Hasan Cemal: Heta Erdogan neçe wê rêya çareseriya pirsgirêka kurd jî venebe

img

STENBOL - Rojnamevan Hasan Cemal ê ku li dijî çaresernebûna pirsgirêka kurd bi gotina “Min destê xwe xiste bin berpirsyariyê” ji Partiya Çepên Kesk bû namzetê parlamenteriyê got: "Heta em ji Erdogan xelas nebin wê rêya vê çareseriyê neyê vekirin.” 

 
 
Rojnamevan Hasan Cemal dabû zanîn ku ew dawî li serûvena xwe ya rojnamevaniyê ya 54 salan dawî tîne û dest bi siyasetê dike. 
 
Hasan Cemal di sala 1944’an de li Stenbolê hatiye dine û piştî di sala 1965’an de ji Fakûlteya Zanyariyên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê mezûn dibe, di sala 1969’an de serpêhatiya wî ya rojnamevaniyê dest pê kir. 
 
Cemal ê ku ji sala 2013’an vir ve li T24’ê nivîsandin û rojnamevaniya xwe didomîne, ji bo Heyama 28’emîn a Meclisê di Partiya Çepên Kesk de bû namzetê parlamenteriyê yê Stenbolê. 
 
Cemal dibêje ku bi salane ew li pey pirsgirêka kurd ka dê çawa bê çareserkirin. Cemal ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd îşaretî diyalog û muzakereyan dike. 
 
 
‘JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD MIN HDP’Ê TERCÎH KIR’
 
Cemal diyar kir ku wî dest ji raboriya xwe ya 54 salan bernedaye û di nava van 54 salan de tiştên wî dîtiye û hatine serê wî kaş kiriye nav siyasetê. Cemal anî ziman ku ji bo ew dikaribe di çareseriya pirsgirêka kurd de tiştekî bike gav avêtiye nava qada siyasetê û ji ber ku tevgera siyasî ya ku êş û azara gelê kurd dikişîne û wek partiya kurdan tê zanîn lewma jî HDP’ê tercîh kiriye.
 
‘ERDOGAN PEHÎNÊ LI MASEYÊ XIST’ 
 
Cemal bal kişand ser pirsgirêka kurd ku sedsale nehatiye çareserkirin û wiha got: “Ji avabûna Komara Tirkiyeyê heta niha dewletek, dewleta unîter, netewebûn heye... Di vê pêvajoyê de nasnameya kurd û zimanê kurdî hatin înkarkirin û paşguhkirin. Vê yekê bingeha pirsgirêka kurd ava kir. Lê bi demê re vê xitimandinê li Tirkiyeyê rê li ber çiyayekî vekir. Êşa ku dest pê kir mirov, hikûmet û siyasetmedar dîsa li ser vê pirsgirêkê bifikire. Tiştê ku berê nedihat nivîsandin dest bi nivîsandinê kir. Demekê me nikarîbû peyva kurd bilêv bikira, me nedikarî pirsgirêka kurd bigota, ev hemû babetên qedexe bûn. Lê di encamê de dest bi serketinê kirin. Û di dawiyê de ya ku em jê re dibêjin çareseriya pirsgirêka kurd derket pêş. Erdogan ji destpêka salên 2000’î ve derket ser dikê. Axaftina Erdogan a sala 2005’an a li Amedê heye ku digo ‘em ê pirsgirêka kurd ji bin siya leşkeriyê û çekan derxin’. Digot, ‘Pirsgirêka kurd heye, xeletiyên dewletê jî hene’, ev gelekî girîng bû.
 
Ev yekemîn helwesta siyasî ya serokwezîrekî Tirkiyê ye ku nûnerê xwe yê siyasî dişîne Osloyê ji bo hevdîtinan, li gel Qendîlê û nûnerên PKK’ê. Hakan Fîdan Musteşarê MÎT’ê yê îro şandibû. Ev hemû geşedanên erênî bûn. Piştre pêvajoya siyasî dest pê kir. Paşê Erdogan heta dawiyê nebir, pehîna xwe li maseyê xist. Niha Erdogan û partiya xwe li ber çavê kurdan baweriya xwe winda kirine. Kurd êdî jê bawer nakin. Çimkî carek din pirsgirêka kurd xistin nava şer.
 
‘ERDOGAN NE JIDIL E’ 
 
Cemal li ser jidilbûna Erdogan rawestiya û got: “Wê demê jidil bû? Na, ew ne jidil bû, rojeva wî ya veşartî heye, ez nikarim bibêjim sextekarî dike. Konjonktûra siyasî ya wê demê hişt ku wisa bifikire. Lê ew ji bo wê ne amade bû. Nizanibû pirsgirêka kurd çi ye. Pirsigrêka kurd di dilê xwe de hîs nedikir, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tiştek nedizanî. Çareseriya pirsgirêka kurd tenê bi efû û daketina ji çiyê ve girê dabû. Ev bi tu awayî têr nake. Siyaseta înkarê piştî demekê dîsa bi Erdogan re dewam kir.
 
