Binçavkirin hatin protestokirin: Demildest serbest berdin

  • rojane
  • 16:11 25 Nîsan 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama operasyona binçavkirinê ya navenda wê Amedê de 25 parêzer jî di nav de zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin. Binçavkirin, li pêşiya edliyeyên Amed û Stenbolê hatin protestokirin. 

 
Endamên Baroya Amedê têkildarî binçavkirina zêdetirî 100 rojnameger, siyasetmedar, parêzer û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî da.  Şaxa Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyiyeyê (TÎHV), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), rêxistinên navend û navçeyan ên Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), gelek parêzer û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn. Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr daxuyanî xwend û xwest ku tavilê dawî li binçavkirinên derhiqûqî were anîn. 
 
Ozdemîr, diyar kir ku heta niha 25 parêzer hatine girtin û wiha got: “Ji endamên Baroya Mêrdînê 3, ji Baroya Êlihê 2, ji Baroya Rihayê 1 û ji Baroya Amedê jî 19 parêzer hatin binçavkirin. Li gel wan, her wiha gelek rojnameger, hunermend û parastvanên mafan di encama serdegirtinên malan de hatin binbçavkirin. Her wiha bi ser Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê de hate girtin û lêgerîn hate kirin. Heke bangî hempîşeyên me jî bihata kirin dê biçûna îfadeyên xwe dabûna. Lê belê bi awayekî derhiqûqî bi ser malên wan de hate girtin. Ev bêhiqûqî, bi biryara nepeniya li ser dosyayê û qedexekirina hevdîtina parêzeran a ji bo 24 saetan jî hate domandin.”
 
‘EM BI DESTÊ DARAZÊ HEDEF TÊN GIRTIN’
 
Di berdewamê de Ozdemîr ev tişt anî ziman: “Mafên bingehîn û azadî li Tirkiyeyê bi awayekî keyfî tên binpêkirin; di serî de parêzer, parastvanên mafên mirovan, rojnameger û hunermend bi destê darazê hedef tên nîşandan û gefa cezakirinê lê tê xwarin. Tê dîtin ku tevdîrên parastinê yên weke girtin û binçavkirinê bi aayekî nekêr û bêperwa tên bikaranîn. Li bûroyên parêzeran, dosyayên darizandinê yên xebatên pîşeyî weke delîlên sûc hatine desteserkirin û peywira parastinê weke mijara sûc hatine nîşandan. Ji demên berê heta niha her tim li Tirkiyeyê fikara ‘hilbijartin li gorî rêgeza demokratîk, adilane û dirûst nayên kirin’ hebû. Bi van binçavkirinan em dibînin ku têkildarî ewlehiya hilbijartinê dixwazin bi tefa dadrazê rêxistinên civaka sivîl û parastvanên mafan bêzar bikin. Em, krîmînalîzekirina rêxistinên civaka sivîl, parastvanên mafan û pîşeya parêzvaniyê bi tu awayî qebûl nakin. Divê hempîşeyên me, rojnameger û parastvanên mafan ên bi awayekî derhiqûqî hatin binçavkirin, tavilê werin berdan.” 
 
ÊLIH 
 
Şaxa OHD’a Êlihê jî têkildarî mijarê li avahiya komeleyê daxuyanî da û bertek nîşan da. Endamê MYK’a OHD’ê Mehmet Aykut di daxuyaniyê de axivî. Aykut, bal kişand ser berfirehiya operasyonê û wiha got: “Pêvajoya derhiqûqî ya bi serdegirtina malan û binçavkirinê domiya, bi biryara nepeniya li ser dosyayê û qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re a ji bo 24 saetan hate domandin. Bi qasî ku em li ser çapemeniyê hîn bûn; li gel endamên komeleya me, her wiha kedkarên çapemeniya kurd, siyasetmedar û hunermend jî hatine binçavkirin. Her ku 14’ê Gulanê nêz dibe, rejîm jî bêhtir bi hilweşîna xwe rû bi rû dimîne û hewl dide zextên xwe zêdetir bike. Tacîza xwe ya darazê ku li dijî tevahiya civak û derdorên muxalîf didomîne; li ser kedkarên çapemeniyê yên heqîqetê derdixin holê û siyasetmedaran didomîne.” 
 
