Dengdayîna li Ewropayê sibe dest pê dike: Ewlehiya di asta herî jor de ye

  • rojane
  • 13:53 26 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Sê milyon hilbijêrên li Ewropayê sibe diçin ser sindoqan. Huseyîn Ataş ku di Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyî Welat a Partiya Çepên Kesk de cih digire diyar kir ku şandeya wan amade kiriye dê bi sindoqan re bişînin Tirkiyeyê û ewlehiya sindoqan dê ji hêla vê şandeyê ve bê kirin. 
 
Hilbijêrên li derveyî welat dê sibe ji bo hilbijartinên serokkomariyê û yên giştî yên 14’ê Gulana 2023’yan sibe biçin ser sindoqan. 3 milyon û 286 hezar û 786 hilbijêr li welatên Ewropayê hene û dê 4 hezar û 969 sindoq bên danîn. 
 
Hilbijêr dikarin li nûnertî, konsolosxane, balafirgeh û deriyên gumrikê yên welatan dengê xwe bidin. Dengdayîn dê li gorî saeta Ewropayê saet di 09.00’an de dest pê bike û saet di 21.00’an de jî bi dawî bibe. Her wiha ji bo ku rêjeya tevlibûna hilbijartinan zêde bibe, dê li gelek welatan sindoqên gerok bên danîn. 
 
LI EWROPAYÊ BAWERIYA GUHERÎNÊ
 
Partiya Çepên Kesk ev nêzî 4 meh in xebatên hilbijartinê dike û di çarçoveya ewlehiya sindoqan de jî plan dike ku li ser her sindoqê muşahidekî/ê bi cih bike. Huseyîn Ataş ku di Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyî Welat a Partiya Çepên Kesk de cih digire, bang li hilbijêran kir ku dengê xwe bidin û sindoqan biparêzin. 
 
Ataş, da zanîn ku di xebatên 4 mehan ên li Ewropayê de bi heman atmosfeta “7’ê hezîranê” rast hatine û ev tişt anî ziman: “Dê hilbijêr di vê hilbijartinê de bi xwe re guherîn û veguherînê bînin. Meyla hilbijêran gelemperî li ser Partiya Çepên Kesk e. Hemwelatiyên li Ewropayê dijîn, xwe ji geşedanên li welêt cuda nabînin. Mijara hatin û çûna bi rehetî û aboriya welêt bo wan girîng e. Baweriya wan ew e ku hilbijartin rê li ber guherîn û veguherînê veke. Lewma weke hilbijartineke krîtîk dibînin. Hêviya wan ew e ku rejîma yekzilamî hilweşînin.” 
 
EWLEHIYA SINDOQAN DI LÛTKEYÊ DE YE 
 
Bi domdarî Ataş got ku fikara hilbijêrên li Ewropayê ya herî mezin ewlehiya sindoqan e û wiha pê de çû: “Lewma mijara ewlehiya sindoqan li Ewropayê di rêza ewil de ye. Bi avakirina lijneyên hilbijartinê re me hewl da van fikaran ji holê rakin. Her wiha me ji bo parastina sindoqan şande ava kirin. Ev şande dê li gel sindoqan biçin Tirkiyeyê. Heta 14’ê Gulanê jî ev şande dê ewlehiya sindoqan biparêzin. Her wiha dê lijneyên serbixwe yên navneteweyî jî di van xebatan de cih bigirin. Dê bi dehan şande û parlamenterên ewropayî ji bo parastina sindoqan li welêt bin. Ji bo berfirehkirina şandeyên serbixwe jî em xebatên xwe didomînin. Armanca me ew e ku em ewlehiyê veguherînin mijareke navneteweyî.” 
 
