Xizmên Windakiriyan aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan pirsîn

  • rojane
  • 14:17 22 Nîsan 2023
  • |
AMED/ÊLIH -  Xizmên Windakiyan û şaxên ÎHD’ê yên Amed û Êlihê di çalakiya vê hefteyê de, di şexsê helbestvan Tanîle Varujan de aqûbeta hemû qurbaniyên Qirkirina Ermenan pirsîn. 
 
Şaxa Komîsyona Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê û Xizmên Windakiriyan çalakiya “Bila Windakirî bên dîtin, kujerên wan bên darizandin” di hefteya 741’an de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Rezan a Amedê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser bûn hate vekirin û aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan hat pirsîn ku di sala 1915’an de hatibû windakirin. 
 
WINDAKIRIYÊN QIRKIRINÊ 
 
Di çalakiya vê hefteyê di şexsê helbestvan Tanîel Varûjan de çîroka rewşenbîrên ermen ên di Komujiya Ermenan a 24’ê Nîsana 1915’an de hatin windakirin hate vegotin. Endamê Komîsyona Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Denîz got “Me ji bîr nekir, dê ji bîr nekin” û serpêhatiya wan xwend. 
 
‘250 REWŞENBÎRÊN ERMEN JI MALÊN XWE HATIN GIRTIN’
 
Akdenîz, wiha got: “Bi fermana Wezîrê Karên Hundir ê hikûmeta Îttîhat û Terakkiyê Talat Paşa, di 24’ê nîsana 1915’an de operasyon hate destpêkirin. Li Stenbolê 250 rewşenbîrên ermen bi gotina “dê di nava saetekê de li mala xwe vegerin” li malên xwe hatin binçavkirin. Ji kêliya hatin binçavkirinê heta dawiyê ji aqûbeta van kesan hikûmet berpirsyar bû. Ev kes, di nava civaka ermenan de kesên herî naskirî û pêşengên wan bûn. Di nav de parlamenter, nivîskar, helbestvan, parêzer, bijîşk, rojnameger, muzîkolog, weşanger û siyasetmedar hebûn. Di civaka Osmaniyan de kesên herî aqilmend bûn.” 
 
‘DÎROKA WINDAKIRINA WAN’
 
Bi domdarî Akdenîz da zanîn ku kesên binçavkirî ji ewil birin qereqolan û wiha pê de çû: “Piştre jî birin Girtîgeha Navendî. Di 25’ê nîsana 1915’an de bêyî agahiyekê bidin wan, li Haydarpaşayê li trêneke taybet hatin siwarkirin û ber bi Enqereyê ve ketin rê. Koma ji 158 kesan pêk dihat li Çankiriyê, koma ji 92 kesan pêk dihat jî birin Ayaşê. Ji van mirovan 174 kes jê dema di bin çavdêriya cendirme û polîsan de, li daristanê bi hovane hatin qetilkirin. Cenazeyên wan li erdê hatin hiştin. Heta kêleke wan jî nîne. Di qeydên fermî de tê gotin ku yan firar kirine yan jî hatine berdan. Windakirina rewşenbîrên ermen, li ser vê xakê bû destpêka windakirinên komî.” 
 
‘JI YÊN MAYÎ RE GOTIN EM DIÇIN MIRINÊ’
 