‘ÊDÎ KES JI ERDOGAN BAWER NAKE’ 
 
Cemal bal kişand ser fen û fûtên Erdogan û wiha axivî: “Wî ev pirsgirêk tenê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî kir amûr. Difikirî ku ew ê îdia bike ku vê pirsgirêkê çareser bike û dengan bigire. Lê gava dît ku dest bi windakirina dengan dike, dev jê berda. Wî her tişt bi hesabê dengdanê ve girêda. Va ez dibêjim û li aliyekî binivîsine; heta ji Erdogan xilasî çênebe wê rêya çareseriyê nayê vekirin. Ji bo ku di hilbijartinê de bi ser bikeve jî Erdogan bibêje ‘Em îro dîsa pêvajoya çareseriyê didin destpêkirin’ jî wê baweriya tu kesî pê neyê û êdî bi tu awayî nikare kesekî qanih bike.
 
Ez dixwazim vê jî bêjim; pirsgirêka kurd dikare bi rêya lihevkirinekê bê çareserkirin. Ev bi rêya muzakere û diyalogan mimkûn e. Wek din jî tu çareyek din nîne. 
 
Heta ku çareseriya pirsgirêka kurd pêk neyê wê li Tirkiyeyê ne demokrasî pêk were û ne jî wê azadî, hiqûqî û edalet pêk were. 
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