SINDOQÊN GEROK
 
Ataş, diyar kir ku dê sindoq ne tenê li konsolosxane û balafirgehan lê komîsyonên ji hêla Partiya Çepên Kesk ve hatine avakirin jî li gelek welatan ji şaredariyan cih kirê kirin û dê li wan deveran jî sindoq bên danîn. Ataş, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Komîsyon, cihên ku dê ev sindoq lê werin danîn û dîroka dengdayînê radigînin. Dê sindoq li welatên cuda û di dîrokên cuda de bên danîn. Weke mînak; li Dusseldorfê sindoq 3 rojan û li Kolnê ji bo 4 rojan tê danîn. Her wiha ji bo zêdekirina rêjeya tevlibûnê jî sindoqên gerok dê bên danîn. Plansaziya van tevan hatiye kirin. AKP-MHP bi taybet agahiya ku dê dengdayîn li konsolosxaneyan bê kirin belav dikin. Lê ev xelet e. Em dixwazin ku hilbijêr bi taybet jî li cihên serbixwe yên me diyar kirine dengê xwe bidin. Ev cihên me destnîşan kirin, cihên qanûnî û jêbawer in. Hûn mecbûr nînin ku dengê xwe tenê li konsolosxaneyan bidin. Hemû hemwelatiyên pasaporta wan heye dikarin dengê xwe bidin. Hinek gotinên weke ‘yên îltîca kirine nikarin dengê xwe bidin’ hene. Em dîsa dubare dibêjin; tiştekî wiha nîne. Her kes dikare deng bide. 
 
Kelecaneke mîna ya hilbijartina 7’ê Hezîranê heye. Ez dikarim bibêjim em ê ji sedî 35’î dengan bigirin. Me ji bo veguhestina hilbijêran wesayît jî amade kirine.”
 
WELATÊN KU DÊ SINDOQ LÊ WERIN DANÎN Û DÎROKÊN WAN 
 
Welatên Ewropayê yên ku dê sindoq lê werin danîn û rojên mayîna wan wiha ne: 
 
* Li Almanyayê di navbera 27’ê Nîsanê û 9’ê Gulanê de (13 roj)
* Li Fransayê di navbera 27’ê Nîsanê û 9’ê Gulanê de (13 roj)
* Li Avûsturyayê di navbera 27’ê Nîsanê û 9’ê Gulanê de (13 roj)
* Li Danîmarkayê di navbera 27’ê Nîsanê û 9’ê Gulanê de (13 roj)
* Li Luksemburgê di navbera 27’ê Nîsanê û 9’ê Gulanê de (13 roj)
* Li Hollandayê di navbera 29’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de (9 roj)
* Li Belçîkayê di navbera 29’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de (9 roj)
* Li Ingilistanê di navbera 29’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de (9 roj)
* Li Swîsreyê di navbera 29’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de (9 roj)
* Li Norweçê di navbera 29’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de (9 roj)
* Li Awûstralyayê di navbera 29’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de (9 roj)
* Li Kanadayê di navbera 29’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de (9 roj)
* Li DYA’yê di navbera 29’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de (9 roj)
* Li Yewnanistanê di navbera 29’ê Nîsanê û 7’ê Gulanê de (9 roj)
* Li Swêdê di navbera 1 û 7’ê Gulanê de (7 roj)
* Li Fînlandiyayê di navbera 1 û 7’ê Gulanê de (7 roj)
* Li Îtalyayê di navbera 3-7’ê Gulanaê de (5 roj)
* Li Polonyayê di navbera 3-7’ê Gulanaê de (5 roj)
* Li Romanyayê di navbera 3-7’ê Gulanaê de (5 roj)
* Li Çekyayê di navbera 3-7’ê Gulanaê de (5 roj)
* Li Bulgaristanê di navbera 4-7’ê Gulanê de (4 roj) 
* Li Îrlandayê di navbera 5-7’ê Gulanê de (3 roj)
* Li Spanyayê di navbera 5-7’ê Gulanê de (3 roj)
* Li Japonyayê di navbera 5-7’ê Gulanê de (3 roj)
* Li Macaristanê di navbera 5-7’ê Gulanê de (3 roj)
* Li Bosna Hersekê di navbera 5-7’ê Gulanê de (3 roj)
* Li Maltayê di navbera 6-7’ê Gulanê de (2 roj) 
* Li Moldovayê di navbera 6-7’ê Gulanê de (2 roj)
* Li Portekîzê di navbera 6-7’ê Gulanê de (2 roj)
* Li Sirbistanê di navbera 6-7’ê Gulanê de (2 roj)
* Li Slovakyayê di navbera 6-7’ê Gulanê de (2 roj)
 