Akdenîz, axaftina xwe wiha domand: “Yek ji kesên di 24’ê nîsanê de hatibû binçavkirin jî helbestvan Tanîel Varujan bû. Varujan, di 20’ê nîsana 1884’an de li gundê Pirkinîk ê Sêwasê ji dayik bû. piştŞî dibistana seretayî hate Stenbolê. Xwendekarekî jîr bû û ji bo perwerdeyê şandin Venedîkê. Di sala 1905’an de li Venedîkê mezûn bû û ji bo zanîngehê çû Belçîkayê. Li Zanîngeha Genk’ê di beşên wêje, civaknasî û aboriyê de perwerde dît. Li Belçîkayê sosyalîzm nas kir û bû parêzvanê wê. Di sala 1909’an de mezûn bû û hate Stenbolê. Di demekî kin de li derdora wêjevanan hat naskirin. Di 31 saliya xwe de bavê sê zarokan bû. Di 24’ê nîsana 1915’an de li Apartmana Karavela ya li Kolana Pangalti Nalbantê hate binçavkirin. Ew jî di nava koma di 25’ê nîsana 1915’an de sewqî Çankiriyê hatin kirin de hebû. Bi hinceta ku dê bibin cem rewşenbîrên ermen ên girtî, di 26’ê tebaxa 1915’an de li gel 4 hevalên xwe yên din, di bin çavdêriya cendirme û polîsan de ber bi Çankiriyê ve ketin rê. Ji tecrûbeyên xwe yên berê dizanî ku ev rêwîtî, rêwîtiya mirinê ye. Lewma yên çûyîn ji yên mayîn re gotin; ‘Ji yên mayîn re bibêjin em diçinb mirinê, bila li êtîmên me baş binêrin.’ Konvoy, nêzî gundê Tuney ê girêdayî Kalecîk a Enqereyê bû û komeke çeteyên bi organîze êrişî wan kir. Lê cendirme û polîsan tenê temaşe kirin. Tanîel Varujan û 4 hevalên xwe bi hovane hatin qetilkirin, cil û bergên wan û pereyên wan hatin dizîn. Her wiha lênûska Varujan a xebatên nû jî pê re bû. Li gel wî, helbestên wî jî tune bûn.” 
 
Di daxuyaniyê de di şexsê Varujan de ji bo hemû kesên hatin windakirin û bûne qurbaniyên cînayetên kiryarnediyar, çalakiya rûniştinê ya bi deqeyan hate lidarxistin. 
 
ÊLIH
 
Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 577’an de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin hav hev. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” hate vekirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îzzet Seven hate pirsîn ku di nîsana sala 1998’an de li Êlihê hatibû windakirin. 
 
Serpêhatiya Seven, ji hêla Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Zekî Tanguner ve hate xwendin. Tanguner, wiha got: “Hevjîna Îzzet Seven, Emîn Seven got; ‘Hevjînê min li Midûriyeta Herêmê ya TUPRAŞ’ê dixebitî, kesekê di halê xwe de bû û diçû kar û piştre dihat malê. Tu fêhlên wî yên nebaş nebûn. Di nîsana 1998’an de di wextê êvarê de nimêja xwe kir û piştre ji malê derket. Me dizanî ku diçû kar. Lê heta serê sibehê nehat malê. Li ser vê yekê me jî pirsa wî ji hevalên wî û kargeha wî kir. Gotin ku nehatiye kar. Me agahî da xizmên xwe. Lê kesekî nedîtibû. Di salên 90’î de li Êlihê her roj li kolanan mirov dihatin înfazkirin û revandin. Me bi awayekî nivîskî serî li cihên pêwîst da. Îfadeyên me girtin. Rayedarên emniyetê got ku hevjînê min li cem wan nîne. Gotin; ‘dibe ku rêxistina Hîzbûllahê ew revandibe.’ Mala min xera bûbû, zarokên min êtim mabûn. Bi ser re gelek sal derbsa bûn û ez her roj giriyam. Lê tu kes û tu sazî ji derdê me re nebûn çare. Heta ku Komeleya Mafên Mirovan çalakiya ‘Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin’ daye destpêkirin. Ev çalakî bo me bû cihê hêviyê Me got belkî kesekê xwedî wijdan derkeve û agahiyekê bide. Me ev hêviya xwe hêj jî winda nekiriye.’”
 