26/04/2023
09:32 Şevîn Coşkûn: Em ê li Balikesîrê dîrokê binivîsin
09:21 'Li Hatayê ji bo jinûveavakirina jiyanê Partiya Çepên Kesk'
09:21 Jinên Botanê li qadê qîrîyan: Hêvî Ocalan e
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:56 Diya Agît Îpek, Halîse Aksoy jî hat binçavkirin
25/04/2023
22:20 'Çavên girtiyên azadiyê li me û hilbijartinê ye'
20:59 Li Meletiyê avahiyeke 6 qatî hilweşiya
20:41 Serdanên Partiya Çepên Kesk didomin
20:22 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin serdana DFG'ê kir
19:33 Polîsan avêt ser Piyayê: Hemû amûrên dîjîtal hatin desteserkirin
19:19 'Em ê tifaqa zilmê di sindoqan de têk bibin'
18:44 Mitînga Çewligê: Di 14'ê Gulanê de em ê bi hev re bi ser bikevin
18:14 'Desthilat wê bi van êrişên xwe têk biçe'
17:11 Îdianameya ku amade kiribû jî desteser kir!
16:32 Buldan: Ev operasyoneke kompasê ye
16:17 Demîrtaş: Soylu, hejmareke ji girseya mitînga xwe zêdetir daye binçavkirin
16:11 Binçavkirin hatin protestokirin: Demildest serbest berdin
15:44 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Em ê vê rejîma faşîzmê bi hev re têk bibin
15:40 Partiya Çepên Kesk li Xarpêtê ye: Ev gel dê windakirinê bi we bide tahmijandin
14:49 Li Kobanê li dijî wesayîtekê êriş hate kirin
14:45 Bertekên li dijî binçavkirinan: Em ê dev ji têkoşînê bernedin
13:50 Egîtîm Sen: Em ê dengê xwe ji bo perwerdeya azad û bi zimanê dayikê bidin
13:21 Li Amedê binçavkirin hatin şermezarkirin: Qethiyen em ê paş de gav neavêjin
12:53 Lêgerîna li Şaxa OHD’a Amedê bi dawî bû: 25 parêzer di bin çavan de ne
12:44 Navên 77 binçavkiriyan eşkere bûn
12:38 Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirinan da: Hewldanên îktîdarê yên dawî ne
12:26 DFG’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn nikarin me bêdeng bikin!
12:25 ESP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê li dijî faşîzmê yekgirtina xwe geştir bikin
12:25 Li Çewligê bi hezaran kes kom bûn: Îmrali azad bibe dê gel jî azad bibin
12:06 Bi ser komeleyên çandê de hate girtin: Hunermend hatin binçavkirin
11:41 10 rojnameger hatin binçavkirin
11:31 Kelman: Ji komployê wêdetir ‘holdînga cîhanî’ Abdullah Ocalan da girtin
11:06 HDP: Ev operasyon ji bo dizîna sindoqan û îradeya gel hatiye kirin
10:46 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:43 Serokê Baroya Amedê Eren: Wisa xuyaye ku operasyon ji bo çavtirsandina hilbijêrên kurd hatiye kirin
10:28 Xelkê Semsûrê dê li ser pirsgirêkên xwe biaxive
10:14 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Em li Mûglayê nêzikî bijartina parlamenterekî ne
10:05 Ji bo 1’ê Gulanê bang: Em ê guherînê li qadan bidin destpêkirin
09:29 ‘Girtiyên berdana wan tê astengkirin wekî rehîne tên girtin'
09:03 Hingivê wan ji ber enflasyona zêde di dest wan de ma
09:02 Ciwanên hatayî: Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
09:02 Banga ji bo beşdariya li hevdîtina gel a Meletiyê
09:02 Konteyner tenê ji bo bazirganiyê hene!
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:07 Li Sûdanê ji bo 72 saetan biryara agirbestê hate ragihandin
07:17 Li dijî rojnameger, siyasetmedar û hunermendan operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
24/04/2023
22:49 Ji ciwanên Amedê xebata ji bo hilbijartinê
20:54 Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: 2 zarok hatin qetilkirin
20:06 Li Sêrtê hevdîtina jinan: Em ê vê pergalê hilweşînin
16:58 Li çar aliyan xebatên hilbijartinê: Em ê vê pergala zordar bişînin
15:51 Walîtiyê panela ku Umît Ozdag hedef nîşan da qedexe kir
14:56 Hişyariyan li ber çavan negirtin: Konbajar hat rakirin
14:52 Keskîn: Qirkirinê nas bike, lêborînê bixwaze, tezmîn bike
14:51 Li Silopiyayê mîtînga jinê: Em ê siyaseta jinê pêş bixin
14:31 Kiliçdaroglû: Em ê li her derê edaletê bicih bikin
14:17 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê serdanên xwe didomîne
13:22 Namzetên jin ên Xarpêtê banga beşdariya mitîngê kirin
13:12 Ji Colemêrgê peyam: Bêguman rewşa me biqûdret e
12:48 Li Elkê bertek nîşanî pîrozbahiya 23’yê Nîsanê ya bi wesayîtên zirxî hate dayîn
12:48 Li Hezexê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn
12:29 AGÎT’ê ji bo hilbijartinê daxwaza çavdêran kir
12:28 Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îran dê sibê bicivin
12:17 Rojnamevan negirtin danişîna doza rojnamevan Şahînlî
12:00 Ji Hunergeha Welat stran û klîbek nû: Li Herî Jorê
11:38 Li Sûdanê di pevçûnan de 264 kesan jiyana xwe ji dest da
11:08 HDP’ê ji bo 24’ê Nîsanê daxuyanî da: Hevrûbûn gava ewil a avakirina aştiya civakî ye
10:40 Hasan Cemal: Heta Erdogan neçe wê rêya çareseriya pirsgirêka kurd jî venebe
10:16 'Karker û kedkar wê tesîrê li ser hilbijartinê bikin’
10:15 ‘Vaye hat, wê bê Partiya Çepên Kesk
09:08 Parêzer Donmez: Li Îzmîrê dê dengekî gelê me jî berhewa nebe
09:06 Bedlîsî: Em ê encameke baş bi dest bixin
09:05 Bû sedema mirina karkerekî, lê qeyûm nahêle der barê wî de doz bê vekirin
09:04 Rojnameger Koyluoglû: Suîqastên li Başûr ji aliyê MÎT-Parastin-Hîzbullahê ve pêk tên
09:02 Li Meletiyê xetereya molozan a li ser tenduristî û xwezayê berdewam dike
09:01 Namzetê Partiya Çepên Kesk Osal: Gel xilasiyê di Partiya Çepên Kesk de dibîne
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2023'YAN
23/04/2023
18:18 Partiya Çepên Kesk çû şîna kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane
16:54 Buroyên hilbijartinê hatin vekirin û meşên girseyî hatin lidarxistin
16:15 ‘Em bi xwe bawer ber bi edaletê ve dimeşin’
15:53 Di du rojan de 52 caran êriş pêk hatin
15:08 Bûldan: Tekane navnîşana me Partiya Çepên Kesk e
14:14 Bi wesayîtên Şaredariya Rezanê alên AKP’ê tên daliqandin
14:13 Li Kadikoyê forûma ciwanan: Divê em atmosfera nefretê ji holê rakin
11:25 Ji bo Şehba û Helebê bang li NY'yê hat kirin
11:23 Li Hemayê di mehekê de 54 kes hatin kuştin
11:22 Ciwanên li Dîlokê bi biryar in: Wê bibe hilbijartina dawî ya AKP’ê
10:47 Mitînga Partiya Çepên Kesk a li Colemêrgê sibê ye
10:15 AKP bi qoliyên alîkariyê yên AFAD’ê propagandaya hilbijartinê dike
10:04 Êrişên kîmyewî jî encam bi dest nexist
10:03 Divê ji bo tenduristiya civakê û aştiyê tecrîd bê rakirin
09:06 Jin xwe ji bo mîtînga mezin a li Botanê amade dikin
09:05 Riha xwe ji hilbijartinê re amade dike: Em edaletê dixwazin
09:04 Namzetê Colemêrgê Duşunmez: Em ê li bajêr rekora dengan bişikînin
09:04 Namzetê Partiya Çepên Kesk Kabaîş: Em ê nehêlin ku Edene bibe cihê çopê Ewropayê
09:02 Îrmez: Em ê di 15'ê Gulanê de du cejnan bi hev re pîroz bikin
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2023’YAN
08:45 Li Alanyayê êrişî otobûsa Êlihê kirin: 3 kes birîndar bûn
22/04/2023
21:46 Li Esenyûrtê vekirina buroyê veguherî mitîngê: Em dengan di Partiya Çepên Kesk de bikin yek
20:56 Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçûk hate berdan
20:39 Di bin çavan de heqaret û îşkence li Dayikên Şemiyê kirine