 MA / Ergîn Çaglar

Sernavên din

28/04/2023
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2023'YAN
00:19 Seroka TTB’ê li Amedê ye: Pir nema, piştî 16 rojan em ê biguherin
27/04/2023
23:58 Sancar bang li hilbijêrên derveyî welat kir: Biçin ser sindoqan
23:05 Li Amedê kesekî din jî hat binçavkirin
21:01 Li Amedê hejmara kesên hatin girtin gihîşt 24'an
20:53 TBB û baro: Divê lêpirsîn li gor hiqûqê bê kirin
17:58 4 kesên li Tekîrdagê hatibûn binçavkirin hatin girtin
17:34 Bertek nîşanî girtina rojnamevanan dan: Gotina wan gotina me ye!
17:24 Rojnamevan Bayram li Semsûrê hat binçavkirin
17:08 Bi girseyî çûn şîna Resûl Kûrt
17:02 Ji bo 1’ê Gulanê banga tevlibûnê
16:43 Bayindir: Tîra azadiyê ji kevanê derket kes nikare peşî lê bigire
Bûldanê bang li desthilatê kir: Hûn ê tûra duyemîn nebînin
16:41 Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk li çar aliyan bênavber didomin
16:22 Derbarê rojnamevan Candemîr de lêpirsîna qeyûm
16:12 Li pêşiya edliyeyê bertek nîşanî girtinan dan: Ev gel tu carî serî natewîne
16:02 ‘Bi hezaran dest pê kir lê niha bûne milyonan kes’
15:42 Li ser deriyê Hevserokê Şaxa OHD’ê Îsteklî nivîsa ‘em hatin hûn tune bûn’ hate nivîsandin
15:40 Uçar: 14’ê Gulanê dê bibe muhasebeya sedsalê
15:07 Rojnamevan Gok, Orûç, Canozer û Akkaya hatin girtin
15:03 Li Amedê nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Ewlehiya hilbijartinê di talûkeyê de ye
14:59 ‘Li cihê ku parastin ne azad be qala edaletê nikare bê kirin’
14:58 Partiya Çepên Kesk li Amed û Sêrtê bi rojnamegeran re hate ba hev
14:06 MED TUHAD-FED: Bi berxwedan û têkoşînê wê êriş vala bên derxistin
13:41 Li Mûşê mitîng tê lidarxistin
12:58 Polîsan ji rojnameger Gok pirsî: Çalakî û xebatên ku hûn ji bo pêkanînê planên wan dikin çi ne?
12:57 Rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kirin
12:30 Serokê TBB’ê Sagkan ji ber operasyonên binçavkirinê hate Amedê
11:49 18’emîn Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî di 2’yê gulanê de dest pê dike
11:44 Li Tetwanê mitînga bi coş û peroş: Em ê di 15’ê Gulanê de govenda azadiyê bigerînin
11:14 Ji bo ‘endamtiya rêxistinê’ delîl peyda kirin: Merhaba tu çawayî?
11:03 Wekîlên Ewropî têkildarî 'êrîşên kîmyewî' banga lezgîn li OPCW'yê kirin
10:55 Dengdayîna li derveyî welat dest pê kir
10:52 Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Taşkin hat binçavkirin
10:52 Ji bo mitîngên Partiya Çepên Kesk ên Aydin û Mûglayê bang kirin
10:43 Ji bo mitînga Pirsûsê banga tevlibûnê: An em ê serbikevin an em ê serbikevin
10:37 'Herî zêde di heyama AKP’ê de karker bi zextan re rûbirû man’
10:36 Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin
10:27 Gelo Dêrsim ji bo erdhejê amade ye?
10:07 Parêzerên Ocalan carek din ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
09:59 Mexdûrê mulakatê: ‘Birincfiroşê xwedî bi dîploma’
09:48 ‘Em ê ji Balikesîrê parlamenterekî bişînin Enqereyê’
09:47 Li Hatayê kavil li 22 qadan tên xalîkirin
09:39 Çekên cerdevanên ku wêneyê Demîrtaş ecibandin hatin desteserkirin
09:27 Jinên qerejdaxî: Dê kurd bi ser bikevin û Erdogan winda bike
09:09 Di vê hilbijartinê de jî dê tevî zarokên xwe sindoqan biparêzin
09:05 Ebru Gunay: Fikriyata me dê li Egeyê bingeha xwe xurtir bike
09:04 'Gelê Semsûrê li dijî desthilatdariyê bi bertek e'
09:01 'Wê nikaribin parastinê bitepisînin'
09:01 Ji Nobeda Edaletê ber bi hilbijartinê ve: Bi şev û roj dixebite
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2023'YAN