Daxuyanî, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 

Sernavên din

22/04/2023
19:54 Li Bazarcixê du kesê din jî jiyana xwe ji dest dan
18:32 Partiya Çepên Kesk li Bûrsa û Tekîrdagê bi gel re civiya
18:16 Dewleta tirk Amediyê bombebaran kir
18:08 Li Dêrsim û Tetwanê buroyên hilbijartinê yên jinan hatin vekirin
17:08 Li Cizîrê jin vexwendin mitîngê
17:04 Partiya Çepên Kesk gund bi gund xebatên hilbijartinê dike
16:51 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê cejna mexdûrên erdhejê pîroz kir
16:31 ÎHD: Em ê li hemberî bêhiqûqiyan serî netewînin
16:27 Tedawiya girtiyê nexweş Kavak tê astengkirin
15:44 Partiyên muxalîf bi boneya cejnê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
14:54 Nameya girtiya nexweş: Êdî taqeta min nema ye
14:44 Şaredarê AKP’î ji mexdûrê erdhejê re got: Wê demê di bin konan de nemîne
14:35 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk çalakî li dar xist: Ciwan, dînamîka sedsala nû ne
14:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan pirsîn
13:13 Li Newala Hespistê liv û tevgera hewayî
13:06 Li Qilebanê rewdegurê 30 bizin mirar kir
13:02 Partiyên muxalefetê bi boneya cejnê çûn serdana HDP’ê
13:01 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 17 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Bila dilên me di rêya edaletê de bibin yek
12:40 Pirtûka ‘Xweşikiyên Bihûştê li Dojehê Tên Afirandin’ gihişt ber destê xwîneran
11:36 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 783’yan
11:31 Xebatên ji bo dîtina 3 ciwanên ketine Çemê Munzurê berdewam in
09:59 Nivîskar Namazie: Dawiya rejîma Îranê êdî nêz bûye
09:59 Dê hesaba lawê xwe yê hate qetilkirin li Meclisê bipirse
09:13 Ji têkoşîna kedê heta namzetiya wekîltiyê: Dê bibe xelasiya civakê
09:12 Namzet û rojnameger Dogan ala bavê xwe dewr girt: Hêvî dikim ku layiqî tekoşîna wî bibim
09:07 Hatîmogûllari: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan be
09:03 Yagiz: Bi êrişên li Başûr re dixwazin kurdên welatparêz tune bikin
09:00 Li Geliyê Botanê xemla biharê
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2023'YAN
21/04/2023
21:36 Sancar li Erzînê ye: Hatay ji 14’ê Gulanê re amade ye
21:04 Sirri Sureya Onder: Ev hilbijartina hebûn û tunebûne ye
20:13 Li Semsûrê li dijî Kiliçdaroglû provokasyon
20:01 Li Agiriyê jinek hate qetilkirin
19:54 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Ûçar li Stenbolê ye: Ew dê biçin em ê serbikevin
18:21 Li Sûdanê di cejnê de jî şer didome: Herî kêm 330 kes mirin
18:07 KNK: Roja Rojnamevaniya Kurdî li hemû rojnamevanên têkoşer pîroz be
17:53 Sancar ê li Hatayê axivî: Armanca me ew e ku em vê desthilata mirinê bişînin
17:19 Wesayîta ku 3 kes tê de bûn kete Çemê Mûnzûr
17:10 Partiya Çepên Kesk bêrawestan xebatên xwe didomîne
16:28 Bayindir: Em ê hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin
15:51 Li Samandagê hevdîtina bi gel re: Dê piştî 14’ê Gulanê ji bo me bibe cejn
14:57 Malbata Şenyaşar cejn li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
14:55 Bi boneya Cejna Remezanê goristan hatin ziyaretkirin
13:19 Sancar: Em ê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin
12:36 Parastina Bajar a Amedê bi boneya cejnê çû serdana Partiya Çepên Kesk
12:13 Gorên berxwedêrên 'Jin, jiyan, azadî' bi girseyî hatin ziyaretkirin
11:52 Mutalaaya Doza Kobanê: Dadgehê ji bo hilbijartinê tişta jê dihat xwestin kir
11:08 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Îro bi milyonan kes alaya têkoşînê li ba dikin
10:44 Konukçu: Jin bêalternatîf nînin
10:39 Delîl tune ye, lê sûcdar e!