Di berdewamê de Aykut ev tişt anî ziman: “Weke Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê em ê krîmînalîzekirina parastvanên mafan û parastinê qebûl nekin û nehêlin ku pîşeya parêzvaniyê were darizandin. Em ê darizandina parastinê qebûl nekin. Ev hewldan, hewldanên dawî yên îktîdara siyasî ne û em li vir careke din dibêjin ku dê bi tu awayî serî li ber van zextan netewînin û dê bi tu awayî dev ji têkoşîna xwe bernedin.”
 
STENBOL
 
Şaxa OHD’a Stenbolê jî bi heman boneyê li pêşiya Edliyeya Stenbolê daxuyanî da. Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak, Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, namzeta Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Ozgul Sakî û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmên “OHD bêdeng nema dê bêdeng nebe” û “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de ji ewil parêzer Nagehan Avçîl axivî.
 
HEWLDANÊN DAWÎ YÊN ÎKTÎDARÊ NE
 
Avçîl, da zanîn ku binçavkirin bi awayekî derhiqûqî hatine kirin û ev tişt anî ziman: “Her ku 14’ê Gulanê nêz dibe, rejîm jî bêhtir bi hilweşîna xwe rû bi rû dimîne û hewl dide zextên xwe zêdetir bike. Tacîza xwe ya darazê ku li dijî tevahiya civak û derdorên muxalîf didomîne; li ser kedkarên çapemeniyê yên heqîqetê derdixin holê û siyasetmedaran didomîne. Em ê krîmînalîzekirina parastvanên mafan û parastinê qebûl nekin û nehêlin ku pîşeya parêzvaniyê were darizandin. Em ê darizandina parastinê qebûl nekin. Ev hewldan, hewldanên dawî yên îktîdara siyasî ne û em li vir careke din dibêjin ku dê bi tu awayî serî li ber van zextan netewînin û dê bi tu awayî dev ji têkoşîna xwe bernedin.”
 
PAŞVEGAVAVÊTIN TUNE YE! 
 
Piştre jî Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak axivî û ev tişt anî ziman: “Divê ev binçavkirin ji hêla siyasî ve bên nirxandin. Em weke binçavkirinên asayî lê nanihêrin. Hemû kesên li Tirkiyeyê têkoşîna hiqûqê û mafên mirovan didin rastî binçavkirinan tên. Ez dixwazim bibêjim ku em ê ji têkoşîna xwe ya mafên mirovan bi tu awayî paşvegavê neavêjin.”
 
‘TU KES NIKARE XWE LI BER BIGIRE’
 
Di daxuyaniyê de her wiha parêzer Kemal Aytaç, li ser navê ÇHD’ê Guçlu Sevîm, namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Ozgul Sakî, nûçegihana JINNEWS’ê Marta Somek û Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîr jî axivîn. Di axaftinan de hat gotin ku îktîdar bi van hewldanên xwe hewl dide aloziyê derxîne, pêşî il ber têkoşîna gel bigire, dengê heqîqetê qut bike û rejîma xwe bidomîne. Di axaftinan de banga mezinkirina têkoşînê hate kirin. 
 