26/04/2023
23:26 Ji KCDK-E'yê banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt
23:02 Li Londonê pedal ji bo 'Partiya Çepên Kesk' hatin badan
22:39 Ûçar: Em ê govenda herî mezin di 15'ê Gulanê de bigerînin
21:24 Li Îdirê coşa hilbijartinê
20:54 Li Hezexê 20 kes hatin binçavkirin
20:25 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hat girtin
20:16 Çalakiya li ber avahiya NY’yê didome: Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin
20:11 Ji YNK'ê bersiv ji bo banga Mesrûr Barzanî
20:03 ‘Mafparêz wê li ber zextan serî netewînin‘
19:27 Operasyona li hemberî rojnamevanan spartin îfadeya şahidê eşkere
18:30 Partiya Çepên Kesk li Sûrê bi jinan re civiya
17:29 Cenazeyê Tekîn piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin
17:01 CPJ: Divê TMK li dijî çapemeniyê weke çekek neyê bikaranîn
16:57 Polîsan îşareta nijadperest nîşan da: Hûn ne rojnamevan in hûn terorîst in
16:42 Li Şirnexê ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî hat dayîn
16:22 Polîsan hewldan dan ketina rojnamegeran a qada mitîngê asteng bikin
16:09 Ozturk: Di destê we de kelemçe, di destê me de berxwedan heye
16:08 Tu der nema ku Partiya Çepên Kesk neçûyê
15:55 Yanik a AKP’î bi koliyên AFAD’ê xebatên hilbijartinê dike
15:40 Rojnamevan: Hedefgirtina rojnamevanên kurd hamleya li dijî hilbijartinê ye
15:22 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê ye: AKP li Kurdistanê tune bûye
14:48 Rêxistinên civaka sivîl: Dê kes nekare rê li ber vîna gel bigire
14:47 Parêzer Newroz Ûysal hat beraetkirin
14:38 Kiliçgun Ûçar: Ji bo em sedsalek nû ava bikin em li vir in
14:26 Hiqûqnasan bertek nîşan dan: Heke bertek neyên nîşandan dê li tevahiya Tirkiyeyê belav bibin
14:19 Malbata Şenyaşar: Li cihê ku edalet lê nebe, helalî jî çênabe
14:11 Zeytûn: Saziyên kurdan di bin zextan de ne
13:53 Dengdayîna li Ewropayê sibe dest pê dike: Ewlehiya di asta herî jor de ye
13:15 Ji parêzerên Resûl Temûr girtek: Dozger wezîfeya xerab pêk anî
13:15 Îfadeyên 128 binçavkiriyan ên li emniyetê dest pê kirin
13:01 Bûldan: Wê jin welat bi rê ve bibin
12:55 Li Amedê tevgera balafirên şer
12:53 Li Îzmîrê ji bo mitînga 1’ê Gulanê bang hat kirin
12:49 Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ozdemîr: Dozger bi eşkereyî sûc dike
12:04 Rêxistinên elewiyan dê li Îzmîrê bi gel re hevdîtinê bikin
12:03 Namzeta Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Ayten Donmez hate binçavkirin
12:03 Komeleya Rojnamevên Kurdistanê ya Swîsreyê: Bila rojnamevanan bên berdan
11:57 Namzetên Mûşê ji bo mitîngê bang kirin: Em sekna xwe ya bibiryar nîşan bidin
11:41 Dema sînordarkirinê bi dawî bû, biryara veşartina dosyeyê didome
11:40 Hasan Cemal: Binçavkirin nîşaneya tirsa Erdogan a ji hilbijartinan e
11:08 Bi 100 hezar dilxwazî re dê li 81 bajaran hilbijartinê bişopînin
11:07 Dêrsim Dag: Kurd dê qedera Stenbolê û Stenbol jî dê ya Tirkiyeyê diyar bike
10:42 ‘Ez ê ji bo vegera gelê me bixebitim’
10:24 Namzeta Bedlîsê Gokalp: Em ê sindoqan ronî bikin, dê nekarin bidizin
10:18 Parçeyên şarapnelê yên di bedena wê de têkoşîna wê her tim zindî hişt: Em ê bibin dengê Aydinê
10:05 Xizmên siyasetmedarê kurd Yazar: Rengê me rengê xwezayê ye, em kesk in
09:32 Şevîn Coşkûn: Em ê li Balikesîrê dîrokê binivîsin
09:21 'Li Hatayê ji bo jinûveavakirina jiyanê Partiya Çepên Kesk'
09:21 Jinên Botanê li qadê qîrîyan: Hêvî Ocalan e
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2023'YAN