10:19 Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê: Em ê herî kêm 2 wekîlan derxînin
09:53 Dê li bajarê ku bi darê zorê jê hatibû koçberkirin bibe parlamenter
09:19 'Semsûrî êdî guherînê dixwazin'
09:09 Banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt: Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne
09:06 Partiya Çepên Kesk dê li Stenbolê bi 68 hezar û 500 kesî sindoqan biparêze
09:04 ‘Em ê bibin deng û wijdanê yên vederkirî'
09:03 Namzetê Agiriyê Heval Bozdag: Li dijî xespkirina mafê tenduristiyê Partiya Çepên Kesk
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2023'YAN
20/04/2023
21:07 Li Bazarcixê bahoz rabû: 2 kes mirin, 150 kes birîndar bûn
20:31 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî
18:23 Ji HDP û MEBYA-DER'ê serdana goristanan
17:10 Xebatên Partiya Çepên Kesk didomin: Me soz da em ê yek zilamî bişînin
16:56 Malbata Şenyaşar: Di 14’ê Gulanê de dê azadî û edalet were
16:55 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Karê îktîdarê dizî ye lewma divê em sindoqan baş biparêzin
16:31 Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn
15:51 Li Amedê serdana goristanê hat kirin
15:38 Xelkê Amedê: Em ê cejna li pêşiya me bê Tayyîp derbas bikin
15:29 HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da
14:54 ÎHD: Îşkence li 52 girtiyan hatiye kirin û berdana 32 girtiyan hat astengkirin
14:38 Waniyên ku nekarîn danûstandina cejnê bikin: Em ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin
14:34 Bi boneya cejnê serdana gora Denîz Poyraz kirin
13:57 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê çû serdana goristanan
13:43 Di erefeya cejnê de Semsûr: Qêrîn û hawar
13:31 Ferît Şenyaşar: Îktîdara ku vê zilmê dike li ber têkçûnê ye
13:30 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kirin
13:16 Li Sîteya Pîşesaziyê ya Mêrsînê şewat derket: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:40 Ji HDP’ê û Partiya Çepên Kesk peyama cejnê: Em dikarin 14’ê Gulanê veguherînin cejna duyemîn
12:38 Wezaretê ji bo Abdullah Ocalan bersiv da AYM’ê: Ji ber sedemên ne bi destê me
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan bi boneya cejnê serlêdan kirin
11:47 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin: Lêgerîna Erdogan li Amedê pûç derket
11:29 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî bi sedyeyê ve tên kelemçekirin
10:47 Ji elewiyan bang: Em tevek di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de bibin yek
10:23 Çîçek Otlû: Em ê têkoşîna li kolanan bibin Meclisê
09:53 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Wanê Sayyîgît: Em ê her 8 parlamenteran jî bi dest bixin
09:39 ÎHD ji bo ewlehiya hilbijartinê dê serî li YSK'ê bide
09:15 'Ji bo dawî li vê hepsîbûnê bê em ê biçin ser sindoqan'
09:07 Namzetên Îdirê: Werin em di bin banê Partiya Çepên Kesk de bibin yek
09:03 KCK’ê li dijî provokasyonan hişyarî da
09:02 Hevseroka Komeleya Birca Belek: Em nehêlin berhemên me wekî yên xwe nîşan bidin
09:02 Namzetê Semsûrê Kenanoglû: Li herêma erdhejê a girîng ewlehiya sindoqan e
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2023'YAN
19/04/2023
23:42 Sancar: Armanca me, em di parlamentoyê de bibin hêza diyarker
23:11 Awayê dawî yê pûsûleyên dengan diyar bû
23:03 Turelî li warê xwe hat veşartin
22:47 Xebatên ji bo meşa jinan didomin
22:36 Li Bazîdê namzet bi meşaleyan hatin pêşwazîkirin
22:25 KESK bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
21:35 'Ji ber ku Tirkiye tazmînat nedaye Iraqê îxracata petrolê hatiye sekinandin'
21:03 Li Şehbayê Çarşema Sor hat pîrozkirin