Sernavên din

26/04/2023
09:32 Şevîn Coşkûn: Em ê li Balikesîrê dîrokê binivîsin
09:21 'Li Hatayê ji bo jinûveavakirina jiyanê Partiya Çepên Kesk'
09:21 Jinên Botanê li qadê qîrîyan: Hêvî Ocalan e
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:56 Diya Agît Îpek, Halîse Aksoy jî hat binçavkirin
25/04/2023
22:20 'Çavên girtiyên azadiyê li me û hilbijartinê ye'
20:59 Li Meletiyê avahiyeke 6 qatî hilweşiya
20:41 Serdanên Partiya Çepên Kesk didomin
20:22 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Akin serdana DFG'ê kir
19:33 Polîsan avêt ser Piyayê: Hemû amûrên dîjîtal hatin desteserkirin
19:19 'Em ê tifaqa zilmê di sindoqan de têk bibin'
18:44 Mitînga Çewligê: Di 14'ê Gulanê de em ê bi hev re bi ser bikevin
18:14 'Desthilat wê bi van êrişên xwe têk biçe'
17:11 Îdianameya ku amade kiribû jî desteser kir!
16:32 Buldan: Ev operasyoneke kompasê ye
16:17 Demîrtaş: Soylu, hejmareke ji girseya mitînga xwe zêdetir daye binçavkirin
16:11 Binçavkirin hatin protestokirin: Demildest serbest berdin
15:44 Li Îdirê xebatên hilbijartinê: Em ê vê rejîma faşîzmê bi hev re têk bibin
15:40 Partiya Çepên Kesk li Xarpêtê ye: Ev gel dê windakirinê bi we bide tahmijandin
14:49 Li Kobanê li dijî wesayîtekê êriş hate kirin
14:45 Bertekên li dijî binçavkirinan: Em ê dev ji têkoşînê bernedin
13:50 Egîtîm Sen: Em ê dengê xwe ji bo perwerdeya azad û bi zimanê dayikê bidin
13:21 Li Amedê binçavkirin hatin şermezarkirin: Qethiyen em ê paş de gav neavêjin
12:53 Lêgerîna li Şaxa OHD’a Amedê bi dawî bû: 25 parêzer di bin çavan de ne
12:44 Navên 77 binçavkiriyan eşkere bûn
12:38 Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirinan da: Hewldanên îktîdarê yên dawî ne
12:26 DFG’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn nikarin me bêdeng bikin!
12:25 ESP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê li dijî faşîzmê yekgirtina xwe geştir bikin
12:25 Li Çewligê bi hezaran kes kom bûn: Îmrali azad bibe dê gel jî azad bibin
12:06 Bi ser komeleyên çandê de hate girtin: Hunermend hatin binçavkirin
11:41 10 rojnameger hatin binçavkirin
11:31 Kelman: Ji komployê wêdetir ‘holdînga cîhanî’ Abdullah Ocalan da girtin
11:06 HDP: Ev operasyon ji bo dizîna sindoqan û îradeya gel hatiye kirin
10:46 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:43 Serokê Baroya Amedê Eren: Wisa xuyaye ku operasyon ji bo çavtirsandina hilbijêrên kurd hatiye kirin
10:28 Xelkê Semsûrê dê li ser pirsgirêkên xwe biaxive
10:14 Namzetê Partiya Çepên Kesk: Em li Mûglayê nêzikî bijartina parlamenterekî ne
10:05 Ji bo 1’ê Gulanê bang: Em ê guherînê li qadan bidin destpêkirin
09:29 ‘Girtiyên berdana wan tê astengkirin wekî rehîne tên girtin'
09:03 Hingivê wan ji ber enflasyona zêde di dest wan de ma
09:02 Ciwanên hatayî: Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk
09:02 Banga ji bo beşdariya li hevdîtina gel a Meletiyê
09:02 Konteyner tenê ji bo bazirganiyê hene!
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:07 Li Sûdanê ji bo 72 saetan biryara agirbestê hate ragihandin
07:17 Li dijî rojnameger, siyasetmedar û hunermendan operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
24/04/2023
22:49 Ji ciwanên Amedê xebata ji bo hilbijartinê
20:54 Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: 2 zarok hatin qetilkirin
20:06 Li Sêrtê hevdîtina jinan: Em ê vê pergalê hilweşînin
16:58 Li çar aliyan xebatên hilbijartinê: Em ê vê pergala zordar bişînin
