeya cejnê de Semsûr: Qêrîn û hawar
13:31 Ferît Şenyaşar: Îktîdara ku vê zilmê dike li ber têkçûnê ye
13:30 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kirin
13:16 Li Sîteya Pîşesaziyê ya Mêrsînê şewat derket: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:40 Ji HDP’ê û Partiya Çepên Kesk peyama cejnê: Em dikarin 14’ê Gulanê veguherînin cejna duyemîn
12:38 Wezaretê ji bo Abdullah Ocalan bersiv da AYM’ê: Ji ber sedemên ne bi destê me
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan bi boneya cejnê serlêdan kirin
11:47 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin: Lêgerîna Erdogan li Amedê pûç derket
11:29 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî bi sedyeyê ve tên kelemçekirin
10:47 Ji elewiyan bang: Em tevek di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek
10:23 Çîçek Otlû: Em ê têkoşîna li kolanan bibin Meclisê
09:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Wanê Sayyîgît: Em ê her 8 parlamenteran jî bi dest bixin
09:39 ÎHD ji bo ewlehiya hilbijartinê dê serî li YSK'ê bide
09:15 'Ji bo dawî li vê hepsîbûnê bê em ê biçin ser sindoqan'
09:07 Namzetên Îdirê: Werin em di bin banê Partiya Çepên Kesk de bibin yek
09:03 KCK’ê li dijî provokasyonan hişyarî da
09:02 Hevseroka Komeleya Birca Belek: Em nehêlin berhemên me wekî yên xwe nîşan bidin
09:02 Namzetê Semsûrê Kenanoglû: Li herêma erdhejê a girîng ewlehiya sindoqan e
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2023'YAN
19/04/2023
23:42 Sancar: Armanca me, em di parlamentoyê de bibin hêza diyarker
23:11 Awayê dawî yê pûsûleyên dengan diyar bû
23:03 Turelî li warê xwe hat veşartin
22:47 Xebatên ji bo meşa jinan didomin
22:36 Li Bazîdê namzet bi meşaleyan hatin pêşwazîkirin
22:25 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
21:35 'Ji ber ku Tirkiye tazmînat nedaye Iraqê îxracata petrolê hatiye sekinandin'
21:03 Li Şehbayê Çarşema Sor hat pîrozkirin