15:51 Walîtiyê panela ku Umît Ozdag hedef nîşan da qedexe kir
14:56 Hişyariyan li ber çavan negirtin: Konbajar hat rakirin
14:52 Keskîn: Qirkirinê nas bike, lêborînê bixwaze, tezmîn bike
14:51 Li Silopiyayê mîtînga jinê: Em ê siyaseta jinê pêş bixin
14:31 Kiliçdaroglû: Em ê li her derê edaletê bicih bikin
14:17 Partiya Çepên Kesk li Semsûrê serdanên xwe didomîne
13:22 Namzetên jin ên Xarpêtê banga beşdariya mitîngê kirin
13:12 Ji Colemêrgê peyam: Bêguman rewşa me biqûdret e
12:48 Li Elkê bertek nîşanî pîrozbahiya 23’yê Nîsanê ya bi wesayîtên zirxî hate dayîn
12:48 Li Hezexê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn
12:29 AGÎT’ê ji bo hilbijartinê daxwaza çavdêran kir
12:28 Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îran dê sibê bicivin
12:17 Rojnamevan negirtin danişîna doza rojnamevan Şahînlî
12:00 Ji Hunergeha Welat stran û klîbek nû: Li Herî Jorê
11:38 Li Sûdanê di pevçûnan de 264 kesan jiyana xwe ji dest da
11:08 HDP’ê ji bo 24’ê Nîsanê daxuyanî da: Hevrûbûn gava ewil a avakirina aştiya civakî ye
10:40 Hasan Cemal: Heta Erdogan neçe wê rêya çareseriya pirsgirêka kurd jî venebe
10:16 'Karker û kedkar wê tesîrê li ser hilbijartinê bikin’
10:15 ‘Vaye hat, wê bê Partiya Çepên Kesk
09:08 Parêzer Donmez: Li Îzmîrê dê dengekî gelê me jî berhewa nebe
09:06 Bedlîsî: Em ê encameke baş bi dest bixin
09:05 Bû sedema mirina karkerekî, lê qeyûm nahêle der barê wî de doz bê vekirin
09:04 Rojnameger Koyluoglû: Suîqastên li Başûr ji aliyê MÎT-Parastin-Hîzbullahê ve pêk tên
09:02 Li Meletiyê xetereya molozan a li ser tenduristî û xwezayê berdewam dike
09:01 Namzetê Partiya Çepên Kesk Osal: Gel xilasiyê di Partiya Çepên Kesk de dibîne
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2023'YAN
23/04/2023
18:18 Partiya Çepên Kesk çû şîna kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane
16:54 Buroyên hilbijartinê hatin vekirin û meşên girseyî hatin lidarxistin
16:15 ‘Em bi xwe bawer ber bi edaletê ve dimeşin’
15:53 Di du rojan de 52 caran êriş pêk hatin
15:08 Bûldan: Tekane navnîşana me Partiya Çepên Kesk e
14:14 Bi wesayîtên Şaredariya Rezanê alên AKP’ê tên daliqandin
14:13 Li Kadikoyê forûma ciwanan: Divê em atmosfera nefretê ji holê rakin
11:25 Ji bo Şehba û Helebê bang li NY'yê hat kirin
11:23 Li Hemayê di mehekê de 54 kes hatin kuştin
11:22 Ciwanên li Dîlokê bi biryar in: Wê bibe hilbijartina dawî ya AKP’ê
10:47 Mitînga Partiya Çepên Kesk a li Colemêrgê sibê ye
10:15 AKP bi qoliyên alîkariyê yên AFAD’ê propagandaya hilbijartinê dike
10:04 Êrişên kîmyewî jî encam bi dest nexist
10:03 Divê ji bo tenduristiya civakê û aştiyê tecrîd bê rakirin
09:06 Jin xwe ji bo mîtînga mezin a li Botanê amade dikin
09:05 Riha xwe ji hilbijartinê re amade dike: Em edaletê dixwazin
09:04 Namzetê Colemêrgê Duşunmez: Em ê li bajêr rekora dengan bişikînin
09:04 Namzetê Partiya Çepên Kesk Kabaîş: Em ê nehêlin ku Edene bibe cihê çopê Ewropayê
09:02 Îrmez: Em ê di 15'ê Gulanê de du cejnan bi hev re pîroz bikin
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2023’YAN
08:45 Li Alanyayê êrişî otobûsa Êlihê kirin: 3 kes birîndar bûn
22/04/2023
21:46 Li Esenyûrtê vekirina buroyê veguherî mitîngê: Em dengan di Partiya Çepên Kesk de bikin yek
20:56 Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçûk hate berdan
20:39 Di bin çavan de heqaret û îşkence li Dayikên Şemiyê kirine